Leyla Lorîn
Li berbaga welatê min, roj hiltê û ava dibe. Welatê rojê nava kirasekê bi gulên kesk û sor û zer hatiye xemilandin, bedewbûna xwe daya bajarê picûk ê ku bi darên hinar, sêv, hêjîr, tirî û gelek darên din tê nasîn. Xelîfan girêdayî qezaya Diyanayê ye. Xelîfan bajarokekî çawa ye, çima jêre dibêjin xelîfan? Li gor xelkê wê dere Xelîfeyên berê ji bo xwe digotin em derwêşên Îslamê ne, olê Îslamê belav dikin. Bi vî navî, navê şêxekî xelîfeyan lê hatiye kirin.
Gelek tişt ser gotin, lê piranî xelkê vî bajêrî li ser vê nêrînê hevpar in. Xelîfan bajarokekî piçûk e. Nûfûsa wê li gor gel pênc hazar, zêde zêde bila heft hezar be. Piranî mirovên xwedî eşîr li vê derê niştecih in. Li vî bajarî her mirovek bi eşîra xwe tê nasîn. Eşiretên wek Sûrçî û Xwuşnav, her wiha girêdayî van eşiretan babikên piçûk hene. Desthilatiya li vî bajarî piranî di destê van eşîret û PDK’ê de ye. PDK bi rêya van eşîreyan li vê herêmê bûye xwedî deshilatiyeke bibandor.
Li vî bajêrî û derdora wê jin bi bedewî û xweşikiya xwe têne naskirin. Di stran û destanên wan de bi behsa wê û evîna wê tekirin. Lê ev jina xweşik di nava çar dîwarên ji têlan hatiye hunandin de ye. Li jêr sînorên eşîreyan de li vî bajarî zimanê jinê hatiye girêdan. Jin li vî bajarî kêm dixwînin û bi temenekî piçûk wan didin zewicandin. Tên berdêlkirin. Ji %40 jinên vî bajêrî hîna jî têne sinetkirin. Di bin navê namûsê de têne kuştin u têcawizkirin. Polîgam û pirhevserî li vî bajarî gotin di cih de be mode ye. Zilamê yek hevsera wî hebe xwe kêm dibîne. Axayê eşîretê û pêşmergeyên xwedî rûtbeyên bilind bin piranî bi çar jinan re dizewicin û vê jî mubah dibînin. Ger nezewice şerm tê ditin. Ji bo wî ev zagona şerîetê û eslê kevneşopiya eşîretê ye. Jixwe li gor zagona hukûmeta herêmî ku xwe dispêre şerîetê polîgamî serbest e.
Jinên vî bajêrî xwe kêm dibînin, pir kêm dikenin û zehf kêm dikarin rengê xwe di jiyanê de biteyisînin. Li vî bajarî tenê yek reng heye, rengê zilam. Ew bi hêz û wek malxwêyê malê tê dîtin. Gotina yek û ya herî dawî ew e ku biryar dide. Jin nikare bi tenê bigere û bi vîna xwe biryara xwe bistîne. Di hemû qadên jiyanê de zilam hêza xwe serwer dike. Jixwe jinên ku bi fermandarên paye-bilind re zewicîne, ji bo wan derketina derve, heta kolanê jî nayê pejirandin. Wek şerm û bê namûsî tê dîtin. Tiştê ku pir êş dide mirov, ew jinên ciwan ku mirov dikare li ser pakî û bedewiya wan îlhama bi sedan stran û romanan bigre, li jêr pergala zilamê xasok û deshilat, tê bêvînkirin û bêzimankirin. Ev hemû nebes e li ser wan careke din dizewicin. Dîsa li vî bajêrî kuştinên bi navê namûsê, zewacên bi darê zorê, her wiha zewacên di temeneke piçûk de berdewam in. Xweşewitandina jinan li vî bajêrî pir zêde diqewime.
Di vê nivîsa xwe de ez dixwazim di nav çarenûsa ku ji bo jinên vî bajêrî hatiye diyarkirin jin hatiye bêzimankirin serpêhatiya jina bi navê Şino ku jiyana wê jî çirûskek ji vî agiriye, bi kurtî bînim ziman.
Jina ciwan a bi navê Şino li vî bajarî çavên xwe li cîhanê vekir. Jiyana wê bi tevahî bi êş û azarên giran hate barkirin. Mirina wê jî zehf jandar bû. Ew bû qurbaniya çanda zilamê serdest. Şino çima agir berda canê xwe, yan jî çima agir berdan bedena wê û ew kuştin di bin navê namûsê? Ew ji çi aciz bû? wê çi qebûl nedirkir? Weku tê zanîn li vî welatî, bi taybet jî li vî bajarî, xelk her roj bi xebera kuştin an jî xwekuştina jinekê çavên xwe li sibe rojê vedikin. Wê siharê jî jina ciwan di bin navê namusê de hate tinekirin. Wê, şev bi cilên herî xweşik xwe xemilandibû. Çavên xwe kildabû, keziyên xwe bi şehê jinên ku beriya wê di bin navê namusê hatibûn kuştin an jî wendakirina, lib bi lib şeh kiribû. Wê dizanî çarenûsa wê ji hêla zilam hatibû nivîsandin, çîrûka bi ser dayîk û jinên bajarê wê ve hatiye baş fêm kiribû.
Şino jinek wisa bû ku zilm, şîdet û zordarî, zext û dijûnên hevserê xwe qebûl nedikir. Beriya wê rojê min ew dît, ji min re got “Tu PKK’yiyî, xweziya şansê min jî hebûya, ez nezewicîbûma û zarokê min nebûya, min jî weke we li çiyayên Kurdistan hesaba kesên ku zilmê dikin bixwesta.” Ez ji xwe mam sekinî û min jê pirsî tu me nas dikî? “Ez heroj ji televîzyonê we dişopînim. Lê li welatê me û li vî bajarî pir şerm û guneh e ku jin biçin li pal zilam şer bikin. Eşîreta me destûr nade. Yê ku bilî vê destûrê derbikeve wê bê reşkirin û bi taybet ev destûr ji bo jinên vî bajarî derbasdar e. Jinên welatê me pir êş û jan dikêşin ji destê mêran. Jin li gel me ji bo xizmeta zilam, ji bo dayîkbûnê û ji bo zayînê ye, ji bo ajoyên zilam têr bike ye. Çarenûsa wê wiha hatiye diyarkirin.”
Şino wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ez bûka çar salî me û du zarokên min hene. Çar mehin ez hamîle me. Hevserê min ji bo keyfa xwe bi jineke din zewiciye. Ev zilm nebes e, her roj ew û malbata wî li ber çavên zarokan li min dixin. Li min didin û bedena min reşûşîn dikin. Rûmeta min binpê dikin. Dema ez aciz dibim û diçim mala babê xwe, ji min re dibêjin mala xalê te ye, kurê xalê te ye. Tu mecbûrî vê çarenûsa li ser eniya te hatiye nivîsandin qebul bikî. An jî dibêjin ger tu neçî bi navê namusê tu yê bê gunehbarkirin. Ez îro ji mala hevserê xwe bi lêdan û şer ture bûme û hatime mala bavê xwe. Lê mixabin hatina min şerm û guneh tê mêzekirin. Ez têm tewanbarkirin. Zarokê min jî nedane min, ez ê niha çibikim?”
Ev peyv û gotin di navbera nîv saetan de hatin ziman û wê berê xwe da şeveke tarî. Saniye û deqîqe diherikîn, ew nêzîk pêtên agir dibû. Cara duyê bû ku li ber deriyê mala dayîka Helîme ku dosta me bû û em carna diçun mala wê, min jina ciwan Şino Xan didît. Wê û dayîka Helîme gelek ji hev hezdikir. Helîma cîrana mala bavê wê bû û dihat êşên xwe yê giran li gel dayîka Helime parve dikir. Kêmekê jî wê bi keserên dil û rondikan xwe rehet dikir. Ji ber nekarî zêde li wir bimîne, min tene karî jê re bibim guhdarvan û êşên wê kêmek be jî parve bikim. Min jê re got sibe were mala dayîka Helîme em hev bibinin wê baştir be û tu dikarî bi berfirhehî behsa xwe bikî. Em dikarin ji te re bibin alîkar. Min êdî hew careke din ew sax dît. Tişta ku min dît, nekarî lê bawer bikim. Ez di nav tevizîn û şoke de bûm. Li ber derî û diwarê mala dayîka Helîme, tenê guştê pijyayî li destê cîranan de dihate dîtin. Ew ber bi mala dayîka Helîme ve dihatin û qêrîn û nalîn û lorîna jinan heman stran û çîroka jehrîn dubare dikirin. Dayîka Helîme bi dengê bilind di vê siberoja ku ewran xwe komkiribû û dixwest li ser bajarê Xelîfanê de bibare, bi qêrîn û nalîna xwe bajêr li xwe kom kiribû. Weke te digot hemû perdeyên eyb û şermê ku li dor jinê pêçandibûn, yekcar çiriyabû û derewa zilamê xasûk dihate eşkerekirin. Zilma ku li piş perdê dihate nixumandin, rûyê wê li ser dikê hatibû dîtin. Qêrînên dayîka Şino heta ber erşa esmana digihîşt û her der dida ber xwe. Li xwe dixist û diqîra ji bo jina ciwan ku nû bibû 22 salî. Dayîkê çiqas li xwe dida û dinaliya, lê dilê zilamê zalim qet nerm nedibû. Heta destûr nedida ku dayîk cenazeya keça xwe bibine, biçe ser û xatira dawî jê bixwaze. Malbat û mezinê eşîrê her tişt qedexe kiribû. Yê/ya ku ber bi cenaze ve biçe dê were gunehbarkirin. Bi şêwazeke bêdeng babê Şino cenazeyê keça xwe teslîmê cîranan kiribû ji bo ku bê şuştin û veşartin.
Wê kêliyê çavê min kete babê wê, min sedema vê mirinê jê pirsî, bi xwînsarî got “Wê ev heq kiribû, ji ber li dijî qanûnên eşîr û malbatê ziman dirêj dikir. Her jina ku li malbata me de ziman û destê xwe dirêj bike, heq dike wiha bimire. Ev ne destpêk e ne jî dawî ye.” Bê ku haya wî ji xwe hebe li xwe mukir hatibû babê Şino. Ev îtîrafa hemû rê û resma zilamê ku bi destê xwe mirinê bi dizî û veşartî pêk tîne bû. Eşkere bibû û tiştek ku were veşartin jî nemabû. Jina ciwan Şino li pey xwe pir xem hiştin. Zaroka wê ya çar mehî di zikê wê de mir û du zarokên wê jî sêwî man.
Dayîka Helîme jî di vê barê de digot ku bavê Şino dixwest wê bibe mala hevserê wê. Lê Şino ev qebûl nedikir. Dê wê şevê Şino bibiribûya, lê wê qewlê xwe ji bo siharê da. Li ser vê meseleyê hinek şerê wan çêdibe û bavê wê lê dide. Piştî vê acizbûnê Şino beriya bibe sibeh, bidona gazê û ava germ bi ser xwe de kir û xwe şewitand.
Lê belê li gor hin kesên din bavê Şino ava kelî li gel hinek benzin pêde dike, bi desten xwe wê dişewitîne. Ji ber vê jî şîna wê nagirin. Taziya wê nadanên. Li ser mirina wisa sergirtî asayîşa Hewlêr û Diyana hat, lê bele mijar zelal nekirin. Di vir de jî bandora bavê Şino jî nayê piştçavkirin. Ew pêşmergeyeke kevn bû û baş dihate nasîn. Lewma jî hêzên rêveberiyê di derbarê jiyana têkçuyî ya jina Kurd Şino tiştek nekirin.
Ew jina xweşik û dilbiêş di malbateke wiha bi bandor ku di eşîretê de jî navdar bû mezin bû. Di vê malê de pergala deshilatî û mentiqa paşverû ya feodal pir hakim e. Şino di gundê Sûrûşmeya girêdayî bajarê Xelîfanê di sala 1991’an hatibû cîhanê. Di 18 saliya xwe de wê dikin pêveguhêrka (berdel) mamê xwe. Dibe bûka xalê xwe. Dema bûka du salan e, kurê xalê wê (hevserê wê) serhewiyekê tîne. Şino li gel zewaca xwe ya di temenê piçûk de bi gelek zorî û zehmetiyan re rûbirû dimîne. Lê ev jiyana tal di bin navê qeder û çarenûsa ku li ser eniya wê hatibe nivîsandin li ser wê ferz dikin. Jê re tê gotin heta tu bijî, tu mecbûrî vê jiyanê qebul bikî. Ji ber dayîka te û hemû jinên vî welatî wiha dijîn.
Wek tevgera azadiya jinên Kurdistanê em êş û elemen hemû jinên ku li jêr desthilatdariya pergala yek reng a zilamsalar de dijîn, baş hîs dikin. Bi taybet jî ew jinên ku di bin navê namûs û heysiyetê têne kuştin, an jî neçarî xwekuştinê têne kirin, ticar jibîr nakin. Em ê li çiyayên azad û di têkoşîna xwe de tola wan bistînin, em ê di her qada jiyanê de çîroka wan, bi banga azadiya jinê li ser pelên dîrokeke nû binivîsin.