“Bi Can bi Xwîn Em bi Te re ne Ey Serok”

0Shares

Nûjiyan Erhan

Di dîrokê de desthilatdaran ji bo kesên ku li hem­ber wan serî hildidin û serdestiya wan na­pejirin hertim bi komplo û rêbazên herî za­lîmane bersiv dane û xwestine wiha çavên mi­rovahiyê bitirsînin. Ji bo serdestiya xwe ma­yînde bikin û bêpirs werin pejirandin, hin kes wek qurbanî hilbijartin e. Di şexsê wê/wî qur­banî de payama ‘Ez qadirê her tiştî me’ di­din. Ev rastî di şexsê Prometeûs, Mansûrê He­lac, Brûno, Olîmpiya De Guest, Roza Lûx­sembûrg û gelek lêgervanên heqîqetê de du­bare bûye. Heq û huqûq bi destên ser­des­tan tê nivîsin, ji ber vê jî li gorî ber­je­wen­di­yên wan û îqtîdara wan hatine amadekirin. Ha­mûrabî tenê ji bo îqtîdara xwe mayînde û sax­lam bike qanûnên nivîskî derxistiye û ji wê rojê şûnve exlaqê cîhan terikand. Li ci­he­kê ku exlaq xurt be li wir pêdiviya qanûn û hu­qûqên nivîskî namîne, heke hat nivîsandin jî wê demê cihê exlaqê nemaye.

Di cîhaneke wiha de mirov dikara behsa kî­jan dad û mafê bike. Kî/kê dikare derheqê maf û dadê de biaxive. Maf li ku derê were ge­randin? Cihê lêgera mafê li kuderê û kî/kê ye? Kesên ku bersiva van pirsna digerin xwe di nav têkoşîneke pir xurt û pençika per­ga­le­ke pir zalîmane de dibînin. Kesên ku bi­ka­ri­bin li hember vê pergalê ku 5000 hezar salî ye li ser piyan bisekinin lêgera mafê mi­ro­va­ti­yê bikin, parastina bindestan bikin û ça­re­se­riya xwe bixwe pêşbixin divê şexsiyetên dî­rokî bin û xwedî vînekî bi pola bin. Ji bo ku di şexsê wan kesan de dîrokek wê xwe bî­ne ziman, mirovatî îfadeya xwe bibîne, bin­des­tî û serdestî nemîne, jin vegere cewhera xwe, darên azadiyê pelên xwe bêtirs belav bi­kin. Divê kesên wisa derbikevin ku girî û ga­zind cihanê terk bikin. Xwedayê şer Ares he­ya dawî biçe diyarê binerd, di Tartarosan de mahkûmê binkeftinê bibe. Divê kesên wisa derbikevin ku gulên nûbişkovî di baxçê aza­diyê de bi xendeyeke nazenîn berê xwe bi­din rojê. Roj bi kêfxweşiya şînahiyêö ger­ma­hiya xwe bireşîne ser zozanan. Zozan jî bi den­gê kenê zarokên ku li jêr germahiya rojê pê­xas dileyîzin û şa dibin, xwe bi neqşa bi­ha­rê ve bixemlî ne, derguşiya mêvanên bi­ha­rê bike.

Ewrên reş yên zihniyeta zilamsalar wek penç­eşêrekê hemû cîhan pêçabû, baranên asît li ser axên pîroz dibarand, lehiyên xwînê di­herikand. Tufanên çavtarî bablîsokên çolê da­nî li ser welatên Xwedawendan. Erd benda ye­kê bû ku mirınê bide ber çavên xwe û şûr bi­kişîne li hember xwedayên Olîmpûsê. Ma­şo­tên (tırtıl) di hundirê kozayên xwe de ben­da yekê bûn ku şevên tarî vegerîne ronahiyê û ew jî bibin pepûleyeke rengîn. Xwe­da­wen­dên ku bi destên Xwedayên wehşî di bazarên hê­siran de dihatin firotin, li benda wê bûn ku ve­gerin ser çiyayên Zarosan cihê ku bajêrê wan bû.

Lê belê herkes dizane ku Zeûs xwedayê brûs­­kê zalim e. Kesên ku li hember wî der­bi­ke­vin bi cezayên mezin re rûbirû dimînin. Za­limtiya wî li ser zimanan, kiryarên wî yên ho­vane li ber çavan bû. Ji bo îqtîdara xwe di­ka­ribû babê xwe jî bikuje, birayê xwe Hades meh­kûmê binerd bike. Ma çawa zarokê în­sa­nê fanî bê ceza bihêle? Her kes li çarenûsa Pro­meteûs hesiyabû. 

Ev rastî di çarenûsa Gelê Kurd û Rêber APO de cardin xwe dubare kir. Dîroka ber­xwe­da­nê di Hîlala Zêrîn de vejiya. Zarokê çav­zey­tû­nî yê dayîka pîr a Mezopotamyayê di ke­sa­ye­ta xwe de dîrok û gel ji xewa hezar salan şi­yar kir. Ew rewşa heyî nepejirand û bû şop­darê Prometeûs. Xweda û qanûnên wan di dadgeha wîjdanê de darizand. Tabûyên ku di mêjiyê mirovahiyê de wek pîramîtan zexm bibûn bi gurzêberxwedanê veşikand. Ras­tiyên ku xizmetê desthilatiyê dikirin ji vê rew­şê derxist û wergerande ser heqîqetê. He­qî­qet bû cewhera wî, baweriya bêsînor jî bû rê­hevala/ê wî û têkoşîn bû rêya wî.

Ji bo vê jî ew mehkûmê tenêbûneke bêsînor ki­rin. Di nav behrekê de bênefes hate hiştin. Di nav şînahiya bêsînor de hesreta şînahiyê ma. Pelekî şîn jî jê re zêde dîtin. Dara ber penc­eraya wî jêkirin ji bo hêviyên wî xilas bi­kin, nedizanîn ku dara hêviyê di hundirê wî de ye, ew dara hêviya bi milyonan e. Ke­vo­kên ku her roj li ser serê wê diwîçiyan kuş­tin ji bo ku bi hesreta xweşikiya xwezayê bi­mîne, lê belê nedizanîn xweşikiya herî me­zin a ku xweza ji mirovahiyê re bexşandiye ew bixwe ye.

Tekîliya wî bi cîhanê re qut ki­rin. Ji ber ku wî perdeya destnedayîniya (do­ku­nulmazlık) pîroz a xwedayên erdê veki­ri­bû û nîşan dabû ku ew nemukemel in. Dema per­de hate ve­ki­rin çavên ku hezar salan gir­tî­bûn, zimanên ku lal bûn û guhên ku ker bûn ve­bûn.  Wî, îs­tîqrara ku di nav çîna jêrîn bi ke­da hezar sa­lan bi tirs û xofeke mezin ha­ti­bû avakirin xira kir. Cihêtiya kesên bijarte ji des­tên wan stend. Wî, bi jina ku tenê wek ma­kîneya zarokanînê dihate hesibandin re şo­reşa cî­ha­nî pêşxist. Di cîhana ku zilam kir­de, jin bi­ra­ser bû wateya kirde û biraser ji­nû­ve pênase kir. Welatên ku bi reşahiyê ha­ti­bûn pêçandin bi keskesorên li pey barana ku hûr hûr di­ba­re, xemiland.

Lê belê ew zarok gunehbar bû, diviyabû bi­ha­ta sizakirin û bibûya qurban, bibûya îbret û mînak. Wî, maskeya xwedayan, rûpûşa qra­­lan vekiribû. Wî, Zeûsên hemdem aciz ki­­ribû. Textê li bin wan hejandibû. Ji bo vê jî bi komployeke navnetewî hate girtin. Pa­n­te­o­na xwedayên Olîmpûs li hev civiyan, pê­nû­sa doza wî şikandin. Asoyên sor agahiyek ne­­da di derbarê Lawikê Azadiyê. Dayîk bê xew, bê agahî li benda hêviyên xwe yên he­zar salan in. Cîhan bêdeng, erd bêdeng, ez­man bêdeng… Tenê dengê teyareya ku azadî xis­­tibû qefesê bilind dibû, tenê rengê xi­ya­ne­tê xuya dikir…

15’ê Sibatê wek rojeke reş derbasî rûpelên dî­rokê bû. Lê belê Serdest û mêtinger ne­di­za­nîn ku ew êdî tenê ne kesek e.  Ew fel­se­fe­yek e, bîrdoziyek e, terzê jiyanekê ye. Ew dî­rok e, ew jiyana azad e, ew gelek e. Gelekî ku bi tena serê xwe li hember hemû cîhanê di­sekine.

Îro di kolanan de, di hemû qadên ji­yanê de li pêşberî hemû zext û zilmên wan, li hemberî hemû êrîşên paşverû bi yek dengî te­nê ev durûşme tê qêrîn: “Bi Can Bi Xwîn Em bi Te re ne Ey SEROK.”