Çirûskên Çavên Xwe Ji Çavên Min Kêm Neke

0Shares

Ji Bo Bîranîna Rêhevala Viyan Amara(Sevim Kaya)

Nasnav: Viyan Amara

Nav û Paşnav: Sevîm Kaya

Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1983/ Wan

Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 1999/ Zagros

Dîrok û Cihê Şahadetê: 2013/ Kobanê

Gerîlaya biçûk, şervana çeleng, hevrêya rast, dilsoz û evîndara çiyayên azad, rûheyva behra Wanê, serhildêra Zagrosan, pira têgihiştina di navbara gelan û neteweyan da, wêjevana rastiya jiyanê, hêviya kesên êşkişandî, têkoşera jiyana azad, dildara roja pîroz, kedkara ziman û perwerdeya Kurdî, dosta zarokên rojê, nivîskara hemû cêwaziyan, helbestvana ristina wateyê, qêrîna hemû bêdengiyan, gulbişkiva xwezaya Kurdistanê, rêronahîkera şevên tarî, rênîşanera ked û hezkirinê.

Belê heval, îro tîrêjeke nû ji navê te xwe berda ser axa welatê me. Îro bi vîna te rûpeleke nû li rûpelên dîroka me zêde bû. Îro 490 xwendekarên te dest bi şagirtiya peymangeha te kirin, ji bo destpêkirina jiyaneke nû ya ku bi tîpên zêrîn ên ji xwîna te hatine nivîsandin, gav avêtin govenda azadiyê.

Navê wê yê şoreşgerî Viyan Amara ye, sala 1983 li bajarê Wanê ji dayîk bûye. Di sala 1999’an de tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bûye. Heta sala 2004’an weke şervaneke çalak û fermandereke ciwan di nava gerîlatiyê de cih girt û têkoşiya. Ji sala 2004 û şûn ve zêdetir di nava xebatên gel, qada bîrdozî, lêkolînî, ziman û perwerdeyê de cihê xwe girtiye. Ew şoreşgera kêlî û serdemê bû. Kesayeteke ku xwe ji pêşengiya gel re amade kiribû. Dema berjewendiyên gel çi bixwaze li gorî wê dibe û xwe li gorî amade dikir. Ew bû rênîşanera her karekî ku tê de cih girt.

Dema di xebata zanist û ronakbîrî de cih digirt, ew perwerdekareke jîr, lêkolînereke serkeftî û şopdara heqîqetê bû. Dema ku di sîstema perwerdeya dibistanên Mexmûrê de cih girt û di nava gel de kar kir, bibû deriyê wijdana civakê û derûnînasa zarokan. Dema gerîlayeke azadiyê bû, ew êrîşkareke fedaî ya ku her kêliyê bi mirinê dikenî û mirin bêwate dikir. Şervan û fermandareke li eniya pêş bû. Dildara çiyayên azad, hevrêya xezalên çolan, hevrêya rastîn a dozê, stêrka şîveriyên tarî ronîkirinê, berxwedêra serhildêr û kedkara dozê bû ew. Çiqas gotina gerîla li te dihat heval. Bejna te di hêviyên asîmanê welatê me de bû wêneyê jiyanê. Dengê kenê te bi birûskên asîmanan re di pêşbirkê de bû. Û îro barana ji birûskên kenê te tê xwarê, hemû dibe tovê azadiyê û di bedena axa pîroz de şîn dibe. Pora te bi bayê zozanên Fereşînê, Çarçêla, Cîlo û Herekolê hate şehkirin. Çirûskên çavên te tîrêjên rojê jî ronîtir kirin. Tu bûyî heyva ronîkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê. Xeyalên te bûne pêlên serhildanên Kurdistanê û di hemû qadên têkoşînê de herikîn. Zekaya te bû çirûska pêşîlêvekirina jinên êşkişandî û ew rakirin govenda azadiyê. Û pênûsa te heval, pênûsa te bû nivîskara nîqaşkirina pîvanên mamostehiya rastîn li Kurdistanê. Lewre îro kesên tu nedîtin jî te nas dikin, heval te nas dikin. Tu bûyî dilê hevpar ê bi hezaran mamosteyên Zimanê Kurdî û bi sedhezaran zarokên Rojavayê Kurdistanê.

Belê, heval tu bûyî stêrka geş a govenda azadiyê. Ew rûyê te yê zelal ê weke ava zozanên Çarçêla û Avaşîn, mizgîniya xweşikiya giyanate ne. Tu çûyî, lê li pey te wêneyek ji deryaya evîna te ma. Ew wêne bû neynika dildarên ziman û wêjeya Kurdî îro bi hezaran mamoste û xwendekarên jiyana rast xwe di neynika giyana te de mêze dikin û perwerde dikin. Îro keştiyek ji fikrên te barkirî ber bi siberojê ve dimeşe. Û tu jî di keştiya dilê min de rêwiyeke bêdawî yî heval. Îro deşta Kobanê bi xwîna te ya pak hate avdan û tê de ne tenê Viyanek, bi hezaran Viyanên deşta Kobanê bi rengê bihara azadiyê tên xemilandin. Û edî her çendîn destê hevaltî ji hev qut nebe û gotina vê zehmet be jî, dibêjim oxirbe heval, oxir be! Tenê daxwazeke min ji te heye. Ew jî ev e: Dengê xwe ji dilê min, rûkeniya xwe ji ser lêvên min, çirûskên çavên xwe ji çavên min kêm neke; bila tu û her dem bi min re bin û parçeyek ji canê min bin.

Batufa Çekdar

Attachment