Bi Govenda Azadiyê Em Dawî Li Qirkirinê Bînin

0Shares

Ez bi xwe jî ji govendê gelek hesdikim. Bi taybet di nav gerîla de tama govendê pir xweş e. Me cardin şahiyek xwe ya xwezayî lidarxistîbû û bi hevre me govenda şoreşgerî gerand. Govend ji bo min weke jinek ciwan tê çi wateyê ger hûn bipirsin ezê wiha bibêjim; tê wateya azadiya min û civaka me. Tê wateya nasname, wateya hebûna min, tê wateya parastin û jîndar kirina çand, zimanê min. Belê ji van hemû xalan govenda me tinê yek ji tevgera me ye, ji yên herî sade, bi coş û şahiya me ye.

Beriya tevlî refên gerîla bibim jî min ji govendê gelek hesdikir. Di dawetan de her car yêk ji serkêşên govendê dibûm ez. Vêcar govendên herêma me jî gelek bi nav û dengin. Di nav cil û bergên me yên gelerî de, di nav mêhrîcana rengan de rêzên govendê bi metreyan dirêj dibûn û me li ber davûl û zurnê govenda xwe digerand. Ev govenda me ji bo me pir bi wate ye, pir bi nirx e. Lê îro vê govendê jî qedexe kirin e. Were vêcar hêrsa te neçe lutkeyê û nevegere bilindkirina sebeba tekoşîna azadiya te.

Ya rastî hertim me dizanî, didît ku zext li ser me wek civak heye, zimanê me, çanda me biçûk dihate dîtin. Ji bo me bikin weke xwe zexta em ji her nirxên xwe dûr bikevin û berbi wan ve biçin heya dawî dimeşandin. Bi cehaleta ew dixwazin bi navê Tirkbûna xwe di me de ava bikin re derî heya dawî vekirîbûn û zext li me dikirin. Lê wek ciwan, wek milet me ti demî vê yekê qebûl nekir. Ruxmê zarokên Kurd ji ber zimanê xwe yê dayîkê lêdan dixwar, ruxmê bi çavên xwe yên gemar li me xirab dinêriyan jî me ji ber ku em Kurd bûn xwe hertim baş hîs dikir, em serbilind bûn.

Xwe neşibandina netewperestên Tirkan tiştek ehlaqî ye. Înkarkirina wan tinekirina welat tîne, pêşeroja yêkbûn û hevgirtina gelan reş û tarîyê de dihêle. Lê ne di ferqê dene gelo?

Nizanim, carna difikirim ku di ferqa tiştên dikin de ne, lê carna jî difikirim serkêşê cahîlanin û ji ber wê di tunddiravî û înkarê de israr dikin. Lê ez wek hevalek gelek mînetdarî Serok APO, PKK’ê û PAJK ê me ku vê tekoşînê dan destpêkirin û hebûna me wek nasname, çand, ziman dan parastin. Heger ne ji me ciwanên tevlî nava tekoşînê ba ji zûde bermahiyên mayî yên civaka me jî ji holê rakirîbûn û tiştek ji me nehiştîbûn. Pergala dewleta faşîst ya Tirk û gelek dewletên cîran, heya gelek welatên navdewletî gelek caran bûne yêk dest ji bo van planên qirker pêk bînin. Lê mejî û dilê wan ewqas cemed girtiye ku fam nakin ka miletek ewqas pir hêjmarî, xwedî çand, ziman, nasnameyek ewqasî dîrokî û kûr, çi bikin jî nikarin tine bikin, ji holê rabikin. Niha jî bêdengiya wan hêz û dewletan piştgiriya qirkirina dewleta Tirk ya dagirker nîşan dide ku rolê sê meymûnan lîstinê de heya îro jî israr dikin. Yanî wan tiştek nedîtiye, nebihîstiye û negotiye. Bi ti awayî agahiya wan ji vê rewşê nîne. Na na, dewleta faşîst gundan bombardiman dike, erîşî sivilên li Rojavayê Suriyê dike, ser dawetên bi sitran û govendên Kurdî de digrin, siyasetmedar, nivîskar, pêşengên Kurdan digrin û dixin hepsê, êşkence dikin, dayîk û bavên jorî 70-80 salî di girtîgehan de digrin uhwd. Her roj zilmek pir giran tê jiyîn lê ew di guhê ga de radizin, ew taqlîda sê meymûnan didomînin.

Weke hevalekî jin ya bûyî gerîla dixwazim bal bikşînim ser ku sedema hebûna doza azadiyê, bingeha mafê xwe û civaka xwe ji qirkirinê parastin e ku ti demî di vê astê de berbi çav û eşkeretir girîngîya wê nehatiye nîşandan û pêkanîn. Lê cardin nabînin, nabihîsin û nizanin. Tiştek ewqas dermirovî û hovitiyek mezin e ku tê jiyîn, lê çi ji wana re ye. Nayê serê wan, tê serê me Kurd û Kurdistaniyan. Bi çekên wan, bi kîmyasalên wan, bi piştgiriya wan ya siyasî û leşkerî ev hemû tê kirin, lê ew jê ne dizanin, ne dibînin, ne jî dibihîsin…

Bêgûman mesele tinê erîşên dawî yên ser govendên me nîne, li ser hebûna me ye, li ser Kurd bûna me ye, li ser zimanê me, ax, bax û bostanên me ye. Qirkirineke ku di asta herî jor de birêvedibin. Yanî girtina ji ber Kurdî axiviye, kuştina ji ber Kurdî stran gotiye, linç kirina ji ber Kurdî cil û berg lixwe kiriye û Kurdî govend geriya ye… Ev dîmenên îro derketiye holê asta xeterî û biryardariya netew dewletan û dewleta Tirk ya faşîst di qirkirin û tinekirina civaka me de xwe gihandiye çi astê nîşan dide. Heman demî piştgiriya netew dewletên xizmet û piştgiriya van erîşan dike jî pir eşkere li holê ye.

Dema bixwazin miletekê qir bikin, di aliyê fizîkî de heya astekê dikarin encam bigrin lê heger çand, ziman, nasname, hebûna miletekê hedef bigrin, kuştin û tinekirinek hêdî bi hêdî pêktînin û dirizînin dikeve meriyetê. Ev armanç û hedefa wana ye. Lê belê em weke hêzên li çiya, wek miletê me yê welatparêz û berdelên giran dayî, rêhevalên me yên ji ber doza azadiyê hepis kirî, dayîkên me yên her yêk ji wan bûye siyasetmedar yê ti demî nehêlin ev qirkirina wan bigihêjin encamê. Ji bo wê dixwazim binxêz bikim û bangawazî bikim ku dê ka em bi hevre govenda azadiyê geş û bilindtir bikin. Li vir tinê behsa govend gerandina bi melodiya stran yan dahul zurneyan nakim. Behsa bikaranîna zimanê xwe, parastina xak, xwe rêxistinkirin û birêvebirina xwe wek civak û bi taybet jî weke jin dikim.

Ez jî dibêjim, wek Kurd ji Tirkî axaftinê, xwendin û nivîsandinê re êdî bese, di her zaravayên Kurdî de axaftin, nivîsandin û xwendinê re heya dawî belê. Dibêjim ji çanda Tirkan re êdî bes e, ji govend, coş û kenê bi Kurdî re heya dawî belê. Ew çiqas me bixwazin bikşînin Tirkitiya xwe, em jî ewqas înadî wan pişta xwe bidinê û wek civak pêşeroja xwe di ziman, çand, nasnama xwe ya Kurdewarî de bigihînin asta lutkeyê. Ev jî dikeve ser milê  her yekî me.

Ez li çiya bi rêhevalên gel xwe re Tirkî nediaxivin, ne dixwînin, ne dinivîsînin. Em hemû vegeriyane ser zimanê xwe yê dayîkê, ser zimanê Kurdî û ev serbilindiya me ye. Ne ku Tirkî nizanim, ew jî zimanekî biyanî ye ku hînbûme. Weke Îngilîzî, Erebî û her yêk zimanekî dine ku her Kurd dibe ku hînbûbe, bixwaze hînbibe. Lê ewqas li ser me, ziman, çand û hebûna me ferz kirinê re divê em bêjin êdî bes e.

Cardin dixwazim bînim ser ziman ku girîng e ku em govenda azadiyê geş bikin, bilind bikin û di oxira wê de her roj, her kêlî ji bedeldayînê jî netirsin. Hêrsa me li dijî neheqî û bêedeletiyê, daxwaz û hêviyên me ji bo jiyana azad bi Rêber Apo re ye. Ev daxwaz û hêviyên me ji her demî bilindtir û xurtir buye. Emê teqez serkevin, heger em li hemberî vê siyaseta qirkirinê bi biryardariyek mezin xwe di warê ruhî, madî, manevî, çandî ji wê pergala qirker bi temamî qut bikin û li ser koka xwe şaxên xwe ji her demî kûrtir û bingehîntir vedin. Serkeftin gelekî nêz e, li ber derî ye û li benda derî vekirina me ye. Heger me xwe anî ber wî derî jêre ji xwe tiştek namîne. Ji bo wê dibêjim, tekoşîn, tekoşîn, tekoşîn, geşkirina coş û kelecana govenda azadiyê…

Şîlan Serhed

Attachment