Beşişîn

0Shares

Ji Bo Bîranîna Rêhevala Jiyanda Tatvan (Aklime Sezer)

Nasnav: Jiyanda Tatvan
Nav û Paşnav: Aklime Sezer
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1996 / Bedlis
Navê Dayikê: Fatma Navê Bav: Nusret
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 2011 / Bedlîs (Tatvan)
Dîrok û Cihê Şahadetê: 24’ê Adara 2012’an Li Hîzan Xerzan

Kîjan hatin û çûn di ocaxê de
Zêdehiya kenînan di kîjan awiran de eliqîn
Piranî caran mîna neynikê xwe têde didît
Car caran recifînên xwe yên hidurîn û xemginiyên xwe tahm dikir

Di tahma muzîka fonê de ya ku bandora xwe li damaran dike
Bû jîletekî Erabeskwarî, qut kır damarê şah
Heta niha wiha nekenî bû di çavên te de reşika çavên min
Çavzeytûnbûnî, dibe ku aliyê herî reş ên şevê bû

Ya ku tê ferqkirin bi rewşa xwe ya heri ronak ve Stêrka Venûsê bû
Ya ku bi ziman dibe têra zarokê ji hindurîn ve xew dike, hebû
Di germahiya Tîrmehê de kaniya li zozanekê
Di meha Sibatê de çaya ku li ser bizotan tê kelandin

Biharên te nîştîmana te cergebeza reng reng e
Di payîzan de mîsala barana ku xeyalan şil dike
Ne xwe yek tenê jî cihê xwe nedigirt
Tevayî hezkirin û qedexeyên veşartî mayîne

Bi ava kulîlka berfînê can dibîne
Ger tu bikenî bayê serê siharê rengê xwe winda dike
Rewşa herî sift a bêdengiyê dieliqe di berbanga wêneya te de
Ger tu bikenî tenetî dicemide

Lê cih bûyîn bi yek guleyê tenê înfazkirinê dijî
Kerwanek dikeve ser rêgan, ên barên wan bigirî
Û nîştîmana wan ser û bin dibe tev janên wan
Ya ku di rûyê min de vedide senfoniyeke

Tebesûma herî saf a xwîşka min ya biçûk
Kitana spî ya dayika min tilîliya îsyanê ye
Înyada ku ji tevayî westebûna bavê min re huzura ku hindurîn ronî dike.
Ew bêrîkirina esran a bûye ji Rêbertî re

Û hêviya azadiyê ya ku li gel tevayî rêhevalên min naqede
Halbûkî agahiya wê/î pir zû belav bûye
Ber bi çiyayan ve vedaye
Neh can, neh dîl, neh fîdanên nazdar

Bi awayê yek dil, dest dane hev
Ji berxwedanê re gotin; merhaba, qêrînkirin ji şînoyî re
Dema dengên guleyan li taritiya şevê rast dihatin
Bêdengî darîn dibe,

Ger ne berbanga siharê be jî rûyê erdê sor dibe
Di çiyayên Colemêrgê de neh can
Wisa bi mexrûr, wisa bi gurur, wisa bêtirs
Neh canên şervanên rûmetê ketine di destên hev de

Di heman zimanê de, di yek nefesê de, bê ku fedî bikin
Mirin beralîkirin
Mîna ku ji roja nû derdikeve re bibêjin; merhaba
Ev govendekî ye,

Govenda jiyana azad e…

Hevrêyên Wê Yên Têkoşîne

Attachment