Dûh heyeta Îmrali, îro jî parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin. Hate hînbûn ku îro parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî, Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî û Sûzan Akîpa ji bo karibin Rêber Apo bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dane.
Parêzeran her wiha ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirine lê heya niha bê bersiv hatiye hiştin.
Daxwaza hevdîtinê ya parêzeran û malbatan bi rêk û pêk û kêfî ev demek pir dirêje tê astengkirin û piraniya serlêdanan bê bersiv têne hiştin û derbas kirin.
Di vê navberê de dûh jî heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtinê bi Rêber Apo re pêk bînin serlêdanek din kir. Heyetê serî li Wezareta Edaletê da. Hem di nav heyeta ku biçe Îmralî yê kî cih bigre ne hate ragihandin, hem jî yê serlêdanê re erênî bersiv bê dayîn yan na jî ne diyar e.
Di nava heyeta destpêkê de ku 28’ê Kanûna par çûbû Îmraliyê de parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan hebûn. Piştî hevdîtinê, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk tevlî heyetê bû. Em divê bibîrbixin ku Ahmet Turk jî di encama darbeya wan ya qeyûman ji karê wî hatibû xistin û li şûna wî kesekî wan hilbijartî hatibû bicîh kirin. Ew darbeya wan ya vîna gel nenas kirinê heya îro jî hêrs û nerazîbûna gel zêdetir dike.
Heyeta Îmrali piştî hevdîtina bi Rêber Apo re roja 28’ê Kanûnê pêkhatî û vir ve bi serokên partiyên siyasî yên li Meclîsê, siyasetmedarên girtî, pêkhateyên DEM Partiyê û derdorên cuda re hevdîtin kir. Encamê van hevdîtinan û nêzîkatiya rayedarên dewletê ji mijarê re têne zanîn û şopandin. Ruxmê dewleta Tirk bi xwe vê rojevê vekir û li deriyê Îmrali xist jî hêjan gavên pêwîst yên nîyeta baş neavêtiye. Hem tecrîda li ser Rêber Apo didome, hem jî êrîş, girtin, kuştin, bombardiman jî di nav de pêkanînên siyaseta înkar û îmhaya Kurd îfade dike asta herî jor de li ser gelê me pêktîne.
Ber bi 15 Sibatê ve
Di vê navberê de em ber bi salvegera komploya navdewletî ya li hemberî Rêber Apo ve diçin. Ji niha ve li ser bingeha protesto kirina komployê û bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo li gelek bajaran çalakiyên protestoyî pêktên. Meşa destpêkê îro li Fransa pêktê. Tê payîn ku heya 15’ê Sibatê li Fransa li 26 bajaran çalakî li dijî komploya 15’ê Sibatê werin lidarxistin.
Hate ragihandin ku wê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de meş werin lidarxistin. Meş wê îro ango 21’ê Çileyê li Fransayê dest pêbikin û di 15’ê Sibatê li bajarê Strasbourgê bi dawî bibin. Meşa Dirêj wê weke temsîlkirina 26 salên rehîngirtina Rêber Apo li 26 bajaran, 26 rojan û bi 26 beşdarvanan were lidarxistin.
Ji aliyê Komîteya Fransayê ya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ev daxuyanî hate dayîn:
“Pêngava Azadiyê ya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ di sala xwe 2’yemîn de gihîşt merheleyeke diyar. Destpêkirina Pêngava Azadiyê di sala 2024’an de bi temsîlkirina rehîngirtina Rêbertiya me ya 25 salan, me li Fransayê bi 25 beşdarvanan, li 25 qadên cuda û meşeke 25 rojan li dar xist. Bi lidarxistina meşan di serî de gelê me saziyên me, bi armanca mezinkirina pêngavê û bidestxistina encamê îradeyek nîşan da. Qonaxa îro, qonaxa encamstandinê ye. Girêdayî vê yekê em ê îsal jî li Fransayê weke temsîlkirina 26 salên rehîngirtina Rêber Apo li 26 bajaran, 26 rojan û bi 26 beşdarvanan bi şîara ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ di navbera 21’ê Çileyê û 15’ê Sibatê de meşên dirêj li dar bixin.
Em ê di pêvajoya meşan de bi gelan re hevdîtinan pêk bînin û li gel dostên xwe pêngavê bigihînin asteke jortir.
Rêber Apo di sala 1999’an de bi Komployeke Navneteweyî ji dewleta Tirk a faşîste re hate teslîmkirin. Rêber Apo çavkaniya felsefeya YPJ, YPG û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ye ku hovitiya DAÎŞ’ê ya bi serê cîhanê bûbû bela têk birin. Em ê bi çalakiyên xwe pergala êşkence-qirkirinê ya Îmraliyê eşkere bikin û bi paradîgmaya civaka demokratîk, okolojîk û azadiya jinan esas digire ya Rêber Apo, em ê ji dostên xwe re heqîqeta Rêbertiya xwe ya di serî de Kurdistan û gelên Rojhilata Navîn û ji hemû gelên bindest re bûye hêviya jiyana azad vebêjin. Bi çalakiyên xwe yên weke seredanên ji bo sazî û malbatan, civînên gel û hwd. em ê bi gelê xwe û gelan re hevdîtinan pêk bînin. Meşa me wê 15’ê Çileyê li Strasbourgê bi lidarxistina mîtîng û meşeke mezin bi dawî bibe.
Pêvajoya dîrokî ya ku em têde ne, di serî de esareta Rêbertiya me û êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava pêvajoya dagirkirin û ilheqkirina hemû Kurdistanê ye. Li hemberî ferzkirinên qirkirinê yên 100 salan beriya niha, em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku xwedî li meşa me derkevin û di Sibata 2025’an de li Strasbourgê beşdarî Meşa Dirêj bibin.”
Çavkanî; ANF