• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Çarenûsa Gelê Kurd di Eksena Çareseriya Demokratîk, Modeleke Nû Biafirîne

October 2, 2013
in Daxuyanî
A A
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Daxuiyanî

Çarenûs ku nekeve destê hinekên din, bi piranî jiyan hilbijartekên curbecur pêşkêşî mirovan dike û ev jî deriyên nû vedike, rêyên cuda cuda derdixîne pêşiya mirov. Lê di esas de ya diyarker biryar, vîn, israr û têkoşîna domandina rêyê ji bo gihîştina armancê ye. Di vê wateyê de tiştek bi navê çarenûs û qeder ku ji hêla xweda û nûnerên wî ve hatibe nivîsîn, di holê de namîne.

Gelê Kurd jî ev bi demdirêjî ye ku ji bo resimandina pêşeroja xwe bi destên xwe, amadekariyên berfireh dike. Herçend li gor şertûmercên herêmê biserxistina vê astê, bi serê xwe şoreşeke mezin e, lê belê ev bi ti awayî têr nake. Dişibe xîmê maleke mezin û fireh. Elbet mal hîna kamil nebûye, hîna dîwar, pencere, ban pêdivî pê heye. Ku ev jî bi serketî bi encam bibin, dikare wê demê bi rehetî û şanazî behsa avahiyeke qahîm û temam were kirin.

Gelê Kurd ji bo înaşakirina jiyaneke azad xwedî alav û amûrên bingehîn e. Hem di aliyê zihniyeta vê înşayê de têgihîştineke xurt û bilind derketiye holê, hem jî derfetên vê yê madî ku pratîze bike jî hene. Di vê rewşê de tişta hewce bikaribe rêxistinbûna xwe kanalîzeyê avakirinê bike û hemû tevnên bi pergala kevn ku li pêşiya azadiyê asteng in, bi tevhî biqetîne an jî zirav û bêbandor bike. Wiha jî dê çarenûsa gelê Kurd bi temamî di eksena Xeta Sêyemîn ango Çareseriya Demokratîk, modeleke nû biafirîne. Ev ji gelên herêmê re jî dê bibe mizgîniya jiyana azad. Li ser vê bingehê şoreşa ku li rojavayê welat rû dide di esas de yek jî navgîna qedera gelê Kurd temsîl dike. Têkoşîna hebûn û tinebûnê, cihê ku pergala Xweseriya Demokratîk nûjen bibe û bijî, wir e. Ev jî pêdiviya berxwedaneke pir mezin ji bo destketiyên gelê me li Rojava derdixîne holê. Ji ber ku êrîşên hêzên dagirker, hevkar, xayîn û çete parçeyek polîtîkayên dij-demokrasiyê yên hêzên derve û hundir in.  Rêbertiya me ji bo Rojavayê welat da diyarkirin ku ji nan û avê zêdetir hewcehî û zerûriyeta parastina rewa heye, ev perspektîf îfadeya ruhê demê ye. Lewma jî dê gelê Kurd parastin û ewlehiya xwe deyne sereka hemû erkên xwe.

Meha Êlûnê bi naveroka xwe ya dagirtî kete rojeva gelê Kurd. Ji aliyekê ve di çarçoveya duyemîn qonaxa pêvajoya Çareseriya Demokratîk ku Rêber APO daye destpêkirin, nêzîkatiya hukûmet û dewleta Tirk eşkere bû û pêvajo bi awayekê zelal bibû. Ji hêla din ve ger astengî û kelem derneyên, tê payîn ku di mehê pêşiya mede wê Kongreya Netewî ya Kurd were lidarxistin. Yekîtiya netewî yek ji aciliyet û pêdiviya gelê Kurd di vê sedsalê de ye ku jêneveger e.

Êlûn di heman demê hîna bêtir êşa wendakirina rêhevalên ku di sala 2011’an li Xakûrkê şehîd bûn dixîne bîra me û em careke din bi rêzdarî û bêrîkirineke mezin hemû egîdên azadiyê yên canê xwe feda kirin, bi taybet jî rêhevalên xwe yên li rojavayê welat ku bêhempa têkoşiyan û şehîd bûn bi bîr tînin.

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

DI BIN ZEXTA QIRKIRINÊ DE JIN BÊ PARASTIN NABE
Nirxandin

DI BIN ZEXTA QIRKIRINÊ DE JIN BÊ PARASTIN NABE

May 20, 2025

Read moreDetails
DI VÊ PÊVAJOYÊ DE EM Ê ERK Û BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH BÎNIN
Nirxandin

DI VÊ PÊVAJOYÊ DE EM Ê ERK Û BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH BÎNIN

May 20, 2025

Read moreDetails
PKK’Ê FELSEFEYA JIYANA AZAD AFIRAND
Nirxandin

PKK’Ê FELSEFEYA JIYANA AZAD AFIRAND

May 19, 2025

Read moreDetails
PKK’BÛYÎN WÊ JI BO ME TIMÎ SERBILINDÎ Û RÛMET BE
Nirxandin

PKK’BÛYÎN WÊ JI BO ME TIMÎ SERBILINDÎ Û RÛMET BE

May 16, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk