• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Bes Tu Bimeş

July 31, 2014
in Wêje
A A
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Nûjiyan Erhan

Di meşa te de veşartiye azadiya welatê min. Di meşa te de veşartiye pêşeroja zarokên çavxezal ya Kurdistana min. Meşa te temînata siberoja min e. Meşa te hêviya jiyana min e. Ti kelem nikare pêşiya te bigire heya tu bimeşî.

Evîna welatê dilşewat, bêdengiya te bizotê agir e di nav hêlîna kevoka min de. Kevoka min hesreta sewta te ye. Dengê kenê te dibe fîşekên çeka min ya ku li hember neyaran hebîba min e. Di xendeya te de şîn dibe dara diroka min. Pelên wê stareya gelê min e. Di siya wê de birîna min cebar dibe. Qet raneweste, destê te dermana hemû êşan a.

Di destên te de tê hûnandin rojên ronak. Derbas dikî pira di navbera ronî û tariyê de û dibî muma şevên tarî ya welatên xerîbiyê. Şewqa te li ser deryayên min diçiruse. Di şînahiya wê de kuraniya evîna min dixuye. Di sûlavên sevdayên te de tên şuştin azara hezar salan. Pêl bi pêl belav dibe strana hezkirina te li dorhêla cîhanê. Gamzeyên te de kom dibe kedera min. Bi te re dert namîne li ser ruyê erdê.

Tu, keça agir û rojê!

Bizane bi te re dikene zaroktiya min. Heger tu bimeşî wê di kolanên Amedê de lîstokên bi qalkê zebeşan dihatin kirin zindî bibin. Li ser sûrên wê dîrok vê carê rastiyan binivîsînê. Berxwedana te bê kolandin li ser dîwaran. Û ti kes sêwî namîne li welatê me. Kiryarên kuştinên kuçeyên tarî derbikevin. Hemû nediyarbûnên veşartî ji holê rabin. Lê bes tu bimeşe…

Tenê tu bimeşe,

Ewê belav bibe hemû ewrên min

Tenê tu bimeşe

Ronî bibe hemû şevên min

Bes tu bimeşe,

Ewê kêm bibe jana kezeba min

Bes tu bimeşe,

Deng bide newaya doza min,

Û bes tu bimeşe,

Ewê şil bibe axên ji tîna re qelişî

Zinarên Govendê dîlana xwe geştir bike

Keviyên çiyayên bilind

Dev ji helandinê berdin.

Germahiya çolan

Ewê Bibe nesima seherên zû.

Heyva çardeh rojî

Bibe rêhevala te

Bes tu bimeşe…

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

DI BIN ZEXTA QIRKIRINÊ DE JIN BÊ PARASTIN NABE
Nirxandin

DI BIN ZEXTA QIRKIRINÊ DE JIN BÊ PARASTIN NABE

May 20, 2025

Read moreDetails
DI VÊ PÊVAJOYÊ DE EM Ê ERK Û BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH BÎNIN
Nirxandin

DI VÊ PÊVAJOYÊ DE EM Ê ERK Û BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH BÎNIN

May 20, 2025

Read moreDetails
PKK’Ê FELSEFEYA JIYANA AZAD AFIRAND
Nirxandin

PKK’Ê FELSEFEYA JIYANA AZAD AFIRAND

May 19, 2025

Read moreDetails
PKK’BÛYÎN WÊ JI BO ME TIMÎ SERBILINDÎ Û RÛMET BE
Nirxandin

PKK’BÛYÎN WÊ JI BO ME TIMÎ SERBILINDÎ Û RÛMET BE

May 16, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk