Bila Rêya Te Vekirî Be
Nasnav: Nûda Mêrdîn
Nav û Paşnav: Şaziye Saydut
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1981/Mêrdîn-Savur
Navê Dayikê: Gülperi
Navê Bav: Mehmet
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 2008/Stenbol
Dîrok û Cihê Şehadetê: 22’ê Tebaxa 2012’an li Cîlo
Ji Bo Bîranîna Rêhevala Nûda Mêrdîn;
Dema ez cara destpêkê rastî hevala Nûda hatim, min ew dişiband ew çêlikên çûkan yên nû ji firbûnê re xwe amade dikin. Ew ronahiya di çawên wê de diçirisîne, min jî ew keyfxweşî jiyan kir. Di wê kêliyê de, mîna tîrêja jiyanekî ya taritiyê bide ronahî kirin, hevala Nûda jî ronahî ji xwe diçirisandîbû. Mîna çêlikên nû nû qaliqê xwe dişkênin û çavên xwe ji jiyanê re didin vekirîne lê hatîbû. Lêvên wê bi heyecanî direcifî, di axaftinê de zorî dikişand, me bi deqîqeyan hema wisa li hev dinêrîbû.
Ew roj roja yekê ya hevala Nûda bû ku hatîbû qada çiya. Pir bi heyecan bû. Çavên wê diçirisî. Awirên wê jiyan bixwe bûn. Wê qalikên xwe yên jiyana paşve mayî şikandibû û çavên xwe ji jiyana nû re vekirîbûn. Pir bi wate dimeyzand. Bi rastî jî ji meyzandinên wê jiyan dibariya. Çirisînên di çavên wê de bi evîn û baweriya ji jiyana azad re dagirtîbû. Û tiştên di wê kelîyê de li heval Nûda dida jiyîn, li mere jî dabû jiyîn û hîskirin. Di wê kêliya ku me cara destpêkê de hev dîtibû de, dibe ku ew ne di ferqa wê bixwe de bû jî, wê qet nedizanî wê çiqasî em xistîbû kelecanekî şirîn û dilgerm.
Meyzandinên wê weke ji me re bibêje ku gelek ciwanên mîna we hene ku dixwazin xwe bigihînin heqîqetê, hem jî yên ku bi hemû hebûna xwe ve vê yekê dixwazin pir zêde hene. Wê got; “Em dixwazin bi xwîn û canê xwe ve bibin rêwiyên vê rêkê.” Heval Nûda, pir bi coş û zindî bû, wê bi vê heyecanê ve peyv li pey peyvê rêzkirin û vegot û vegot…
Li gorî dayika wê ew hêja xezaleke mezin nebûyî bû, xezalekî biçûk bû. Li gora wê hîn di eraziyên jiyanê de nedizanî bimeşî. Lê di rastiyê de hevala Nûda, di van eraziyan de kete bazdanê.
Em çiqas diçûn mala wan, dayika wê hevala Nûda ji me dida dûrxistin. Wê dayika wê ji kûderê ve bizaniya ku keça xwe ya mîna xezalan ya ji gerîlayan dûr digre bi tevayî hebûna xwe ve heskirî û dildarê tekoşîna azadiyê ye.
Bêyî ku em hevala Nûda birêxistin bikin û tevlî bikin, wê bi xwe dilê xwe li çiyayan dabû nîgarkirin, wê ji mêj ve nîşana xwe bi rêyên çiyayan re dabû birîn. Ji bo vê yekê hevala Nûda dizanî ku li hember çi serî rakiriye. Ew jinek Kurd a wiha bû, lêgerînvan bû, tekoşer bû û ji mêj ve rêya xwe diyarkirîbû.
Di rastiyê de bahoza di dilê hevala Nûda de ti tesî/ê nedikarî bide rawestandin. Di dilê wê de asîbûna Çiyayê Sûmbûlê kokê xwe berdabû. Wê cihê ku dixwest here ji mêj ve dîtibû. Êdî ti kes nedikarî ji wê re bibêje bisekine. Ew mîna xwedawenda çiya bû, serê wê bilind û qet neditewiya bû. Ew firîşteya biçûk ya dayika xwe bû, wê ji mêj ve baskên xwe re xwe danîbû li ser serê lûtkeya Çiyayê Sûmbûlê. Êdî ew ne firişteya biçûk ya dayika xwe bû, ew şervana azadiyê ya welatê xwe bû.
Dayîka wê ew xezala ku bi girîngî, nestêle dabû mezinkirin, êdî li ser xakên azad danîbû. Êdî ji bo wê dema firînê hatibû. Wê jî di demê xwe de dixwest xwe bigihîne warên Xwedawendan. Û kete ser reyan…
Belê, biryara tevlîbûna ji gerîla re hevala Nûda xwe bi xwe dabû. Ew bi vîna xwe ve hatibû û xwe gihandîbû çiyayan. Û tişta dikeve ser milê me biqasî ji vê vîna wê re rêz girtin, weke rêwiyên heman rêyê hîn zêdetir têkoşînê mezin, geş û gûrtir kirine.
Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê