Di hundirê van dû rojên dawî gelek xebatên girîng ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo hatine pêkanîn. Em dixwazin hinek wan xebatên hatine kirin li vir jî parve bikin.
Beriya her tiştî dûh hevdîtinek din ya dîrokî û girîng li girava Îmrali pêkhat. Heyeta Îmraliyê ji Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan pêkhat. Îro li ser encamê hevdîtina bi Rêber Apo re ku 4 siet dewam kiriye daxwuyaniyek tê dayîn û emê jî li ser malpera xwe cîh bidin.
Ji bilî vê pêşketinê heman demî bi nêzbûna salvegera komploya navdewletî ya 15 Sibatê li hember Rêber Apo û li ser bingeha pêngavên bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurd gelek kar û xebat birêve diçin. Çend heb xebatên girîng yên dûh pêkatin jî wiha dikare were birêzkirin;
Ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan hate kirin
Duh serlêdanek din ya ji bo dîtina Rêber Apo pêkhat. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin Rêber Apo bibînin serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan. Parêzerên Rêber Apo Cengîz Yureklî, Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî û Sûzan Akîpa serlêdan kirin û heman demî xwestin muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî bibînin. Lê heya niha ti bersiv ji wan re nehatiye dayîn.
Çalakiya Meşa Dirêj berdewam dike
Beriya dû rojan li Fransa meşa dirêj ya ji aliyê Kurdistanî û dostên xwe ve destpêkiribû. Îro meş di roja xwe ya sêyem de ye. Dûh meşvanan li ser rêya xwe bi hin kesên cuda re hevdîtin pêk anîn û têkildarî tecrîda Îmraliyê û sûcên şer ên dewleta Tirk dosya pêşkêş kirin. Meşa Dirêj a ku di çarçoveya ‘Pêngava Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ li bajarê Lorient ê Fransayê hatî destpêkirin, dûh li bajarê Vannes ê berdewam kir. Meşa dirêj îro li bajarê Fransa Nantesê yê berdewam bike. Ev meşên li Fransa yê her roj heya 15’ê Sibatê bi awayek perîyodîk bê domandin.
Çeteleya meşa dirêj ji bo Elmanya jî hate eşkere kirin. Tê payîn çalakiya ‘Meşa Dirêj’ a îsal li Elmanya di navbera 9-14’ê Sibatê de ji bajarê Heilbronn ê Elmanyayê destpê bike û heta bajarê Freiburgê bidome. Çalakî wê 15’ê Sibatê bi Meşa Mezin a li bajarê Strasbourg ê Fransayê dewam bike. Amadekariyên dawî ji bo meşa dirêj li wir jî têne temam kirin û bangawaziyên beşdarbûnê têne kirin.
Tê payîn ku li Elmanya jî beşdarbûna dostên Kurdan û dildarên Rêber Apo gelek xûrt pêk bê. Tê payin ku ji Fransa, Elmanya, Swîsre, Awûstûrya, Îngilistan û welatên din ên Ewropayê bi sedan ciwan tevlî meşan bibin.
Li Iraqê ‘Înîsiyatîfa Azadî ji Ocalan re’ hate avakirin
Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo ji rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên Iraqî gavekî girîng hate avêtin û ‘Înîsiyatîfa Azadî ji Ocalan re’ hate ragihandin. Beşek ji rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên Iraqê bi boneya avakirina însîyatîfê daxwuyaniyek parvekirin. Berfirehiya daxwuyaniyê wiha ye;
“Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo azadî û xwişk û biratiya gelên li Rojhilata Navîn têkoşîn dike. Her wiha ji bo mafên jinan têkoşîn dike. Me jî ji bo azadiya Rêber Ocalan pêngavek ragihandiye. Bi rêya çalakiyên çandî û fikrî ji bo pênasekirin û belavkirina fikrê Ocalan xebat didin meşandin û daxwaza azadiya fîzîkî ya wî dikin. Ocalan ji bo doza rewa ya gelê xwe bedelên mezin da û ji bo mirovahiyê ku doza azadî û rizgariya ji lepên neheqî û zilmê ye gelek qurbanî da. Lê prensîbên xwe û pêşengiya Tevgera Azadiyê nekiriye qurban, her tim ji bo serkeftinê têdikoşe.
26 salin di zindaneke nemirovane de tê ragirtin. Demeke dirêj ji cihanê, gelê xwe û gelên Rojhilata Navîn dûr ketiye û zêdetirî 30 salin ji bo azadiyê têdikoşe. Fikrên Abdullah Ocalan bi têkoşîna alîgir û kadroyên wî yên di nava gelê xwe û gelên azad ên cîhanê de, êdî li qada herêmî û navneteweyî deng vedaye û rêgirî li dagirkeran dike. Heta yên ku ew girtin jî niha bi wî re danûstandinan dikin. Ango çima em yên ku daxwaza azadiyê dikin, parastina wî nekin. Abdullah Ocalan di wateya neteweperestiya şovenîst a kevneperest de ne neteweperwerekî kevneperest û ne jî tundrewekî olî bû, ew çepgirekî adil bû.
Em komek rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên ku parastina azadî û wekheviya civakê dikin, ‘Însiyatîfa Iraqê ya ji bo Azadiya Ocalan’ radigîhin ku wê ji bo nasandin û belavkirina fikrê Ocalan xebat bimeşîne.
Dem dema wê ye ku hemû cîhan bi vî ramanwerê xwedî wijdan, serokê siyasî û girtiyê ku ji azadiyê hez dike û ji bo wê têkoşîn dike, weke mafekî pîroz ê hemû gelan, di hemû civakan de bi azadî û demokrasiya xwe bawer bû, bibin yek. Bawerî bi azadî û demokrasiya hemû civakan heye. Dem hatiye ku ev ramanwerê mezin û gelê wî bi azadî bijîn.”
Li Mexmurê koma 109’emîn dewir girt
Dûh li wargeha Mexmurê jî guhartina koma nû ya ji bo çalakiya nobetê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêkhat.
Weke tê zanîn zêdetirî salek e bi biryardariyek xurt Çalakiya Nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) berdewam dike. Dûh di roja xwe ya 553’emîn de koma 109’emîn çalakiyê dewir girt. Çalakvanan carek din biryardariya çalakiyê û armanca serxistina azadiya fizîkî ya Rêber Apo anîn ser ziman.
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ dawî bû.
Çavkanî; ANF