Amedekar: T.Zîlan
Hevala Viyan Soran, di 2 Sibata 2006’an de bi armanca şermezarkirina komploya 15’yê Sibatê çalekiyeke xwe şewitandinê li dar xistibû. Li ser kesayet û armanca çalakiya heval Viyan, me bi endama akademiya ş. Zîlan re, hevala Ejîn Cîlo re hevpeyvînekî çêkir û em dixwazin vê hevpeyvînê bînin pêşberî we.
T.Zîlan: hevala Viyan ku weke endama komîteya avakirina PKK’ya nû bû, ji ortameke çawa hatibû, xwedî kesayeteke çawa bû, di nava refên tekoşînê de taybetmendiyên wê yê balkêş çibûn?
Ejîn Cîlo: bi rastî pir zahmete ku mirov li ser kesayetên hevalên şehîd biaxive, jiber tirsa ku mirov nikare wan pir bi hêz îfade bike tê jiyan kirin, ji xwe kesayeteke weke ya hevala Viyan jî bi çend gotinan mirov nikare rastiya wê ya xweşik raxîne ber çavan. Lê dîsa jî weke erkeke rêhevaltiyê pêwîste ku mirov hevalên şehîd bi hawirdora xwe bide naskirin, tişa ku ji destê min jî bê bi qasî ku hêza min têrê bike ez dixwazim naskirina xwe ya ji hevala Viyan re bi hevalan re parve bikim.
Ji xwe weke ku heval jî dizanin, hevala Viyan li başûrê Kurdistanê, di bajarê Silêmaniyê de hatiye dinê. Li ortameke ku kevneşopên eşîrî serwere jiyan dike, li wir xwendina xwe dike û heya temenekî li wir mezin dibe. Ji xwe zextên malbat, û yên civak ku bi kevneşopiya aşîretê ve girêdayî li ser lêgerîna hevala Viyan bandora xwe dide çêkirin. Ev lêgerîn di kesayeta hevala Viyan de hîn zêdetir di wateya gera li azadiya xwe ya weke kesayet, û di heman demê de jî gera li azadiya jin e. Jiber ku rewşa koletiya jin di civakê de jibo hevala Viyan nakokî dida avakirin, ne qebûlkirina wê ji vê rewşê re dihişt ku têkeve nava pirsan de. Hevala Viyan li ser nêzîkatiya hişmendiya zilam û ya civakê ji jin re, bi xwe re û bi hawirdorê xwe re dikeve nava guftugoyan. Vekirîbûn û meraqa hevala Viyan ya ji naskirina meseleyan re, bala hawirdorên wê jî dikşîne, bi taybet di mijara jin de nîqaşên ku bi hevalên xwe yên dibistanê re dide meşandin jî, dihêle ku heskirina hawirdor jê re çêbibe. Hevala Viyan di nava dibistanê de jî weke şagirteke pêşenge ji xwendevanan re. Ev çi di şêwazê hizirandinên xwe de, çi jî di sekn û çanda xwe de be. Kesayetiya hevala Viyan bala mamosteyên wê jî dikşand.
Hevala Viyan piştî ku di hêla zanebûnê, di pênasekirina nakokiyên xwe de digihîje astekê, dixwaze ku jibo jina kurd jî derketinekê bide çêkirin. Ji bo wê biryara xwe ya tevlîbûna nava refên tekoşîna azadiyê dide. Tevlîbûna hevala Viyan jî, tevlîbûneke weha bi rehetî û normal nayê çêkirin. Hevala Viyan ji ber sedemê zexta malbatê, çend car tê neçar kirin ku biçe û were, ji bo ku malbatê îqna bike, li hemberî astengiyên ku malbat derdixîne pir tekoşîn dike. Di malbata hevala Viyan de ji xwe weke du xwişk bi hevre têne nava rêxistinê, hevala Viyan ji xwişka xwe biçûktir bû. Kevneşopiya aşîreta caf jî jibo tevlîbûna hevala Viyan û xwişka wê di nerazîbûna malbatê de bi bandore. Meyzandina ku jine, karên ku pê rabe diyare, ji bilî sînorên malbatê û pîvanên ku ji hêla civaka cinsiyetparêz jibo jin têne diyarkirin nikare derbikive, ev feraset di nêzîkatiya malbatê de, di sedema astengkirina wan li pêşiya tevlîbûna hevala Viyan û lêgera wê ya şoreşgerî de li pêşe. Hevala Viyan di hêla malbatê de dema ku hate zeft kirin jibo ku careke din venegere nava rêxistinê, ji hêla malbatê ve bi îşkenceyê re jî rû bi rû hat, malbat ew xistibûne nava zindana di hindirê malê de, ta ku jibo derketina wê bibin asteng. Lê hevala Viyan ruxmî van hemûyan jî tucarî ji doza xwe sar nebûbû, û ji hewldanên xwe yê xwe gihandina rêxistinê paş ve nekişî.
Hevala Viyan cara duduyan dîsa xwe ji nava lepên malbatê xilas dike û xwe digihîjîne rêxistinê. Bi tevlîbûna xwe re jî hevala Viyan jiber ku li pey azadiyê digere, jiber ku bi berpirsyartî nêzîk dibe, hevala Viyan di demeke pir kin de cihê xwe di nava dilê hevalan de dide çêkirin, hezkirina derdor ji hevala Viyan re pir li pêşde dibe, her weha baweriya rêxistinê jî bi sekin û tevlîbûna hevala Viyan pir tê. Her çendî ku hevala Viyan di temenê xwe de pir ciwanbû jî lê belê di rastiya jiyanê de pir têgihiştî û xwedî ezmûn bû. Weke deryayekî bû di hêla zanebûna xwe ya civakî û siyasî, mîna îdologekê nêzîkî meseleyan dibû. Tucaran ji xwe re seransertî qebûl nedikir, herdem dagirtî, bi pîlan û pirogram tevdigeriya, bi misyona pêşengtiyê tevdigeriya. Hevala Viyan li ser rastiya Rêbertî herdem di nava lêhûrbûnekê debû, dema ku qala Rêbertî dikir, ew hestên ku di dilê xwe de jibo neqebûlkirina rewşa Rêbertî çavên wê tijî av dikir, di heman demê de jî mîna evîndareke ku dema qala evîna xwe dike ewqas bi coş û bi heyecan dibû.
Em dizanin ku di nava her tevger, rêxistin de kesên ku bi bandor, û cihên wan di her derê de diyar, û bi şêwazên tevgerkirinên xwe ji bo hawirdora xwe mînakin. Hevala Viyan jî yek ji hevalên ku bandoreke xwe ya mezin di nava tevgera jin de, çi jî di nava tevgera azadiya gelê kurd de bi giştî dibe. Dema ku mirov li hin dîmenên kongra û konferansên ku di wan deman de di nava rêxistinê de çêdibûn meyzebike, emê bibînin ku hevala Viyan yek ji wan hevalan bûye ku rote daye nîqaşên ku hatine pêşxistin. Her wiha di nêzîkatiya xwe ya ji hevaltiyê re jî her dem xwedî ked û bi hişyarî ji hevalên xwe re nêzîk dibû. Di nameyên xwe de jî hevala Viyan jibo çalakiya xwe, li ser esasê hevaltiya xwe ya bi Rêbertî re ku wek pêdiviya bûyîna xwedî helwestekê li hemberî êrîşên ku li ser Rêbertî têne çêkirin de, ev weke pîvanê bersivdayîn û xwedî derketina li hevaltiya bi Rêbertîyê re dide nîşandan. Hevala Viyan çi bihiziriya ew pêkdianî, tiştê ku bikira jî li ser dihizirî, û jibo ku hîn zêdetir karê xwe baş bikira bi xwe re dikete nava muhasebeyê. Yanî hevala Viyan ne kesayeteke ku tenê biaxive, an tenê ji xwere karkirinê esas bigre ye. Bi zanebûna ku bê tewriyeke rast piratîk nabe, û tewriyeke ku nekeve piratîkê jî ew dê cidiyeta xwe nebe tevdigeriya. Ev feraset di kesayetiya hevala Viyan de weke rêgezekê dihate jiyan kirin, ev rêgez di kîjan qadê deba, di nava kîjan xebatê deba jî bi qasî ku di jiyana xwe de pêkdianî, bi hawirdora xwe jî dida pêkanîn.
Ciheke ku hevala Viyan lê bimaya, piştî ku ji wir cuda biva jî dihate bibîranîn. Hevala Viyan demekî di nav xebatên Rojhilat de ma, heya niha jî bandora wê li ser gelê me yê Rojhilat heye, pir kes ji Rojhilat piştî şehadeta hevala Viyan jî tevlî nava refên tekoşînê, bi navê Viyan bûn. Hevala Viyan hesreta wê ya ku dixwest gelê bakur bibîne, her çendî di hêla fîzîkî de ev xwesteka wê bi cî nehat, lê mirov dikare bibêje ku rihê hevala Viyan li her çar parçeyê Kurdistanê jî jiyan dike. Zarokên gelê Kurd yê ku ji her çar perçeyên Kurdistanê tevlî dibin, pir ji wan bi çalakiya hevala Viyan bandor bûne û biryara xwe ya tevlîbûnê dane, mesajên ku hevala Viyan di nameyên xwe de daye, xîtabî hestên ciwana kiriye, ji lêgerên wan re bi perspektîfên zelal, berî daye diyar kirin.
T.Zîlan: di 15’ê Sibata sala 1999, dema ku Rêbertî bi qomployeke navnetewî hate dîlgirtin, bi sedan çalakiyên xwe şewitandinê hatin li dar xistin, ji xwe ev çalakiyana hîn berî ku Rêber APO ji dewleta tirkiyê re were radestkirin hatibûn destpêkirin, hîn dema ku Rêbertî li romayê bû. Piştî wê Rêbertî jibo ku ev çalakiyana werin rawestandin mudaxele kir. Piştî wê bi çend salan di 2 Şubata 2006 de hevala Viyan çalakiya xwe şewitandinê li dar xist. Wateya vê çalakiyê, mebesa hevala Viyan ya li darxistina vê çalakiyê çibû, ev çalakî pêwîste çawa were destgirtin?
Ejîn Cîlo: hevala Viyan tucar dîlgirtina Rêbertî qebûl nekir, û herdem xwe di nava ne rehetiyekê ku gereke ew jî ji hêla xwe de bersivekê bide komployê hîskir. Li ser rewşa Rêbertî û pêdiviya pêşxistina helwestan bi hevalan re di nava diyalogan de bû. Dibe ku hevala Viyan di sala 2006’an de çalakiya xwe pêkanîbe, lê di esas de biryara hevala Viyan ya li darxistina çalakiyekê ji sala 99’an de dabû. Jibo wê hevala Viyan herdem bi vê berteka ku li hemberî komployê jiyan dikir dihizirî. Çalakiya hevala Viyan her çendî ku dizanîbû Rêbertî êdî çalakiyên xwe şewitandinê nepejirîne, ji xwe ev yek di nameya xwe ya ku jibo Rêbertî jî nivîsandiye dibêje ” dibe ku hun vê şêwazê çalakiya min qebûl jî nekin, lê ez jî dixwazim hezkirina xwe û hevaltiya xwe bi Rêbertiya ku jibo azadiya gelê xwe jiyana xwe fedakiriye, bi vî rengî îfade bikim“. Hevala Viyan berî ku vê çalakiya xwe li darbixe jî di nava lêgera pêkanîna çalkiyên bi şêwazên cuda de jî bûye, lê ji ber cudahiya şert û mercan pêşniyarên hevala Viyan yê pêkanîna çalakiyê nedihate qebûlkirin. Hevala Viyan jî jiber ku xwe kilît kiribû, û îqna kiribû ku gereke ew çalakiyekê pêkbîne, di dawî de jî pêkanî.
Çalakiya hevala Viyan pêwîste ku mirov bi awayeke rast bi destbigre. Raste çalakiyeke xwe şewitandinê ye, û ji xwe ev çalakîyana êdî pêwîste tu milîtaneke rêxistinê nepejirîne, jiber ku êdî em dikarin çalakiyên cuda jî pêkbînin û şert û mercên me yê jibo çalakiyên cudatir, di warê siyasî û gerek bike di warê leşgerî de jî dest dide, lê hevala Viyan jî dema ku ev çalakî pêkanî, ne ku ji tengavbûyînekê an ji nêzîkatiyekê tenê hestyar pêkaniye. Hevala Viyan bi xwe jî di nameya xwe de dibêje ku ” ez pir ji jiyanê hezdikim û weke ku hevala Zîlan jî gotibû xwezka ji canê min zêdetir tiştek ji destê min hatiba ku min di riya Rêbertî de bida ya“. Hevala Viyan bi çalakiya xwe weke helwesteke li hember neyarên gelê kurd, û di heman demê de jî weke helwesteke ku li hemberî tevgera tesfiyekaran yên ku xwestin di hundir de jî darbeyekê li tevgera azadiyê bixînin, da raberkirin.
Çalakiya hevala Viyan, weke jineke ku ji Başûrê Kurdistanê tevlî nava refên şoreşê bûye, di nava gelê kurd bi giştî, û di nava gelê me yê Başûrê Kurdistanê bi taybetî dengvedaneke mezin da çêkirin. Hevala Viyan weke kesayeteke ku bû perjînek jibo gelê kurd. Armanca hevala Viyan parastina jiyana PKK, û bi hêzkirina helwesta Rêbertî, her wiha dilsoziya xwe bi Rêbertî re li gorî şert û mercên wê demê bi vê çalakiyê xwest ku bide diyarkirin. Hevala Viyan bi helwesta xwe bangewazî ji tevahî jinên Başûrê Kurdistanê re jî kir, û pêwîstiya tekoşînkirinê, ya azad jiyankirinê bi jinên Başûrê Kurdistanê re jî hîn zêdetir da famkirin. Jibo bersivdayîna çalakiya hevala Viyan, pêwîstdike ku em jî weke jinên kurd hîn zêdetir çalak bin û xwedî çalekî bin, ev nayê wê wetayê ku em jî bi heman şêwazê çalakî bikin, ji xwe heval Viyan jî bi vê mebesê bi çalakiya xwe bangewazî nekir ew bi xwe jî bersiveke wiha napejirîne, di wateya ku em hemû jî li gorî pêwîstiya azadiya gelê kurd tevbigerin, hîn zêdetir xwe bi rêxistin bikin, û li hemberî komploya 15’ê Sibatê bi îsrar tekoşîna azadiya Rêbertî û ya gelê Kurd bi serbixînin. Dibe ku hevala Viyan niha di warê fîzîkî de ne li gel mebe, lê di warê ruh de her di zihnê me de jiyan dike, bi vî rihê hana jî em hevaltiya xwe ya bi Rêbertî bi hêztir dikin. Dema ku em tekoşîna xwe li hemberî paşverûtiyan didine meşandin, di hişê me de hevala Viyan û helwesta wê ya li hemberî nebesiyan tê jiyankirin.
T. Zîlan: em dizanin ku Rêber APO hîn jî dîlgirtiye, wejî qala rihê hevala Viyan û bi vî rihê han tekoşînkirin kir. Winê bi vî rihê han çalakiyên çawa esas bigrin?
Ejîn Cîlo:em weke şagirtên akademiya ş. Zîlan cihê ku em niha lê perwerde dibînin, li gorî rastiya paraznameyên Rêbertî di nava lêhurbûnekê de ne. Ji perwerdeyê re rast nêzîkbûyîn jî çalakiyeke milîtantiya tevgera azadiyê yê. Dema ku ez dibêjim bi rihê hevala Viyan, di wateya ku her yek ji me li kuderê dibe bila bibe, di nava çi xebatê de dibe bila bibe, ji wê xebatê re bi armanca serkeftinê nêzîkbûyîn, nêzîkatiyeke herî biberpirsyar û bi zanistî ye. Li hemberî hişmendiya desthilatdara û pergala baviksalarî, bi bîrdoziya azadiya jin xwe gihandina kesayeta pêşeng ji bo azadiya tevahî jinan û civakan, armanca me her milîtaneke tevgera azadiya jine. Ji xwe jibo bersivdayîna hevala Viyan û tevahî şehîdên me yê bi rûmet, yê ku di nava tevgera azadiyê de jibo armancên mezin têkoşiyan û çalakî pêşxistin, xwe di bîrdoziya azadiyê de kûr kirin û bi wê kûrbûyînê tevgerkirin jî hevalbendiya me ya bi wan re dide îfade kirin. Bi soza ku em dê bi rihê milîtanên jinê kurd yê weke hevala Viyan, Sara, Zîlan, Sema tevahî hevalên me yê şehîd ku xwedî kedên pir mezinbûne di nava tekoşînê de, em dê her li pey şopa wanbin, herdem tişta ku bikeve ser milê me em dê pêkbînin, û di ronahiya bîranîna wan de em dê her serkeftinê ji xwe re esas bigrin.