Carna bêje di nav leyistokan de xwe diveşêre, weke ku ji pir tiştan şerm dike. Ya jî ji bo di nava hevokan de tîp û tazî nemîne, xwe davêje hembêza çav de. Ji ber dizane ku herÎ baş wê çav û dilê mirov bikaribe vegotina wê bike. Carna jî xwe di nava tebesumekî de vedişêre. Dixwaze hevok li pêy bikeve û wê bibîne. Lê pir caran hevok nikare wê peyvê bibîne. Ew dem jî hevok bê pêyv tîp û tazî dimîne. Leyistokek wisane ku mirov nikare bi nav bike. Ji ber ku carna mirov bi xwe jî li pêy bêje û hevokan dikeve. Li pêy ketina wê ji bo herikandina dil, ruh, hest û bi taybet jî di çavên wê de tê jiyankirin bi nav bike û bikaribe pênaseya wê bike. Gelo hûn ti carî di nava deryayên çavande fetisîne? Ya jî we qet di nava bibîkên çavan de xwe li ser lutkeyan dîtiye? Dema pêyv û hevok xilas dibin ew dem çav, pêyv û hevokan rêz dike. Gelo hûn qet di çavan de hestên ku qandî çiya hatine rêzkirin dibînin? Çavên ku di nav xwe de hêvî û baweriya jiyanê dihewîne… Belê, ne bêje ne jî hevok nikare vegotina wan çavan bike. Ji ber ku ew çav di nav xwe de tevahî bêje û hevokan dihewîne. Ji xwe bêje jî û hevok jî nikare pênaseya ew çavên ku her tiştê di nav xwe de dihewîne bike. Ji bo wê bêje jî, hevok jî her tim ji deryayên çav direve. Ji ber ditirse ku di nav wê de bifetisin.
Di nav deryayên çav de jiyanek bê dawî, pîr û pak tê jiyankirin. Gelo her kes di çavên xwe de vegotina xwe dike? Ya jî çav vegotina mirovan dike? Çavên ku di nav xwe de pakbûyîn û xweşikbûyîna zarokan dihewîne… Ew zarokên ku naxwazin ji xewa şîrîn hişyar bibin… Dema mirov çavên gerîlayan mêyze dike, pirsa yekemîn yê ku di serê mirovan de derbas dibe, “gelo çima çavên gerîla ewqasî pak in, çima di nav xwe de çirûsk dihewînin. Her wiha çima çavên gerîlayan ewqasî dibiriqin?” Pir caran zimanê gerîla na axive, çavên wan diaxive. Dema di axive jî, li hember zimanê çavên wan tu hêz nikare xwe bigre. Ewqasî tûj e. Ji ber ku gerîla di çavên xwe de tiştên ku bêje û hevok nikare vegotina wan bike dihewîne. Ji ber çavên gerîla dibe çavên zarokên pêşerojê. Çavên gerîla dîmen û wêneyên jiyanê ne. Ew dîmen û wêne di nav xwe de pir tiştan dihewîne. Carna wêneyek di nav xwe de pirtûkan dihewîne. Dîmenek jî dibe rastiya jiyanê. Jiyana ku di nav hembêza xwe de vegotina her gerîlayek dike. Çavên gerîla her tim dibe hevokên ku xwe bi wate dixemilîne. Dema mirov çavên gerîla mêyze dike, di kêliyekî de xwe di nav wê de dibîne. Di çavên gerîla de hêvî û baweriyên bê dawî xwe domdarî dike. Ji ber çavên gerîla dibe deryaya evîniyê. Ew evîna ku li hember welatê xwe, gelê xwe, dîroka xwe, jiyanê û pêşerojê jiyan dike. Ango çavên gerîla dibe çavên dil û ruhê wê. Di vê wêneyê de ew tebesum weke ku bi bêje ez bi tebesumekî, bibim hezar rûyên bi ken. Çîrûskên çavên xwe de jî hêviyên pêşerojê di hewînim. Ka hûn ji xwe pirs bikin çima çavên ev gerilayê jin di nav xwe de çirûskan dihewîne?
Dema dil û ruhê mirovan ji qirêjiyê pak bibe, li ser tevahî bedenê mirovan bandorê xwe dide çêkirin. Ji bo vê jî di bibîkên çavên gerîla de ew pîr û pak bûyîn di asta herê jor de tê dayîn. Hûn dikarin bê dudilî çavê mirovan mêyze bikin? Belê bê dudilî mirov dikare pir rehet çavên gerîla mêyze bike. Ji ber çavên wê di nav xwe de xweşikbûyîna mirovahiyê rêz dike. Di nav wê rêzbûyînê de her kes dikare xwe tê de bibîne. Çavên herî xweş ew e ku di nav xwe de, wate, zanist û heskirinê dihewîne. Çavên ku ronahiya xwe bi hest û ramanên mirovahiyê digre. Yên ku bi ronahî ya xwe, derdora xwe ronahî dike. Çavên xweşik ronahî û xweşikbûyînê belavê derdorê xwe dikin… Çavên gerîla jî wisane. Ji ber ku çavkaniya wan ronahî ya fikir, raman, hest û birdoziya Rêber APO yê. Ew raman û fikrê ku tevahî dilên qirêj pak dike. Ew dem jî çav dibe çavên dilê pak. Di çavên gerîla de mirov pir rehet dikere dil û ruhê wan bixwîne. Weke çawa ku dema mirov diçe li ser avekî û lê mêyze dike, ew av ewqasî pak û zelal e ku mirov hûndirê avê û di nav avê de çi heye pir rehet dibîne. Erê çavên gerîla jî weke ew avên zelal û pak in. Belê, ji bo vê yekê ye ku gerîla pir rehet dikare çavên bibîkên her kesê mêyze bike.
Di çavên her gerîlayekê de peyvên ku nayên şîrovekirin, tenê tê hîskirin û tên fêmkirin xwe dihewîne. Di ew çavên ku her tim hezkirina mirovan di hûndirê xwe de dihewîne. Ew çavên ku bi fikir û ramanên Serokatî xwe ji tevahî qirêjiya di parêze û her tim xwe pîr û pak dike. Bila her kes bi çavên gerîla li cîhanê, jiyanê û mirovan mêyze bike. Wê ew, dem peyv xwe bi wateyan bixemlîne. Wê ew dem her tişt cîhê xwe bigre.
Gûlan Avrêl