Ş. Zîlan Pepûle
Di welatên Rojhilatî de bi taybet jî Rojhilata Navîn de huqûq nikare ji pêdivî û telebên jinan re bibe bersiv. Ev jî hîna bêtir zilamsalariyê rehet dike û pêwîstiyên wê pêk tîne. Qadên huqûqî bi awayeke dijwar li jêr bandora nîzamên desthilatdar de ne û bi formula ‘huqûqa dewletî’ kiryareke bêadîl heye. Jin ji hêla huqûqî ve jî her bi bêhurmetî û desthilatdariya rejîman re rûbirû dimînin. Jinan nekarîne şansê bikaranîna huqûqê wek ku zilam bikar tîne bidest bixîne. Di meydana bêdadiya pergala zilamsalar de bê parastin mane û pirî caran neçarmane bi sîstema heyî ya huqûqî re lihev bikin.
Huqûq bixwe mijareke ku îro di berfirehiya cîhanê de bi taybet jî di xala newekhevî û cihêwaziya zayendî de ketiye jêr nîqaşan. Bi pêşketina pergala sermayedar re jin hîna bêtir ji hêla qada huqûqî ve ketin bin jêrdestiyê. Koka binpêkirina mafên jinê di sedsala me de hîna berçav tê dîtin. Pergala zilamsalar li ser guh û kesayeta jinê texrîbatên zehf giran pêk aniye. Lewma jî bi awayeke hîna berfireh hewcehî heye ku huqûq sererast bibe. Wê demê dibe hin pirsgirêkên di vê qadê wek zayendperestî, mafê tevlîbûna qada civakî jinûve destnîşan bibe. Zayendperestiya civakî mafê tevlîbûna jinê di qada civakî de asteng dike û wê ji her cure maf bêpar dihêle, jinê neçar dike ku huqûqa zilamsalar bipejirîne. Rêya ji bo çareseriya pirsgirêkan bi taybet jî rizgarî ji qeyranên civakî, siyasî, aborî û çandî nahêle.
Têgeha huqûqê di her pergalekê de li gor pîvan û siyasetên wê nîzamê diyar bûye ku bi ti awayî pêdivî û hewcehiyên civak û takekesên wê civakê li ber çav nehatiye girtin. Lewma jî mafên jinê bûye qurbanê qanûnên pergala serdest. Bi taybet jî di welatên ku li jêr qanûnên olan de xwedî nêrîneke huqûqa kevneperest û şerîetê ne, di mijara huqûqa jinê de xwedî mêzandinekî teng û lewaz in.
Nakokî û têkoşîna jinan li beramberî nîzama dij-huqûq a zilamsalar ji dema têkoşîna paşvegirtina ‘Me’yên Înana ku ji hêla xwedayê zilam Enkî ve hatine dizîn, destpê dike. Di ti pêvajoyên dîrokê de berxwedan û helwesta jinan li dijî pergalê û bêdadiya wan ranewestiyaye û heya serhildana jinan ya Sîdnî û Amazonan berdewam kiriye. Ev berxwedan di nerazîbûn û çalekiyên jinên karker li New York’ê teyisî. Paşê jî koka berxwedan û têkoşîna li Îranê ji hêla cemiyeta ‘Nestevanê Vetenxwah’ (Jinên Welatparêz) bi şewitandina pirtûka bi navê ‘Mekrên Jinê’ qêrîna edaletxwaziya jinan careke din bilindbû.
Wek ku tê zanîn di dema şoreşa Îranê ya di sala 1979’an û piştî wê jî, jinan dest ji têkoşînê ji bo bidestxistina mafên xwe nekêşan. Ev di rewşekê de ye ku ti pergaleke huqûqî heya niha wek huqûqa dayîkê ku dad û wekhevî di nav civaka seretayî de pêşxistibû, nekariye dezgaheke huqûqî ya dadwer saz bike ku tevahiya civakê di nav xwe de bigre. Ruxmî vê jî jin ji her beşeke din a civêkê zêdetir bi newekhevîtiyên huqûqî re rûbirû dimîne.
Di Îranê de Rewşa Huqûqî ya Jinê
Li Îranê hertim jin bi bêedaletiyan re rûbirû mane û ji bo bidestxistina mafên xwe yên netewî û zayendî liberxwe dane. Ji mafê perwerdeya keçikan bigre heya mafê dengdan û tevlîbûna di qada aborî, siyasî û çandî xwedî pozîsyonekî taybet bûne. Lê belê ruxmî ku jin bi çalekî tevlî têkoşînê bûye, pergala zilamsalar ticar destûr neda ku jin ji têkoşîna xwe encamên berbiçav bidest bixîne. Her xwestiye berxwedana jinê bin bixîne, ji cewhera wê derxîne.
Mirov dikare ji rastiya vê rewşê re di dîroka nêz ya Îranê de jî şahidî bike. Rejîma Pehlevî li ser bingeha teqlîd û avakirina pergala rojavayî dest avêtibû modernîzasyona Îranê. Ji bo vê jî di serî de dixwest vîna jinê bixîne jêr serweriya xwe û di bin navê vebûnê de qaşo hin guhertinên huqûqî pêk dianî. Ev di rewşekê de bû ku mafê jinê jî tenê di rakirina kefye û çarşefê de didît û bi tevlîkirina jinê di hin xebatên civakî -ku jinên ji çîna jorîn bûn- hewl dida ku hemû jinan û çînên din bi nêrînên xwe bixapîne.
Lê jinên Îranê ji hêla pergalê ve nehatin xapandin û ji bo mafê xwe yên zayendî, mafê netewî, demokrasî û azadiya welatê xwe bi çalakî tevlî şoreşê bûn. Piştî şoreşa 1979’an pergala teokratîk a Îranê nîzama dewletî sparte îdeolojiya Îslamî û ramanên melayan. Avaniya huqûqî jî bi şêweyekê sazkir ku bikeve xizmeta pergalê, bingeha pergalê qahîm bike, wê bide pejirandin û di nav civakê de çalak bike. Di sedsala 21’an de ku qirna pêşketinên cîhanî, şoreşên fikrî, asta berfireh a nêrîn û fêmkirinê di zihnê însanan de pêşxistiye û pirsgirêk ji hêla kanalên qahîm û xurt wek bikaranîna huqûq, pêşketin, mafnasî û beşên cihê yên huqûqî çareser dibin, mixabin di Îranê de asta nêrîn û bikarhatina huqûqê di astekî pir jêr de ye ku li pêşiya pêşketina civakî yek ji bend û kelema sereke pêk tîne. Jin ne tenê ji hêla zayendî, herwiha ji ber nasnameyên netewî, etnîkî, mezhebî û hwd. jî bi cihêwaziyan re rûbirû dimîne. Ji ber nasnameyên xwe yên mezhebî, qewmî û hwd. pir caran mehkûm dibe, ji hêla huqûqa dewletê ve li ser wê heqaret û şîdet pêk tê.
Heke mirov li destûrnameya bingehîn ya Îranê çavekê bigerîne, wê asta pêşketina (!) dewletê û rewşa ku civaka Îranê tê de ye baştir fêm bike. Bi nirxandina rewşa jinê ku rojane rastî zilm û zordestia huqûqî û qanûnî tê û li ser wê bêdadî, newekhevîtî û şîdet pêk tê, bibîne, wiha jî heqîqeta dewleta Îranê binase. Bi vî awayî jî dikare ji pirsên ku di zihnê mirov de bêbersiv û di tariyê de mane, bersiv bibîne.
Refleksa dijwar a rayedarên dewleta Îranê ji Konvansyona Derbaskirina Cihêtiya li Beramberî Jinê, mînaka herî eşkere ye ji bo deşîfrebûna avaniya zihniyet û huqûqa delwetê di mijara jina Îranî de. Ji ber ku hîna di Îranê de jin wek nîvê zilam pênase dibe. Dijîtiya jinê ûnêrîna zayendparêz wek siyekê ji têkîliyên civakî û malbatî bigre heya qada derveyî malê, qada perwerde, siyaset, çand û hwd. di qadên huqûa sivîl, siza û îstixdamê wek çarşefekî reş dorpêç kiriye. Ji nêrîn û projeyên di qalibê zayendparêziyê de pêşîtî tê dayîn.
Mirov dikare sedem û koka pir pirsgirêkan ku di civakê û bi taybet jî di derbarê pirsgirêka jinê de ku metirsîdar in, di huqûa Îranê de û awayê pêkanîna wê li ser civak û jinê bibîne. Jin di Îranê de bûne qurbanê şîdeta nivîskî ya di qanûn û huqûqê de û huqûqa ku nehatiye nivîsandin, hweriha edet û teqalîdên ku ji bo wê hatiye destnîşankirin. Qanûn û huqûqa nivîskî ji bo rewakirina koletî û tinedîtina jinê xwedî rolekî esasî ye. Jiyan mafekî xwezayî ji bo her zindiyekê ye, lê belê ji bo jina Îranî jiyan tê wateya xizmet ji pergalê re. Rejîma Îranê îdea dike ku Îslamiyetê ev maf bi şoreşekî ramyarî ku daye jinan, bi awayê ku jin ji zindî çalkirinê rizgar kiriye û ji wê re mafê jiyanê daye, ruxmî ku jiyana li derveyî gorê ku rojane û her kêlî bi tehdîtên pergalê dagirtî ye, jiyaneke wek mirinê ye. Ji jinê re dibêje ku “Ji te re mafê jiyînê hatiye bexşîn, lewre divê tu li gor berjewendiyên pergalê bijî” wiha jî jinê wek miriyên li ser piyan dike. Di bin navê Îslamiyet û qanûnên Şeriyetê de qadek din ji bo jinê bilî malê ku rol bileyîze nahêle. Ji bo jinê malbat wek war û çepera bingehan hatiye danasîn. Jin jî wek xidam, zayok û koleya zilam diyar bûye. Di beşa 1105 a qanûna medenî de wiha tê gotin “Di derbarê hevseran, serweriya malbatê ji taybetiyên mêr e.” Di qada malbatê de jî jin ji mafê wekhev bêpar hatiye hiştin. Lê malbat wek barekê li ser pişta jinê ye. Ya ku zarokê tîne cîhanê, malbatê birêve dibe jin e. Zilam ticar nikarin di malê de biqasî jinê bibin xwedî rol.
Rejîma Îranê dema dikeve tengasiyê ji bo ku jinan bixapîne dibêje “Bihûşt li jêr lingê dayîkan e” lê belê qanûn û huqûqa Îranê vê yekê piştrast nakin.
Heke em bi nêrînekî huqûqî jî li mijar û pirsgirêka jinê binêrin, sedema bingehîn a di nebûna huqûqa wekhev di navbera jin û zilam, herwiha bikaranîna mafê însanî yê jinê dê bê dîtin. Jin ji hêla qanûn û huqûqî ve beraçav nayên girtin, bi kiryarên şîdetê û cihêwaziya heyî jî ji mafê xwe yê bingehîn bêpar dimînin. Bêdadî û newekheviya di malbatê de yek ji berhema felçbûna destûrnameya bingehîn e ku xwe disêre feraseta zayendperest a zilamsalar.
Di vir de cihê pirsê ye ku destûrnameya bingehîn a Îranê bi vê nêrîna xwe ya zayendperest û baviksalar çawa dikare bikeve jêr xizmeta civakê bi taybet jî jinan?
Niha jî em bi lêkolînekî kurt li ser hin madeyên destûrnameyê û qanûna medenî bisekinin û ew tişta veşartî û ya ku îdea dike, derxin ser rûyê erdê.
Esla Bîstemîn ji qanûna Esasî
“Hemû kesên gel, çi jin çi zilam bi awayekî wekhev di bin ewlehiya qanûnê de ne, bi berçavgirtina rêzikên Îslamî xwedî hemû mafên huqûqa însanî, siyasî, aborî, civakî û çandî ne.”
Nivîskara pirtûka ‘Rexneyek li ser destûrnameya Bingehîn’ esla bîstemîn wiha şîrove dike: “şertê berçavgirtina rêzikên ola Îslamê di vê madeyê de rê li ber guhertin û şîroveyên cuda vedike. Qanûnsazên Îranî di qanûna medenî de di beşa derbarê rewşê takekesî (zewac, mîras, berdan, wesiyet) hin zagon pejirandine ku bi qanûna bingehîn re nakok in. Jixwe ticar rêgezên qanûna bingehîn pratîze nabin. Di bingeh de sînorê qanûna bingehîn bi rêya zagonên normal misoger dibin ku ev bixwe di qanûna bingehîn de kêmaniyekî sereke ye. Hewce dike qanûna bingehîn xwe ji nakokî, misogernebûna pêkhatinê û şîroveyên cuda, herwiha binpêbûn ji hêla zagonên normal rizgar bike. Ev jî tenê û tenê bi rêya meşrûiyetê pêkan dibe.”
Ger mirov li rewşa jinê di Îranê de binêre, rewanebûna vê eslê baş diyar dibe. Ji ber ku ne tenê ev maf ji jinê re nayê dayîn, herwiha wê ber bi bêrêyên esla huqûqa pergala serdest ve diajon. Beşek ji jinan ku xwestin hin îmkanên kêm yên di huqûqê de jî bikar bînin, di bin navê rêzikên Îslamî de li pêşiya wan pir kelemên qanûnî hatin çêkirin. Niha ku jin bixwazin tevahiya mafên xwe bikar bînin, wê bikevin xefika nakokiya qanûna bingehîn a Îranê.
Bi kinahî me diyar kir ku li Îranê jin bi ti awayî xwedî mafê însanî nînin. Jixwe ji mafê tevlîbûna çalak di qada siyaset, aborî, civakî û çandî bêpar in.
Ew rêzikên Îslamê jî ku rejîma Îranê bingeha huqûqa xwe dispêrê, klamên Qûranê ne, ku di mijara jin û zilam de îşare bi wekhevîtiyê dike. Lê belê pergala Îranê dixwaze rêzikên Îslamê jî berovajî biqulipîne. Ango dikare were gotin rejîma Îranê hem Îslamiyetê, hem jî şîroveya Qûranê di beşa huqûqî de li gor zihniyeta xwe ya zayendperest ji bo serweriya li ser jinê bikar tîne. Dikare hin mînakên vê werin dayîn.
Di beşa 1133 ya qanûna medenî de wiha tê: zilam kengî dixwaze dikare hevsera xwe berbide.
Di 1105 de wiha tê: serweriya malbatê ji taybetiyên mêr e.
Di 1108 qanûna medenî de: heke jin bêyî astengiyên meşrû, erkên xwe yên zewacê pêk neyîne, wê nefeqegirtinê heq neke.
Di serî de pêwîstî heye mirov têgeha ‘diyarkirina çarenûsê’ ji hêla zihniyeta nîzamê ve lêbikole. Ji ber ku bi vê rêyê civak xistine nav atmosfera qederparêziyê ku nikaribe li beramberî pergal û qanûnên wê nerazîbûna xwe bide der. Pergal li ser civakê jî ferz dike ku çarenûsa her mirovekî/ê ji hêla xweda diyar dibe. Ruxmî ku di Qûranê de tê gotin “Însan li ser çarenûsa xwe hakim e, ew azad tê cîhanê û mafê jiyîna azad heye.” Li gor çarenûsa ku rejîma Îranê diyar kiriye çarenûs bi awayekê ye ku kole tê cîhanê û mafê jiyînê tine ye. Lewma jî di qanûna esasî û huqûqê de cihek ji jinê re nehiştiye, ew ji mafê zayendî û takekesî bêpar e. Tenê di zagonan de li hin cihan navê jinê derbas dibe ku di esas de dijûn û heqaret li wê tê kirin.
Di qada huqûqê ya Îranê de jin kole, amûr û nîvê mirov hesab dibe. Di qanûna medenî de cewherê vê rastiyê îsbat dibe. Ji mafê jiyînê bigre heya mafê takekesî, zayendî, tevlîbûna qada civakî, aborî, siyasî, çandî, herwiha di rewşên wek zewac, mîras, wesiyet û hwd. de jî hemû zagon yek-alî û ji bo berjewendiyê zilam saz kirine.
Li gor huqûqa Îranê jin di bikaranîna mafê xwe de heta bi qasî nîvê zilam jî nikare bibe xwedî par. Lê belê dema ku tewanekê bike bi qasî zilam, heta ducar ji wî zêdetir li pêşberî qanûnê erkdar tê dîtin û bi cezayên giran mehkûm dibe. Şêwazên wek recm ku rêbazên dema serdema koletiyê tîne bîra mirov, hîna jî di Îranê de bikar tê. Heke di navbera jin û zilam de têkîliyekî nerewa (!) derkeve, bi vî sizayî mehkûm dibe. Di kêleka vê bi rêbazên herî dijwar wek îşkence, destavêtin û destdirêjî ji bo bêvînkirina jinê, dixwazin jinê teslîm bigrin. Wê bixin bin kontrola xwe û tinekirina vîna jinê. Lê belê pir eşkere ye ku rejîma Îranê bi çiqas hêz û ruxmî hemû hewldanên xwe jî nikare hêza jinê ya azadîxwaz û dadwer ku ti cure bêmafî û zilmê napejirîne têk bibe. Her ku diçe rejîm di mijara jinê de di qada huqîqî de paşve gav diavêje, deriyan li ser jinê digre, sînorên wê teng dike û wiha qaşo têdikoşe jina Îranî teslîm bigre. Lê belê ev tedbîr nîşaneya tirsa rejîmê ji hêza jinê ye.
Wek me di jorê de jî got jinên Îranî ji bo bikaribin mafên herî piçûk jî qezenc bikin, pir zehmetî kêşandin, bedel dan û ev têkoşîn hîna jî dewam dike. Jinên Îranî wê bi têkbirina pergala zilamsalar hemû mafên xwe yên însanî û zayendî bidest bixin. Ji bo vê yekê jî hewce dike di serî de naskirin û zanebûneke berfireh li ser rewşa xwe ya huqûqî, civakî, siyasî û çandî deynin holê. Di vir de me tenê xwest hin xalên sereke îşare pê bikin.