Dîroka jinan, girtina binçavan û zindanî kirin her çiqas zêde dirêj nebe jî lê em dibînin ku bi sedê salan kapîtalîzmê re di nava qeyranên aborî û siyasî de tekoşînê didin meşandin. Çi di şoreşên burjuvayê de, çi jî şoreşên sosyalistên rizgariya netewî de be, bi sedan jin hatine zindan kirin. Pêvajoyên li Rojhilata Navîn de hêzên emperyalîst destwerdana bi dîzayn kirin, terbiye kirin û dewletên heyî dixist bin serweriya xwe. Di encamê vê yekê de ji darbeya 12’ê Îlonê ve bi sedan hevalên me dixin zindanê, bi sedan êrîşên faîlî mechûl pêk tînin.
Bi îlan kirina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê re hîn zêde lez didin îmha kirina ji despêkê ve, da ku bikarin tune bikin. Di hedefa binçavkirinên nêzî 3-4 mehan de yek ji tekoşînvana despêkê ya zindana Amedê Sakine Cansiz, bi gelê şoreşgerên jin û welatparêzan re têne girtin. Îşkenceyên pir giran ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û qirker ve dihate meşandin. Bi pêşengtiya Sakîne Cansiz ve bi qehremaniya welatparêzan ve berxwedana wan tu zanyariyek nedane dagirkeran. Berxwedan û tekoşîna Sakîne Cansiz heya roja me ya îro weke efsaneyekê tê vegotin. Sakîne Cansiz ji despêkê heya dawiyê li dijî zihniyeta paşverû parastina xwe kir û sekneke bi rûmet daye nîşandan. Ev sekna Sakîne Cansiz bi taybet berxwedaniya şoreşgeran de bû xetek di zindanan de, bû çandek berxwedanê ya li zindana dibe ferz, dibe derketineke nû ya despêkirinê.
Ji salên darbeyên 80’îyan heya salên 98’an girtina jinan bi awayekî girseyî çêdibû. Ji ber di nava gelê Kurd de lêgerînên azadiyê bi taybet jî di jin de bihêz dibû, ji bo jin di çalakiyên siyasî de tekoşîn neke bi diyardeya zindanê pêşiya wan dihatin girtin. Hişmendiya zilamsalarî herî zêde xwe di pergala zindanan de bisazî kiriye û wisa keys ji jin biriye, birînên gelek giran jî vekiriye.
Pergala zilamê serdest di zindanan de bi awayekî eşkere li ser jinan qirkirinê dide meşandin. Li bin vê zexta dijwar de hişmendiya zordarî li ser zayenda jinê hîn zêdetir kar dike û dixwest jinê bê vîn bike, tune bike. Ji bo wê ji aliyê pergala mêrsalar ve herî zêde polîtikayên taybet li ser nasnameya jinbunê têne bikar anîn. Ji bo ku jin xwe bi tenê, bêçare û bê hêz bibîne şerê taybet didin meşandin.
Salên 1994’an bi taybet ji bo şoreşgerên jin zindanên cuda û taybet têne çêkirin, weke navend jî li Sêwasê bi sedan jinên şoreşger û welatparêz têne tecrîd kirin. Tekoşîna jinan pir alî pêşdikeve, hem aliyên xwe yên lewaz hem jî yên bi hêz didîtin. Ferzkirinên dagirkeran herî zêde li ser şikandina vînê dihate kirin. Digotin “yan hunê teslîm bibin yan jî hunê jiyan nekin”. Gav bi gav dixwestin wan bibin teslîmiyetê, ji aliyekê ve îşkenceyên hovane li dijî wan dihatin meşandin, ji aliyê din ve jî ji bo wan di warê derûnî de têk bibin serî li cur be cur îşkenceyên psikolojîk didan. Bi vê re dixwestin ji nirxên welatparêzî û partiyê durbixin û lewaz bikin. Ji bo girêdana bi rastiya Rêber Apo re biruxînin serî li her rêbazê îşkencê didan. Lê bersiv çi bû? Taybet bi berxwedana Mazlum Doxan baweriya xwe parastin û rihê 14’ê Tîrmehê hate afirandin.
Pêvajoya sala 1998’an de tasfiyecitiya hem li hundir hem jî li derve de dihate jiyîn, di demeke wisa zor û zehmetiyan de xetimandinek bi xwe re anîbû. Çalakiya Sema Yûce bû bersivek di nûbun û derbaz kirina vê pêvajoyê de. Weke jin di zanebûna nasnameya jin de bûyîn, parastina wê û xeta azadiya bîrdoziya jinê li hember hişmendiya zilamsalarî xeta Rêber Apo weke xeta hebûna xwe parastinê dibîne, dixe rojeva sereke û reyeke nû dide pêvajoyê. Ji ber zemînê çalakiyê di zindanê de ye girêdanbûneke hîn xweser dide ava kirin.
Bi vê çalakiya Sema Yûce diyar bû ku hişmendiya zilamsalarî ya ku bingehê xwe ji hezaran salan digre û her diçe dirize û got: “Divê xwe biguherîne.” Sema Yûce di zindanê de weke zayenda jin parastina nasnameya jinê li hember komploger û tasfiyekaran xwe berpirs dît û felsefeya çalakiya xwe di xwe de dawerîvan bû hêza rêxistinê. Ji bo cinsê xwe lêgerek da avakirin, bû çanda berxwedaniyê. Di salên 2000’an de hêdî li zindanan gavên xweser yên xwe rêxistin kirinê dihatin avêtin. Zanebûna cinsî, tekoşîna nasnameya xwe ya xweser rêxistinkirinê de, di pîvanên partîbunê de pêvajoyeke nû hate jiyan kirin.
Bi berxwedana zindanan gelê Kurd dît û ket wê zanebûnê ku Şehîdên berxwedana zindanan nirxên wanin, jiyana xwe di ya Şehîdan de dîtin. Êdî tu hêz nikare nirxên wan ji destê wan bigre. Bedelên pir giran dabin jî bi hêzeke asta herî jor de xwedî li rûmeta xwe derketin. Ruxmê hemû zext û zordariya dagirker û qirkeran ne ji zindan ne ji îşkence û kuştinên wan netirsiyan. Heya îro jî hemû tişt dan ber çavan û li nirxên xwe, li çanda berxwedaniyê xwedî derketin. Gelê Kurd di rastiya xwe de pêşketin û nûbûnên mezin çêkirin, bi taybet hem di wê pêvajoyê de hem jî îro em dibînin ku bihezaran dayîk pêşengtiya çalakiyên zindanê dikin. Çi li derve çi jî li zindanan ev çand bi hemû zindîbûna xwe ve îro jî tê jiyîn û di asta xwe rêxistin kirin, sazî kirin, xwedî li vîna xwe derketin ji çalakiyên ji bo pêngava ji Rêber Apo re Azadî di eniyên herî pêş de jin cîh digrin.
Ji pêvajoya îro re rêdayîna wê rojevê zindî hiştinê de dayikên me yên laçik sipî di pêş de ne. Ji ber gelê Kurd jî dizane û taybet jî jin di vê zanebûnê de ye ku azadiya Rêber Apo ya fizikî azadiya wan e jî û hebûna xwe li ser vî bingehî bi wate dike, tevlî çalakiyan dibe.
Di demên borî de me şahîdiya wê kir ku di şexsê jina siyasetvan Leyla Guven de bi bedena xwe bû şopînera rojiyên mirinê û pêvajo da guhartin. Îro jî em dibînin şoreşgerên vê xetê li pey çanda xwe ne, çi li zindanên Îranê , çi jî li yên li Tirkiyê, bi çalakiyên xwe yên greva birçîbûnê ya dorveger, bi boykot kirina dadgehan û derneketina hevdîtinan ev 8 mehin bi hemû hebûna xwe tekoşînê diparêzin û li ber xwe didin.
Rêberê Gelê Kurd, Rêber Apo, bi nameya xwe re rola ku daye şoreşgerên jin yên di zindanan de hêz û moral daye avakirin. Ev peyam ji tekoşîna wan re buye bingeh. Di nameyê de Rêber Apo wiha dibêje: “Yê ku herî zêde nêzî min fêmkirinê ne hevalê jin in.” Ev jî hişt ku di jinên şoreşgerî de bawerî zêde bibe, şert û merc her çi dibin bila bibin, cih çiqasê were teng kirin jî, lê girêdana bi Rêber Apo re, bi vê rastiyê jiyan kirin, xwe mezin kirin wê jinê azad bike…
Berfîn Cûdî