Çanda Dayiktiyê

0Shares

Serdema 4000 -2000 B.Z demek bi qirîze, di van salan de pêşketinên gelek grîng çêdibin, weke me li jor jî anî ye ziman li dora jin dayikê pergalek û çandek pir dewlemend hatî avakirin. Mêr jî nêçîrê vegeriya ye û êdî beşdarî jiyana civakê buye, di mijara çandinî û karên din de alîkarî dide jinê.

Ji bo alîkariya jinê bike, bi jinê re di hindirê malekê de dimînê. Heya wê demê jî di têkiliya civakî de, mêr weke bavê zarokan nayê naskirin, dayik û xal hîn zêde diyarkerin. Rola mêr di vê çalakiya civakî de zêde ne diyare. Lê di van salên me anîne ziman de, ev guhartin û pêşketin gihêştine asta jor. Di nava komên civakî de aqilê analitîk pêşdikeve, lêgerîn û lêpirsînên mirovan zêde dibin. Di hişmendiya mêr de guhartinek neyînî ji rê derketin çêdibe. Ji ber van ji rê derketinê mêr di aliyê hişmendî de jiyan dike, lêgerîna xwe rêxistinkirinê derdikeve pêş. Her çiqas ev weke despêk ne bi niyeta ku li dijî jinê be û bi xwezaya jinê berteref bike be jî, lê di piratîka wan de ev derdikeve holê.

Di mêr de aqilê analitîk, qurnazî pêşdikeve

Di mêr de aqilê analitîk, qurnazî pêşdikeve. Dema mêrê qurnaz, şaman û şêfê leşkerî tên cem hevdu, fikra nerazîbuna ji pergala jinê diyar dibe. Ew xwe ji derveyî vê pergalê dibînin, weke ku bê rol hatine hiştin dibînin, li vir hesudî pêşdikeve, nerazîbun kûr dibin. Ev dem weke demek bi qirîz Rêbertî pênase dike. Ji bo wê mînaka şerê Înana û Enkî di mîtolojiya sumeran de dide. Bi rastî jî dema mirov li şerê İnana û Enkî temaşe dike, mirov fêm dike bê çiqas ev pêvajo bi sancî û qirîz derbas buye. Yanê hem pir dem dirêj kişandî, hem jî bi hêsanî jin nehatî bê bandor kirin. Esas Rêbertî dubare dubare ji me re dibêje ku, dibe hun pergal û avahiya Someran pir baş lêkolîn bikin û fêm bikin. Ji ber ew dem dema ku jinê di aliyê hişmendî, çandî, avahî û pergalê de wenda kirî ye.

Di vê demê de sapmayên hişmendî hatine çêkirin û hevsengiya navbera cinsan hatî xirab kirin. Wê demê têgîna xweda hatî îcadkirin, xwedawendiya jin yanê (xwebuna ) xwe ji dest daye. Ev dema 2000 B.Z weke dema herî dawî ya dîroka berî zayînê ye. Ew guhartinên wê demê pêktên heya roja me ya îro didomin. Guhartina yekem di edobayên nîpor de çêdibe, wê demê ev edoba weke zanîngehên roja me ya îro rol dilîzin. Yanê piştî hîyerarşî pêşdikeve jin hêdî hêdî serweriya xwe ango otorîta xwe ya xwezayî wenda dike. Civak ji çanda xwedawendî derbasî çanda xweda yên mêr dibe, ji dayîkbunê derbasî babik salarî dibe.

Di van deman de çanda El Ubeyd bi awakî hiyerarşîk pêş dikeve. Ev çand weke malbatek mezin li bajarê Uruk û derdora wê pêşdikeve, paşê jî weke binemal xwe berdewam dike. Ev çanda El Ubeyd weke despêka şaristaniya navendî jî tê qebulkirin, bandora vê çandê li ser gelên samî pir heye, bi herikîna dîrokê re derbasî olên yek xwedayi bûye. Ev çand bi rê ya ol heya roja me ya îro hatî û her ku çûye hatî pîroz kirin. Wateyên cûda ên pîrozî lê hatine barkirin. Ev guhartina civakî bandora xwe ya pir cidî li têkilyên nava civakê û bi taybetî jî ya cinsan dike. Ji ber ev sazîbuna malbatgerî û binemalê, li ser cinsê mêr hatî avakirin, yanê nêre. Di wê demê de têghîna mêrek dikare bi pir jina re bizewicê, ji mêrikî pir zarok û bi taybetî zarokên kur peydabibin pêş dikeve. Di despêkê ji bo gasp, talan û şeran weke pêwîstî tê xwestin û kirine, lê paşê ev dibe weke têghînekê û bi sîstem dibe. Ji vir yanê ji malbata hinekî mezin berbi binemalê ve diçe, paşê binemalê jî dibe desthilatdarî, ev desthilatdarî jî dibe şeklê dewletê yê despêkê. Binemalê hem weke pîrozî hem jî weke aliyê xwe yê bunyewî di nava hevdu de ye û hevdu temam dike. Ev çawa di hemêza qebîlê de pêş dikeve, bi heman şêwazî xwe mezindike û bi zêdekirina zarokên kur re weke binemalê ber bi desthilatdarî ve diçe, xwe dike desthilatdar. Di vê mijarê de Rêber APO di paraznama xwe ya rojhilata navîn de dibêje; “bê binemalê ne gengaze ku mirov li rojhilata navîn de hebuna şaristaniya dewletî bifikirê” piranî dewlet netewên roja me ya îro çavkaniya xwe ji vê çanda binemaliyê girtine. Malbata ku tê de mêr seroke jî ji wir de tê. Peyva sermiyanê malê “Reb el beyt” ji wê dema binemalê û şûn de tê gotin heya roja me ya îro jî hatiye. Dema mirov li vê şêwazê têkilya civakî ya malbatgerî û binemaliyê dinirê, mirov dibînê bi temamî li ser ketina cinsê jin hatî ava kirin.

Jin weke milk tê dîtin

Ev şêwazê têkiliyê, li ser hîmê birdoziya desthilatdariyê hatiye avakirin. Kengê mêr dibe sermiyan, jin hemû mafên xwe ên azadî û wekheviyê wenda dike. Mêr dibe xwediyê malê, di civakê de malbat dibe saziya herî biçûk ya temsîla pergala mêrtî dike. Di nava malbatê de nîzîkatiya ji jin re hîn xirabtire, jin weke alav, weke nesne, weke her amorekî madî yê nava malê lê tê temaşekirin. Êdî jin weke mirov weke hebunek, cinsekî xwedan çand nayê dîtin. Jin weke milk tê dîtin, jin dikeve bin desthilatdariya mêr û qanûnên malbatê. Li vir mijar tenê zewaca navbera jin û mêr de nîne. Mijar stetuya ku ji cinsê jin re hîn ji zaroktî de jê re hatî diyarkirine, yanê hîn di zikê dayika xwe de ye heya dimre li gora vê statuye jê re nêzîkatî çêdibe. Sitetuya jê re hatî diyar kirin, ew alawe, ew milke, ew koleya bê muçe ye, ew erda ku mêr toximê xwe lê diçînê ye, ew ya ku werê tecewizkirin, ya ku xeber jê re werê kirine. Ya ku ji zik dehşik ji ser serê wê dar nayê kêm kirine, ya ku bê hêze. Hewceyî parastinê ye, ya ku mêr tetmîn dike ye, weke eşyayeke birqonek mal pê tê xemilandine. Yanê sitetuya jinê bi kurtasî eve.

Di bin navê malbatê de çanda tecavuzê tê sazkirin

Di dema olên yek xwedayî de jî bi rêka ol ew sitetuya ji jin re hatî diyarkirin, hîn kûr û giran kirine.  Vê carê jî kirine namusa xwe, kêm dîtine, weke hebunek mirov dilovaniya xwe nîşanî wan bide diyar kirine. Ya herî xirab jî ewe ku di bin nasnama olî de jinê ev sitetu weke qederê ji bo xwe qebul kiriye.  Weke hebunek ser nerm bê pirsgirêk ji mêr re îtaat kirî û bê çare maye. Esas di bin pergala saziya malbatê de çanda destavêtinê pir kûr tê meşandin. Eger jin di hemû têkilyên malbatî de ne xwedî gotin be, her tişt bê riza wê û bê biryara wê were kirin, heta têkiliya cinsî jî bê razîbuna wê were kirin, ev destavêtine. Jin di her warî de tê tecewizkirin, ne xwediyê bedena xwe, îrada xwe û aqilê xwe ye. Her tiştî bi zorê bi wê didin kirin. Ev nêzîkatiyek destwerdanê, ya destavêtinê ye.

 Bi dema modernîta kapîtalîst re jî weke keybaniya (kıraliçe) metayê hatî pênasekirin. Di bin navê azadiya ferdî de jî civakbuna bi koka xwe li dora jinê hatibu avakirin jî tê belavkirin. Rastiya wê hatî berûvajî kirin, weke koleyek bê heqdest, weke amora riklamê, weke amora sexs hatî destnîşankirin. Di welatên rojavayî de azadiya malbatê ji hevdu hatî xistin, lê şêwazê têkilya civakî ya niha dimeşê jî ne elternetîfa malbatê ye. Têkiliya civakî bi temamî ji hevdu hatî xistin. Li rojhilata navîn jî modernîteya kapîtalîst dest avêtiye malbatê û heya astekê belavkirî ye, ya maye jî hevkar û sîxurtiya pergala dewletê dike.

Ev pergala navendî ku dewlet temsîla wê dike, despêkê serweriya xwe li ser hebuna jinê paşê li ser civakê avakirî ye. Despêkê jin hatî kolekirin, paşê jî hemû civak hatine kolekirin. Ji wê û şûn ve hemû têkiliyên navbera malbatê û ferdên wê de herî zêde jî ya bi jinê re li ser esasê hiyerarşî û newekheviyê hatine avakairin. Di vê têkilyê de zarok û ciwan serî li ber dê, bav û mezinan ditewînin, jin li ber mêr û xwesî, xezûr û mervan ditewîne mêr jî li ber dewletê serî ditewînê. Bigîştî li ser esasê çînayetî û navedî bûne têkiliya sosyal hatî vesazkirin. Dewlet bi rê ya vê saziya ku heya hicra wê herî biçûk di warê siyasî, ekonomik, sosyal, çandî, tendurustî, parastinê û perwerdê de bi xwe ve daye giredan. Weke sîxur nêzî wê dibe, ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û desthilatdarî bikar tîne. Bi rê ya vê saziyê civakê parça dike, civakê ji hevdû belav dike.

Rêber APO ber bi civaka komînal ve meşek da destpêkirin

Civakên ku jin û mêrên xwe di vê astê de bin, di nava saziya malbatê de bi malbatgerî rabin, têkilî li ser vê sitetuyê di navbera herdu cinsan de, zarok û xizman de çê bin, wê ew civak civakek ji hevdû ketî be. Civakek taybetmendiyên xwe ên xwezayî, ên politîk û exlaqî wenda kirî be. Jin û mêrên di vê sitetuyê de ne nikarin li ser bingehek zanistî û tendurustî werin cem hevdu. Bi temamî dibin hebunek biyolojîk, wateya xwe ya sosyal û civakî wendakirine. Di vê terzê têkiliyê de pîrozî, heskirin, wekhevî, hevsengî û rêz nîne. Di vê têkiliyê de, zorbatî, çînayetî, newekhevî, milk bûn, îrade nedîtin û desthiladarî heye. Dema têkilya civakê li ser van nakokiyan were avakirin bê guman di encamê de wê şidet, koştin, destavêtin derkeve holê. Li Kurdistanê jî civakbûn û heqîqeta xwe ya civakî wenda kirî ye. Ji ber ku bi hezarê salane, civaka Kurd tevna xwe li ser malbat, qebîle û eşîre meşandî ye û heya roja me ya îro anîne. Rêbertî van saziyên civakî eşîr, qebîle û malbatê weke hêmanên netewa demokratîk dibînê. Lê belê ger tekîliyên nava xwe demokratîk nekin, dikarin bibin çînên serwer û ji dijmin re hevkarî û sîxurtî jî bikin. Ji bo wê dibe ev saziyên civakî weke eşîr, qebîle û malbat xwe ji rewşa heyî a paşverû rizgar bike, têkilyên navxweyî demokrtaîk bikin û beşdarî pergala netewa demokratîk bibin. Lê em li dîroka Eşîrên Kurdistanê dinêrin. Piştî berxwedan û serhildanên di pêşengiya wan de pêşketin û hatiye tepisandin. Van hêmanên civakî heqîqeta xwe ya civakî ji dest dane û di nava xwe de belav bune.

Bi taybetî van 200 salên dawî dayîreya şerê taybet li Kurdistanê li ser înkar û tinekirina kurdan pir zêde kar kirî û hewldaye tevna wê ya civakî ji hevdu bixînê. Birastî di vê warî de heya radeyekê jî bi ser ketine. Bi derketina PKK re Rêber APO analîzek li ser rastiya Kurd û civakbuna wê kirî û ji bo avakirina civaka komînal, politîk û exlaqî tekoşînek mezin daye dest pêkirin. Ji kilana Rêber APO ber bi civaka komînal, sosyalist meşek hatî dest pêkirin û dimeşe. Lê ew avahiya malbatgerî di aliye siyasî de li hember şoreşa ku dipêşengiya Rêber APO de pêşve diçe, di rêza şoreşa dijber cîdigre û alîkariya dijmin dike. Cerdevanî di nava vê saziyê de pêşket û çeka dijmin rakirine, bi sala ne li dijî şoreşê şer dikin. Weke sutuxar ji bo bercewendiyên xwe ên malbatgerî û eşîrtî sîxurtî û hevkarî dikin, destê xwe dixin xûna zarokên gelê xwe. Van salên dawî de, bi taybetî piştî berxwedan xweseriyê li bakurê Kurdistanê dayîreya şerê taybet, careke din li ser civaka Kurd dilîzê, tîp an jî modelek nû ya malbatgerî û eşîrtî derdixe pêş. Rêber APO van salên dawî de careke din em hişyar kirin ku, bi destê AKP-MHP ê li Kurdistanê malbatgerî û eşîrcîtiyek nû ya sîxur pêşdixînin. Çawa li ser sazî û şaredariya qeyum danîn, va avahiya malbatgerî jî mîna qeyum an ji jor de disepînin ser civaka Kurd.

Malbat buye amurek şerê taybet

Malbat buye amurek şerê taybet, ev xetere dibe pêşî lê vê civakbuna sexte ya weke elternetîfa civakbuna PKK ava dike bê girtin. Dema em ji aliyê bîrdozî de li mijarê temaşe dikin em dibînin, taybetmendiyên malbatgerî nahêlin tu bibe mirovekî bi îrade, fêrbun, taybetmendî, hest û ajo hemu li gora avahiya sosyal ya malbatgerî hatine avakirin. Hem mêr hem jî Jinên li ser taybetmendiyên malbatgerî hatine terbiyekirin, di şoreşgerî de zehmetî dikşînin, pirsgirêkên wan ên tevlêbunê bi salan didomin. Bi partî re nikarin zû bibin yek. Di têkiliyên xwe de tengin, ehbab çawîş û madiyatcî ne, xwe dispêrin hevdu, li ser lingên xwe nikarin bisekinin, gelenekselin, pîvanên çanda (verili) yanê çanda jêra hatî empozekirin di xwe de dihewînin. Nikarin ya heye derbas bikin. Tengin ji siya pozê xwe wêdetir nabînin. Jin nikare ji mêr xwe qut bike û wan ji bo xwe weke hêz dibînê, yanê hineka weke birayê xwe, hinekan weke bavê xwe, hinekan weke heskiriyê xwe dibînê. Di vê dîtinê û nêzîkatiyê de hêz nîne, dostî û hevaltî nîne, îrade nîne, hevdu mezinkirin, bilindkirin nîne. Ev nêzîkatî bi heman şêwazî di mêr de jî derdikeve, jinê weke dost û rêheval nabînê, weke hebunek bi hêz û bi aqil nabînê, wê her tim biçûk û bêçare dibînê. An dilê xwe pêdişewitînê û xwe weke rizgarvanê wê dibînê, an jî xwe weke birayê wê, bavê wê an jî mêrê wê dibînê. Divê terzê têkiliya malbatgerî de, ayîdiyet, tabbî bun, girêdan heye, xweserî nîne. Jin namusa xwe, milkê xwe dîtin heye. Di têkiliyên malbatî de zarok weke hebunek muhtaç tên dîtin, ew cidî nayên girtin, ew îrade nayên dîtin, her tim nêzîkatiya ew fêm nakin, aqilê wan tine mîna ku ew her tim muhtacê alîkarî ne tên dîtin. Ji ciwanan re jî weke murahiq, yanê ergen, serserî, nepijyayî tê gotin. Ew jî cidî nayên girtin û îrade nayên dîtin. Ji hêz û enerjiya wan di xizmetê bercewendiyên xwe de bi kar tînin û ew tên (istismarkirin)bi karanîn.

Bê îrade bun û koletî heman tiştin

Di vê mijarê de bê îrade bun û koletî jî heman tiştin. Li cihekî terzê têkiliyên civakê ne li ser hîmê wekhevî bin, reng û hebunên cuda nikarin bi îrade bibin. Di malbatgirî de takekesbûn heye, navendî bun heye, newekhevî heye. Dema ev hebin reng û cureyên din nikarin bi îrade bin û xwe îfade bikin, ew tên perçiqandin. Kengê ev tarzê têkiliya malbatgerî hat guhertin dikare reng û hebunên din bi îrade bibin. Mînak; di malbatgerî de jin ne bi îrade ye. Ew nikare sînorê malbatê, çand û gelenekên wê derbas bike. Dema derbas kir, ew li ber pîvanên namusê, eyb û şermê yanê pîvanên olî tê darizandin.  Ji milekî ev heye ji milê din ve jî çi tiştê hatî qedexe kirin ku ferdên malbatê nikarin bi eşkere bikin, ew bi dizî dikin. Jin jî ciwan jî zarok jî vê yekê dikin. Dema zext û qedexe hebin, mirov nikarin xwe îfade bikin û xwe biteysînin, wê demê karên bi dizî û veşartî dikin. Ev tarzeke jiyanê ya sexte ye, teqez dibe neyê kirin.

Rêbertî malbatê û van têkilyan weke “bîra bê binî” pênase dike. Bîra bê binî çiye, yanê tu carekê ketê tu êdî nikare jê derkevî. Cardin weke qefesê pênase dike. Hem jin hem jî mêr dema bi hevdu re bikevin wê qefesê an wê hevdu tine, an jî wê qebul bikin heya mirinê di wê qefesê de asê bimînin. Em jî heya xwe ji van terzê jiyanê û yê têkilyan rizgar nekin emê nikaribin rast bijîn û pêşengî bikin.

Rêber APO di paraznamên xwe de vê rewşê weke pirsgirêkek pir mezin ya mirovahî destnîşan dike. Ji ber têkilya jin bi jiyanê re gelekî bingehîne. Di zimanê Kurdî de jî jin tê wateya jiyanê, jin jiyan bi xwe ye. Eger jin û jiyan kole bin, bê sitetu bin, bên kuştun û xwe bikujin, ji vê diyardeya pîroz re dest were avêtin di kesayeta jinê de jiyan bê rumet bibe, were asta neye jiyan kirin. Wê demê dibe despêkê şerê vê mezin werê dayîn, weke Adorno dibêje; (jiyana şaş rast nayê jiyan kirin) eger ev pirsgirêk rast neyê pênasekirin, neyê dahurandin û çareserî jê re neyê danîn, ti pirsgirêkên din ên civakî, çînî çaraser nabin. Ji ber koletiya jinê bingeha hemû koletiya ne, wê demê azadiya jinê jî wê bibe bingeha hemû azadiyan û jê derketinên mezin wê bê kirin. Xandevanên hêja di vê beşa çareserî de ezê herî zêde nêrînên Rêbertî esas bigirim ji dahurandin û tezên Rêbertî nêrîn binivisînim, ji ber kes ji me bi qasî Rêbertî çareserî nikare dayne. Em weke milîtanên Rêbertî erka me ewe ku em Rêbertî fêm bikin û piratîk bikin. Her wiha li ser mijara civakek çawa? malbatek çawa? têkilyên navbera zayendan de çawa be bi awakî berfireh Rêbertiya me di paraznamên xwe de ji bo me xêzkirî û weke tarzekî jiyanê yê nû û alternetîf diyar kirî ye. Rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad weke hêmanên bingehîn ji bo ferd, civak û malbatê danî ye holê. Yanê dibe pergala civakê komînal, demokratîk û ekolojik be. Dibe xwe ji hemû qeyd û bendan rizgar kiribe û xwe li ser hîmê xweseriya demokratîk bi rê ve bibe. Jiyan dibe azad be. Di vê pergala alternetîf de dibe jiyan azad be. Madem jiyan li dora jinê tê hunandin, wê demê dibe têkilyên civakê û mêr bi jinê re li ser bingeha hevjiyana azad be. Weke tê zanîn jiyan bi tenê xwe zêdekirinê bi wate nabe. Kengê jiyan azad bu wê demê wateya wê heye. Yanê madem gerdonê cara yekem di mirov de ket ferqa xwe û li xwe hayîl bu wê demê dibe, armanca mirov jî têgîhiştina gerdonê be. Di wan têkilyên teng, ên malbatgerî, ên jinê namus dibînê de derkeve, xwe jê xilas bike, hevjiyana azad ji bo xwe bingeh bigre. Mêr dibe dest ji nîzîkatiyên jinê milkê xwe dibînê berde, jin encax dikare bibe ya xwe yanê (xwebun ) ve dikare beşdarî jiyana netewa demokratîk bibe. Di pergala netewa demokratîk de azadiya jinê ji her tiştî girîngtire. Weke Rêbertî jî dibêje; “jina azad civaka azade,  civaka azad, civaka azad buye jî netewa demokratîke” di vê derbarê dibe bê zanîn ku malbatgerî û hemu şêwazên têkilyên girêdayî vê pergalê, têkilyên milkbun û ên koletî ne, dibe werin derbaskirin û jiyan were azad kirin.

Xalide Engizek

Attachment