Rojhilata Navîn hem ji bo gelan hem jî ji bo dewletan qadeke jiyanê ya girîng e. Lewre bingeh û cewhera jiyana mirov li vir e. Rojhilata Navîn dergûşa mirovahiyê, ji wê jî wêdetir hembêza dayikê ya ji bo mirovahiyê ye. Di dîrokê de gelek tişt cara pêşîn li vir hatin afirandin.
Gundê pêşîn li vir hat avakirin, gotinên wêjeyî yên watedar cara pêşîn li vir hatin bilêvkirin, ev erdnîgarî dilê şoreşên pêşîn e. Lê mixabin îro mala dijberiya şoreşê ne. Rojhilata Navîn cihê şoreşa neolîtîkê ya ku berhema jina dayîk e. Cihê şaristaniya desthilatdariya mêrane ye jî. Bi qasî ku goristana zilma Sargom, Nemrûd û Fîrewnan e, ew qasî keleha berxwedana Zerdeşt û Îbrahîman e jî. Qada herî girîng a parastina civakê û mirovbûnê ye…
Ev baxçeyê gelan ê ku ji aliyê Dîcle û Firatê ve tê avdan li dijî şaristaniya bi çîn û dewlet bi awayekî bê navber berxwedana giyanê jina dayîk didome. Ji bo ku baxçeyê mirovahiyê bêdeng û bêxwedî nemîne berxwedan bê navber domiya. Zerdeşt û Îbrahîman li hemberî Nemrût û Fîrewnan çawa di ber xwe dan, Manî û Îsa jî li hemberî Sasanî û Romayê wisa li ber xwe dan. Ji Babek heta Mazdek, ji Pîr Siltan heta Hallac-i Mansûr, ji Bedreddînan heta Şêx Seîd, ji Seyîd Riza heta Mistefa Sibhiyan, ji Denîzan heta Mazlûm û Kemal Pîran û heta Mazlûman vê berxwedanê weke xelekên zincîreke ku ji hev nayên qut kirin heta îro domiya û hat.
Li Rojhilata Navîn gelek berxwedanên ku me navên wan negotin û bi beşdariya deh hezaran jin û mêran pêk hatine, hene. Li Mezopotamyayê ji bo civak, kesên ku xwe kirina goriya gel û derwêşan di cewhera xwe de berxwedan, xweparastinbû ye. Ev parastin parastina jiyan, civak û mirovahiyê bixwe ye. Lewre şaristaniya bi dewlet û nûnera wê ya dawîn modernîteya kapîtalîst jiyana mirov û civakê bi hilweşîn û komkujiyê re rûbirû hiştiye.
Li Rojhilata Navîn tevahiya hêzên şaristaniya bi dewlet jiyanê dikûjin û dixwazin bikûjin. Yên ku dixwazin bibin serdestên wê, dibêjin qey ew ê bibin desthilatdarên cîhanê. Rojhilata Navîn ji bo cîhanê hestiyê piştê ye. Li vir hêzên desthilatdariyê li dijî her kesî şer dikin û vê qada jiyanê binpê dikin. Yên ku li pişta mirovahiyê siwar bûne, baxçeyê azadiyê yê ku gelan bi kedeke mezin afirandine talan dikin. Lewre dewlet êrîşeke çandî, bîrdozî û fîzîkî bixwe ye. Yên ku li ber xwe didin her tim û li her derê gel in. Lehengên gelan in. Ji ber vê yekê berxwedana li dijî êrîşan li Rojhilata Navîn çandek e. Sedema hebûnê ye. Hebûn û awayê jiyanê ye. Ji bo civakê xwefedakirin divê rizgarkirina mirovahiyê esas bigire. Welî, fedayî, qenc, hozan, derwêş û pêxemberên pîroz ev yek bi sed caran, bi hezar caran bi jiyana xwe danîne holê.
Rojhilata Navîn ev dused sal in di bin êrîşên herî hovane û bêwijdan ên dîroka xwe û cîhanê de ye. Lewre mirovahî, civak û xweza ji demên berê zêdetir bi awayekî bêehlaq tên mêtin. Li dijî vê pêmêtina mirovahiyê, li dijî mêtîngeran civakîbûn her kesî careke din ji nû ve vedixwîne berxwedanê. Mirov ji bo civaka xwe, civak jî ji bo mirovahiyê divê li ber xwe bide….
Vê carê desthilatdar bi netewperestiyê êrîş dikin. Bi zayendperestî, zanistperestî û olperestiyê êrîş dikin. Van êrîşan dused sal berê bi pêşengiya Îngîltereya ku wek ‘împaratoriya ku roj lê naçe ava’ dihat binavkirin dest pê kirin û Rojhilata Navîn bi rastkêşan li ser nexşeyan hat parçe kirin. Desthilatdarên cîhanê vê erdnîgariyê îro dîsa ji nû ve dixwazin sererast bikin û bi lez û bez nexşeyan ji nû ve xêz dikin. Mêtîngerî di sedsala 19’emîn de ji bo ewlehiya rêyên bazirganiyê yên ku digihîştin Hindîstanê bigirin bin ewlehiyê di serî de petrol, ji bo ku dest deyne ser hemû dewlemendiyan û belavbûna berxwedana çandî bide sekinandin jehra netewdewletê (Ligel sermayedarên Cihû) berî laşê Rojhilata Navîn da. Tirkiye, deletên Balkanan, Ermenistan ji bîstî zêdetir dewletên Ereban, Îsraîl û herî dawiyê Kurdistana biçûk û spî ya ku bi pîrikiya Tirkiyeyê li ser înkara kurdayetiya azad tê avakirin, berhema vê hişmendiyê ne… Hêza (jehra ku tenê ji bo ranta ajanên xwecih û bûrjûvayê pêwîst) ku ji bo vê netewdewletê pêwîst bû, tenê berî demarên wê yên ku xwîna paqij tê de diherikî nedan, di heman demê de berî nav giyanên gelan ên bakîr desthilatdariya dîktaya çînî û çanda destdirêjiyê jî dan. Ev tişt sed sal berê bi destê jakobenên bijare dikirin, gelo îro li ser nexşeyan bi destên kê tê meşandin divê bê dîtin!
Yên ku hewl didin ji nû ve jiyana modernîteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn bi cih bikin, yên ku dixwazin pergala cîhanê ji nû ve saz bikin; xwediyên rêya Hindistanê yên nû, yên ku ji bo afyonê Afganistanê û ji bo neftê diçin Îraqê dagir dikin, diyar e ku mîsyonekî didin AKP’ya konformîst û bêîman. Gelo çi ye mîsyona yên ku ji cîpên herî nû peya nabib, bê ehlaq û dinyanediyên ku bi pêncî cure xwarin difetirin, çîna navîn a ku di tevna modernîteyê de hatiye honandin, birayên qaşo misilman?
Ji bo vê yekê divê em li 12 îlonê vegerin û hovîtiya ku hatiye sepandin vebêjin. Di wê pêvajoyê yê de li Îranê şoreşa Îslamî-Şiî hîna nû pêk hatibû, piştî wê jî Sovyetan Afganistan dagir kiribû. Diviyabû xwediyên pergalê yên nû bersivekê bidin van pêşketinan. Li Tirkiyeyê jî li hemberî xetereya pêkhatina şoreşeke çepgir û sosyalîst an jî vejîn û şiyarbûneke ya neteweyî ya demokratîk a kurdan, modernîteya kapîtalîst mecbûr bû ku dest bavêje dewleta tirk a ku wê bi xwe afirandibû. Aha darbeya 12’ê îlonê darbeyeke bi vî awayî destavêtina vî “welatê bihuşt” e. ev darbe hem ji bo têkbirina vejîna navxweyî bû û hem jî ji bo li Rojhilata Navîn amadekirina Tirkiyeke nû bû. Lewre hişmendiya AKP’ê ne li dijî 12’ê îlonê ye, dijberî vê yekê nûnertiya wê ya dawîn a hevkarî û xwecih e.
Piştî bi nêzikî sedsalan AKP’ya ku wek CHP’ya “komara duyemîn” derket holê û Nûrparêzên Fethulayî di sala 2023’yan de di sedsaliya komarê de dixwazin mîsyona wê bi cih bînin. Di şûna tirkîtiya spî ya ku bi dermanê almanî hatiye boyaxkirin de tirkparêziya Îslama sunî ya derewîn a ku bi dermanê îngilîzî hatiye boyaxkirin tê bi cihkirin û bi vî awayî li derve dixwazin Îranê bêbandor bikin û di hûndir de jî tevgera kurdan a demokratî têk bibin. Vê yekê ji bo xwe wek derfeta dawîn dibînin. Ku bi ser nekeve ango ku gel bi ser bikevin dê bi vî awayî dawî li faşîzma 12’ê îlonê bê.
Bi kinasî, Tirkiye ji bo cîhana rojava ya serdest tenê wek pireke ku tê re pergal û rejîman îxracî Rojhilata Navîn bike ye. Yên ku bi hişmendiya netewdewletê ya sedsal berê pergala dîktatoriyê li Rojhila Navîn ava kirin, îro jî bi destê CHP’ya nû ya Tirkiyeyê, bi qutiya îslama kesk û nerm a biriqandî dixwazin moderrnîteya kapîtalîst bikin belaya serê civakê. Ji bo Rojhila Navîn û gelên me, tu cudahî di navbera komara AKP’ê ya ku komara duyemîn berevajî dixwîne û komara yekemîn de tune ye. Wek ya yekemîn hewl didin ku ya duyemîn jî li ser înkara gelên Rojhila Navîn û bi taybetî jî înkara gelê kurd ava bikin. Mirov ji vanan re bibêje înkarkerên nû dê gotin cihê xwe bigire. Vanan her çiqas xwe serbixwe û bi binyad nîşan bidin jî, dijberî vê yekê ji navika xwe ve bi modernîteyê ve girêdayî ne û bê esil in. Ango AKP ji nav gel û ji bo pêdiyên gel xwe bi rêxistin nekiriye û pişta xwe nedaye girseyê, benên wê di destên hinekên din de ye. Ew ne pêdiviyeke Rojhilata Navîn û gelan e, encama polîtîkayên berbelavbûnê yên modernîteya kapîtalîst e. AKP daxwazên gelan ên wek demokrasî û azadiyê bi kar tîne. Ya rat bêkarakteriya bûrjûvaya çîna navîn jî ji bo vê yekê guncav e. Dagirker e, bi qasî ku li erdnîgariya kurdan dagirkeriyeke ji derve ye, li Tirkiyeyê dagirkereke navxweyî ye. Ku mirov kapîtalîzmê wek bankayekê bifikire, AKP tenê wek şaxeke wê ye. Saziyeke diziyê ya fermî ye. Li Rojhila Navîn Tirkiyeya serdest û Osmaniya nû çîrok in, dereweke mezin in. Hişmendiya “sekin tune! Talan û derew berdewam in” hişmendiya wan a bingehîn e. di p3evajoya desthilatdariya xwe de dê gel bişêlînin, tiştekî din tune. Bi taybetî jî di mijara pirsgirêka azadiya gelê kurd de û biratiya gelan de, niyeta wê ya gavavêtinê tune
Heta ku jehra netewdewletê ya ku kapîtalîzm hewl dide di nav qutiyeke rengîn de ji Rojhilata Navîn re bike diyarî û pê bide vexwarin, neyê bêbandorkirin, bendewariya ku dê pirsgirêka kurdan bê çareserkirin xeflet e. Sedsal berê desthilatdaran li Rojhilata Navîn hinek dewlet li ser înkara kurdan ava kirin. Bi kinasî yên ku hebûna kurdan ji serdestan re kirin diyarî, di vê pergala nû de, dixwazin kirasê dînan ê kesk ê AKP’ê li gelên Rojhilata Navîn bifesilînin, gelê kurd bê statu bihêlin, ev ji piştgiriya ku didin AKP’ê pir aşkere xuya dike. Yên ku pirsgirêka kurdan afirandine û honane, yên ku dixwazin gelan bikin dijminê hev, gelo dibe ku biratiya gelan bixwazin?
Îro mirovahî tevahiya hêza xwe ji civakîbûna heyî digire û li ber xwe dide. Yên ku bi qasî canê xwe bi gorî bikin ji jiyanê hez dikin, careke din bi hêza ku ji civakê digirin, ji bo ax, ziman, maf û azadiya xwe li ber xwe didin. Desthilatdarên xwecihî yên ku dibêjin ew li erdnîgariya kurdan û li bajaran wan serdest in, yên ku dibêjin qey dê efendiyên xwe bi vê yekê bidin bawerkirin, dixwazin derfeta ku di jinûve sazkirina Rojhilata Navîn de ji bo kurdan û gelên Anadoluyê derketiye holê, derfeta demokratîkbûnê, tune bikin. bi baweriya wan vê yekê jî AKP dikare bike, xwe wisa dane bawerkirin ku çavên wan rêyeke din nabînin.
Gelê kurd, tevahiya derdorên demokratîk dê êdî destûrê nedin ku kes wan bi kar bîne, dê vê derfeta dîrokî ji dest bernedin…
Dîroka Rojhilata Navîn dîroka şoreşê ye. Rojhilata Navîn ji bo şoreşeke nû bangî mirovahiyê dike. Şoreşa parastina civak û mirovahiyê, ku mirovahî li Rojhilata Navîn careke din têk biçe, dê mirovahiya cîhanê têk biçe.
Ekîn RONÎ