Berfîn Nûrhaq
Kêliya darvekirinê…
Û hisên di dilê dayikên Kurd de…
Jiyankirinên wijdana gel de, dengê wijdana gel…
Gavên ku dimeşine darvekirinê…
Kêliya azadî û berxwedanê…
Ev kêlî kêliyeke ku dîroka azadî û berxwedanê ye.
Ev kêlî kêliyeke ku pêkhatina hebûna bi berxwedaniya Egîd, Fesîh û Ferzad an in…
Kêliya darvekirinê kêliya zafer xistina berxwedana hevalên Ferhad, Şîrîn, Alî û Hêmin in…
Gavên û berxwedaniya Hêmin ku dimeşiya darvekirinê di çavên me de zindî nin. Çalakiya Hêmin, wêneya berxwedanê ye. Îfadeya vê wêneyê, di şexsê heval Hêmin de heqîqeta gelê Kurd bilêv dike. Ev e heqîqeta wê: bi gotina “ji bo azadiya gelê xwe û însaniyetiyê heta deqeya dawî liber xwe didim û çalakiya ku berxwedanê zafer dike pêk tînim” û gotinên wî yên herî dawî li hemberî rejîm ziman û heqîqeta gel bûye.
Dema li ser bûyer û kêliya darvekirinê tê fikirîn însan li ser jiyan û mirinê lêhûrbûn dike. Jiyan û mirin, di jiyana însan de bûyerên sosyal ku normal in. Di jiyana însan de mirin xwezayî ye, bi vê re însan nizane dê li kûr û kengî bimire jî. Nezanîna vê jî rewşeke xwezayî ye. Ji ber vê baweriya Îslamiyetê bi gotina ” canê ku xwedê daye tenê dikare ew bigire” wisa îzah dike vê rewşa xwezayî û girêdayî kûralan dike. Lewma bi vê kûralê li hemberî rastiya kuştinê derdikeve. Ger tişteke nexwezayî hebe di jiyana însan de ew jî rastiya ‘kuştin e”. Kuştin ne bûyereke xwezayî ye. Di bûyera kuştinê de însan dizane dê kengî û li ku derê bimire. Di kêliya darvekirinê de însan dizane dê li kû derê û kengî bimire. Îşte ev ne rewşeke xwezayî ye di jiyana însan de. Ev kuştin, darvekirin, recmkirin û bi pêkhateyên wekhev nexwezayî re êrîşî jiyana civaka xwezaya însan û heqaretî jiyana azad tê kirin.
Ji bo têkiliyên di navbera jiyan û mirinê de Rêber APO dibêje, “mirin seyreke xwezayî a jiyanê ye. Ya ku jiyan mimkun dike ye.” Dema em ji vê binavkirinê derkevin rê em dê bibînin ku jiyan û mirin ne tiştên dij in, lê di rastiya kuştinê de ev derdikeve pêşiya me: jiyan û mirin tînin beramberî hev. Ji ber vê li hemberî rastiya kuştinê berxwedanî pêş dikeve. Milîtanên azadiyê, lêgerîna azadiyê û bi çalakiyan li hemberî rastiya kuştina dijmin “jiyaneke ku bêwate û teslîm bûye qet, lê ne mirin jî, her tim di rewşeke berxwedaniyê de û rastiyeke jiyana azad ku diherike dîrokê diafirîne.” Yanî feraseta jiyaneke azad. Di rewşa berxwedaniyekî de rastiyeke ku jiyana azad û xweser e ya ku di kêliya darvekirinê de tê jiyankirin. Dema Şîrîn, Hêmin, Ferzad diçûn darvekirinê bi vî awayî jiyanê binav kirine. Di rastiya însan de jiyanê binav kirin her tim armanceke û lêgerîna azadiyê ye.
Îşte rejîma Îranê li gorî berjewendiyên xwe nav li jiyan û mirinê dikin: rastiya mirin û jiyana bêwate. Bi vê navkirinê re, di civakbûyîna însan de seyr û rastiya mirin-jiyaneke normal, ya ku xwezayî ye re destûr nade. Di nav rastiya civaka ku rejîma Îranê afirandiye jiyan bin guhê hevdû ketiye. Ya ku di civakê de derketiye holê tirsa mirinê û rastiya wê ye. Di sikra xwe de însanan tirsa celladan jiyan dikin. Di rastiya civakê de piştî ku di vê astê de tirsa mirinê tê jiyan kirin, çiqasî dikarin ji jiyaneke azad û bi wate were bahskirin kî. Îşte ofkeya Ferhad, Egîd, Elî û Hêmînan, li hemberî ev tirsa ku tê xwestin ji rastiya civakê de were jiyankirin e.
Gotinên ku di kêliya darvekirinê de têne gotin ji yên ku bêdeng in û ji yên ku têne bêdengkirin re ye.
Wêneya berxwedaniya di kêliya darvekirinê de ji bo rastiya însan ku çavên wan hatine kor kirin re ye.
Îşte rejîma Îranê bi vê tirsa ku ji însanan re daye jiyankirin re şikandina vînê û teslîm girtinê armanc kiriye. Bi vê awayî xwestiye temenê îqtîdarbûna xwe dirêj bike. Di aliyê gel de bi taybet jî li hemberî gelê Kurd û her roja ku diçe li hemberî têkoşîna me ya azadiyê ku bi pêş dikeve, nirxên ku têkoşîna me afirandiye weke vahşî êrîş dike. Bi polîtîkayên pêkhateyên darvekirinê û qetilkirinê tirsa mirinê dide jiyankirin û armanca wî ewe ku vîna azad bişikîne. Rejîma Îranê li hemberî gelê Kurd polîtîkayên soykirimê bi vê cûreyî pêş dixe. Rejîm, bi pêkhateyên darvekirinê re û bi vî awayî tirsa ku dixwaze bide jiyankirin re tu ciwan û milîtanên Kurd nekariye dîl bigire. Berxwedaniya milîtanên azadiyê Egîd, Fesîh, Ferhadan berxwedanî û dîrîlîşa gel zêdetir bi hêz kiriye. Di şexsê milîtanên azadiyê de gelê Kurd ku li Kurdistana Rojhilat de jiyan dikin, ji rejîmê re “jiyana bêrûmet ku hûn ji me re pêşwazî dikin qet, bi tirsa mirinê re ji mirinê re jî qet,” gotine û mesaja “em di rêya berxwedaniya Şîrînan de nin û em dê wisa jiyan bikin” daye.
Gelê Kurd, her gavên zarokên yîgît ku dibirin darvekirinê û di her gavê de tiştê ku tê hiskirin, tê jiyankirin û di kêliya darvekirinê de her tiştê ku dibe di dilê xwe de his dikin. Bi ofke, kîn, întîkameke mezin re cellad û zaliman lanet dikin.
Ev kêlî ji kêliyeke ku herî zêde bi berxwedaniyê re çarpişma dike ye. Kêliya ku zaferê azadî qezenc dike ye. Wext û kêliyeke wisa ye ku, kêliyeke enerjiya azadiyê herî zêde dibe, azadî pêk tê û diherike hemû Kurdistanê ye ev kêlî. Zalim, heta kêliya herî dawî jî dê bixwaze milîtana azad ku li ber xwe dide teslîm bigire. Û zalim, li hemberî berxwedaniya milîtanê azadiyê pes dike. Kêliya darvekirinê kêliya ku zilim, zalim û cellad têk diçe ye…
Ev kêlî wexteke ku berxwedanî zêde dibe, weke behrekî diherike dilê me ye…