Girêdayî beşa me ya vê carê ji bo jiyanîkirina Bîrdoziya Rizgariya Jinê, Rêbertî wiha dibêje; “Ji bo ev yek pêkwere û ji bo parvekirina jiyaneke xwe dispêre azadiyê, rêxistinbûn pêwîst e. Ev jî hêmana sêyemîn e. Mirovekî ne rêxistî hîç e. Rêxistinbûna destpêkê bi jinê dest pê kiriye. Hêza ku herî zêde divê rêxistinbûnê esas bigre jin e. Dibe ku zilam bêrêxistin be. Yan jî jixwe rêxistina zilam gelek e. Divê jin rêxistina xwe ya taybet pêşbixe ango bi giştîkirina YAJK ê re pêwîstiya xwe heye. Divê saziyên xwe yên hişyariyê li hemû qadan belav bike. Divê jin bi rêxistinbe. Divê hun vê carekê ji guhê xwe re bikin guhar.”
Raste jiyana azad, xwestek û armanca her hebûna xwezayî ye. Mirov çiqes li jiyaneke azad bihizire û vê bixazibe jî lê belê tenê ev têrê nake. Pêwîste mirov ya dixwaze rêxistin jî bike. Ev raste, lê rêxistin çiye? Bi zimanê kurdî ji xwe wateya xwe gelekî zelal e; xistina rê, rêk-kirin. Mirov pir bi hesanî dikare ji peyvê bi xwe jî wateya wê fêmbike.
Ev rêxistina xwedî wateyeke weke navê xwe, ji bo jiyaneke asayî bi xwe jî pêwîste. Heta ti mala xwe rêk-nekî ti nikarî bijî, heta tu xwe rêkûpêk nekî mafê te yê axaftinê jî tine ye. Tişteke ne di rê debe, derveyî rê ye, li wir xirabûnek heye. Lewma divê mirov bizanibe “çi – çawa” bike. Ev jî karê fikir û zanînê ye. Tê “çawa” rêxistin bikî, rêya vê ya herî baş û guncaw çiye, encax em bixwe dikarin vê diyar bikin. Her tişteke divê bê kirin jî mîsoger rêyeke xwe heye. Esas bersiva “çawa” jî cardin rêxistin bixwe ye. Tê her tiştî bi rêk-xistinê bixî rê.
Rêxistin wateya hebûna me ye. Hêz û cewhera mirov derdixîne holê. Yeka ne rêxistinkirî be, qet bandora xwe nîne. Belav e, ji her cure bandorê re vekiriye, heta dikare xeter be. Nikare xwedî li keda xwe jî derbikeve. Lê ya rêxistinî be, xwediyê xwe ye, meşa xwe dizane û heta dikare hêz bide herikandina giştî ya jiyanê jî.
Her pergal xwedî rêxistinên xwe ye. Bi hebûna sazî û rêxistinan pergal ava dibe. Pergala bîrdoziya desthilatiyê, li ser serdestiya zilamtî û bindestiya jinê xwe rêxistin dike. Di pergala heyî de her aliyê me bi rêxistinên zilamtiya desthilatdar hatiye pêçan. Rêxistinên dijberî hebûna jinê, li her derê jiyanê ne. Dewlet bixwe jî rêxistina aqlê zilamtiya desthilatdar a herî jore. Artêşa wî ya aqlê zilamtiyê ye. Zanist, hûner, aborî… tev ya wan e û li ser înkara heqîqeta jinê 24 seet kar dikin. Di nava van rêxistinên xwe de yan qet cîh nedin jinan an jî dema dan li gorî berjewendiyên xwe vê di rêjeyeke diyar de pejirandin. Heta malbat û malên me yê jinan bi xwe jî ji jinan hatiye girtin û bûne yên zilaman. Bi bîrdoziya desthilatiyê, jin ne xwediyê rêxistina cihên jiyanêne ne jî.
Li beranberî rêxistinên bê hejmar ên bi aqlê zilamtiyê, rêjeya rêxistina jinan bi qasî tine, hatibûn kêmkirin. Rêxistinvana şoreşa çandinî û gund, bi êrîşên şaristaniya dewletî deng û rengê wê hatibû birîn. Li dijî pergala dewlet û desthilatdariya zilam, ji bo pergala jiyana azad û demokratîk, pêwîstî bi rêxistinbûnên jinan hebû. Ji bo şoreşa azadiyê bighêje kokên xwe yên şoreşa destpêkê ya jinê, pêwîstî bi hevsengiyeke hebûna rêxistinên xweser û taybet hebû. Lewma bi felsefe û bîrdoziya Rêbertî, di nava têkoşîna azadiyê de ev gav bi gav ji nû ve hatin avakirin. Rêbertî di nava PKK’ê de pêşiya vê vekir. Her saleke têkoşîna jinan a di nava PKK’ê de, van pêngavên rêxistina jinan jî berbi pêştir bir. Ev jî gav bi gav, ji rêxistina YJWK, YAJK û îro heta PAJK û KJK bi ked û xwîna jinê hatine avakirin. Ji rêxistina giştî ya jinan heta artêş û heta partî û pergalê ev tev hatin hûnandin.
Rêxistina te ya giştî jinan hebe jî pêwîste ev bibe nasnameyeke yek bi yek a tevahî jinan. Lewma divê em bi heman şêwazî weke kes xwe jî rêxistin bikin. Di vir de girîngiya jinên pêşeng derdikeve holê. Jinên pêşeng; ew jinên rêxistina jina azad di kesayeta xwe de şênber kirine, bixwe ne. Pêşeng ên herî rêxistinkirîne. Di bingehê vê heqîqetê de me rêxistinên giştî yên jinan yek bi yek bi jinên rêxistinkirî hûnandiye. Lewma bûne nasnameyeke hevpar a jinan.
Ji bo weke jin bi zanebûn û vîna xwe ya azad em hebin, teqane rêya vê rêxistinbûna me ya jinan e. Bi zanebûn û bîryardariya xwe emê rêxistina xwe diyar bikin. Bi rêxistinkirina xwe û cînsê xwe emê karibin hêza xwe ya cewherî tevlî jiyanê bikin, her wiha xwe û jiyanê biparêzin. Weke jin em gihaştine asta zanebûna rêxistinkirina xwe ya xweser û taybet. Li pêşiya me hîn jî erkên mezin ên rêxistinkirinê hene. Divê ti qadeke jiyanê bê rêxistin nemîne. Em bê rêxistin henase jî nekêşin.
Ji xwe rêxistin ne kareke demkî yê heta dema gihaştina azadiyê ye. Heta jiyan hebe wê rêxistinbûn jî hebe. Ne ku piştî gihaştina armanca xwe mirov dest ji rêxistibûnê berdide. Dibe ku rê û rêbazên rêxistinbûnê yan jî cureyên rêxistinan bêne guhertin, lê rêxistinbûn bixwe divê qet neyê guhertin. Pêwîste rêxistinbûn bixwe felsefeyeke me ya jiyanê be. Ev ji bo me rêgezeke jiyanê ye.
Jiyan Aras