Hinek têgîn kodên hebûnê radikin… hûrgûliyên deme radikin. Ji sira mekanê re derî vedikin. Dihêlin ku em di zanyariya yekbûyînê de dînamîkên hebûnê fêm bikin. Ji ber ku Rêber Apo jî dibêje, “fêmkirin pêkanîn e”. Pêkanîn jî dibe ku jiyan kirin be. An jî çalakiya me ya ‘pêkanîn’ pîvana me ya beşdarbûna jiyanê ye ku her tim tê nikaşkirin. An jî beşdarî yekbûyîna jiyanê ye. Mirovê ku perçeyek ji vê giştîbûnê ye girîng e ku çîroka hebûna xwe baş watedar bike. Ji hebûnê re mînaka herî baş ‘gul’ e. Yek jî Mar. Her du jî wateyên kûr dihewînin. Ji ber vê yekê ez dixwazim bi van her du têgînan re dest bi pênaseya parastina cewherî bikim.
Gul ji bo parastina cewherî mînakeke balkêş e. Rêber Apo li dijî êrîşên li ser civakbûn-şertê hebûna mirov e û exlaq ku rêgeza herî bingehîn a rêxistinbûnê ye herî xweş bi Teoriya Gul re mînak dide. Dibêje, “Gul estetîk e, stiriyê wê exlaqa wê ye”. Diyar dike ku parastina civakê bê exlaq naye kirin û kesên civakê naparêzin mafê wan ê jiyaneke bi rûmet nîne.
Dema em dinyaya gul biwate dikin em dibînin ku di nav pênaseya jiyanê de wekî rêbaza xwe parastina gul de stirî jî heye. Gul xwe bi stiriyên xwe diparêze. Gul hebûn e. Stirî exlaqa gul ango exlaqa hebûnê temsîl dike. Heman demî em dikarin bêjin rêgeza azadiyê temsîl dike. Di vê wateyê de teoriya gul ji pirsa ‘çawa bijîn’ re bersivek e. Ji bo mirovê ku bi cudabûn, zêdebûn re jiyana xwe didomîne hebûna xwe bi mana bike mînakeke baş e. Bersiva li kûr, çawa û bi kê re çawa bê jiyîn jî di hûndirê xwe de dihewî ne.
Mar jî navê qewmekî ye. Qewm û welatê jinên bi zanist ên ku xwedî zanyariya gerdûnê ne, di heft qet jêra erdê de dijîn û xwediyê zanyariya çavkaniyê ne ye. Navê marê ku hevala wan jinên zanist in jî di Kurdî de ‘mar’ e. Heman demî mar di zimanê Hûrî de jî tê wateya ‘dayik’. Di Dimilkî de daya, mar dîsa di wateya dayik de ye. Em dikarin ji bo mama, mam, mother jî heman tiştî diyar bikin. Ma heman demî xwedavenda Kapadokya ye. Dema em behsa çavkaniya pêwîst ê ji bo jiyana mirov dikin destpêkê behsa şîrê dayikê dikin. Di gelek çavkaniyan de navê gerdûnî yê xwedavandan wekî ‘Ma’ derbas dibe. Ma di Sanskrîtî de tê wateya ‘zanabûn, pêkanîn, pîvandin’. Ev nîşan dide ku ev navê ku ji jinê re hatiye dayîn ne tenê girêdayî rewşa biyolojîk e, di encama keşif û xebatan de hatiye dayîn. Nav dayîn nasnameya jinan, çîrokên jiyanê nîşan dide. Di zimanê Hînt-Aryen de jî pêyva herî kevin a girêdayî cismên ezman pêyva me ye ku tê wateya heyv e. Ji ber ku heyv amûra pîvandin a gerdûnî ye di zimanê Hînt-Aryen de hemû têgînên girêdayî heyvê ji vê peyvê hatine. Di vê wateyê de wekî zanyariyeke din gelek bajarên ku bi peyva ma destpê dike an jî di nav peyvên ma, mar derbas dibin xwe diyarî dayikaxwedavend dike.
Mar qewma ku nîv bejina wê mar nîv bejna wê jî jin e îfade dike. Di derheqê dema wê de ti zanyarî nîne. Lê agahiyên hatine heta roja me îro dibe ku di navbera jin û mar de zanyariya hevsengiya xwezayê hebe. Ev zanyarî bi, neqşan, peykeran, bi tabloyên şaxmaran ên ku li diwarên malan ve tên daliqandin, bi motîfên ku bi niyeta baş di cihêzan de hatine xemilandin de hatine parastin. Ji şibandina mar û jinê re jî îşaret tê kirin. Heman demî di hûndirê xwe de zanyariya ku bedena jin û mar ji aliyê pergala dewletperest ve hatine lanetkirin jî dihewîne.
Şaxmaran wekî keybanûya qewma maran di çavkaniyên dîrokê de cih digire. Di mêjiyê civakê de bi taybetî jî di erdnîgariya Rojhilata navîn de wekî zanyariya parastina cewherî derdikeve beramberî me. Wate û girîngiya şertê bingehîn a hebûnê (parastina cewherî) tîne ziman. Dinyaya jinê wiha ye ku bi xwezayê re di nav hevsengiyê de ye, wateyên xwezayê zêde dike, bi her zindiyekê di xwezayê de re hevaltiyê esas digre. Va tehrîpkirina dinyaya jinê bû xeleka yekemîn a ji vê zimanê qûtbûn e. Kolekirina bedena jinê li dijî hişmendiya parastina cewherî ya jinê derbeyek e. Ev derbe di çîroka şaxmaran de jî bi awayekî balkêş xwe dide der. Di çîroka şaxmaran de em dibîn şahîd di şexsê jina ku ji xwe re jiyan dike û mara ku perçeyek ji jiyana xwezayê ye de derbeyek li xwezayê tê kirin. Gelek rêbazên wekî lanetkirina bedenan, rêxistinkirina îxanetê, ji mekanê qûtkirin rêbazên desthilatdar û pergala netew dewletê ye. Ev derbeyên ku ji aliyê pergala zilamsalarî ya ku xwe dispêre desthilatdara zilam ve li dijî pergala xweparastina jin û xwezayê hate kirin dideyne holê ku lazim e pergala xweparastin jî ji nû ve bê pênasekirin.
Parastina cewherî ji pirsa ‘çawa bijîn’ re bersîvek e
Ji bo mirov bersîva ji pirsa çawa bijîn re jî bi pergaleke xweparastin a ku li ser bingeha civakî û biyolojik pêş dikeve re pêş dikeve. Ji ber vê civakbûn ku şertê bingehîn a hebûna mirov e û rêgeza wê ya bingehîn a rêxistinbûnê exlaq e divê wekî pergala bingehîn a parastina cewherî were pênasekirin. Parastina cewherî girêdanbûna zindiyan a bi jiyanê re dide îfadekirin. Rêbaza jiyankirin û xwe parastinê ye. Çalakiya bi rûmet a jiyankirinê ye. Ji ber ku her zindiyên di xwezayê de bi rê û rêbazên bê qisûr xwe jiyanê ve digrin. Ji hebûna vîrûsekî heta rêbaza xweparastina gulekî pergala parastina cewherî ya hemû zindiyan heye. Parastina cewherî bi qasî ku zanyariyên hebûnê li xwe bar dike heman demî ahengiya bi jiyanê re jî îfade dike. Dihêle ku em ber bi pênaseya rast a jiyanê ve bimeşin. Dibe ku ji ber biyolojiya xwe di nav hemû zindiyan de mirov xwedî pergala herî zeyîf a parastina cewherî ye. Zekaya mirov, xebitîna mêjî hiştiye ku mirov vê rewşa neyînî derbas bike û di asta herî jor de pergala xweparastinê ava bike. Lê ev mekanîzmayên ku di destpêkê de bi armanca xweparastinê hatine pêşxistin derketiye derveyî armanca xwe û bûye sedemên rewşên karesat. Feraseta desthilatdar dinyayeke ku navenda wê însan e rast qebûl dike û xwezayê li gorî xwe amade dike. Mirovê ku erka navên zindiyan li wan kirinê ser xwe girtiye xwe jî wekî hakîmê cîhanê îlan kiriye. Ev nêzîkatiya ku dokuyaa exlaqî û polîtîk a civakî tehrîp dike ewil li ser jinê hatiye sepandin û bibandor bûye. Rêber APO dibêje, “Parastina cewherî politikaya ewlehiyê ya civaka polîtîk-exlaqî ye. Civaka ku nikaribe xwe biparêze wateya wesfê wê ya exlaqî û polîtîk namîne. Civak di rewşeke wiha de yan tê dagirkirin yan jî dihele ê dirize. Yan jî li ber xwe dide, dixwaze wesfê xwe yê exlaqî-polîtîk qezenc bike. Parastina cewherî navê vê pêvajoyê ye. Civaka ku di xwe de israr dike, dagirkerî û her cûre girêdanbûnên yek alî red dike encax dikare bi derfet û saziyên parastina cewherî re helwestên xwe pêş bixe. Parastina cewherî tenê li dijî talûkeyên derve çênabe. Di nav avahiyên hûndirîn ên civakê de jî dibe ku nakokî û gengeşî çêbibin. Jixwe di roja me de ne tenê derveyî civakê di hûndirê civakê de jî rastiya deshilatdar heye. Divê civak di nav hemû şaneyên xwe de komên parastina cewherî ava bike û ev jiyanî ye. Civakên bê parastina cewherî civakên ku ji hela sermayedar û desthilatdaran ve teslîm hatine girtin û hatine dagirkirin in. Di dîrok de jî ji klanan heta kabîle û eşîran, ji qewim û netewan heta cemaatên olî, ji gundan heta bajaran her tim pirsgirêka parastina cewherî ya yekeyên civakê çêbûne.”
Netewe dewlet bixwe li dijî parastina cewherî êrîşekî mezin e
Feraseta zilamsalarî ya ku bi şaristaniya çînayetî destpêkiriye û heta roja me ya îro jî berdewam dike bi pergalên xwe yên dewlet ên milîtarîst dinyayê aniye asta ku êdî naye jiyankirin. Şerên dagirkerî yên bi hezaran sal in hene, ji aliyê nemrût, fîravûn, kral û nûnerên wan ên roja me îro ve berdewam dike. Ev êrîşên desthilatî bi jinê re dest pê kir, bi xwezayê re berdewam kir û niha jî belavî hemû şaneyên civakê bûne. Di roja me de îfadeya wê pergala netewe dewlet e. Em nikarin li vir behsa mekanîzmeya parastina cewherî bikin. Berevajî pêkhateyeke ku êrîşî mekanîzmeya parastina cewherî dike û ji bo wê bêbandor bike di serî de şer her cûre rêbazên tundiyê bikar tîne heye. Li gel şerên ax, av û petrolê li dijî şert û hebûna mirov êrîş berdewam dikin. Desthilatî hewil dide heta şaneyên mirovan bixe bin kontrolê. Têgehên Foucoult (Fuko) yên bîo-desthilatdar, bîo-siyaset jî behsa vê yekê dike. Desthilatdar êdî yek yek ferdan dixe bin serdestiya xwe û hest û fikrên wan kontrol dike. Hemû amûrên pêwendî yên di serdema zanistî de pêş dikevin herî zêde xizmeta vê armancê dikin, civakbûna mirov a ku mekanîzmeya herî xwezayî ya parastina cewherî ye jî tehrîp dike. Mirov hebûnekî civakî ye û êrîş li hemberî vî aliyê wî tê kirin, mirov tenê tê hiştin. Hemû hest û fikrê mirov di bin gefa hegemonyayeke îdeolojîk a ku li ser yekperestiya ferd hatiye avakirin de ye. Çandek tê avakirin ku mirov bê ku çavê hev mêze bikin, bê ku destê xwe bidin hev, bê ku hîs bikin di dinyayeke mecazî de jiyan bikin.
Polîtîkayeke parastina cewherî ya netewe dewletê nîne. Berevajî, êrîşeke mezin li dijî parastina cewherî ye. Wekî me di mînaka Mar de jî da diyarkirin, desthilatiya ku bi jin û xwezayê re daye destpêkirin xwezaya civakê xirab dike û bi vî şeklî berdewam dike. Pergaleke ku li dijî hebûna mirov û pergala wî ya xweparastinê ye. Xweparastina mirov a herî bingehîn civakbûn e û pergal vê yekê tehrîp dike. Mirovê ku civakbûna wî mekanîzmaya herî mezin a xweparastinê ye niha wekî ku ji zincîrên xwe xilas bûye ji vê yekê direve û bi tena serê xwe riya ku hemû xerîzeyên xwe tatmîn bike digere. Ev derbeyeke li dijî jiyana xwezayî ya mirov e jî. Ajoyên wekî xwe têrkirin, ûreme û xweparastin jî ber bi xizmeta pergalê ve tê şandin. Nexweşiyên wekî obezîte, AİDS ên ku gefên herî mezin ên cîhanê ne û li gelek dewletan mafên polîsan ên kûştinê vêya nîşan dide. Her wiha Corona wekî derbeya herî mezin a ku li dijî civakbûna mirov e niha di rojeva me de ye. Corona navê polîtîkaya ku têkiliyên civakî felc dike û civakbûnê wekî gefa herî mezin dibîne ye. Polîtîkaya ku mirovan ji xweza û civakê qût bike ye. Ji bo hirsa bêsînor a hêzên sermayedaran xizmet dike. Derbeya herî mezin a li dijî têkiliyên civakî ye. Tundiya li dijî jinê bi vê polîtîkayê re tê meşandin ê ev bi zanabûn e. Di pêşengtiya jin û gelên bindest de di cîhanê de rêbazên xwe parastinê tên pêşxistin û ev tiştên heyî van rêbazan jî manîpûle dike.
Li her cihekî cîhanê şerên av, ax, petrol û dagirkeriyê tê meşandin û ev jî îfadeya din a vê rastiyê ye. Pergala navendî-hegemonîk a ku armanca wî çavkaniyên ‘kar’ zêdekirin e; li dijî parastina cewherî ya xweza û mirovan ango civakbûna wan êrîşên milîtarîst dike. Milîtarîzm jî nêzîkatiyeke ku girêdayî desthilatdar e. Ev çandî jî, civakî jî, leşkerî jî bê meşandin wateyan wan eynî ye. Her nêzîkatiya netewe dewlet ji milîtarîzmê re xizmet dike, ji bo di milîtarîzmê de hest û raman û di fizîk de mirovan dîl bigre hemû rêbazan dişûxilîne, êrîşî çavkaniyên xwezayî yên jiyana mirovan dike.
Xwezabûna exlaqî û polîtîk a civakê tehrîp dike, dike ku mirov xerizeyên xwe bike navenda jiyana xwe û bi wan re polîtîkayên bêsînor ên serdestî û tundiyê ava dike. Exlaq kevirê herî bingehîn ê civakê ye û ev bi zagonên dewletan re ji holê tên rakirin. Wekî Rêber APO jî dibêje, “Exlaq wekî çîmentoya civakê ye. Ti civakeke ku exlaqa wê nîn be nîne. Exlaq rêgeza yekemîn a rêxistinbûna civaka mirov e. Erka wê ya esasî ew e ku zekaya analîtîk û ya hest ji bo başiya civakê çawa sererast bike, bixe rêgez û helwest. Di nav civakê de bi awayekî wekhev tev digere lê rol û mafûn cûdabûnan jî ber çavan digre. Di destpêkê de wîcdana kolektîf a civakê temsîl dike. Sazîbûna hiyerarşî û siyasî wekî dewletê derbeya ewil a li dijî civaka exlaqî ye.”
Encam
Li ser vê bingehê parastina cewherî ku şertê bingehîn a hebûnê ye, di jiyana mirov de bi civakbûnê re wateya xwe dibîne. Rêgeza bingehîn a civakbûnê exlaq e. Civak, jin, kesên ku xwedî parastina cewherî ne heman demî civakên exlaqî-polîtîk in. Ev civak hemû taybetmendiyên zindîbûnê di nav xwe de dihewînin.
Girêdayî vê, derdikeve holê ku lazim e parastina cewherî di hemû rehendên jiyanê de werin pêşxistin. Bi zanabûna ku her gotinekî me, her tevgereke me xizmeta bîrdoziyekî dike; xwe her timî perwerde kirin, mêzekirina xwe li gorî bîrdoziya me ya demokratîk-sosyalîst û rizgariya jin sererast kirin, her timî di nav xwe de têkoşîn meşandin û bandora pergala kapîtalîst ji holê rakirin parastina cewherî bixwe ye. Rolên jin û zilamê heyî nîşanî me dike ku xwezaya mirov çiqasî hatiye tehrîpkirin. Derveyî rolên civaka zayendperest ên heyî derketin aliyê herî bingehîn ê parastina cewherî ye. Ji bo vê yekê, li ser rêgezên bingehîn ên paradîgmaya me ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê xwe kûrkirin û her tim bi xwe re têkoşînkirin girîng e. Ji ber ku parastina cewherî beriya her tiştî mêzekirina xwe ya îdeolojîk bi awayekî xurt avakirin e. Dema me vê yekê serxist, emê bibin milîtanên ku wekî civakî, leşkerî, siyasî, aborî, çandî, zanistî, felsefîk di her qadê jiyanê de çi dixwaze dizane, bersiva pirsa çawa bijîn digere. Di vê wateyê de parastina cewherî ji bo civakên hatine dagirkirin û jiyana wan di bin gefê de ye wekî sonda jiyanê ye.
Zîlan Konya