Berxwedaniya 2023’an Ya Apoci’yan-2
Di encamên hemû van kiryaran de çi kirin û ne kirin di sala 2023’an de jî nekarîn bi APOCÎ yan. Ma ewê çawa karîyabûna bi APOCÎ yan. Di zivistana 2023’an de gerîlayên azadiya Kurdistan’ê, weha li artêşa dagirker a Tirk dan ku, bêyî kel û pelên xwe bi xwere bibin ji hinek heremên parastina medya bazdan û reviyan. Ev artêşa dagirker ya Tirk careke din di biharî de zend û bende xwe bada û got “emê vê carê xelas bikin” û pençe kîlît operasyona xwe li heremên parastina medya yê berdewam kirin. Li kijan heremên parastina medya dema xwest xwe bi cih bike, ji tirsonektiya xwe pêşmergeyên mala Berzanî dan bêşiya xwe û hewildan bi pêşve biçin. Lê di pêşve çûna operasyona kîlît de, li operasyonên şoreşgerî yên Apociyan rû bi rû dihat û di şûna kilît bike de ew bi xwe hema li wê deverê kîlît dibû. Ji ber berxwedaniya ku bi taktîkên tunel û tîmên bi tevger yê gerîla, li ser al, çek û şerefa xwe ji bo şehîdên Kurdistan û RÊBER APO sund xwaribûn. Di vî bingehî de diviyabû heremên parastina medya yê ji artêşa dagirker re bibe goristan. Û bi heqiqet jî wusa bû. Artêşa dagirker a Tirk ji ber hew pêre dighaşt termên leşkerên xwe rabike li pêşiya çavê cihanê dişewitandin.
Dema bi vî şeklî artêşa dagirker a Tirk li heremên parastina medya nekarî tu encamekî bi dest bixe, li Bakûr’ê Kurdistan, hema hema li her qada gerilla operasyonên berfireh bi pêş xistin. Lê li çiyayên Bakûr’ê Kurdistan’ê jî li berxwedaniya APOCÎ yan ya polayî rû bir û ma. Li heremên Mêrdîn’ê 2 hevalan Şehîd Zana Rojda û Şehîd Xebat Kop di van operasyonan de 3 çaran bi artêşa dagirker re ketin pevçûnê û piştî ku bi 2 kesan tenê re darbeyên mezin li artêşa dagirker dan ji bo teslîm nebin heta dawiyê şer kirin û guleya xwe ya dawî jî ji xwe re bikar anîn. Her weha di kêliya dawî de jî rê hevalê xwe ji bîr nekirin û bi slavên xwe yên dawî berdewamiya tekoşîna azadiyê emanetî me rêhevalê xwe kirin. Li cihê din ev berxwedanî daha bi xwurtir berdewam kir. Li heremên Xerzan’ê Rêheval Rêdûr, bi tena serê xwe tam 28’rojan bê navber li himber artêşek mîna deweleta dagirker ya Tirk, bê ku dudilî jiyan bike bi cesaretek mezin şer kir û di berxwedan. Ka em bi hev re cesaret û xeyal bikin…
Bi tena serê xwe tam 28 rojan… Tu bi tenê ye. Tenê tu, çeka te, bombe ya te û cepxaneya te ya ferdî heye. Û artêşa dagirker ya Tirk ku li beramberî te jî teyare, tank, top, helîkopter, çekên giran, trinbêlên zirxî, leşker, jenderme, polis, cerdevan, hêzên îstîqbaratê, hêzên teybet û h.w.d ne. Gelo dervî APOCÎ’yan kes dikare tiştek weha bike? Ev cesaretek çawa mezine? Ev fedakarî çawa dikare bi wate bê îfade kirin? Di heqîqet de îfadeya wê eve. Di sala 2023’an de Berxwedaniya APOCÎ’yan hatiye astek weha ku gerîlayên azadiya Kurdistan bi tena serê xwe li himber artêşên dewletan bûne artêş. Eger ne wehabaya tenê Rêheval Rêdûr bi tena serê li himber artêşekê ne dikarî bibe artêş. Ji ber vê min bi her awayî derfetên dewleta dagirker a Tirk nivîsand. Her weha dewleta dagirker a Tirk li pêşiya çavê dunya alemê ev tişt kir. Bi hemû van derfetên xwe ve êrîşî tenê gerîllayekî kir. Lê ew gerîlla ev peyam da dinya alemê; ji me bitirsin, em hatine wê astê ku her yek ji me artêşek bi serê xweye. Di vê wateyê de îro hêjmarê me bi sed hezarane. Lewma li himber artêşên dagirkeran em dibin bi sed hezaran artêş.
Di payîza salê de vê carê H. Rojhat û H. Erdal ala artêşa berxwedêr ji destê H. Sara û H. Rûken hilgirt û hewildan vê ala artêşa berxwedêr bighînin herî lûtkeyê. Lewma di 1’ê Cotmeh’a salê de, di roja ku ewê meclisa Tirk vebe de, li Enqerê, li navenda emniyeta giştî ya karên derve yê de bê guman û dudilî, li pêş çavê dinya alemê çalekiya can bexşane bi serkeftî pêkanîn. Bi vê çalekiya can bexşane, H. Rojhat û H. Erdal bûn starta paşeroj, roj û pêşeroja vê şoreşa azadiyê. Ev çalekiya can bexşane Enqere hejand, dijmin şaşo paşo kir, şok bû, li sendroma çalekiya can bexşane qelibî. Ewqas ker û gêj bû ku, nema zanî bê ka ewê çawa bersiv bide. Lewma bi bayê bezê yê vê ker û gejiyê bi hemû hêza xweve berê xwe heremên xweser yên Bakur-Rojavayê Sûrî û Rojavayê Kurdistan. Hema dixwest bi şeklekî dilê xwe hênik bike. Ne aboriya ser erd û ne ya bin erd hişt. Ne sifîl û ne leşker naskir. Ne şev û ne roj dızanî. Bê navber bombebarana xwe meşand. Lê dîsa jî nekarî dilê dewleta dagirker hênik bibe. Ji ber H. Rojhat û H. Erdal ta ji Zap’ê bi rê ketibûn û berê xwe dabûn Enqerê. Bê ku kes wan bibinin û bi wan bihisin bi saxlemî xwe gihandibûn Enqerê. Li gora dewleta dagirker li Enqerê bêyî dewleta Tirk çukek jî ne dikarî bifiriya. Lê ev hevalên xwedî çalekiya can bexşane ne ku firiyabin bi meşê li ber çavê wan xwe gihandin hedefa xwe û gotin di cîh de be Enqere di nava toz û dixanê de hiştin.
Tevgera Azadiya Jin ya ku xwe bi fikir û ramanên RÊBER APO hunandiye jî mohra xwe ya azadiya jin li sala 2023’an xist. Di sala par de, di kesayeta Ş. Raperîn Amed, Ş. Berîvan Zîlan, Ş. Evîn Goyî, Ş. Aysel Akarsel û gelek hevalên jin yên pêşengde dijmin tevgera azadiya jin kir hedef û armanca êrîşên xwe. Ji ber êdî hemû hêzên desthilatdar baş ketibûn ferqê de ku hêza tekoşîna azadiya Kurdistan xwurt û bi hêz dike tevgera azadiya jine. Lewma hewildan jinên pêşeng xelas bike. Lê belê ji bo tevgera azadiya jin sala 2023’an di serî de sala tola van hevalan rakirin bû. Di vê wateyê de tevgera azadiya jin bi erk û berpirsiyartiya xwe ve rabû û ji her salê zêdetir di sala 2023’an de rola xweyî pêşengtiyê lîst. Li her aliyên cihanê li berxwedaniya jinan xwedî derket. Ji Îran heta bi jinên Afkan û Êzîdî, kîj jin dibin zulme deba lê xwedî derdiket û ew bi hêz dikir. Ji hemû xebatên şoreşê re pêşengtiyeke bê hempa kir. Lewma dema pêwîst kir jina şoreşger keziyê xwe hûnand û dema pêwîst kir di tunelên li Zap, Metîna û Avaşîn’ê de ew kezî ji binî ve birin û kirin hêrsa tolhildanê ya xortên Kurd.
Di sala 2023’an de li Kurdistan û derveyî Kurdistan, li her çar aliye cihanê ji her sala berxwedaniyê bêhtir berxwedaniyek bê hempa hate jiyan kirin. Me li jor got ya; bi sed sal temenê komkujî, qetlîam, îsyan, ferman, tertele, kuştin, girtin, surgun kirin, talan kirin, dagirkirin, qirkirin û h.w.d nekarin bi berxwedaniya PKK ya bi nîv sed salê. Lewma wateya berxwedaniya îsal ji her salê cûdatir bû. Niha sala 2024’an li pêşiya meye. Yanî em ketin saleke 2. ya sed saliya qirkirina Kurd û Kurdistan. Çawa ku di van sed salên bûrî de bi tu komplo, komkujî û qirkirinan nekarîn Kurd û Kurdistan tune bikin û şerê xweyî qirkirinê bi ser bixin, ewê di sed saliya di pêşiya mede jî nekarin bi ser bikevin. Di vî bingehî de mîna ku bi rêz rêheval Mûrat Karayilan dibêje “ rêya me raste, doza me mafdare û emê bi serbixin”. Mîna ku Ş. Qasim Engîn gotibû “ xelî li serê webe, we gotibû qey hûnê me qir bikin. Emê bibin mar û tûpişk bikevin laşê wede.” Em bi bîr û baweriya qîrîna azadiyê dibêjin ewê sala 2024’an bibe sala bi dawîkirina hevpeymana qirêj ya Lozan, ewê bibe sala Azadiya Fizîkîya RÊBER APO û ewê bibe sala garantî kirina “netewa demakratîk ya gelan. Bi van hêvî û baweriyan em sala 2024’an li hemû mirovahiya bi wijdan, exlaq, ekolojîk û demokratîk pîroz dikin.
Asmîn Zelal
Dawî