Ez berî her tiştî, tenê 8’ê Adarê weke roja jinên cîhanê be, rast nabînim. Hemû rojên bi jin, bi jinên azad re di jiyanê de mercekî ku tu car dev jê nayê berdan e. Lê ev rastiya 8 ê Adarê jî pir vekirî dide nîşandan ku di jiyanê de, jin tune ye. Nêzîkatiyên tenê di vê rojê de weke nirxekê bibîranîn, asta kûrahiya koletiya jinê dide xuyakirin. Ji bo min, qada xebateke her ku diçe li serê dihizirim e. Ji şer cuda nabînim. Heta mîna di hemû şoreşan de, mijara bingehîn ku divê şoreşên roja me û nemaze şoreşa Kurdistanî bi ser bixin; karê dahûrandina jiyana li der û dora jinê ye. Em ji pirsgirêkên herî berfireh ên şer bigrin û ji aştiyê heya ku bingehek pêşxistina azadiyê di navenda her karî de cih digire.
Hişmendiya ku li derdorê jinê, hatiye hûnandin, heta ku birastiya bîrdozî, rêxistin, çewisandin û mêtîngerî ve neyê destgirtin, heta ku çareserî li ser vê bingehê neyê kûrkirin; her wiha şer û şoreş ji jinê qut girtina dest, negengaz e ku şer tam bibe şerê azadiyê. Aştiya ku paşê bê jî negengaz e ku bibe aştiyek rast. Mercên vê yên bingeh û yên pir esas, verişandina têkiliyên dafikên li derdorê jinê ne. Em ji malbatan bigrin, heya ehlaq, felsefe û jiyana olan, ev hemû di vê mijarê de çi dibêjin? Ji vana wêdetir çi pêkanîne û ci dihizirin? Wan bixwe jiyanek çawa avakirin e, çareseriya vana hemûyan jiyanî ye. Li ser şoreşa Kurdistanê her ku diponijim, ez hê bibaldar nêzîkî vê pirsgirêkê bûm. Ez dixwazim vê jî bibêjim, çareseriya vê jî ji şer qut nahizirim. Ji bo pêşxistina şer û li ser wateya wê ya rast, ji bo pêşve çûyinê, ez vê pirsgirêkê di girtina dest de pêwîstiyek ji dil dibînim. Ji bo vê jî tê gotin, şoreş û jiyan bê jin nabe, ev rastiyek e. Lê di roja me de rewşa ku tê deye û ya din jî di bin statuya ku heye de, jiyana bi zilam re, jiyana bi jinê re, ez hê jî di warê pejirandinê de zahmetiyên ku dikşînim rengeke yê jiyanê ye. Ez bêjim min şoreşa xwe, bi armanca rêbazê vê jiyanê bidim guhertin pêşxistiye, dibe ku rastiyek birengek hê baldartir ez tînime ziman be. Weke elimandineke pirsa “8,ê Adarê, ji bo roja jinên cîhanê tê çi wateyê’’ bê kirin; bersiva ku jê re bê dayîn, kûratiya koledariyêk ku li ber çavan bê girtin û li bîrhanîn û bi bîranîn e. Heya tê wateya ku pir sembolîk û hinek jî li gor min girîngiyek ne ji dil jê re raberkirin e.
Çima tenê rojek dibe roja jinan? Hebûnek jiyanê ya ku dev jê nayê berdan, çima tenê rojek nîrxdarîya wê tê bibîranîn? Weke roja dayika jî rojek jê re diyarî tê dayîn. Li gor min ev îfadeya ne dilsoziyê ye, divê ev bêne derbas kirin. Divê hemû roj weke roja 8’ê Adarê bêne destgirtin û bêne pêşxistin. Di milê Kurdîstanê de tiştên ku zêde ji bo vê rojê em bibêjin tune ye. Şoreşa bi jinê re em di nava hewildanek mezin de didomînin. Ji wateya gelemperiya 8’ê Adarê, hê giringtir derbaz dibe. Heya kar û xebat li gel me wiha lê hatiye ku heke jinek yan jî zilamek di vê mijarê de nebe xwediyê pêngavek, ez texmîn nakim ku mafê jiyanê jî bibînin. Tenê ne ji bo gelê Kurdistanê, ji bo asta navneteweyî hêzên ku dixwazin helwest bidin xwûya kirin, bi nemaze jin dixwaze vê pêvajoyê têbigihêje. Ez bawerim ku bi van nîqaşên me ve ezê vê hinek bigihînim vekirîbûneke. Ez bihêvî me ku di pêvajoya pêş me de hêja zêdetir giringiyek bidime civînên jinan. Karê ku dikeve para min, ji bo pêkanînê weke deyneke dibînim. Bi taybet jî li ba me her dem pêdiviyek ku em şehîdan bibîrbînin heye. “Çi yên xwe kirin bombe û teqandin” bi vî awayî eslê mirov xwe digihîne çalakiyên herî cidî ve, kesên xwediyên çalakiyên azad, çi jî yên xwe şewitandin, bi vî rengî xwestin xwe paqij bikin; eslê jinê, erkên ku dane pêşiya me di kesayeta van şehîdan de bicîh anîn ji bo min deynek e. Bi boneya vê rojê jî bi taybet vana diyarkirinina min wê di cîh de be.
Divê “Bi jinê re jiyanek çawa” bê lêpirsîn kirin
Ez wiha bawerim ku eleqeya jinê her ku biçe wê hê zêdetir pêşbikeve. Sedemên herî bingehîn, di desthilatiya zilam a cîhanî bi israra berdewamkirinê de ku rabirdoyê bi mirova nadin gerandin e. Bîrdoziya desthilatiya zilam, bandora xwe ya ku li jiyanê dike, pirsgirêka jinê hêj zêdetir girantir kiriye. Bi taybet jî ji şoreşên sedsalên 20’an ve yên di demên dawî de di milên jinê de rê li ber hinek pêşveçûnan vekirîbin jî lê tam çareseriyek pêkneanîne. Heta li van welatên ku sosyalîzma pêkhatî lê fermî jî bûye, vana nekirin malê şoreşa jinê, nekirin pîvanên jiyana giştî, mirovên herî ku digot ezim, bi kesayetên weke Rêberên Sosyalîstan re jî xwe dide domandin. Ev pir vekirî û li holê ye. Heke ez qala xwe bikim, ez vêya hinekî hîn cuda digrim dest, vê pirsgirêkê hîn kûr û diberfirehiya gerdûnî de dest girtina min rast e. Ez li vê derê tenê pêdiviyên şoreşa rizgariya netew bigrim ber çavan, dahûrandinek jinan nakim. Heta ku ji bo guncawbûna rojê em xelaskin “nîvê nûfusêne, bê wan şoreş nabe”, ez ne di nava ferasetek wiha teng de me. Ez hêj bibingehtir tevdigerim. Ji bo min ev wekî felsefe û xwebatek bicoş e. Ji bo ku ez feraseta xwe ya sosyalîst avabikim, pêwîst e ez vêya çareser bikim.
Weke kesayetek zilam, hêjî ez di nava lêgerînê de me. jiyana bi jin re divê çawa be, jiyana giştî wê çawa be, dema me ev pirs pirsdikir, jiyan bi jinê re wê çawa be, ev pirsa ji bo ez hêjî pêwîstî dibînim ku li serê bihizirim e. Di vê mijarê de ez vekirî bidim diyarkirin ku ez xwe navêjim pişta tu darîzînên kevneşopî û nirxên exlaqî. Ez bawerim ku ji nêzîkatiyên milên cînseltî bigre, bi jinê re di her warê jiyanê de parvekirin, polîtîka û heta xebatên leşkerî parvekirinê de pirsgirêk hene. Pêwîstî û giringiyek didim van nîqaşan. Tenê bi sînorên nîqaşan ve mayîn na, evana bi rêbazên hîn cudatir ve bi çareseriyên şoreşgerî ve pêşdebirin hêj zêdetir min eleqedar dikir. Ez van wiha dinirxînim, karên herî pêwîstin û yên bingehînin ku sosyalîzma demê pêkbîne. Di sosyalîzma pêkhatî de hat îspatkirin ku tenê têkoşîna çînî têrê nake. Di roja me de pirsgirêkên hawirdor her ku diçe mezin dibin, emperyalîzma kapîtalîst xwezayê ser û binê hev kiriye û aniye rewşek ku lê nayê jiyankirin. Ji bo vê şoreşa sosyalîst çawa ku çareseriyek bingehîn pêwîstî pê hebe, ji bo jinê jî hêj zêdetir pêwîstî pê heye. Ev pirsgirêk bi her aliyên jiyanê re têkildar e, pir derveyî vê nêzîkatiyên kevneşopiya ne. Em ji girtina bîrdozî bigrin, heya ku bihevrebûnên pêkhatî, heta zewacê jî divê bê lêpirsînkirin, ez wiha bawerim ku di her warî de pêwîstî bi nêzîkatiyên nû hene. Heke bala xwe bidinê, nêzîkatiyên min yên di vî milî de pir gerdûnî ye. Tenê di derbarê girseya jinê û netew de nîne. Di vî milî de di qada navneteweyî de jî eleqeyek pêşdikeve. Firsendek sosyalîst di vî milî de pêş bikeve, bêguman wê hê zêdetirîn rewşa jin bêne rojevkirin. Pirsgirêka jinê ne tenê di milê cînseltî de û ne jî di milê rêxistinê de, di her warê civakî de bi rengekî “divê çawa be” bê lêpirsînkirin. Her ku bersiv pêşbikeve, wê bê dîtin ku di esasê xwe de şer û aşitî pirsgirêka jinê ye. Heya ku vîna jinê, kesayeta jinê nekeve rojevê, tenê bi çareseriyên hişmendiya zilamên desthilat ve wê bê têgihîştin ku ne şer û ne jî aştiyê, bi tena serê xwe çareser nebe. Her wiha di Şoreşên ku li demên pêş me de ne û piştî şerên salên 21’an de pêvajoyên aştiyên ku li dû wan bêne, ji bo ku bê bi tendûrîstîkirin; divê em şoreşa jinê bidin kûrkirin. Ez texmîn dikim ku sedemekî esasî jî ev e.
Çavkanî: Ji nirxandinên Rêber Apo yên ku di Med TV de hatibûn weşandin. Dîroka dahurandinê; 26 Sibat 1998