‘Çi dibe bila bibe, wê dawî muhteşem be’

0Shares

Hêyva Mijdarê ji bo me wateyekî pir cûda bi xwe re tîne. Ji ber ku 27’ê hêyva Mijdarê salvegera damezrandina PKK’ê ye. PKK’ê li Kurdistanê çi bi xwe re anî, PKK’ê çi bû, li ser kîjan esasê hat avakirin? Ev pirs ji bo me bi xwe jî pir girîng in. Bi vê boneyê em salvegera 43’emîn a PKK’ê di serî de li Rêber APO, li tevahî şehîdên Kurdistanê, li gelê Kurd û gelên azadîxwaz pîroz dikin.

Mirov nikare PKK’ê ji derveyî Serok APO bigre dest. Bi rastî jî ji ber ku avakirina PKK’ê bi derketina Serok APO re destpê dike. PKK’ê encama 28 serhildanên Kurd in. Lê di milê birdozî de bingehê ku PKK’ê ava kir xwedî cihekî pir cûda bû. Dîsa lêkolînên ku Rêbertî bi xwe kir, dîsa dahûrandinên ku Rêbertî di derbarê Kurdistanê de pêşxist pir girîng e. Naskirina dîrokê çi bû? Ev hemu xalên pir girîng in ku PKK’ê dest bi têkoşînê bike. Ferqa Rêber APO ji gelek serokên din heye. Dibe ku gelek serok derdikevin di rastiya hîn civakan de. An jî rastiya civakên pir cûda hene. Lê Serok APO jî ji civakek wisa derket ku bi rastî jî civaka Kurd di wê demê de nîv mirî û nîv jiyankirî bû. Ruxmê hemu êrişên dijmin ên li ser civaka Kurd ên weke ku êdî pelekî darê jî li Kurdistanê nedihêjiya, bêdengiya gelê Kurd ku li tevahî çar parçeyên Kurdistanê weke ku di nav tirbekî de jiyan dikir; Serok APO ji nav vê rastiyê derket û dest bi têkoşînê kir. Bi rastî jî dema ku Serok APO civaka Kurd tehlîl kir gelek rastiyên civaka Kurd ên veşartî dît. Dît ku hîna di nav civaka Kurd de bermahiyên civaka Neolîtîkê hene û di bingeh de di nav civaka Kurd ev yek tê jiyîn. Ew cewherê berxwedêr, cewherê ku xwe wenda nekiriye, ew çanda ku bi çanda dayîktî tê jiyankirin Serok APO di nav civaka Kurd de van rastiya dît. Serok APO bi vê şêwazê destpê kir. Rêber APO gelek caran dibêje min ji xwe destpêkir û xwe ava kir. Ev yek di navbera serhildanên din û PKK’ê de, ango di navbera serokê din û Rêbertî de ferqekî mezin e.

Bi rastî jî avabûna PKK’ê di nav şert û zirûfên pir zehmet de pêkhat. Demekî wisa ku li Kurdistanê pelê dara nedihêjiya PKK’ê xwe ava kir û derket holê. Li hemberî koletî, dagirkerî û xwe înkarkirinê serhildana PKK’ê çêdibe û dest bi têkoşînê dike. PKK’ê îsyana li hemberî hemu neheqî û nebesiyên ku li ser civaka Kurd tê meşandin bû. PKK’ê zimanê gelê Kurd bû, carekê din vejînkirina gelê Kurd bû. Bingehê derketina PKK’ê, rastiya gelê Kurd ê dîrokî derxistin bû. Zimanê wê, çavê wê, mêjiyê wê bû. PKK’ê bi vê şêvazê bi giştî derket. Ew civaka ku xwe înkar dikir, zimanê xwe înkar dikir, çanda xwe înkar dikir, xwe li rastiyên xwe nedikir xwedî, her tim berê wî li derve bû, li dijminê wî bû, aşiqê celadê xwe bû; derketina PKK’ê li hemberî vê îsyanek bû. Li hemberî van xalan weke herikandina çemekî bû. Ji bo gelê Kurd û tevahî gelên Rojhilata Navîn bû çirûskek û ji nu de pêket. Derketina PKK’ê şikandina bêdengiya heyî û kefenê ku dijminê dagirker li gelê Kurd kirî qetandin bû. PKK’ê bayê azadiyê li rihê her Kurdekî da. PKK’ê ew kefenê mirinê yê ku dijminê azadiyê carekê din li gelê Kurd kiribû û gelê Kurd mehkûmê mirinê kiribû, ji holê rakir. Di milê hişmendî de jî PKK’ê mêjiyek pir cûda da avakirin di nav civaka Kurd de, bîr û baweriya wê çêkir. Hişt ku êdî Kurd ji xwe bibawer bin. Ji ber ku di çavê wê de dijminê wê pir mezin bû û wisa difikrî ku wê nikaribe li hemberî wî dijminê xwe têbikoşe, PKK’ê bi hebûna xwe da nîşandan ku Kurd ger bi hêza xwe bawer be dikare her tiştî bike. Bi giştî PKK’ê ji bo gelê Kurd tenê çirûskekî ji agir nebû, derketina PKK weke eşqekî û mizgîniyekî bû ji bo gelê Kurd. Ew dîroka gelê Kurd ê ku jê hatiye dizîn, qet nehatiye nivîsandin; PKK’ê bi hebûna xwe nivîsandina wê dîrokê ye. Di vê wateyê de PKK’ê dîrok e, herikandina ehlaq, ziman û çavên Kurd e. Bi giştî mirov dikare derketina Serok APO û derketina PKK’ê bi vê awayê şîrove bike.

Derketina PKK’ê di nav gelê Kurd de guhartinên pir mezin da çêkirin. Gelê Kurd bi avabûna PKK’ê re êdî zimanê xwe naskir, xwedî li çand û dîroka xwe derket. PKK’ê bi hebûna xwe carekê din bayê azadiyê li Kurdistanê da. Wisa kir ku ew civaka mirî bû, carekê din rabe ser lingan û ji bo hebûna xwe têbikoşe. Neheqî û dagirkeriya li ser xwe qebûl neke. PKK’ê ne tenê li Bakurê Kurdistanê, bi derketina xwe bû herikandinekê weke çemê avê ya ji bo tevahî Kurdistan û Rojhilata Navîn. Guhartinên bi vê awayê li hemu Rojhilata Navîn da çêkirin. Armanc bi tevahî rizgarkirina mirovahiyê bû. Bi taybetî PKK’ê rastiya gelê Kurd pê da naskirin, artêşa gelê Kurd bi xwe li Kurdistanê da çêkirin. Ev jî gav avêtinekî pir mezin bû. PKK’ê civaka Kurd him di milê çandî, him di milê ehlaqî û siyasî bi tevahî cîhanê jî da naskirin. Di wê demê de gelê Kurd ewqas hatibû înkarkirin ku êdî ew jî xwe înkar dikir. Êdî şerm dikir ku bêje ez Kurd im. Li ser rûyê erdê Kurdistanê van rastiyan hemu PKK’ê pê da naskirin. Dewlemendiya ser erd û bin erdê Kurdistanê bi gelê Kurd da naskirin. Ya herî girîng jî ew bû ku têkoşîna azadiyê kir malê her Kurdekî. Bandorekî bi vê şeklê bi taybetî li ser gelê Kurd, li Rojhilata Navîn û li ser tevahiya cîhanê da çêkirin. Şêwazê ku mirov ji bo azadiya xwe şer bike, da çêkirin. An jî rêya ‘mirov çawa dikare xwe ava bike’ nîşanî gelê Kurd û tevahî gelên azadîxwaz da.

Serokatî her tim digot ‘têyrekî tenê bi baskekî nikare bifire’. Civak jî wisa ye. Serok APO me gihand zanebûnek wisa ku me dît civak di şexsê jinê de hatiye mirandin. Mezinbûna gavê PKK’ê di vê xalê de ye. Em li dîroka Kurdistanê mêyze bikin. Civaka Kurd di şexsê jina Kurd de hatibû tûnekirin. Bi navê ol, dewlet, eşîr û hwd jin bûbû koleyê di nav çar dîwaran de. Her tiştekî jê guneh dihat dîtin. Axiftin, di nav civatê de rûniştin, derketina derve ev yek hemu ji bo jinê guneh dihat dîtin. Ev rastiyekê ku hîna jî bandora çanda neolîtîkê li ser civakê heye, lê di astekê jor de bandorê koletiyê jî li ser jinê hebû. Dagirkerî gelek caran ji bo tepisandina serhildanên Kurd, ji jinê destpêkirine. Xwestiye van serhildanan serî de di şexsê jinê de bikuje. Tiştê herî girîng û bi wate ew e ku Rêber APO bi damezrandina PKK’ê jina Kurd jî kişand şoreşê. Ferqa PKK’ê ya ji şoreşên din ên cîhanê jî ev xal e. Ji ber ku PKK’ê di nav şoreşa azadiyê de cihekî pir mezin da jinê. Rêber APO vêya bi awayekî felsefî û birdozî li Kurdistanê jî da rûniştandin. Bi sedan keçên Kurd bi rêya vê felsefê û birdoziyê li çiyayên Kurdistanê dest bi şer û têkoşînê kirin. Dest bi xwe naskirinê kirin, dîroka xwe naskirin û wê çawa li hemberî koletiya xwe şer bikin, wê çawa bi rastî jî civakekî demokrat, xwedî edalet ava bikin rêya vê ya têkoşînê nîşanî jinê da.

Serok APO her tim digot şoreş bêyî jinê nabe û rastî jî wisa kir. Jinê kir xwedî artêş, wê kir xwedî birdoziya wê û herî dawiyê jî tiştê ku li tevahî dinê çênebûye beşê wê yê zanist bû, vêya jî bi navê Jineolojî da avakirin. Ev jî tesîrekî pir mezin li tevahî cîhanê çêkir. Ger îro li Şîlî bi hezaran jin li hemberî feraseta dagirkeriya zilam radibin ser lingan, ev yek ne tiştekî rasthatinek e. Teqez bandora lêhûrbûnên Serok APO yê li ser têkoşîna azadiya jinê pêşxistiye heye. Dîsa li welatên Ereban jî bi vê rengê ye. Di derheqê dîrok û azadiya jinê de nivîsên wan çêdibin, nirxandinên wan pêş dikevin. Ger nêrînên wan ê li ser Partiya Azad A Jinên Kurdistanê-PAJK’ê çêdibe, ev hemu jî bi saya Rêber APO û PKK’ê yê ku cih dide jinê pêk tê.

Rêber APO vê rastiyê bi me de da avakirin ku, ger em dixwazin bê edaletî, bê hiqukiya heyî bişkînin divê em bê edaletiya li ser jinê heye bişkînin. Ji ber ku Rêber APO cewherê jinê bi jinê da naskirin. Ew jina ku kole bû û nedikarî derkeve derveyî malê xwe, lê di roja me ya îro de bi hezaran jin li hemberî hemu neheqiyan şer dikin. Ji ber vê em dikarin bêjin weke PKK’ê, weke civaka Kurd û di nav vê de jî jin tesîra xwe li ser tevahiya cîhanê dike. Ev jî bi saya birdoziya ku Rêber APO ji bo jinê daye avakirin e.
Di roja me de pergala kapîtalîzmê her ku teng dibe êrişên xwe yên li hemberî jinê zêdetir dike. Tacîz û tecavuzên ku tên kirin jî çavkaniya xwe ji ber vê tengaviya pergalê ye. Di serdema niha de bi hemu awayê êrişekê pir mezin li hemberî jinê û destkeftiyên jinê heye. Pergala kapîtalîzmê dixwaze bi van êrişên xwe yên li ser jinê, xwe li ser tevahî civakê ferz bike û bi vê awayê desthilatdariya xwe, pergala xwe bide berdewamkirin û emrê xwe dirêj bike.

Çawa ku civak di şexsê jinê de hat kuştin û kolekirin di şexsê jinê de jî emê azadiya civakê bidest bixin. Îro tevgera azadiya jinê, ne tenê li Kurdistanê, li tevahî Rojhilata Navîn têkoşîn dimeşîne. Serkeftina ku jin bi vê têkoşînê gehiştiye li holê ye xuya ye. Jin bi birdoziya xwe, bi artêşbûna xwe, bi lêgerînên xwe yên azadiyê heye.

PKK’ê têkoşîna 42 salan li pêy xwe hişt û ket nav 43’emîn sala xwe ya têkoşînê. Di van 42 salan de gelek tişt jiyan kir, dîrokek nivîsand û ev 42 sal pir dagirtî derbas bu. Di encama vê têkoşînê de me serkeftinên pir mezin bidest xist. Li tevahî Kurdistanê destkeftiyên heyî li ber çavan e. Gelê Kurd bi tevgera xwe ya azadiyê ya PKK’ê bû xwedî birdozî û dîrokek. Pergala modernîteya demokratîk a ku Rêber APO birdoziya wê danî, tesîrekî pir mezin li ser tevahî cîhanê çêkir. Ev hemu jî bi ked û têkoşînên pir mezin hatin bidestxistin. Êrişên heyî çavkaniya xwe ji vê digre. Pergal li dijî vê paradîgmayê ye. Lê divê neyê jibîrkirin ku çi dibe bila, asta êrişên wan çi dibe bila be emê vê tekoşîna xwe û vê meşa xwe ya ku dîrokek dagirtî ya 42 salan li pêy xwe hiştiye berdewam bikin û teqez serkeftinê bidest bixin. Weke rêhevalên me jî gotin em careke din dibêjin ‘Çi dibe bila bibe, wê dawî muhteşem be’.

Zîlan Agirî

Attachment