Dayîk (Kurdistan)
Kengî wê xwîna te raweste dayê
Ew xwîna ku li ser singa te
Ji nav dilê te
Wek rûbarekî bê dawî diherike.
Pelên dîrokê
Bi xwîna te rastiyan dinivîse
Bi qêrîna te mezin dibin zarok
Bi hêsrên çavên te jiyan dikin zindî
Hewara te erdê dihejîne
Bi axîna te teht hildiweşin,
Mejî radiwestin,
Agir ditefin,
Mirovatî xatir dixwaze ji mirovan
Tu ew qas pîroz î
Cîhan ji bo axa te şer dike
Lê çima?
Çima tu her bindestî?
Wek dîroka jinan
Azadiya dayîkan
Bi te ve hatiye girêdan
Tu dibêjî gelo
Jinan ji bo te koletî qebûlkirin?
Tu azad nebî
Jin jî naxwazin jiyan.
Dîsa qutkirin
Sê perçe ji nav dilê te,
Dîsa belav kirin qêrîna te
Bi dengê zarokan, dayîkan
Dîsa rojek tarî kirin
Dîrok,dîsa eyba xwe dinivîse
Bi destê levîathanan, Nemrûdan
Lê ew tev fêhmkorin dayê
Çavên wan nabîne
Guhên wan nabihîze
Dilê wan his nake
Nizanin ku tu nemirî dayê
Nizanin ku keç û xortên te
Bûne dil, rih û mejiyê te
Nizanin ku sê perçe hildan
Sê hezar perçe dê
Bikeve nav dilê te
Wê bibin ax, rûmet û şerafet.
Sara
Wek Agirî bû
Rûmeta Dersîmê bû
Diherikî wek ava Mûnzûr
Dîroka jinên azad bû
Zelal bû, pêşeng bû
Kevirê yekem
Ew avêt koletîyê
Serî rakir
Ne zindan, ne hucre
Ne îşkence, ne kelepçe
Bilind difirî ber bi azadiyê ve
Hîlala zêrîn dabû ser serê xwe
Ji xwe re kiribû tac
Dimeşiya wek xwedawendan
Zagrosan şera reş girê da
Di nav ewrê spî de
Rojbîn
Wek pepûlekî bû
Fikra mirovên azad belav dikir
Wek hewariyên Îsa
Reng dida dora xwe
Dengên te kom kiribû di nava xwe de
Ji her çiya, gund û bajaran
Bêhna te dida jiyanê
Belav dikir bi hest û zimanê xwe
Ronahî
Dergûşa te ya herî biçûk bû dayê
Wek bircên Amedê
Ya herî bilind
Bi coş bû, geş bû
Wek navê xwe li ewran.
Ciwantî ye
Fikrê mirovên azad bû
Di nav qirêjiya paytexta zilmê de
Evîndarê heqîqetê bû
Rohnî bû,
Rohnî dikir tarîtiya jiyanê
Mij û dûman…
Ji Pênûsa Gêrîla