Ji Pênûsa Gêrîla
Hêza ziman ya nîşandayînê heye. Dikarê nûnertî an go temsîlkarî bike. Dikare fêm bike û bide fêmkirin. Û dikare were dahûrandin. Ji ber ku cîhana ku em tê de dijîn ew jî hatiye nîşandayîn, temsil kirin, hatiye famkirin…
Di navbera ziman û cîhan de ne gengaze ku cudatiyekî mezin were pejirandin, an go kirin. Ziman tekîldariya mirov bi cîhanêre dide xuyakirin. Li ser vê xalê zordarî, zordestî meşandin wateyê xwe ew e; `Tekîliya xwe bi cîhanê re qut bike!`
Di dîrokê de gelên ku winda bûne binêrin zimanê wan jî winda bûye.
Berî her tiştî xwedê jî bi gelek pirtûkên pîroz û bi taybetî jî çar pirtûkê mezin pêdivî dîtiye ku nêrînên xwe bigihêjîne mirov an. Her lawirek dengekî xwe heye. Û em wek mirov, dengê wan, ji zimanê wan, wan ji hev cûda dikin û dinasin.
Denge avê, baranê, berfê, brûskê heye. Bi kurtî her tiştê ku endamê vê gerdûne ne dengekî wan û rengekê wan heye.
Em jî, weke gelê Kurd li hemberî mercên jiyanê ku her roj guhartinekê dijî, zimanê xwe hene. Gelek ji me şerê berxwedaniya gelê kurd bi stranên Kurdî gohdar kirine û naskirî ye.
Di civatên din de, di nava gelên dî de, ziman bi rengekî nivîskî ji aliyê desthilatdarên wî welatî ve gelek hatiye bi karanîn. Ji ber vê yekê ji zimanên ku ji aliyê hezên fermî ve hatine bi karanîn gelek nakokî di nava xwe de hewilînin çima?
Ji ber ku di ziman de li gorî zîhniyeta xwe, berî her tiştî taybetmendiya nakokiyên zayendî hatiye bi cî kirin. Gelek tişt li gorî çanda ku dixwazin bidin rûnuştin, bi rengekî `mê` û `nêr` ji hev cuda kirin e. Her tişte ku rewayê jinê dibînin weke çandekî bi riya ziman di nava civakê de dane runişkandin. Lê, di kêleka van zimanan de zimanê Kurdî xwediyê gelek xweseriyê ye. Berî her tiştê zimanê Kurdî tu caran nebûye zimanê serdestan. Loma jî her ew taybetmendiyên xwe yê gelerî û `mê` parastî ye.
Di nava şerê polîtîk de mirov dikare bi hêsanî bêje ku `zimanê Kurmancî xwerû`ye. Mebesta vê nivîsê ew e ku; her jinekê Kurd rastiya zayenda xwe bi zanibe, dikare ji hemû zimana bêhtir li zimanê xwe xwedî derbikeve û bêtirs xwe bi lêv bike. Bi rastî jî zimane me weke bihiştekî ku lingên qirêj ne ketinê ye. Ji ber vê dewleta Tirk û nivîskarên wan ên serekî, taybet di vî alî de jî dimeşîn in. Dibêjin ku “zimanekî we yê serhev nîne”.
Lê divê her jina Kurd û jinên ku xwedî ziman û hêza berxwedaniyê bi wan re heye, van gotinan bi pêşxistina zinanê xwe ve bê wate bike.