Bi Têkoşîna Xwe Emê Komployê Têk Bibin, Azadiyê Mîsoger Bikin

0Shares

Mirov nikare komploya navnetewî yê ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de hatiye pêkanîn, ji dîrokê qût ango cûda bigre dest. Ji ber ku bi şêweyên cûda çi li ser kesan be, çi li ser civakan dibe, di dîrokê de jî komplo hatine pêkanîn. Mirov dikare bingeha komployê ji Sûmeran bigre dest. Di avabûna civaka çînî ya Sûmeran de mirov dikare pêkanîna komployê bigre dest. Di wan pêvajoyan de kesê ku berjewendiyên xwe difikirîn ango dixwestin xwe li ser civakê ferz bikin li hemberî çînên din, beşên din ên civakê heta li ser civakê bi xwe jî komplo didan pêkanîn. Yekemîn komployê bi vê şêwazê, mirov dikare bêje ku li ser jinê hatiye pêkanîn. Dibe ku ev mijar bi aliyên xwe yên mîtolojîk jî tên dest girtin, lê ew mîtolojî jî tiştên ku hatine jiyîn bi zimanekê cûda pênase dike. Lewra tê dîtin ku komploya destpêkê li hemberî jinê hatiye pêkanîn. 99 qanûnên jinê ji destê wê girtin, pêkanîna vê komployê vedibêje. Di wê serdemê de di şexsê jinê de civak tê xistin. Pergalên desthilatdar ango kesên ku dixwazin desthilatdariya xwe ferz bikin bi vê şêwazê xwe li ser civakê ferz kirin. Hekena dewlet ê ku li ser vê hîmê desthilatdariyê xwe ava kiriye, ji bo ferzkirina xwe bi şêweyên cûr bi cûr komployan pêkaniye. Mirov dikare bêje ku di bingehê avabûna dewlet û dewletbûnê pêkanîna komployê heye. Bi awayê xwe ava dike, dimeşîne.

Ger mirov bi taybetî li dîroka Kurdistanê mêyze bike, komployên bi awayê yên hatine meşandin gelek in. Ji dîroka xwe ya nêz em dikarin sala 1925’an komploya ku li hemberî Şêx Seîd hatiye pêkanîn, dîsa di sala 1937’an komploya li hemberî Seyît Riza wekê mînakên şênber nîşan bidin. Komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li ser Rêber APO û di şexsê wî de li ser Tevgera Azadiyê û gelê Kurd hatiye pêkanîn jî bi heman armancê ye. Hezên dagireker bi komployên ku li Kurdistanê pêkanîn, qetlîam û qirkirinên mezin pêkanîn di dîrokê de. Bi her komployekê li hemberî pêşengên Kurd, xwestin ev qetlîam û qirkirinên li ser gelên Kurdistanên kûrtir bikin. Armanca komploya li hemberî Rêber APO jî ev bû. Ji ber ku Rêber APO li Kurdistanê şoreşekê çandî da avakirin. Felsefeyekê ku hemu gelên Rojhilata Navîn bi awayekê demokratîk bi hev re jiyan bike, bi jiyanî kir. Bi vê şêwazê birdoziyekê pir xurt da avakirin.

Hêzên dagirker, dûsed sal nehiştin ku şer li Kurdistanê bi dawî bibe. Rojhilata Navîn, di nav Rojhilata Navîn de jî Kurdistan navenda şer bû. Bi polîtîqa û kirinên xwe xwestin gelê Kurd tune bikin. Ji ber ku ger em li erdnigariya Kurdistanê mêyze bikiin xwedî dewlemendiyek pir mezin e. Gelê Kurd û Kurdistanê dîsa bi heman awayê xwedî çandekê pir dewlemend e û ji lewra hêzên dagirker-hegemon xwestin vê dewlemendiyê bikin ê xwe. Polîtîqaya wan a parçe bike-rêve bibe, ev dûsel sala li Kurdistanê hat meşandin û hîna tê meşandin. Serok APO van hemuyan anî gel hevdû û dema ku li hemberî van kirinan li Rojhilata Navîn felsefeyek a jiyana nû xilukand, dîroka gelê Kurd pê da naskirin, carekê din li Kurdistanê ji tunebûnê hebûnek da çêkirin ev yek li dijî berjewendiyên hêzên dagirker bû. Mirov dikare bêje ku ev hêzên dagirker-hegemon, li hemberî felsefeya Rêber APO tirsekê pir mezin jiyan kirin û jiyan dikin. Dema ku mêyze kirin Rojhilata Navîn hêdî hêdî ji bin pençê wan derdikeve, ji venêrîna wan derdikeve, dema ku dîtin gelê Kurd û Rojhilata Navîn bi fikr û ramanên Rêber APO xwe ji xweliyê xwe diafirîne û çêdike, hêzên hegemon ji vê tirsiyan. Komploya navnetewî ya li hemberî Rêber APO hat meşandin jî xwe dispêra rastiya ew tirsa ku li hemberî Rêbertî dijiyan.

9’ê Cotmeha 1998’an dema ku Rêber APO ji Rojhilata Navîn derket, ew Ewropaya ku navê hiquk û demokrasiyê li xwe dike, xwedî li Rêbertî derneketin. Li kêleka vê bûn navenda pêkanîna komployê. Dîsa ew Rusya ya ku bi navê sosyalîzmê gazî dikir, bi navê sosyalîzmê xwe dida naskirin xwedî li sosyalîzmê derneket. Di dîrokê de gelek caran vê yekê kirine, xwestin di şexsê Rêber APO de carekê din li ser gelê Kurd komplo bimeşînin. Êşa ku gelê Kurd di dîrokê de gelek caran jiyan kiriye, xwestin carekê din bi gelê Kurd bidin jiyankirin. Ji bo vê ev dewletên ku berjewendiyên xwe li ser Kurdistanê hebûn, komployekê bi vê rengê pêkanîn. Ji xwe sedsala 20’emîn sedsalekê bi xwîn bû ji bo Kurdistan, Rojhilata Navîn û heta tevahî cîhanê. Lewra ev xal jî bala me dikşîne ku di dawiya sedsala 20’an û destpêka sedsala 21’an de komployekê bi vê awayê li ser Rêbertiya me pêkanîn.

Felsefeya ku Rêber APO li Kurdistanê ava kir, vala derxistina siyaseta wan e. Ji ber ku siyasetên xwe, bi rêya eşîran, bi rêya xizbên partiyên siyasî feraseta dewletan ferzkirin dihat kirin. Bi avakirina dewletên biçûk, carekê din di sedsala 20’emîn de xwestin Rojhilata Navîn li gor berjewendiyên xwe dîzayn bikin. Ji ber ku dema dîtin pergala kapîtalîzmê û lîberalîzmê li Rojhilata Navîn cihê xwe nagre û berjewendiyên wan pêknayne, vê carê bi dîzaynkirinê xwestin pergalekê nû bidinê. Felsefeya Rêber APO dijî van hewildanên hêzên hegemon e. Piştî hilweşandina sosyalîzma pêkhatî, Rêber Apo ji salên notî şûnde her vêya digot ku ‘tenê bûyîna dewlet ne çare ye, divê hemu gelên Rojhilata Navîn di bin sîwana demokrasiyê de jiyan bikin’. Ji ber vê fikr û ramanên azadî, demokrasî û wehkeviyê ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn dixwaze, li hemberî Rêber APO komployekê bi vê rengê yê di dîrokê de mînakên wî nayên dîtin hat pêkanîn. Bi vê komployê xwestin êşên ku di dîrokê de hatiye jiyîn carekê din li ser gelê Kurd nûjen bikin, tevgera azadiyê PKK’ê bi temamî ji holê rabikin û bi vê awayê qirkirin û qetlîamên ku di sedsala 20’an de hatiye jiyankirin careke din nûjen bikin, daxwazên azadî û aşitiyê jî carekê din bifetisînin.

Ji 9’ê Cotmeha 1998’an heyanî roja me, ji ser komploya navdewletî 22 sal derbas bû, em dikevin salekê nû ya komployê. Di nav van 22 salan de bi hemu cûreyên polîtîqayên dagirkeriyê, îmha û înkarê, heta bi amûrên şerê taybet ê li navenda hikumeta şerê taybet tê avakirin ve ev komplo bi hemu kîretiya xwe berdewam dike. Berdewamkirina vê komployê tenê di 15’ê Sibata 1999’an bi girtina Rêber APO ve sînordar nîne. Ji xwe di hemu serdemên dîrokê de, komployên ku hatine pêkanîn de jî lingekê komployê bi êrişên ji derve hatiye pêkanîn lê lingekê din jî bi xwesteka dest avêtina hindûr meşiyaye. Rêber Apo jî vê yekê dibêje ku ‘mixabin di dîrokê de jî lingekê komployê ji derve meşiyaye, lingekê din jî di hindûr de meşiyaye’. Ev hêzên faşîst- dagirker xwestin vê jî bikin. Girêdayî vê xwestin li Kurdistanê kesîmên hevkar ava bikin. Di nav van 22 salan de bi awayên cûr bi cûr xwestin komloyê bigehînin armancê. Lê di tu serdeman de ev armanc û daxwazên wan pêk nehatiye. Êdî ne tenê li Bakûrê Kurdistanê, li her çar aliyên Kurdistanê şer belav bû. Mînaka vê ya herî dawiyê jî Rojavayê Kurdistanê ye. Di salên derbasabûyî de êrişên ku ji aliyê DAIŞ’ê li ser Rojavayê Kurdistanê pêkhat jî parçeyek ji vê komployê ye. Xwestin bi destê DAIŞ’ê, qetlîam û qirkirinên ku li ser Rojavayê Kurdistanê pêk bînin, ev komploya navnetewî bigehînin armancê. Li hemberî van êrişan serkeftina Kobanê, li hemberî komployê serkeftinek bû. Vala derxistina komployê bi serkeftina Kobanê û tevahî Rojavayê Kurdistanê carekê din pêk hat. Li kêleka binkeftina DAIŞ’ê ya li Rojavayê Kurdistanê pêk hat; êrişên ku sala derbasbûyî di heman roja 9’ê Cotmehê de ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve li ser Rojavayê Kurdistanê û destkeftiyên wê pêk hat jî parçeyekê vê komployê bû, hezimnekirina binkeftina DAIŞ’ê bû. Lê dîsa sekna gelê Kurd a ku li hemberî van êriş û kirinên dijî mirovahiyê nîşan da carekê din vê komployê vala derxist.

Ev bîst û dû salên dawiyê bi têkoşîna Rêber APO ya ku li Îmraliyê jî dide meşandin, ev komplo têk çû. Çawa komploya navnetewî di şexsê Rêber APO de li ser gelê Kurd hat meşandin; îro bi têkoşîn û felsefeya Rêbertî jî ev komplo negihiştiye armancê. Komploger negihiştin armancên xwe. Lê bi qasî ku ev komplo bi hemu cûreyên tecrîtkirin û beralîkirinê berdewam be, têkoşîna me ya li hemberî pergala faşîzm û tecrîta wî jî bi hemu leza xwe berdewam dike û wê teqez serkeftinê mîsoger bike.

Tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin, tecrîda ku li ser tevahî gelê Kurd tê meşandin e. Siyaset û polîtîqayên qirkirinê yên îro tên meşandin li ti serdema dîrokê nehatiye meşandin. Polîtîqayên îmha û tasfiyekirinê ya pir kûr tê meşandin. Divê ev rastî were dîtin ku, li Îmraliyê çi polîtîqa were meşandin, li ser tevahî Kurdistanê û tevahî gelê azadîxwaz ên Rojhilata Navîn heman polîtîqa tê meşandin. Lewra divê ji bo fêmkirina polîtîqayên demê em berê xwe bidin Îmraliyê. Tecrîda ku tê meşandin, tecrîda li ser tevahî gelê Kurd û gelên azadîxwaz e.
Rêber APO bi felsefe û birdoziya xwe, ew feraseta pozîtîvizmê ya parçekirî, ya ku jin kir meta, ewê ku xwezayê tûne dikir, parçe kir. Rêber APO gelek caran ji me re digot ‘binêrin pergala kapîtalîzmê, pergala desthilatdar ê dewletparêz tenê ji ber we jî dixwaze min di nav kefçiyekê avê de bifetisîne’. Ji lewra pergala dewletparêz bi tecrîda ku li ser Rêber APO dimeşîne, dixwaze jinê, daxwazên jinê yên azadiyê jî tecrîd bike. Di roja me de tacîz û destdirêjiyên li ser jinê, dîsa pergala Îslama lîberal a ku îro Tirkiye dide meşandin ev tecrîda heyî ya ku li ser jin û civakê tê ferzkirin nîşan dide.

Li hemberî van kiryaran, bi pengava ‘Dem Dema Azadiyê Ye’ gelê Kurd di nav pêvajoyekê pir girîng û dîrokî de ye. Dîsa 10’ê vê mehê weke Roja Cîhanî ya Azadiya Rêber APO hat diyarkirin. Li ser vê bingehê divê tevahî jin û gelê Kurd, kesên azadîxwaz, demokrat ên cîhanê di vê rojê de dakevin qadan û ji bo azadiya Rêber APO dengê xwe bilind bikin. Em jî vê yekê dûbare dibêjin ku heyanî Rêber APO di warê fîzîkî de neyê azadkirin, ne gengaz e ku pirsgirêka siyasî û civakîya Rojhilata Navîn jî were çareserkirin. Bi rastî jî ev dem dema azadiya Rêber APO ye.

Careke din ji bo em bikaribin ev komploya navnetewî ya di roja me de jî berdewam dike têk bibin, bikaribin gefên ku ji aliyê dewleta faşîst a Tirk ve li ser Rojavayê Kurdistanê tê xwarin, êrişên ku li ser jinê pêk tên, êrişên dagirkeriyê yên ku îro li Heftenînê tê meşandin bikaribin têk bibin divê carekê din em di vê heyvê de dakevin qadan û xwedî li Rêbertiya xwe derbikevin. Ev erka hîn bi awayekê çalak tevlîbûna vê pêngavê jî dikeve ser milê jinê.

Bi têkoşîna xwe emê pergala îşkece û tecrîda li ser Rêbertî têk bibin.

Zîlan Goyî Encu

Attachment