Girîngî û çawa birêxistinkirina komunan; wateya komunalîte û her wiha girêdanbûna di navbera exlaq û komunalîte hewcehî bi lêhûrbûneke berfireh heye. Di vê mijarê de mirov dikare hin pirsên sereke jî bipirse. Civak çawa bûye civak û bi çi pêş ketiye? Dikare were gotin herî zêde bi çanda komunbûnê civakbûyîn pêş ketiye. Ger civak hîn jî xwe li ser lingan dimîne, dibe civak û wek komeke mirov tê binavkirin di vir de çandeke komunbûyînê heye. Komunbûyîn bi xwe jî hem têgihiştin hem jî zîhniyetek e. Zîhniyeteke jiyanê ye ya bi awayekî parvekirineke kolektîf e. Û em dikarin wek keda kolektîf jî bi nav bikin.
Dîsa mirov dikare wek danûstendina di navbera mirovan de jî bi nav bike. Jixwe komunbûyîn çandeke herî kevnar ya mirovatiyê ye. Dema em dibêjin, Kurd û civaka Kurd, herî zêde bi komunalîteyê tê nasîn. Di şexsê civaka Kurd û mirovê Kurd de komunalîte çiqas kevnar be, ji bo mirovatiyê jî komunalîte ev çend kevnar e. Mirov dikare bêje, mirov hebûna xwe bi çanda komun dikarîbû ava bike. Komunalîte ne tişteke wiha ye ku em di dema niha de li ser nîqaş dikin, ew çandeke ku bi hezarê salan li ser tê nîqaşkirin. Peyva komun ne peyveke nû ye. Heta mirov dikare bêje ku peyva herî kevnar e. Dema mirov bû mirov û civakbûyîn hat avakirin ev peyv pêş ketiye. Dema komunbûyîn tê gotin, mirov nikare ji vê derveyî civakê bigire dest û binirxîne. Ji ber ku peyveke ku bi civakbûnê re çêbûye û hatiye pêşxistin. Ji bo vê dema em behsa civakekê dikin, di serî de wek çand, tenê em vê civakê bi komunbûyîna wê nas bikin. Ger komunbûyîn têde hebe em dikarin behsa hebûna civakê bikin. Tişta ku civakê jî ligel hev digire û danûstendinê di navbera mirovan de dide çêkirin jî komunbûyî ne.
Çanda Parvekirinê, Hêza kolektîf e û Mirov Anîna Gel Hev e
Komunbûyîn bi xwe jî wek wate çandek e. Çanda parvekirinê, hêza kolektîf e û mirov anîna gel hev e. Heke ev çand rabe yan jî di cihekî de lewaz bikeve wê demê di mirovbûn û civakbûnê de jî wê lewaztî çêbibe. Wê demê em dikarin bêjin ku di exlaqê civakê yê heyî de jî xerabî çêdibe. Ji bo vê yekê têkîliya di navbera exlaq û komunalîteyê de pir zêde heye. Heta mirov dikare bêje wek peyv mirov nikare wan her duyan ji hevdu cuda bigire dest û binirxîne. Ji ber ku yê exlaq dide çêkirin jî çanda komunbûyînê ye. Ev her du peyv ew çend bi hev ve girêdayî ne. Ji bo civakê çiqas exlaq pêwîst be ewqas jî komunbûyîn pêwîst e. Ev her du di nav hev de hevdu bi hêz dikin. Eger komun nîn bin jiyana mirovan wê li ser esasên berjewendiyên şexsî, yên li ser keda hevdu pêş bikeve. Ev jî çandeke dijberî çanda komunalîteyê ye. Mînak: Yekî diz bifikirin ku bê bikeve mala mirovekî û bê ku ked dabe, bê ku nirxek ava kiribe her tiştî bibe. Ji bo çanda diziyê ya desthilatdar pêş nekeve, pêwîst e çanda komunalîte her tim di nav civakê de weke nirxeke herî pêşketî û herî baş bê parastin û pêşxistin.
Di roja me ya îro de jî yek ji pirsgirêka herî bingehîn ku mirov li ser nakokiyan dijîn jî ev mijare û wiha pêde diçe: “Nakokî li ser pirsa, ‘Çima hin kes dewlemend in û hin kes jî feqîr in?’ pêş dikeve. Ev jî ji lewaziya vê çanda komunbûnê tê. Ji bo vê yekê PKK’ê di asteke jor de çanda komunalîteyê pêş xist. Ji nû ve bi dîroka xwe re rû bi rû ma û nas kir. Wek çanda Kurd a komun a herî kevnar ji nû ve vegera vê çandê pêş xist. Her wiha ev hîn xurtir derxist holê û ev çand wek çanda xwe ya esasî girte dest û da pêşxistin. Ji bo vê rêxistinkirina civakê û her wiha çareserkirina pirsgirêkên civakê jî ji komunan da destpêkirin. Eger di cihekî de pênc mirov jî hebin, divê xwe bi awayekî komun bi rêxistin bikin û di wan de çandeke komun hebe. Dibe ku ev du mirov bin jî, ya girîng çandeke komun avakirin e. Ev çand nîn be wê danûstendinên di navbera mirovan xera bibin; ji ber ku wê her tim yek li ser yekî zextan çêbike û wê keda kesê din paşçav bike. Ev yek jî wê bibe sedem ku di vir de ew çanda komunbûnê têk biçe. Lewma di civakê de gotineke kevin heye ku dibêje “Dengê destekê nîn e, dengê du destan heye.” û civak jî bi yek kesê tenê nikare çanda komunbûnê ava bike. Kesek dikare jêre pêşengiyê bike, lê tenê bi tevlîbûna hemû endamên civakê ew çand dikare were xurtkirin. Di roja me ya îro de tê gotin ku kes çiqas pereyan qezenc bike û dewlemend bibe, wê ewqas azad bibe. Lê em dibêjin ku ev nemimkun e. Azadiya ku bi pere, azadiyeke ku di dawiyê de wê bi destê hêzên desthilatdariyê têk biçe ye. Lê mirovên ku bi çanda komunalîteyê xwe perwerde dike, xwe pêş dixe û kedê dide çêkirin; ev jî mirovê/a azad e. Çima? Ji ber ku di çanda komunalbûyînê de di heman demê de îrade heye. Mafê gotinê heye. Ji vê re jî di heman demê de dibêjin, “Çanda demokratîk”. Têkîliya komunalîte û demokrasiyê jî bi hev re heye. Çiqas komun hebe, ewqas demokratîkbûyîn pêş dikeve.
Çanda Komun Dibe Sedem ku Hertim Civak Birêxistinkirî be
Di nav civakê de em bêjin li taxekê komun heye û ev kom rojane bi pirsgirêkên civakî re mijûl dibe û dixwaze ji pirsgirêkan re çareseriyan pêş bixe. Ev pisgirêkên rojane yan jî yên demdirêj dibin ferq nake ya girîng ev kom hemû pirsgirêkan di nav xwe de nîqaş dike û ji bo çareseriya wê hewl dide. Dîsa li gor pêwîstiyên heyî pirsgirêkê tespît dike û ji bo çareseriyê dikeve nav tevgerê. Ne tişteke ku ji jor de bê destgirtin û çareserkirin. Di vir de ya girîng rola civakê ye ku xwe bi xwe, bi rê ve dibe. Tişta di vir de herî kêm tê fêmkirin jî xwe bi xwe, birêve birin e. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê xwe li benda hêzeke derve hiştin pir şaş e. Jixwe bendewariyeke bi vî rengî li dijî jiyana azad a komunalîteyê ye. Komun hêza hatina gel hevdu, pirsgirêkên xwe, xwe bi xwe çareserkirin û bi awayekî erênî pêşxistina nîqaşan e. Eger di cihekî de pirsgirêka exlaq hebe; ev komun xwedî erk e ku vê civakê bîne gel hevdu, jêre pêşengiyê bike û pirsgirêka heyî nîqaş bike, bixe rojevê û çareser bike. Yan jî pirsgirêka mirovekê/î ya tenduristiyê heye? Ji bo bê çareserkirin divê hemû komun kom bibe û heya çareseriyê deyne holê nîqaş bike û çi pêwîste bi cih bîne. Çanda komunalîte dibe sedem ku her tim civak birêxistinkirî be. Heke di cihekî de komunalîte nîn be, li wê derê rêxistin jî nîn e. Rêxistin, ne tişteke ku ji derve tê û xwe li ser civakê ferz dike. Rêxistin civak bi xwe ye. Çanda komunalîte nebe, civaka birêxistinkirî jî ava nabe. Jixwe çanda komun heye. Ji nû ve nayê pêşxistin, li vir a em bikin xurtkirina vê çandê ye.
Komunalîte çanda herî kevnar a gelê Kurd a gundan e. Mînak: Jiyana li gund xwe dispêre çi? Xwe dispêre komunalîteyê. Jixwe di jiyana gund de komunalbûyîneke pir xwezayî ya bi hezarê salan heye. Lewma em wek civaka Kurd ji vê çandê ne xerîb in. Jiyana gund a komun ku bi xwezayê re di nav ahengekê de ye û bê ku kes zerarê bide xwezayê bi awayekî herî baş dijî. Jixwe mirovatiyê herî zêde jiyana komun jiyaye. Pergala modernîteya kapîtalîst ne mimkun e civakê temsîl bike. Ji ber ku pergala modernîteya kapîtalîst li dijî pergala komun e. Heta mirov dikare bêje dijminê vê ye. Ji bo vê tenê civak bi xwe wê çandê pêş dixe. Li bajar, gund, semt, tax û li her deverê, em çi qasî komunan pêş bixin, wê ewqas pergala modernîteya kapîtalîst têk biçe û li hemberî wê dê têkoşîna me bi ser bikeve. Ev jî tenê bi pêşxistina xwe û guhertina şêweyê jiyana xwe ya kes dikare bê pêşxistin. Aborî, çand û çandinî bi xwe jî ji koka komunbûnê tê. Tişta pêwîst e, herî zêde civaka me li beramberî vê têkoşîn bike; çanda ku tenê bi xwe difikire, berjewendiyên xwe yên şexsî ji yên civaka xwe zêde difikire. Mirovên demokrat, ên komunalîteyê esas digirin ew kes in ku derdora xwe jî difikirin. mirovên parveker in. Mirovên ku danûstendinên wan xurt in û xwedî exlaq in. Komunalbûyîn beriya her tiştî xwedî exlaqbûyîn e. Eger exlaq hebe, teqez wê jiyana komun jî hebe.
Komunalîte Hêza Xwebirêvebirinê ya Jinê ye
Di vê mijarê de rola herî girîng jî dikeve ser milê dayîkan. Ji ber ku herî zêde dayîk li ber zaroka xwe ked dide û bi wan re di nav danûstendinan de ye. Di her tiştî de û jiyana rojane de jî herî zêde dayîk ked dide û ya girîng bikare vê kedê veguherîne zanistê. Heta vê zanistê pêş nexe, nikare bikeve ferqa vê çandê. Jixwe çanda komunalbûnê çanda dayîkê ye. Lewma em çanda dayîkê wek çanda herî kevnar a komun digrin dest. Ji bo vê em dibêjin, dayik an jî jin di pêşxistina komunalbûyînê de pêşeng e. Rola dayîk a pêşxistina jiyana komun pir girîng e. Dayîk çiqasî bi rola pêşengiyê rabe û li dijî çanda derewan, hevdu xapandin û egoyîzmê têkoşînê bike, wê civak ji hêla komunaltiyê ve xurt bibe. Di roja me ya îro de em dibînin ciwan herî zêde bi rêya medya, teqlît an jî fêrbûna hin tiştên ji derve, ji bandora çanda derve û fêrbûna jiyana egoyîst a ku ji civakbûnê dûr e tên helandin. Di vir de rola malbatê derdikeve pêş. Heya em zarokan fêrî jiyana komun nekin, nekişin nav jiyana hevpar û zîhniyeta wan neguherînin em nikarin xwe ji hilweşandina civakî rizgar bikin.
Hewce ye jin werin gel hevdu, xwe birêxistin bikin, nîqaşan pêş bixin û der barê pirsgirêkên heyî de xwe bikin hêza çareseriyê. Di her qadê de du jin dibin, pênc jin dibin pêwîst e bên gel hevdu û xwe perwerde bikin. Heke pêwîst bike bila bi rojan li ser mijarekê nîqaş bikin û heya çareseriyeke mayînde pêş nexin bila dest ji nîqaşan bernedin. Mînak: Pirsgirêkeke malbatî yan jî jinan dema derdikeve pêş, divê hemû jin çi komuna tax an jî semtan be bên gel hevdu îradeya xwe ya çareserkirina pirsgirêkê deynin holê. Pêwîst e, jin bê ku çareseriyê li derve bigerin di nav komunên xwe de çareseriyê pêş bixin. Jin dikarin bi rojan di bin banê komunên xwe de kom bibin û li ser pirsgirêkên xwe yên azadkirinê nîqaşan pêş bixin. Çanda komunalbûnê zîhniyeteke azad jî pêş dixe. Ji bo vê hatina gel hevdu ya jinan pir girîng e. Jin çiqas komunbûyînê pêş bixe wê ewqasî jî zîhniyeteke azad di xwe de bide avakirin. Jixwe perwerde jî ev e. Hatina gel hevdu û çanda guhdarkirinê pêşxistin e. Wek jin em ê çawa wan êşên ku me kişandine veguherînin têkoşîn û hêzê? Jin herî zêde ji qada fikrî hatiye dûrxistin. Ji bo vê jî herî zêde pêwîstiya jinê bi hatina gel hevdu û nîqaşê heye. Di çanda komunalbûnê de kes xwe li hemberî hemû civakê berpirsyar dibîne. Dayik jî xwe di ber hemû zarokan de berpirsiyar dibîne. Hewce ye em di roja me ya îro de jî xwe di ber hemû civakê de berpirsyar bibînin û bi vê berpirsyariyê tevbigerin. Pêwîst e her roj deh-bîst jin bên gel hevdu û pirsgirêkên xwe nîqaş bikin. Rêber APO dibêje “Divê rojek jî nebe ku jin neyên gel hevdu û nîqaş nekin.” Ji ber ku ev terzeke komun a jiyanê ye ku civaka xwezayî li ser piyan digre. Ev hêza xwebirêvebirinê ya jinê ye. Erka komunên bajar, gund, navçe, semt û taxan jî ev e. Xwe bi xwe bûna biryar û bê ku hêzeke derve bê û mudaxeleyî civaka me bike, em bixwe bibin hêza çareserkirina pirsgirêkên xwe.
Ji Pênûsa Gêrîla