Beşek Ji Çanda Kurd
Sema Delîl Amed
Di her civakê de çêbûn, pêkhatina çandê gelek demên dirêj digirin. Bi civakîbûneke ku mirov dike mirov; bi hiş û zîrekiyeke afirîner, bi dest û neynûkan, bi ked û xwêdaneke kolektîf nirx tên afirandin. Heta di encamê de dibin aydî hemû mirovahiyê jî. Ev nirx dibin çand, dibin nasnameya civakê. Ji ber ku erênî ne û jiyana civakê, mirovahiyê xweştir û rehetir dikin mirov wan nirxan diparêzin li wan xwedî derdikevin.
Nirxên her civakê ji ya din cuda reng digrin.
Ev civak klan dibin, qebîle dibin, gel dibin netew dibin û hwd. her yek ji yên din cudatir in. Cudahî li gor şert û mercên erdnîgarî, avûhewa û demê pêk tên. Tevî van cudahiyan jî çand bi hev re pir rehet didin û distînin, parve dikin hevdu bandor dikin lê tine nakin.
Madî û menewî nirxên tên avakirin hema bêje ticar winda nabin. Ji cewherê xwe dûr nakevin, diguherin, lê bi pêş dikevin, paşve naçin. Bi navgînan ji nifşek derbasî nifşên din dibin. Ev navgîn an jî amûr her yek jê carna parçeyek ji jiyanê ne; destar, aş, tevn, dîzik û kûzik û hwd. Carna jî kevalek e. Lê yek jê heye ku ticar erka wê naguhere ew jî dayîk e.
Ji dîroka nivîskî û vir ve em bala xwe didinê ku di nav her civakê de perwerdeyeke bi pergala dibistanê tine bûye. Yên heyî jî tenê ji bo beşekê bûne, yanê her kes jê fayde negirtiye. Lê civakê her perwerdeya xwe ya xwezayî bi berdewamî daye zarokên xwe û ewqas jî kêmasiya pergaleke dibistanî nehatiye dîtin. Perwerdekara destpêkê dayîk e. Di tevahiya jiyana xwe de çi nirxên madî û menewî ku ji civaka xwe girtibin hebin bi dildarî, sebr, hezkirin, pergal, kêlî bi kêlî, bê navber, bêyî ku berjewendiyek jê hêvî bike dide, derbasî zarok dike. Heta ev dayîn, bi naveke din perwerdeya qut nabe, weke xelekên zincîrekê heta dawiya jiyana xwe berdewam dike.
Perwedeya destpêkê lorîk in. Hê ji zayînê ve dayîk destpê dike lorîkan di guhê zarok de dilorîne, çanda civakê, nirxên civakê yên heta niha girtiye dide zarok, radigihînê. Bi vî awayî perwerdeya destpêkê ya mûzîk û wêjeyê jî destpê dike. Hiş û bîrek ji zarok re çêdibe.
Weke parçeyekî ji çanda me lorîkên dayîkan hertim bala min kişandine. Newa û gotin bi piranî ayidî dayikê ne. Gotin bi serê xwe helbest in. Di wê demê de li derdora wê çi biqewimin a rastî wan bi zarokên xwe dide nasîn. Êş û kulên xwe, kêf û şahiyên xwe, hêvî û hesretên xwe, xewn û xeyalên xwe, bûyerên civakî yên li derdora wê diqewimin helbestwarî dihone, bi gotinên sade û zelal û bi dengeke nermik û şêrîn tîne ziman, dilorîne. Ji ber vê yekê ye ku zarok heta dibe sê-çar salî jî xwe mîna parçeyek ji dayîka xwe dibîne. Xeml û xişilên bi dergûşa zarok ve dike, xwarinên destpêkê ku dide zarok, cil û bergên lê dike hemû jî rûdana, xuyanga çanda ku heta niha girtiye. Kî/kê dizane ev di encama çend hezar salan de çêbûye û hatiye gihîştiye wê rojê.
Di perwerdekirina zarokan de rêbazeke din a dayikê jî zûgotinok in. Ev jî perwerdeya ziman e. Armanc hostayiya ziman e. Tê de rêziman (gramer), bilêvkirina xweş û rast (telafuz-diksiyon), rêbazên guhdarkirineke bi baldarî û baş, fêmkirineke di asta jor de, lihevanîneke wêjeyî hemû hene. Yanê em bi pergala perwerdeya ziman a îro re bidin ber hev hemû teknîkên tên bikaranîn em ê tê de bibînin. Zimanê zarok bi vî awayî vedibe, dikare axaftineke xweş û bi rêzik bike, xwe bide guhdarkirin. Carna kin in, tenê hevokek an jî rêzek, lê carna jî dirêj in sê çar rêz. Lê bi piranî li ser şarezakirina ji bo tîpekê ji alfabeyê tên honandin.
Zarok li ser hev çend caran dubare dike, heta ku dengê tîpan rast derîne. Çawa ku şaş bike dê li berxwe bikeve. Ji ber vê yekê jî bi fikirandin û baldarî dibêje. Ev yek jî peywendiya di navbera mêjî û ziman de xurt dike. Ziman êdî dikare zelal û rast peyvan bilêv bike.
Ev rêbaz ji bo mezinan jî îcar dibe weke lîstok. Di şevbuhêrkan de mezin ji bo bi hev re bikevin pêşbirkê, van çîvanok û zûgotinokan dibêjin. Lê karê mezinan zehmet e, ji ber ku îcar rêzên hîn hasê û bi xapînok hatine hûnondin. Ger tîpek jî were şaşkirin rê li ber şermeke mezin vedike û pê re jî wê bibe mijara yarî û henekên bi kêf û şahî. Her wiha divê baldarî di asta herî jor de be.
Me çend mînakan ji bo we xwendevanên delal amade kirin. Fermo dora we ye hevalên hêja. Lê eman baldar bin û nebî nebî tîpekê jê şaş bikin. Di dawiyê de heye ku hûn bibin mijara qerf û henekan!
Beran gêr bû, min beran xwar,
Beraz gîz bû, min beran xwar.(deh caran)
Silqê dixwim silê naxwim
Silqê dixwim silê naxwim (şeş caran)
Şela Simo şeş geze
Şeş gez şela Simo ye.(heft caran)
Çil derzî çil û çar derzî
Di kuna derziya diya min de berzî
Çend çel cildirûn ji vir de çûn
Çend çel cildirûn ji wê de hatin
Van çel cildirûnan ji wan çel cildirûnan re got
Ey çend çel cildirûno
Hûn çi çel cildirûn in?
Şero şeş seg hebûn, her şeş segên Şero şer kirin.
Min çi şer, ji şerê her şeş segên Sero xweştir nedit.
Ez çûm mala mele Remezan,
Min got, ho mamê mele Remezan,
Kanê mera mala mela Remezan?
Got; mera mala mele Remezan,
Ne amadeye wa li balê rezan
Şahînê şîvesorî,
Ez hatim şûna şiva Şahînê şivesorî.
Ez çûm zinca Sofî Zinco,
Segê sorê Sofî Zinco hat min.
Min got, wirî segê sorê Sofî Zinco
Qîr ma kunê ve,
Kunê me ma pirê ve.
Heft qirên qut çûn kunekê de.
Qelek hate ser kulekê
Min tiliya xew li pinda wê da
Wê pinda xwe li tiliya min da
Min tiliya xwe li pinda wê da
Wê pinda xwe li tiliya min da
Çil çûrên sorên çaqrût, wê li vî aliyê avê.
Van çil çûrên sorên çaqrût, gazî wan çil çûrên sorên çaqrût, got,
hûn çend çil çûrên çaqrûtin li wî aliyê avê?