Bi Rihê Pêngavê Dem Dema Azadiyê Ye

0Shares

Di warê jeopolîtîk de erdnigariya Kurdistanê xwedî cihêke girîng û stratejîk e. Weke netew jî, di dîroka mirovahiyê de gelê Kurd rola pêşengtiya pêşxistina civak û civakbûnê, girtiye ser milê xwe. Ji lewra li cihê stratejîk, rola stratejîk leyistiye. Tevî ku xwedî cih û rolek stratejîk bûye û hemu derfet di destê wê de bûne jî, lê be lê tucar roleke neyînî nedaye xwe. Berovajî wê yekê her tim li hember serdestdarî, zilm, zordarî, talan û serdagirtînê, rola çêker û tekoşertiyê leyistiye. Bi çanda xwe bûye cihê aşitî û aramiyê û welat kiriye cihê mozayîka gelan. Li hember zilmkariyê jî pêşengtiya tifaq û tekoşîna hevpar kiriye, di encam de împrator û dîktarorên mezin ên ku li ser civak û gelên herêmê bibûn bela hilweşandine. Tekoşeriya li hember zilm û zordarî taybetmendiya asêbûna gelê Kurd e. Ev yek her tim ji aliyê hêzên serdest ve weke hêzek xeter hatiye pênasekirin. Gelê Kurd ev mîrateya xwe ya dîrokî heya roja me ya îro aniye û îro bi azmûnên xwe yên dîrokî, hîn bi zanist û têgehiştîtir rola xwe diyar dike. Ji lewra ji dîrokê heya niha her tim bi êrişan re rû birû maye. Di vê çarçoveyê de, di zanista cih û statuya xwe de bûyîn tê wateya xwedî zanista dîroka xwe derketin û bi zanist tevgerkirin.

Tevî ku di dîrokê de tu guhartin di statu û rola gelê Kurd de çênebibû, lê belê di encama êrişên berdewam û dagîrkeriyê de hêza gelê berxwedêr hatibû parçekirin. Bi parçekirinê re ketibû nava xwe û astêk de jî hêviya xwe ya hilweşandina dagîrkeriyê ji dest dabû. Bi pêşengtiya Rêber Apo tekoşîna serxwebûn û azadiyê cardin li Kurdistanê geş bû. Gelê Kurd li cihê ku şikestibû bi îdeolojî û ramanên Rêber Apo xwe ji nû avakir. Bi vî rengî li hember dijminahiya kevin û dîrokî û her wiha dagîrkerên nûjen, xwe bi fikir û tevgerkir. Li ser bingeha felsefeya jiyana azad jiyana xwe birêxistinkir. Ji bo bidestxistina mafên xwe, di hemu qadan tekoşîn û şer kir û dike. Bi vî rengî gelê Kurd ne tenê statoya xwe ya dîrokî parast, statu û hêza xwe bi hêztir kir. Ji lewra li hember hêzên hegemonîk û polîtîkayên wan ên mûdaxeleya li ser erdnigarî û îradeya gelê herêmê, hêz û yekane gelê ku bizanist xwe birêxistinkiriye, planên dagîrkeran fêm kiriye û li ser esasê îdeolojî û paradigmaya xwe tekoşîna xwe dimeşînê ye. Li ser esasê bawerî û hêza xwe ya cewherî seknek bi hêz û lêgerînvanê heîqetê diyarkiriye û ev yek cardin statuya wê di nava gelen azadîxwaz ên herêmê de bilind kiriye.

Her wiha li hemberî tifaqa dagirkeran, hêza xwe ya berxwedêrî û tekoşînvantiyê ji tifaqa gelên herêmê digre. Ev yek tê vê wateyê ku gelê Kurd bi nasnameya azad pêşengtiya tekoşînê dike. Yanî dijberê hêzên hegomonîk e. Ji bo pîlanên hêzên dagîrker li herêmê sernekevin, siyaseta qirkirinê û çanda tecawizê li ser gelên herêmê neyê sepandin, him pêşengtiya tekoşîna xwebûnê û him jî tekoşîna sosyalîzim û azadiyê dide meşandin. Gelê Kurd ji her demê bi hêztir bûye û bûye aktorê tekoşîna azadiyê. Ji lewra gelê Kurd hêzeke ku ji aliyê dagîrkeran ve ji çav hatiye derxistin e. Hêzên hegemon bi tifaqeke hevbeş, siyaseta qirkirin û çewisandinê li hemberî gelê Kurd bi rê ve dibin. Her cûre amûr û teknîk ji bo vê şerê hatine seferberkirin. Li hemberî berfirehbûna eniya tekoşîna sosyalîzimê yên ku Kurd pêşengtiya wê di asta cîhanê de dikin, eniya faşîzmê xwe birêxistin dike. Ango li hemberî tifaqa demokratîk a gelên herêmê, tifaqa dagîrkeriyê pêşdikev. Li hemberî projeya aştîxwaz a tekoşîna sosyalîzmê diyardeya şer û qirkirinê derdikevê pêş.

Lê tevî vê yekê ger ku em tekoşîna 45 salên dawî ya ku bi pêşengtiya Rêber Apo û PKK’ê weke ezmûnek berfireh a tekoşînê bigrin dest, dibînin ku gelê Kurd di tekoşîn û pratîka xwe de xwe ji xwe re, ji gelên herêmê re û ji eniya tekoşîna sosyalist a cîhanê re zû de îspat kiriye.

Tekoşîna Kurd ên azad, derbasî qonaxa avakirinê (înşa) bûye. Neketiye xefka mijûlkirinê ya hêzên hegemonîk weke tenê hêza mûxalifetê be û tenê bi bangewaziyan bicive. Berovajiyê vê bi erka xwe ya avakirinê rabûye û her roj destkeftiyên mezintir bi dest dixe. Ji lewra siyaseta tecrîtê li hemberî gelê Kurd bi rêve diçe. Li hemberî sekin û zanista gelek azad, berxwedêr û tekoşînvan; pergalek paşverû, faşîst û tecawizkar heye.

Tekoşîn, hêz û îradeya Kurdê azad berhema ramanên Rêber APO ye. Rêber APO bi birdoziya xwe ya ku xwe dispêre azadiya jin hêz û îradeyek mezin da avakirin. Li Kurdistanê, ji nû ve dîrokê nivîsand. Şîfreyên dîrokê ên ku lingên sereke yên sîstema mêrsalar pêk tîne, şikand. Leyistokên pergala mêr eşkere kir, aktorên hêzên demokiratîk birêxistinkir û bi pêşengtiya wan ango bi pêşengtiya jin û ciwan, tekoşîna sosyalîzmê li kudistan û cîhanê zîndî kir, pêşî lê vekir û diherikîne. Projeya Kurdistanêk azad û cîhanêk demokratîk pêşxist. Bi vî rengî pêşî li sîstema dagirkeriyê girt. Li hemberî pergala ku xwe dispêrê koletiyê; îradeya azad avakir. Ji lewre cihana ku Rêber APO avakiriye cîhana azad e. Rêber APO proje, plan û hesabên pergala mêrsalar, dagirker û hegemon xirabkiriye û li pêş wê îradeya azad daniye. Ji bo vê yekê paradigma, fikr û felsefeya Rêber Apo nayê hesabê hêzên hegemonîk. Rêber APO tehlûkeya herî mezin tê dîtin û siyaseta tecrit, înkar û îmha li ser wî bi rêve dibin. Di vê wateyê de siyaseta tecrîtê ku tê rêvebirin, girêdayî guhartina ku Rêber APO di civak û nasnameya Kurdê azad de avakiriye ye. Ji lewra her ferdêk pêwiste xwe parçeyek tekoşînê bibine. Ger ku xwe parçeyek ji tekoşîna Kurdê azad bibîne ewê eniya tekoşînê firehtir bibe û dijmin neçarî guhartinê bike. Ger berovajî xwe parçeyek tekoşînê nebîne bixwaze an jî nexwaze dikevê eniya erêkirina siyaseta sepandina tecrîdê.

Rastiya di Kurdistanê de tê jiyîn ewqas dijware ku, her ferdêk pêwiste di ferqa hebûn û dengê xwe de be. Lewma Rêber Apo ne kesek, îrade û felsefeya jiyana gelek e. Li hember siyaseta tecrîdê ne yek kes emê hemu bi hevre bisekinin. Ji ber ku tecrîta li ser Rêber APO tê meşandin, siyaset û polîtîqaya tecrîtkirina civak û gelekî azadîxwaz e. Divê her hesekê/î ku dixwaze xwe bigehîne azadiyê, azadiyê mîsoger bike, di bingeha pêngava ‘Bes e ji tecrît, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ bicive û bi rihê vê pêngavê erkên xwe yên dîrokî pêk bîne.

Dilar Çiya

Attachment