Civaka Bi Wekhevî Û Yeksaniyê Barkirî Rêya Dibe Sosyalîzmê

0Shares

Rêber APO

Ev kapîtalîzma ji dîn jî tehlûketir e, û dînperestiya pozîtîvîst daye pişta xwe heta rast neyê bi navkirin û rûyê wê rast neyê nîşandan, wê ti şensê tercîha azadiyê tinebe. Jixwe dîroka dused salî ya sosyalîzmê û sosyalîzma reel nîşan dide ku ji aliyê çepgiriyê ve palpiştiya kapîtalîzmê kirine û ji vê jî wêdetir neçûne. Mesele ew nîne ka şaşî di ku de hatiye kirin. Mesele ji vê jî wêdetir e. Paradîgma bi xwe şaş e. Di navê de hebûna çend şaşî yan jî rastiyan, ji aliyê paradîgmatîk ve encamê naguherîne. Nabe ku mirov weke xeteke dûz rasterast nêzî civakê bibe û li gorî rêzê mîna ku her tişt di Lewh-î Mehfûzê[1] de hatiye nivîsandin, bibîne û ku wexta wan hatibe bi cih tên. Guftûgoyên di serdema navîn de li ser îradeya kullî û cuzî jî di ser nêzîkatiyên materyalîst-pozîtîvîst ên bi vî rengî re ne. Ji bo sosyalîzmê têkoşîneke mezin hat dayîn û di têkçûna wê de para diyarker a vê nêzîkatiya paradîgmatîk der barê civakê de heye.

Her zevî û erd li gorî xwe nebatan digihîne. Li nav zeviyê hezar salan ê zanîn û desthilatiyê bi giştî nebatên azadiyê û bi taybetî jî nebatên sosyalîzmê nagihîjin. Ji bo vê jî divê teorîsyen û çalakgerên sosyalîzm û azadiyê berî her tiştî zeviyên xwe amade bikin, li nav zeviyê desthilatiyê divê timî nexweşiyên vedigirin û şewbê teşxîs û derman bikin, ya hînê girîngtir jî divê xwe ji her cure sazîbûn û kesayetên weke şitlên desthilatiyê hêşîn dibin dûr bigirin, şitlên xwe, yên bi her şêwe dewlemendiya demokrasiyê, deynin û bigihînin. Naxwe mîna di tevahiya dîrokên şaristaniyan de hatiye dîtin wê bibêjin; min ‘azadî çand’ lê paşê wê bibînin ku ya çandine ti cudahiya wê ji ya sîstemên desthilatiyê yên berê nîne û wê nikaribin xwe ji hezarî caran dubarekirina van mînakan rizgar bikin. Li vir min xwest têkiliya mijarê bi sosyolojiya pêkhatinê re destnîşan bikim.

Ceribandinên sosyalîzma zanistî yên Marks û Engels ji bo pirsigirêkên dema xwe weke çareserî pêşde birin. Ji dil ji vê yekê bawer kirin. Pirsgirêk terîf kiribûn, kapîtalîzm weke sîstem kiribûn têgîn û wexta dor hatibû çareseriyê, sîstema sosyalîst destnîşan kiribûn, baweriya wan bi van temam bû. Jixwe ‘sosyalîzma zanistî’ ya di bin destê wan de hat pêşdebirin, ev baweriya wan misoger dikir. Lê dîrok bi awayekî din meşiya û bi pêş ket. Utopyagerên beriya wan jî bendewariyên xwe yên bi heman rengî hebûn. Bendewariyên Lenîn ji Şoreşa Rûsyayê bi awayekî din bûn. Hêvî û xeyalên gelek şoreşgerên Fransî şikiyan. Şoreşê gelek zarokên xwe daqurtandibûn. Kûrahiya dîrokê bi mînakên bi heman rengî tijî ye. Tevî ku çareserkerên pirsgirêkan hem gelekî bi îman bûn, hem jî gelekî bi serwextî tevdigeriyan. Naxwe di terîfkirina wan a pirsgirêkên civakî û ezmûnên wan ên çareseriyê de hinek tişt kêm û şaş hebûn ku ewqasî zêde jirêderketin û heta bûyerên berevajî diqewimîn. Çawa ku em gelek caran dibêjin, mesele kêm hewldan, serhildan û şer nîne. Ev hene, belkî jî zêde hene. Rastiyên bi vî rengî min gelekî tengav dikin ku ez di warê terîfkirina pirsgirêka civakî û mijara çareseriyê de gelekî bi îhtiyat bim. Eger em dizanin ji tecrubeyên mezin dersan bigirin û ji bîranîna qehremaniyên mezin re bi hurmet bin, her gava em biavêjin divê dersbarkirî û gelekî bi hurmet be.

Ez têgînên civaka exlaqî û polîtîk bi têgînên komintiya demokratîk û civaka demokratîk wekhev û hemnirx dibînim. Ji bo dewlemendiya maneyê wexta hewce kir, bê fikar, min serî li hersê têgînan jî da û min xwe ji vê paşve neda. Eşkere ye ku civaka exlaqî û polîtîk bi komintiya demokratîk re zêdetir sosyalîzma demokratîk û wekhevîtiya civakî (lê li ser bingehê cudatiyan wekhevî) tîne hişê mirov. Têgihiştina li ser bingehê cudatiyan wekhevî, ji maneya sosyalîst-reel a homojentiyê îfade dike cudatir e. Ji bo ez balê bikişînim ser vê yekê, min xwe hewce his kir ku ji vê re Sosyalîzma Firewnan bibêjim. Bi têgîna civaka demokratîk min hewl da karektera civaka exlaqî û polîtîk a hem wekhevîtî, hem jî azadiyê destnîşan bikim. Bêguman herçiqasî naveroka van têgînan wekhev e jî divê mirov wan nexe kefa destekî û heman tişt nehesibîne. Mebesta min ji vê dewlemendî ye. Mirov bike wekhev û bixe kefa yek destekî, bi vê xizan û feqîr dike. Ez kesên bi mijarê re pêwendîdar hişyar dikim ji bo der barê van têgînên misêwa têne bikaranîn de nekevin nakokiyê û ji ber ku min nikarîbû termînolojiyeke bi awayekî din pêşde bibim jî lêborîna xwe dixwazim û hêvî dikim ku vê bi serwextî û têgihiştî qebûl bikin.

Mirov ji neçarî dibin karker û gundî. Eger azadî li dawî hîştina îcbariyetê ye, wê wextê tê karkertî û gundîtiyê li dawiyê bihêlî. Eger têkoşîna rastîn a çînî bi vê zêhniyet û şêwazê demokratîk were meşandin, wê wextê wek yeksaniyê sosyalîzmê pêk were û maneya xwe bibîne. Bêkartî berhemekî bêdemokratîkbûyînê ye. Civakek bizanibe demokratîk be, rê nade civakeke bêkar. Eger li cihekî bêkartî zêde be, wê wextê li wir ew çend bêdemokratîkbûyîn heye. Hebûna bêkartiyê bi giştî illet û nexweşiyeke şaristaniya çînî ye. Kom û mirovên bizanibin li dijî wê derbikevin ti car bê kar namînin. Eger ti kar jî neyê dîtin, weke karekî mezin, karê demokrasiyê heye, wê wextê karê herî mezin ji her kesî-ê re heye.

Azadiya Jinê, wexta bikeve qada polîtîk, divê baş bizanibe wê bi şerekî çetîn û dijwar re rûbirû bimîne. Heta di qada polîtîk de hînî bi destxistin û qezencê nebe, ti destketî mayînde nabin. Serketina di warê polîtîk de nayê wê maneyê ku jin dibe dewlet. Berovajî, têkoşîna li dijî avahiyên dewletparêz û hiyarerşîk, hewce dike ku avahiyên siyasî yên hedefa wan civaka okolojîk azadiya cins, demokrasî ne pêk bîne. Hiyarerşî û dewletparêztî herî zêde bi xwezaya jinê re li hev nakin. Ji lewra, tevgera azadiya jinê divê ji pêkhatiyên antî-hiyarerşîk û avahiyên li derveyî dewletê re rola pêşeng bilîze. Eger bizanibe di qada polîtîk de bi ser bikeve, wê di heman qadê de koletiyê jî hilweşîne. Ji bo têkoşîna di vê qadê de divê rêxistinên jinê yên demokratîk û têkoşîna wê berfireh be. Her cure civaka sivîl, mafê mirovan, rêveberiyên herêmî yên demokratîk ji bo xwebirêxistinkirinê qadên têkoşînê ne. Mîna di sosyalîzmê de, rêya diçe wekhevî û azadiya jinê di têkoşîneke serketî ya demokratîk û berfireh re derbas dibe. Tevgera jinê ya demokrasiyê bi dest nexîne, nikare azadî û wekheviyê bi dest bixe.

Mirov dikare aboriyek bi awayekî komîn, kooperatîf û komên din ên xebatê yên rê nadin metabûyînê, zirarê nedin tendurustiya gel û hawîrdorê pêş de bibe. Bêkartî ku ji aliyê nîzamên kedxwar ve tê afirandin, di civaka ekolojîk û demokratîk a gel de nabe pirsgirêk. Di vê civakê de li şûna huqûq exlaq rola serdest dilîze; bi perwerdeyeke afirîner daxwaza ji bo jiyênê li pêş e; di nav xwe de şer nas nake; têkiliyên bi dostayî, heval û hogirtiyê serdest in. Ev civaka bi wekhevî û yeksaniyê barkirî rêya herî raste dibe Sosyalîzmê. Eger nîzama etnîk a nêzî wekheviyê û civaka komîn a gelên Rojhilata Navîn demeke dirêj jiyîn bi derfetên zanist û teknolojiya îro re bigihîjin hevdu, jiyana bi civaka ekolojîk a azadiya cinsiyetê dixwaze û xwedî demokrasiyeke pêşketî wê bibe nirxeke herî bi şeref û wê watedar bibe.

Civaka ekolojîk di cewherê xwe de civaka sosyalîst e. Civaka tehekumkar a bi şaristaniyê re ji xwezayê û hawîrdorê qut bû xerîb ket, kengî derbasî civaka sosyalîst bibe mêzîna ekolojîk û civak dikare watedar bibe. Di bin sîstema kapîtalîst de rizgarkirina hawîrdorê xapandin e. Bi awayekî nehatiye dîtin ê mêzîna ekolojîk xira dike sîstem bi xwe ye. Çendîn sîstem bêtesîr bibe û sîstema civaka sosyalîst pêş bikeve, wê pirsgirêka hawîrdorê ji binî ve were çareserkirin. Ev nayê wê maneyê ku wê ji niha ve ji bo hawîrdorê tiştek neyê kirin. Berovajî, ji bo hînê aktîfkirina têkoşîna hawîrdorê divê bi têkoşîna giştî ya veguherîna civakî di zikhev de werin meşandin.

Sosyalîzm bi giştî bi gotina wekheviyê tê tarîfkirin; rêya wê jî di kollektîfkirina mulkiyetê de derbas dibe û bi vê têgihîştinê bû yek tişt. Têkiliya wê bi azadî û demokrasiyê re nekarî were danîn. Wer hat ziman ku hat gotin; têkilî tê danîn çawa tê danîn û bi kîjan sîsteman tê danîn girîng nîne. Ji ber vê yekê, di encamê de wek kapîtalîzma dewletê dejenere bû. Hem pêşketinên ezmûnî, hem jî yên teorîk baş nîşan dane ku heta azadî neyên jiyîn û demokrasî bi cih neyê anîn, wê xwe gîhandina sosyalîzmê jî nebe. Sosyalîzm bi destê dewletê nayê avakirin. Ta ji Sumeran bi destê dewletê gelek gavên kollektîfkirinê hatine avêtin. Tevgerên herî berfireh ên sosyalîzasyonê dewletan kirine. Di vê rewşê de divê em dewletê wek saziya herî mezin a sosyalîst bibînin. Ezmûna Sowyetê dewama heman meyla dîrokê ye. Ji lewra ya rast ew e ku mirov ji tevgerên wekhevî û xizmetên gelemperiyê yên bi destê dewletê re bibêje; sîstema patronaj durustir e. Di şûna efendî, axayek û kapîtalîstekî de wek nasnameyeke hevbeş a hemûyan di cewher de heman rolê dilîze. Eger demokrasî herî hindik dewlet e û bi pêşketina demokratîk wekhevî tê bi destxistin, wê wextê mirov dikare behsa xwegîhandina sosyalîzma rastîn bike. Divê mirov ji bîr neke ku bêyî azadiyê ev yek nabe. Kengî wekhevî wek bêtehekumiyê bi azadiyê re bibe yek, mirov dikare wan wek soyalîzmê bike têgîn. Wekheviya bi darê zorê nabe sosyalîzm. Ji lewra civaka bi kirinên demokratîk ên berfireh xwe gîhandibe azadiyê û bibe wekhev, sosyalîst e.

Attachment