Civaka Nû Bi Malbata Heyî Nayê Avakirin
Nûwelat ADİRÎ
Serê mirovatî û xwezayê piştî bidawîbûna serdema Neolîtîkê ji belayê xelas nebû ye. Bajaran, desthilatdariyê, şaristaniyê, dewletê xwe mîna ewrekî reş bera ser civakê de ye.. Newekhevî, bêexlaqî, serdestî, metîngehî, zûlm, şer, pevçûn, bindestî, koletî, hwd. li serê jiyanê mîna çarenûsekê bûne bela..Civaka xwezayî ya di nav de jixwe berî wekhevî, azadî, exlaq, demokrasi hebû hat parçekirin.. Jiyana li derdora jina dayik hatibû sazkirin ji aliyê zilamên hesûd, xapînok û kurnaz ve hat tarumarkirin.. Herçiqasî jinan her dem bi rê û rêbazên cîhêreng xwestin çanda jina dayik biparêzin jî lê nikarîbûn pêşiya zilamên desthilatdar bigrin û li cihanê êdî aştî û aramî hat wendakirin.
Lê lêgerîna azadî, aştî û wekheviyêti car bi dawî nebû. Yek ji pirsa herî girîng jiyana hatî wendakirin wê carek din çawa were bidestxistin e.. Bi rêbaz û dahûrandinên şaş yên civakê çikasî wê nirxên hatine wendakirin carek bibin bingehê exlaqê civakê.
Heta ku peywendiyên di nav jin û mêr yên ku çavkaniya hemû newekhevî, desthilatdarî, milîtarîzm, faşîzm, çînayetiyê ye newe çareserkirin, wê lêgerîna li jiyanek rast jî tenê di xiyalan de bimîne..Ji ber ku bi destê zilaman sîstemek hatiye avakirin û di hemû qadên jiyanê de nêrîna wan ya serdest bibandor e.. Ji bo sîstema wan têk neçe jî saziya malbatê avakirin e. Zilam di malbatê de weke despotekî xwe li ser her tiştî ferz kir. Ev sîstema hîyerarjîk ya di nava malbatê de weke rêbazên xwedayî bi rêya rêzik û qanûnan bi civakê dan qebûlkirin.
Di serî de jin û zarok weke malekî hatin dîtin û ji wan hat xwestin ku her daxwazên zilam bicih bînin.. Ev belaya mezin bû sedem ku kêfxweşî û kelecaniya jiyanê were wendakirin.. Jina ku bû malê mêr di heman demê de bû karkera bêheqdest, koleya malê, pêkhênera daxwazên cinsî yên zilam. Zilam jî hemû jiyan di kesayeta xwe de fetisand û mafê xwe dît ku di gerdunê de çi hebe bike xizmeta xwe, bikar bîne, talan bike, xera bike.
Saziya herî bingehîn ku dibe sedem sîstema zilam her dem xwe li ser piyan bigire bêguman saziya malbatê ye. Mixabin kesên dixwazin malbatekê avabikin ji bo xwe li tu riyên din nafikirin û nakevin nav lêpirsînekê. Jiyana bi êş ji bo xwe mîna çarenûsekê qebûl dikin.
Qaşo hinek ji wan bi eşqên mezin dizewicin lê di demek kin de jiyan ji bo wan dibe mîna zîndanekê. Evîn û Eşq.. Kes wateyek kûr nade evîna xwe.. Nêzîkatiyên wiha li evînê tê kirin ku evînê dikuje. Ma ji xwe evîn tenê bi jiyana azad pêkane ye. Lê di nav jiyana kole de bi navê evînê tu tiştek nema ye. Jin û mêr eşqa derewîn, xapînok û sexte li hustê hev mînakin di rekesê darê dialiqînin.
Niha di nav saziya malbatê de tevlîhevî, alozî û pêxirtengiyek mezin heye..Malbata ku li ser hîmê rast nehatiye avakirin serberjêr diçe..Piraniya wan li kêleka latekê dijîn.. Hinek ji wan dikevin xwarê û parçe parçe dibin. Her roj şer û şîdet, heqaret lihev kirin, bêrêzî dibe parçeyekî ji jiyana ku di serî de şaş hatiye avakirin.. Jin û mêr him dibin dergevanê zindana jiyana xwe û him jî hikûmxarê wê. Heta dawiya temenê xwe li hev îşkence tê kirin..Wateya jiyanê tê wendakirin. Mîna temaşevanekî li hember ruxandina jiyanê bêhelwest in. Bawernakin ku dema hewl bidin wê karibin xwe ji wê zîndanê rizgar bikin.
Êdî bihêle bi kesayetên heyî jiyanek demokratîk were avakirin, jiyanek ji rêzê jî xwe ji têkçûnê nikare rizgar bike.. Yên dikevin nav hewldanê jî nikarin gûhertinên bingehîn pêk bînin.
Başe civak û malbata nû wê çawa were avakirin. Yên xwe nasnekin wê çawa jiyanê fêm bikin. Kî dikare îdîa bike ku vê jiyana şaş hatiye avakirin wê bikaribe rast bijî. Jiyana li ser derewan hatiye avakirin wê çawa xwe bigihîne wateya xwe ya rast. Eger li cihekî tevlîhevî û pêxirtengî hebe ew der ji gûhertinê re jî vekiriye.. Lê bi mitaleyên seranser wê kes nikaribe xwe ji têkçûnê rizgar bike.
Ji bo gûhertin çêbibe jî bêguman divê her ferdê malbatê di serî de dîroka avakirina malbatê lê bikole. Ji lewra her tişt di dîrokê de veşartiye û mirov li cihê ku xwe lê wendakiriye careke din dikare xwe bibîne. Ev lêpirsîn û encamên derbikeve holê wê bike ku jiyana heyî jî rast were pênasekirin.
Eger desthilatdariya zilam neyê hilweşandin û ji bo vê tekoşînek bênavber newe dayîn, ne gengaze ku hevjiyana azadiya jin û mêr jî were avakirin. Saziya zewacê a dike jin weke malekî were dîtin divê têkeve ber lêpirsînê û rola jinê a di nav civakê de were diyarkirin. Di serî de divê jin weke amûreke zarokanînê newe dîtin. Tê zanîn ku mêr bi êrîşa li ser jinê di rastî de erîşî civakê û jiyanê dike. Ji bo jiyanek azad û wekhev ya li ser bingehê cudatiyan were avakirin li hember serweriya mêr tekoşînek bênavber ji bo jiyanek azad nebe nabe ye.