Ekin KİZİLİRMAK
Rojhilata Navîn ne tenê ji bo me, ji bo giştî mirovahiyê ciyekî girîng ê jiyanê ye. tenê gotina ‘ciyê jiyanê’ jî dibe ku têrê neke, bingeh û cewherê jiyana mirov li vir hatiye avêtin. Derguşa mirovahî, hetta hembêza dayîkê ya mirovatiyê ye. gundê destpêkê mirov li vir avakirin û li vê derê gotinê xwe yê edebîk wekî destpêk anî ser ziman.
Ev ax ciyê destpêk ê dilê şoreşan e, her wiha mixabin ciyê destpêk ê dij-şoreşan e. Rojhilata Navîn çawa çihê neolîtîk a ku nasnama jinê li ser bandore, her wiha mekanê dij-şoreşa şaristaniyê ye jî. Çiqasî cihê qebrê zilmê ê Nemrûdan, Sargonan, Firawnaan be, ewqas jî kelha berxwedanê a Zerdeşt û îbrahîm e. Dîsa cihê parastina civakê û ji bo buyîna mirova damarê giyanî ê ser ruyê erdê ye.
Ev beçeyê gelan ku Firat û Dîcle av dide, li hember şaristanî ya devletî-çînî, têkoşîna jin-dayîk bê navber ber dewam dike. Ji bo bexçê mirovahî yê nebe mezelek bê deng û tenha, têkoşîna berxwedan ê qet ne sekinî ye. Zerdeşt û ibrahîm çawa li hember Nemrûd û Firawnan têkoşiya, Manî û Îsa jî li hember Sasanî û Romayî ya têkî ya. Ji Babek heya Mazdek, ji Pîr Sultan heya Hallac-i Mansur, ji Bedreddîn heya Şêx Seîd, ji Seyit Riza heya Mustefa Suphîyan, Denîzan, Mazlum û Kemal Pîran ev berxwedan weke xelkeyek ji hev ne qete heya roja me ya îro hat û berdewam dike.
Gelek berxwedanên civakî ê bi jin-bi mêr ku em navê wan nikarin bi hejmêrin li Rojhilata Navîn derketine. Civakên hetta Derwêş û zanayên xwe ji bo gel feda kirî ê li Mezopotamya berxwedan di cewherde her buye parastina esasî. Ev parastin bi xwe, parastina mirov, civak û jiyanê ye. ji ber ku şaristanî û wekî temsîlkarê wê dawî şaristanî ya kapitalîst, jiyana mirov û civakê ber bi tinebun û qirkirinekê ve aniye.
Li Rojhilata Navîn jiyan ji aliyê hemu şaristaniyên dewletî ve dixwazin qetilbikin û tê qetilkirin. Ê dixwezin li ser bi bin serdest, di bawerî ya ku wê li ser hemu cîhanê bibin serdest… Rojhilata Navîn hestî ye piştê ê cîhana me ye, ji bo vê her kes bi her kesî re dikeve nava şerekî û li ser pişta qadên jiyanê xwe di helpirkîne. Ê ku li ser pişta mirovahî lotikan di avêjin, bexçeyên ku bi hezaran kedên pîroz avakirine talan dikin. Bawerim ku, heya niha devletek an ji alîgirek dewletê li hember vê zilm û talana tê jiyîn ketibe nava berxwedanekê ne dîtî ye û ne bihîstî ye. ji ber ku dema dewlet tê gotin êrîş tê bîra mirov. Ê ku li her derê û li her demê de li berxwe dane gelin, qehremanên kedkar ê gelin.
Jiber vê jî li hember van êrîşan, li Rojhilata Navîn berxwedan çandek e. Rastî ya çêbûnê ye, terzê jiyan û hebûnê ye. xwe îfade kirin ji bo civakê esas girtina xilaskerî ya mirovatiyê ye. ewliya, xwezan, qenc, evînî-derwêş û pêxemberên pîroz ev sed caran, bi hezar caran bi jiyana xwe danîne holê.
Rojhilata Navîn ev du sed salên dawî yê, di nava êrîşek bê wîcdan û dilneşewat ku ne tenê di dîroka xwe de, di dîroka mirovatî de nehatî ye jiyîn de ye. ji ber ku; xweza, civak û mirovatî ji berê bê axlaktir tê mêtîngerkirin. Li hember mêtîngeriya mirov, li hember mêtîngeran, civak û mirov her kes careke din jibo bikeve nava berxwedanê tê dawetkirin. Pêwîstiya berxwedanê ya mirov ji bo civaka xwe, civak jî ji bo mirovatî heye…
ji bo em vê hovîtî yê fambikin pêwîste wekî destpêk em bi zîvirin 12’ê îlonê. Wê demê şoreşa şîa ya îslamî li îranê nû çebû ye, piştre jî Afqanîstan ji aliyê Sovyetan ve hatiye dagirkirin. Pêwîsbu xwediyên pergala nû bersivekê bidin. Tehlukeya çêbun-şiyarbûna netewe yê demokratîk ê Kurd û şoreşa sosyalîst-çep a Tirkî dema em bidin ber çav, dest avêtina dewleta Tirk ku bi şeklek bê onurane ji aliyê modernîte ya kapitalist hatî damezrandin çarenîn bu. 12 îlon ê derbeya dest avêtina ‘welatê bihiştê’ bu. Di bingihê vê derbê de him tepisandina şiyarbûna hindirîn, him jî ji bo Rojhilata Navîn Tirkiyek nû amade kirin hebu. Ango di tahlîlên dawî de AKP ne dij 12’ê îlonê, berovajî hevkarê dawî ê ji vê zihiyetê re hevkarî dike ye. tiştên ku 22 sal berê li zindana Amed, Mamaq, Metrîs dihatin jiyîn, îro dîsa bi dehan zîndanan jiyandina wan tê vê wate yê. Ê ku îro zilmê dikin ewê ku doh zilim dikirin e.
AKP û Fethullahçiyên wek CHP ya serdema ‘komara duemin’ ku piştî 100 sal şûnde derketin, dixwazin di 100. Salvegera komarê de erka xwe bi dawî bikin. Tirkîtî ya îslamî a bi sunîtiya sexte ya sosa îngîlîzan hatî ye xemilandin ku cihê Tirkîtî ya sipî a bi sosa Almanan hatî xemilandin, şensê dawî ye ku him îran bê bêbandorkirin him jî tevgera demokratîk a Kurd bê tepisandin. Heger ev sernekeve an jî gel biserkevin tê wê wate yê ku faşîzma 12 îlonê jî wê dawiya wê bê.
Bi kurtasî, ji bo cîhana rojava a serdest Tirkî tenê wê bibe pirek ku pergal û rejîma îxracî Rojhilata Navîn bike. Sed sal berê ê ku dîktatortî bi feraseta netew-dewlet derbasî Rojhilata Navîn kirin, îro jî bi destê AKP îslama nerm û kesk di qotiya xwe ya beriqî de pergala kapîtalîst dixwaze li serê gelan bike bela. Ji bo gelan û Rojhilata Navîn ferqê komara duemîn, komara AKP ya ku nutqa sala 10. Ji çepte dixwîne, ji komara yekemîn nîne. Ya duyemîn jî weke ya yekemîn ji bo gelên Rojhilata Navîn, bi taybet jî ji bo gelê Kurd li ser bingehê înkar û îmha ye hatî ye avakirin. Ji bo van neo-înkarker gotin şaş nabe û di çî deye. Evna her çiqas xwe serbixwe û bi kok nîşan bidin jî, berovajî ji navikê de bi modernîte yê ve girêdayîne û bê kokin. Ango AKP partiyek ku xwe li ser pêwîstiyên gelan û alîgiriya gel saz nekirî ye. quqlayêk ku benê wê di destê hêzên derveyî deye. Ne encamê pêwîstiyên gelan an jî Rojhilata Navîn, wekî encamê polîtîkayên xwe belavkirina modernîta kapitalist a Rojhilata Navîne. AKP îstismarker ê demoqrasî û azadî xwestina gelane. Ya rast bêxisletî ya çîna burjuvazî ji bo vê guncaw e. Dagirker e, çawa ku dakirkerên derve yî ê li ser xaka Kurdan hebin Tirkî jî dagirkerê hindirîne. Heger em ji kapîtalîzmê re bêjin banqeyek e AKP encex bibe şaxeke wê. Saziya dizînê, cardin dizînê ye. li Rojhilata Navîn hegemonya ya Tirk an jî Osmaniya nû çîroke, derewe. Nêzîkatî ya ‘Sekinîn nîne! Berdewam ji bo derew û talan ê’, nêzîkatî ya wan a bingehîn e. Heya îqtidara wan hebe wê gelan bi şêlînin.
Bêyî ku jehra netew-dewlet ku ji aliyê kapîtalizmê ve wekî şekirek rengoreng ji Rojhilata Navîn re hatiye diyarî kirin neyê derbaskirin, bendê mayîna careseriya pirsgirêka Kurd xeflet e.
Çawa ku gelan li hember faşîzma 12’ê îlonê têkoşiya îro dîsa mirovatî li hember serdestiya faşîzma 12’ê îlona nûjen li berxwe dide. İro mirovatî hemu hêza xwe ji civakîbuyîna xwe digre. Ê ku jiyanê bi qasî ku jibo bimrin hesdikin bi hêza ku ji civakê digrin ji bo axê, ziman, gelan û azadî li berxwe didin. Li ser çiya, di zindana de, di kuçe û mehlande, di gund û bajarande li berxwe didin.
Gelê Kurd, hemu kesimên demokratîk êdî na xapin û xwe nadin lîstandin. Vê fersenda dîrokî bernadin…
Dîroka Rojhilata Navîn dîroka şoreşan e û Rojhilata Navîn bang li mirovatî ji bo şoreşek nû dike. Şoreşa parastina mirovatî û civakê…
Gelê Kurd di serî de li rojava yê Kurdistanê, bi giştî hemu perçeyên din şoreşek zihnî jiyan dike. Û tu kes nikare pêşiya vê şoreşê bigre. Ê ku bixwazin li pêşiya vê tevgera demokratîk û azadîxwaz bisekine wê cihê xwe di dîroka lanetî de bigre.
Ê ku dixwazin berxwedanê bişkînin li çîkî, ê ku berxwedanê digrin ser milê xwe li cîkî…
Ê kû dixwazin berxwedanê bidin seknandin û ê ku dixwazin berxwedanê mezin bikin…
Di Rojhilata Navîn de mirovatî bin bikeve wê giştî mirovatiya cîhanê bin bikeve…
Ji bo mirovatiyê berxwedan…