Nasnav: Tekoşîn Esmer
Nav û paşnav: Esmer Kara
Dîrok û Cihê ji Dayikbûnê: 1980 Hîlal
Navê Dayikê: Halime
Navê Bav: Tahir
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 1992 Hîlal
Dîrok û Cihê Şehadetê: 1999 Amed
Nizanim, ez ê Hîlala xwe ya zêrîn bi xweşibûna wan çiyayên bilind û mêrgên zozanên wê yên xwedî bêna misk û emberan re çawa bigirim dest. Yan jî ez ê bi bedewiya gulên şîlêran re bigirim dest. Wiha mêrgên zozanên wê di nav demsala bihara rengîn de xwe dide xemilandin. Her guleke wê xwedî xweşikbûneke cewaze, di bin tîrêjên rojê de.
Lewra ez ê te bi wan kaniyên ava zozanên te yên geşbûyî re bigirim dest. Her kaniyek te xwe di nava gulên binefşî de dixemilîne. Ha ez ê te jibir nekim, dema te ya herî xweşik ew e ku dema ronahiya heyveronê xwe li derdora te dide pêçandin. Ji ber her guleke te xwedî bedewiyeke cûdaye, di bin ronahiya heyveronê de. Ji ber wê yekê her miroveke dilxwaz dibe evîndarê xweşikbûna te û hewaya te ya hênek a serê sibehan ku li bersinga me dibe mêvan.
Ji ber baya serê sibê dilê mirovan di nava aramiya jiyanake bi wate de dihêle, bi wate dike li ber dengê bilûra şivanê çiyayî. Şivanê çiyayî bi awazên xwe yê herî xweş çûkan ber bi geliyan ve di ber de di bin parastina demsala biharê de. Di heman demê de melodiya xwe di bin rondikên gulên şilêrê de lê dide.
Her şîlêrek yan xwe li ser serê latekê yan jî li ser serê zînarekî dide xemilandin, di nava rengê xwe yê herî xweşik û bedew de. Ji ber vê ye her evindareke dozê berê xwe didin van çiyayên azad.
Belê, ez ê Esmera xwe jî di nava bedewiya gundê Hîlala rengîn de bidim xemilandin. Hîlala rengîn bi bilindahiya çiyayên xwe yên asî tê nasîn. Her çiyayekî wê xwediyê delaliyeke cûda ye. Dema ku mirov berê xwe dide çiyayê şansstêr, lewra mirov bedewiya çiyayekî li hevhatî dibine. Çiyayeke xwe di nava rengê stêrkên li ezmanan de rapêçandiye dibîne.
Çiyayê Şansstêr bi navê xwe tê naskirin û navê wê mirovan ber bi xwe ve dikişîne. Bedewî û bilindahiya wê dihêle heskirina mirovan li hember hîn zêdetir bibe. Dema ku tîrêjên rojê xwe li nava gîrê seransera wê dipêçe, heybeta bilindahiya wê hîn zêdetir bedew dibe. Bedewbûna wê gerîlayan ber bi xwe ve dikişîne. Ji ber şansstêr parastgeha gerîlayan e. Ne ew bê gerîlayan dibe ne jî gerîla bê wê dikarin meşa xwe ya meratonê bidin meşandin.
Gerîla asî ne bi qasî çiyayê şansstêr. Ji ber herdu jî xwedî heman taybetmendiyêne loma di her kêliyekî henase girtinê de berê xwe didin hevdu û bêrîkirinên xwe bi rêya silavdayînê ji hev re raber dikin. Dema ku gerîla xeteriyê hîs dikin jî xwe li çiyayê şansstêr digirin, bêyî ku şansstêr bidin êşandin. Him şansstêr gerilayan diparêze û him jî gerîla hewl didin şansstêr biparêzin.
Wiha em tenê qala bedewiya çiyayê şansstêrê nakin. Li gel şansstêrê hinek bedewiyên din jî hene ku em qala wan bikin, ya ku şansstêr hîn bedewtir dike gundê hîlala bi bereket e. Ez li hîlala bi bereket hatim dinê lê min lê jiyan nekir. Dibe ku di pesindayîn û vegotina wê de kêm bimînin. Lê xiyalkirin jî parçeyeke yê jiyankirinê ye. Weke ku min jiyan kiriye dinivîsênim. Ji dil hîs dikim, bêna wê digirim, ji avên wê av vedixim, li ser kaniyên wê bên vedidim, di çiyayên wê re derbas dibim û çayeke gerîla li gel rêhavalên xwe di guntara çiyayên wê de û li ser kaniyên wê vedixwim.
Hûn dizanin mêrgên zozanên wê gelek fereh û xweşik in. Dema ku şivan pezê xwe diberdin nava wan mêrgan û bêrîvan bi cil û bergên xwe dikevin nava keskahiya wan mêrgan êdî mirov naxwaze berê xwe ji bedewiya wê biguherîne. Dîmeke ku mirov nikaribe tarîfa wê bike li pêşberî mirov disekine. Mirov nikare mêrgên wê bişibîne cî û wareke din. Ji ber ger ku mirov bi cî û warek din re bide berhev dibe ku bêmafî lê bê kirin. Jixwe bedewiya wan ji navê wan diyar dibe. Hûn qet ji xwe dipirsin tişta ku hîlal dike hîlal çiye? Tişta ku hîlal dike hîlal Kêla meme, Şansstêr, mêrga mezin, mila kurik û zozanên sîpanê xelatê ye. Hîlal bedewiya xwe ji wan digire. Her yek ji wan xemleke xwe li hîlal barkiriye.
Mem bangî şansstêr dike, şansstêr dibê ger tu mem bî ez jî yê şans diafirênim. Yê ku malavaniya gerîlayan dike. Ka temaşeke evîndarên vê dozê hemûyan bêrê xwe dane min. Ez jî bala wan dikişînim ser te ji ber tu jî xwedî bedewiyeke bi gotinan nayê îfadekirin. Belê mem! Divê ez û tu gerîlayan di nava stêrkên xwe de bidin parastin.
Belê, dema ku dibêjin Hîlal di destpêkê de bedewiya xwezaya wê tê bîra mirovan. Ji ber ku çiyayên wê yên bilind xwe di nava pir rengiya gulan de dixemilîne. Wiha rêheval Esmer jî di nava pirrengiya hîlala zêrîn de hatiye dinê. Rêheval Esmer li gundê hîlal hatiye dinê, li wir mezin bûye û li wir bejdarî nav refên gerîla dibe. Rêheval Esmer dema bejdarî nav refên gerîla dibe li wê herêmê ji hevalên xwe re pêşengatiyê dike. ji ber li ser wê herêmê serwer e lewra rêhavalên wê jî erka pêşengatiyê jê re dihêlan.
Heval Esmer, ez ji te re dibêjim Esmer ji ber min te bi navê esmer naskiribû. Naskirineke kêm bû, min dixwest ev naskirin serdemek di nava xwe de bihewîne. Ez li pey şopa te û rêhevalên mîna te hatim. Min dixwest naskirina xwe ya bi te re li ser van çiyayên bedew temam bikim. Lê diyare ev ji me re zêde dîtin. Di navbera me de axek ser danin. Lê tevî vê jî min gera xwe ya li pey te çûnde neda. Bi çûyîna te re hêrsa min a têkoşînkirinê zêdetir bû û qehra min a li hember dijmin zêdetir bû. Rêheval dema ez beşdar bûm bi kelecana ku ez ê te bibînim min lez dikir. Ev leza min a ji bo dîtina te hîn ez di nivê rê de bûm min agahiya şehadeta te bihîst.
Navê rêheval Esmer êdî Têkoşîn bû. Min te bi navê Têkoşîn nenasî lê min te ji hevalan dipirsî. Tevlîbûna te, rêhevaltî, meş û bîranînên te dipirsî û hevalan jî bi seatan kesayeta te ji min re vedigotin. Hevalan wêneyên te pêş min kirin. Esmerbûna te şîranahiyeke din cuda li ser rûyê te dabû neqîşandin. Kenê li ser lêvên te, te hîn zêdetir şîrîn û bedew dikir.
Belê; şoreşgera jiyana heqîqetê jî meşa xwe ya azadiyê di nava wan çiyayên asîbûyî de da bû destpêkirin. Destana jiyanekê nû li ser rûpelên dîroka Botanê da nivîsandin. Lewra dengê mirovên şoreşger bûbû hêviya jiyanek nû, ji bo zarokên ev xaka pîroz. Keç û xortên vî welatî li ser van çiyan dest dane hev û mil bi mil şer dikin. Zindî dikin çanda bav û kalan. Di çiyayên Botanê de bi têkoşîna xwe nemir dikin. Li hember hemû hêrîşên dijmin giyanên xwe dikin mertal.
Mîna lêhiya baranê, keç û xortan vî welatî berê xwe didin nava refên gêrila, bi nasnameya jiyanekê nû. Çiyayên Hîlala rengîn jî bi dilgermahiyeke mezin, malevaniyê ji bo şoreşgrên pêşerojê dikin, di nava xwezaya xwe ya dewlemen de. Rêwiya azadiyê jî bi tama şîrê diya xwe re mezin dibe û bi wê xweşikbûnê re jî têkoşîna xwe li hemberî faşîzma Tirkiyê dide meşandin. Keça Esmer jî navê xwe dike Têkoşîn û berê xwe dide nava refên gêrîlayan. Rêhevala Têkoşîn jî bi wêneyê mirovê çiyayî re dibe rêhevalên riyê dîrêj.
Yek ji van şoreşgeran jî rêheval Têkoşîn bû. Bêlê heval ez ji dîtina bejn û bala te têr nabim. Weke ku te xemla çiyayê Kêla memê û şansstêrê li bedena xwe resimandibe ew çend dişibiyê û bedewî. Ez jî li ser şopa te têkoşîna xwe bidim meşandin heta ku henaseya min derdikeve. Ez ê rêhevaltiya te zindî bikim. Li çiyayên ku tê re derbas bûyî derbas bibim, li ser kaniyên ku te jê av vexwarî avê vexim, ji gulên ku te bên kirine bênê bigirim, li keviyên ku te xwe lê kirine xwe lê bikim. Ez ê nehêlim şîverêyên ku tu tê re çûyî kevin bibin. Ew şîverê wê hertim zindî bin. Weke ku tu îro tê re derbas bûyî wê zindî bin. Soza min a bi we re jî wê domandina têkoşîna min be.
Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê