Li ser name û axaftinên rêhevala Zîlan ku di çonayetiya manîfestoyekê de ye, hinek tiştan lê zêdekirin ne hedê me ye. Lê ji nameyên ku hiştine re bersiv dayîn, ji aliyê min ve berpisiyariyeke arişenî hildigire. Ji aliyê warê bîrdozî, ramyarî û leşkerî ve jî ku berpirsiyariyê ji bo gel, partî û min çêdikin daxistina holê girîng e.
Weke ku tê hizirkirin çalakiya Zîlan, ne çalakiyeke xwekuştinî ye. Bi temamî çalakiyeke serdemî, dîrokî, bipîlan, wêrek, fedekarî û xwînsarî ye. Êrîşeke ku yekîneyek ango tabûreke gerîla dikare pêk bîne, bi serê xwe pêk tîne. Xwedî wateyeke wisa ye. Belkî jî ew yekîneyên me yên gerîla ku jimara wan ji sedan zêdetir e, di hundirê mercên dest didin de wendayiyên mezin dane. Weke ku hêzên me nekarîbûne xwe rêxistin bikin, bi ser dijmin ve biçin û çalakiyeke gerîlayî ya saxlem û bipîlan pêk bînin, mirov dikare bibêje ku berevajî zêdetir wendayî dane. Belkî jî çalakiyên me hemû bi vî şêwazî ne. Dixwaze ji hêla kesayetiyê ve û dixwaze ji hêla yekîneyeke pêşketî ve be, ger em bînin pêş çavên xwe di vê astê de wisa bipîlan nehatiye pêkanîn, di xeta şerê çekdarî ya PKK’ê de ciyê vê çalakiyê di radeyeke dawî de darîçav e û dîrokî ye. Çalakiyeke rastîn a herî pêşketî ye û PKK’ê maf kiriye…
Ger bûyereke mînanî xwekuştinî hebe, ne ev çalakî ye, ew çalakiyên me yên din in. Ger ji kesayetiyên xwekuştinî were qalkirin û were pirskirin ka ev kesayet kî ne, emê bibêjin hun in. Dixwaze yê ku ji çalakiyan direve, dixwaze bi teşeyekî xwekuştinî qet xisarê nade dijmin, bi xwe re jî rê vedike li ber îmhabûna bi sedan rêhevalên xwe, ev çemka çalakiyê tenê û tenê dikare weke xwekuştinî were nirxandin. Nêzîkatiyeke herî dûr ji vê çemka çalakiya xwekuştinî hebe, ev çalakiya vê rêhevala milîtan e. Bi viyaneke azad, bipîlan û di hundirê mercên xwedî rîsk de pêkanîna çalakiyeke wisa tenê mirov dikare di xeta leşkerî ya PKK’ê de bi dana çêkirina derçûnekê rave bike.
Ev çalakiya ku rêhevala Zîlan pêk aniye di heman demê de li hember çemka çalakiya xwekuştinî derbeyeke mezin û panzehîr e.
Heke hunê bimirin, rast bimirin!
Heke hunê êriş bikin, rast êrîş bikin!
Çalakiya Zîlan bi mesajên ronak ve dagirtî ye. Di tevahiya Dêrsimê de, di Kurdistanê de ya ku gerîla nekarîbûye bike, dibêje “wisa bikin.” Di mesajên wê de aliyên balkêş hene: Xeta bîrdozî û polîtîk a PKK’ê bi tekûzî û pir bi puxteyî têgihîştin mijara gotinê ye. (Hema ez destnîşan bikim ku ev ji bo min pir têrkar in.)
Va nabêje “haya min ji puxteya bîrdozî û polîtîk a PKK’ê nîn e, tenê çemka çalakiya min heye, çemka xwekuştina min heye.” Em ji bîr nekin ku di çalakmendiya binkeya me de ji esasên bîrdozî û polîtîk dûrbûn di asteke pir pêş de ye. Her wiha çemka çalakiya PKK’ê re xwezayiyeke mezin dide qezenckirin. Dibêje “ez dikarim bibêjim ku di mijarên mînanî îdîa, biryarmendî, safîbûn û dilsoziyê de tam xurt bûme” û piştî ku digihîje hêza biryareke rast rasteqîna PKK’ê dinirxîne.
Viyana wê heye -tenê bi viyanê qîm nake. Ka çiqas bi xurtî bi PKK’ê têgihîştiye dadixe holê. Bêyî têgihîştina PKK’ê li ser navê PKK’ê çêkirina çalakiyekê weke maf ji xwe re nabîne û vê yekê mînanî xapandineke mezin û nemafiyekê dinirxîne. Di wê ferqê de ye ku çalakiya li ser navê PKK’ê bê çêkirin, ji têgihîştina rast a puxteya PKK’ê dibore. Ev di heman demê de li ser wan kesên ku xwedî çalakiyên çewt in di nava partiyê de, rexneyeke rişt e.
Azîmê we, biryarmendiya we, îdîaya we, moralê we çiqas e? Hun çiqas bi PKK’ê têgihîştine? Di Zîlanê de ev tev eşkere ne û xwe digihîne pênaseyeke partiyê ya erjeng.
Manîfestoyek e, sondek e.
Başe hun PKK’ê bi vî teşeyî dinasin? Heke hun nas nakin, çima çeka PKK’ê hildigirin? Ger haya we ji dîroka vî gelî tune ye, çi karê we heye li nav refên şer û partiyê?
Zîlan kurtaseyeke dîrokê ya tekûz çêdike. Mirovê dozê ku xwe nesipêre bingehên dîrokî bêreh e. Ev rêhevala mezin hetanî dawiyê xwe digihîne pêwîstiya reh belavkirina nav dîrokê. Di vê ferqê de ye, di vê zanebûnê de ye û di vê berpisiyariyê de ye.
Şêwaza çalakiyeke tekûz.
Şoreşên cîhanê yên din û şoreşa Kurdistanê berhev dike. Taktîkên şênberiya şoreşa Kurdistanê dibîne. Bi teşeyekî ku ez bi xwe jî ewqas nikarim biderbirînim û zelaliyê pê bigihînim puxteya şoreşa Kurdistanê tîne zimên. Nabêje “wisa li ser navê rêgezên gelemperî di cîhanê de şoreş wiha çêdibin, dê li kurdistanê jî wisa çêbibin.” Tîne zimên ku pir şênber e û şoreşeke bi xweseriya xwe ye. Çalakiya xwe jî disipêre vê.
Ne şoreşgereke gelemperî, şoreşgereke mezin a Kurdistanî ye. Bêrehbûnê dibîne û dizane, lê tevî van hemûkan xwe şûn ve nakişîne ji dana dilê xwe yê mezin û fedabûnê.
Rastîna Serokayetiyê hema hema di hemû bendên nameya xwe de destnîşan kiriye. Ev rêheval min nas nake û ji wan rêhevalên herî nû yek e. Derdikeve holê ku bitekûzî Serokayetiyê vekolaye. Ên ku ev bîst-sî sal in bi me re hene û dîsa em bi we re her roj li ser rastîna Serokayetiyê gotûbêjan pêş dixînin, lê em bi vê rêhevalê re ji dûr ve jî neaxivîne. Lê tevî van hemûkan ew rastîna ku dihêle karibe şirove bike, herz bike û xwe bigihîne kesayetiya milîtan, divê ev yek weke milîtana PKK’ê were nirxandin.
Ev dibe PKK’yiyeke rastîn.
Dide diyarkirin ku her roj li ser navê rexnedayînê gotinên mînanî “gundîtiya min, piçûk burjûvazîtiya min û bandorbûna min ji şerê taybet” ne rast e. Ev dahênan û tespîteke balkêş e. Ji ber ku di hundirê PKK’ê de xeflet herî zêde xwe bi vî teşeyî nîşan dide. Ji bo ji vê derketinê taybetmendiyeke kesayetiya PKK’ê ya rastîn dadixîne holê.
Çalakî bi xwe li hember dijmin çendî ku derketineke mezin e, di heman demê de di gelşa ka pêwîst e taktîkên leşkerî û gerîlatî dê çi bin de helwesta herî ronak diderbirîne. Dîsa di nava partiyê de jiyana rêxistinkirî, di mijara ka divê çawa were temsîlkirin de, derketineke mezin e. Aliyê duyemîn ji derketina li hember dijmin girîngtir e. Milîtanên ku rêxistinê mijûl nakin, wan taybetmendiyên kesayetiya xwe ku ji pergalê girtine nateyisînin hundirê rêxistinê, bi misogerî dikarin bibin xwedî derçûnên girîng. Ji ber vê yekê di nava partiyê de dide diyarkirin ku divê safîbûn hebe.
Bi çalakiya xwe tîne zimên ku divê bi devleqî û demagojiyê mirov xwe neyinîn halê nexweşiyê, her cure helwest û libatên ku bi esasên bîrdozî, ramyarî û rêxistinî re nabine yek fersend neyê dayîn. Xwe gihandina kesayetiya erjeng, li dijî wî dijminî ku bi tevayî bi ser me de tê, di hundirê berxwedaniyeke topyekûn de mayîn û berxwedaniyeke ku zorê li sînorên hiş dike, weke rewişta bingehîn a PKK’ê dinirxîne. Di virê de Zîlan bi teşeyekî ku kes nikare nîşan bide, xwedî li taybetmendiyên milîtantiya partiyê derdikeve.
Destnîşan dike ku operasyonên biharê yên 1996’an ku dijmin pêş xistibû, xwe gihandiye zanebûna wê û li hember vê yekê jî da ku milîtanên PKK’ê de ka şêwaza çalakiyên çawa divê pêş bixînin dahênan û îspat bike, çalakiyeke wisa li dar dixîne. Bi temamî derçûneke taktîkî di kesayetiya xwe de pêk tîne. Taktîkên îmhakirinê yên ku dijmin diçespîne hene: Sabotaj, sûîqast û operasyonên ku pir pêşketî ne dihizire, li hember van jî dide diyarkirin ka emê bikevin nav çemkeke çalakiya taktîkê çawa. Jixwe em gihîştibûn pênasekirineke bi rengê di biharê de em dikarin çalakiyên xwekuştinî pêş bixînin. Me digot emê Kurdan, her mirovekî Kurd bînin halê bombeyeke mezin. Di bingeh de tê fêmkirin ku rêhevala Zîlan di virê de li ser pêwîstiya bicîanîna vê talîmatê bi ponijîn rawestiyaye.
Ev ne xwekuştinek e, çalakiyeke êrîşî ya rişt e. Çalakiyeke nimûne ye. Rewşeke mînanî ku her kes dikare vê çalakiyê li dar bixîne nîn e. Pir bikalîte û bipîlan e.
Ev fermanek e, ev remzek e, ev şêwaza çalakiyeke seretayî û dawî ye.
Di heman demê de ji bo me bangawaziyek e. De ka pêwîst e ev çawa bê fêmkirin, Zîlan bi zelalî dadixîne holê. Tenê ku em xwe karibin bînin halê bombeyên mezin, mangayekê, tabûrekê bînin halê bombeyan hingê ev dikare bê fêmkirin. Tenê ne bi aliyê leşkerî û teknîk ve, bi pîvanên rêxistinê û xwe gihandina pêwîstekên xetê…
Çî ye ev?
Tu nikarî bi devleqiyê û bi kêmasiyên xwe xweseriya rêxistinê xira bikî. Rasteqîna bîrdozî û ramyarî ya partiyê heye. Dê tuyê bi van neleyizî. Dê tu bi rastîna bîrdozî û ramyarî ya partiyê bijî. Rastîneke berxwedêriya partiyê heye: Moral, viyan, azîm, fedekarî û çalakî. Va, tuyê bi van re bijî. Jiyaneke li derveyê vê ne rastîn e. Çalakiyên wisa ne çalakiyên erzan in. Tenê ne ji wan pakêtên bombeyê kamil in ku mirov li navtenga xwe dipêçe. Çalakiyê wisa nirxandin, wate nedayîna bangawaziyê ye. Piçûk nirxandin e.
Emê çawa mafê wê bidin? Bi bûna bombeyên rêxistinî, bîrdozî, ramyarî û moralê.
Me axaftina Zîlanê di televîzyonê de guhdarî kir. Hema derdikeve holê ku xwedî hîtabeke bibandor e.
Rêber APO
5 Temûz 1996
Dewama wê heye…