Îro pênûsa min wê ji bo te xwe bixemilînê, bedewiya xwezaya jiyanê bihûne… Rêhevala min Tekoşîn a aşqa jiyanê…
Sedema xemla wê ew e ku ji te re çend rêzikan xêz bike li ser bejna rûpelan. Ev çend roj in, ji bo îro xwe amade dike. Lewre salvegera şahadeta te de, roja îro de ji nava lêvên xwe berdide hubra xwe da ku ji bo te xêz bike wêneyê bîranînên haqîqatê. Bîranînên ew bêmiriniya ku Gilgamêş peyda nekirî, di nava rûkeniya te de, her kêlî xwe ji nû de diwelidand. Lê ka dê ew li gor wan bîranîn û wê rojê hubra xwe birijîne an na? Hîn salan bi rojan berê amadehiya wê rojê dike, hin caran jî ev roj tê û bi hatina vê rojê re dikeve nava livbaziyê. Lê îcar xemeke giran hatiye ser xemên wê. Bi keder û bi axîn hubra xwe dirijîne pênûsa min. dile min Her car, di roja îro de, xemla xwe girê dida û diçû cihê bîranînan. Îro, ango di 22- 8 de stêrkan wêneyê bîranînan te xêz dikir tu di bo komo stêrkan. Lê ev car dema min temaşeyê stêrkan kir rondik dibarandin li ser rûpela min.
Her pênûsa ku ji bo te dikeve tevgerê xweşikbûna ruhê te, xweşikbûna dilê te dibe çemê jiyana azad û diherikê nava dilê heval û hogiran. Ji navê te min li ser her çiyayek, li ser her lat û zinarek ku te pişta xwe dabu ji xwêdana keda nû de jiyan ji heskirina te li nav her lat û zinaran gulek şîn da, bi eşqa te. Li ser her bostek axa Kurdistanê dengê kenê te bu hêvî û bawerî, ewrên reş ên li ser Kurdan ji holê rakir. Dema navê Tekoşîn tê ser ziman, bihar rêz dibin, gûl û nêrgiz şa dibin, hemû bilbil senfoniyek çêdikin ji heskirin û bedewiya, ey te hevala cenga giran…
Bi çuyîna te çiya bûn wolkan nava dilê her hevalek de hêrsa dijî dijminan bu soza tola şehîdan. Îro cenga Heftanînê bûye meydana derweşan. Qanûna jiyana mirov ewe ku, xweza bi xwe ewe ku azadî ger tû ne bi rengê xwe bî, tu ne tiştekî ji ser erdan. Mîna ku te her tim digot wateya jiyan bi jiyana azad xwe dide der û şênber dibê. Ger emê jî bi çand û zimanê xwe, bi nasnameya rûmeta xwe nejîn; emê ne bêjin em dijîn. Jiyan heye bi azadî re, ew koletî nasnakê. Mirovê bi cewhera hebûna xwe dijî, heqîqet jê re dibe ronahiya rêya însan. Rêber APO mîna bi bêndengiya herî kûr a li Kurdistanê, bû dengê herî kûr û nava dilê her Kurd û mirovekê de li dijî zalim û ne mirovan bû bahoza berxwedanê.
Dema te girtina Rêber APO bihîstibû, Çavê te bûbû çavên bazan. Li ser levên te gotin dibûn çalakiya serkeftinê. Li ser her bostek, ji ser her lutkeya Cudî heta Zaxrosan, ji Qendîl heta Gareyan di govenda şerê azadiyê de tu dibû serçopî. “Ev şer şerê nemerdan e, tê de nîne tu pîvanê edalet û qanûnê, lê em in xwediyê aşqa azadî, em in xwediyê îrade û bawerî, ew hêza me ya heqîqet û heskirina hevaltî ye.” Weke Kurd me heya derketina Rêber APO ne jiyanek bi wate û ne jî heqîqet û azadiyê nasnekir. Gotinên her şervanê heqîqetê digotin “em li van çiyayan dijîn, em bedewiyê didin jiyanê, lê ya ku jiyanê dike jiyan zanistî û fikrê Rêbertî ye”. Her çar demsalên salê di hişê dîrokê de bûye sekna şehîdên azadiyê. Bi vê boneyê min dema wateya jiyanê pirs kir, jiyan got ez im sûretê Têkoşîn, Kasim Engîn, Esmera cenga Heftanînê, Sema û Doxayan… Çawa ku deriyê gerdûnê dilê jiyanê ye, pira wê fikr û ramanê Rêbertî ye. Gelek kes destê xwe avêtibûn nifteya wî derî ku vekin, lê derî venedibû.
Gotinên her şervanê haqîqatê ku digotin “em li van çiyan dijîn, em bedewiyê didin jiyanê, lê ya ku jiyanê dike jiyan zanistî û fikrê Rebertiye kaniya jiyanê ye”, her çar demsalên salê di hişê dîrok buye sekna şehîden azadî. Bi vê boneyê dema pirs dikim ketibûm pey jiyan çi ye, jiyan got ez im suretê Tekoşîn, Kasim Engîn, Esmera cenga Heftanîn bombeya destê Sema û Doxayan.
Belê rêhevala min, dema ku min te naskir, tu li çiyayên Botanê parçeyek ji kena şilêrên çiyayî bûy. Her tiştê çiyayî xwedî taybetmendiyek e. Tu jî ji hîvênê tîrejên rojê, ji bayê berbanga sibê û ji çavên qulînger koçber hatibû. Te bedewiya xwe ji rengê deşta Feraşînê girtibû. Bedewiya çavên te diyariya xezalan bo ji bo te. Ew eşqa ku di reşikê çavên te de dibiriqî, şewqa rûyê stêrkan bû. Ji kenên te hemu cûre kûlîlkên çiyayî pêk hatibû. Ji ber vê yekê tu her tim rû bi ken bûy. Têkoşîna eşqa jiyanê… Ji ber vê yekê bû ku te bi kenê xwe re erd û ezman dikenand. Dema tu dikeniya, ewrên reş fedî dikir ku baranên bêrehm bibarîne. Li ber kenên te ewrên reş xwe didan alî, wê demê ezmanên bê dawî dihat temaşekirina te. Di kenên te avên şilo zelal dibûn, kûlîlkên çilmisî geş dibûn, zarokên di derguşan de aş dibûn, jinên dîlgirtî azad dibûn. Dema tu dikeniya, kulîlkên dibişkivîn li ser singa Zagrosan. Wê demê dibû bihar. Şahî diket dilê xwezaya rengîn. Kenê te kenekê xwedawendî bû. Bi kenê te re rengên ku xwezadigirt li ser lêvên tu ferîşteyekê nehatibû dîtin. Bedewiya ku di rûyê te de xwe dida der nehatibû dîtin.
Te dizanî heval Têkoşîn dengê kenê te ew çend hêza jiyanê bû, ku dikarî miriyên di goran de sax bikî? Tu dizanî ku te dilê her hevalekê de jiyanê azad û bi wate dikir. Tû zanî ku kenê te dibû melhema birînên dilbikovanan? Kenên te dibû ahenga bilûra şivanan û wextê berê êvarê xwe berdida nav dilên ku ji bo azadiyê lê dixe û tarîtiya şevê ronî dike? Tu dizanî ku kenên te dibû pêyvên dilsozî, biryardarî û têkoşîna bindestan? Tu dizanî ku kenên te dibû hevoka pênosa helbestvam û bidû axîn di awaza dengbêjan de?
Heval Têkoşîn fermandara şerê gelê şoreşgerî, xwediyê şêwazek afirîner, rêxistinkirî bû. Ew keça cenga giran e. Bi dilwêrekiya te hemu tirs xwe dida aliyek, tirs ji sekna te ya serbilind ditirsî fermandara jinên têkoşer.
Ma kîjan pênûs dikare qala te bike? Kîjan pênûs wê bikaribe pesnên te bide û te rave bike? Wê hêza kîjan pênûsê têr bike ku behsa ked, berxwedanî, îradeya te ya bê sînor, sekna te ya bedew bike? Vayê îro li cenga Heftanînê dîsa keç û xortên lehengî bi soza tolhildanê govenda azadiyê dihherînin. Emê her henaseya ku dikşînin hindûrê xwe de, Têkoşîn û Çîçekan, Esmer û Atakanan bikin sedema jiyanê. Şehîd ji bo me soz û pêymana serkeftinê ye. Heya ku em taca azadiyê nedêynin ser Kurdistanê, wê jiyan nebe jiyan.
Di şexsê heval Têkoşîn de hemu şehîdên azadiyê ronahiya rêya me ne û emê bi erka hevaltiyê serkeftinê pêk bînin.
Newroz Cizîr