Berxwedan Zimanê Hebûn û Gerdûnê Ye 

0Shares

Hebûn an jî tunebûn. Ev gotin ji bo her zindî û hebûnek xwedî wateyek pir girîng e. Her hebûnek ya xwezayê ji bo hebûna xwe pêwistiyê xwe yê berxwedanê heye. Ango ev berxwedaniya li hemberî tûnebûnê ye. Lewra berxwedan ji bo pêkhatina jiyanê û berdewamiya wê şertê bingehîn e. Avabûna gerdûnê mînakek a berxwedanê ye. Di encama têkoşîna li hemberî şerê hebûn û tûnebûnê ya bi milyonan salan berdewam kir û hîn jî berwedam dike; gerdûn hebûna xwe mayînde kir. Berxwedaniya bi milyonan salan hatiye meşandin, bi hemu encam û bedewiyên xwe li pêşberî me ye û em jî parçeyek ji vê berxwedanê ne. Ango weke mirov, tişta ku me afirand ev berxwedana gerdûnê ye. Lewra berxwedan zimanê hebûn û gerdûnê ye.

Çawa ku gerdûn ji bo mayîndekirina hebûna xwe li dijî tûnebûnê ketibe nav parastinekî mezin de, di dîrokê de jî piştî avabûna çîn û hêzên serdest ve her tim li hemberî van hêzan berxwedaniyên mezin û girseyî derketine pêş. Lewra ev berxwedana ku xwe dispêre dîroka kûr bûye parastina hebûn û têkoşîna li dijî tunebûnê. Ji dayîka xwedawend heyanî zarokên wan ên bixêr ên Zerduştan, Babekan, Mazdekan, ji Kawayê hesinkar heyanî PKK’ê û bi sedan qehreman wê yên bedew ku di oxira hebûna gelekî de jiyana xwe feda kirin; ev têkoşîna hebûnê ya li hemberî tûnebûnê tê meşandin berdwam kir û hîna jî ji Heftenînê heyanî, Mexmûrê, ji Bakur heyanî Rojava û Rojhilat tê meşandin.

Hêzên serdest ên xwe dispêrin tûnebûna gelên azadîxwaz, ji bo tepisandina ev berxwedaniyên mezin bi şêweyên cûr be cûr êrişî nirx û hebûna gelan kirine. Yek ji van gelên ku rûxmê di dîroka mirovahiyê de xwedî dîrokek kûr e, li ser hebûn û nirxên wê êriş hatine pêkanîn û gotin di cih de be tûnebûn li ser hatiye ferzkirin, gelê Kurd e.

PKK’ê ya ku bû deng û hêviya hebûna gelê Kurd li ser vê bingehê xwe ava kir. Ya rast mirov dikare bêje PKK li hemberî tûnebûna ku li ser Kurd dihat ferzkirin, wateya hebûnê ye. Lewma ji derketina PKK’ê heya roja me ya îro berxwedana gelên azadîxwaz kêlî bi kêlî bilid bû û belavî tevahî dinê bû. Têkoşîna PKK’ê ya ku gehiştiye nîv esrê, li zindanan jî xwe dispêre dîrokek kûr. Di vê wateyê de çandbûna berxwedanê, bi wateya ku jê re hatiye dayîn û bedelên ku di oxira wê de hatiye dayîn ve bedewbûn û pîrozbûna wê ye. Di her pêvajoya ku hatiye jiyîn de têkoşîna kuli hemberî xeta teslîmîyet û hêzên faşîst hatiye dayîn, wateyên nû li ser berxwedanê zêde kiriye.

Hêzên faşîzmê yên ku di dîrokê rîsta dizên azadiyê diliyze, zindanan weke navenda tepisandina hêviyên gelan ava kiriye. Armanca van zindanan kesên ku di nav lêgerîna azadiyê de ne, ji armancên wan qûtkirin e. Lewma dema em li dîroka mirovahiyê mêyze dikin, li van zindanên hatiye avakirin de hemu polîtîqa û sepanên ji derveyî mirovahiyê hatiye pêkanîn. Bê guman li hemberî van sepan û polîtîqayan berxwedan tûne nebûye. Lewma li gor şert û mercên heyî şêwazê berxwedanê jî bêhtir bilind bûye û qadên zindanan jî bûye kelhên berxwedanê. Yek ji van şêwazan jî greva birçîbûnê ye…

Greva birçîbûnê… Li hemberî bedena mirov serkeftina teqez, ango li hemberî pêkûtiyê serkeftina teqez a berxwedanê. Ji dîrokê heya roja me ya îro zirxê berxwedanê ya kesên ku laşên xwe li hemberî zilmê dikin zirx… Grevên birçîbûnê li gelek deverên cîhanê weke şêwazekê berxwedanê ya li hemberî desthilatdariyê hatiye pêkanîn. Dema ku em derdikevin rêwitiya çîrokên şoreşê, li her rawestgehê şoreşgerên ku laşên xwe kirine amûrekê têkoşînê û bi îradeya xwe ber bi serkeftinê meşiyane dibînin.

Di destpêka sedsalên 20’emîn de dema ku Sufrajet’an ji bo bidestxistina mafên xwe yên hilbijartinê, têkoşîn dimeşînin tên girtin û weke şêweyê polîtîk a çalakiyê dest bi greva birçîbûnê dikin. Her çiqas bi tûndiyê re rû bi rû dimînin jî, ji gotinên xwe û şerê îradeyê venegeriyan û çalakiyên xwe bi serkeftinê bidawî kirin. Li Rusyayê gelek şoreşger, li hemberî zilma ku li zindanan tê meşandin weke şêwazekê têkoşînê dest bi çalakiya grêva birçîbûnê kirin. Gengaze ku mirov li gelek çîrokên şoreşan de ji Îrlanda heyanî cihên cûda di pêvajoyên dirên ên girtîmayînê de berxwedaniya girêva birçîbûnê bibîne.

Ghandî yê ku ji bo serxwebûna welatê xwe demekê dirêj di grêva birçîbûnê de ma, weke berxwedêrê teqez ê sîvîl di dîrokê de cihekê mezin û bi rûmet girtiye. Li Kuba, Bolîvya, Îran, Tirkiye… Greva birçîbûnê weke çanda rûmeta şoreşgeran û şerma mezin a desthilatdaran di sedsala 21’emîn de hîna jî berdewam dike..

Bê guman rastiya zindanan li Kurdistanê jî bi qasî êşên xwe, xwedî rûmet û hêza berxwedanekê mezin e. Lewra polîtîqayên ku li tevahî zindanan li hemberî berxwedêran tê meşandin, dema ku mijar dibe faşîzma TC û zindanên wî hîn girantir dibe.

Li Kurdistanê gireva birçîbûnê ji aliyê girtiyên doza PKK’ê û PAJK’ê piştî darbeya 80’an weke şêwazê herî bingehîn a berxwedanê hatiye pêşxistin. Rêhevalên nemir ên weke Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek bi şahadetên xwe weke serkeftina îradeyê di dîrokê de cihê xwe girtine, ji bo gelek bêrxwedêrên pişt xwe bûne çavkaniya hêz û îlhamê. Di sala 1984’an de vê carê di greva birçîbûnê ya ku li hemberî ferzkirina cilên yek şêweyî hatiye destpêkirin de, 6 girtî şehîd dikeve. Di salên 95 û 99’an de li gelek zindanan grevên birçîbûnê yên girseyî destpê dike û bi giştî 14 girtiyên doza azadiyê di van çalakiyan de nemir dibe.

Di salên 2000-2007’an de bi sedan dîlên azadiyê tevlî çalakiya grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê yên li hemberî zindanên tîpa F hatiye destpêkirin bûne. Di encama vê berxwedana mezin a rûmetê de 68 girtiyên azadiyê yên bedena xwe li hemberî faşîzmê kirine mertal gehiştine şehadetê.

Ji bo girtiyên PKK’ê û PJAK’ê piştî dîlgirtina Rêber APO, li hemberî pêkûtî û tecrîda ku li Îmraliyê bi pergalî bûye, pêkanîna çalakiya greva birçîbûnê bûye çanda berxwedana herî mezin û bi wate. Ev çalakiyên ku bi îrade û rihekê mezin ê azadiyê haatiye destpêkirin gelek caran gehiştiye serkeftinê. Di sala 2012’an de jî li hemberî tecrîda ku li ser Rêber APO hatiye meşandin 10.000 girtî dest bi greva birçîbûnê kiriye. Dîsa di sala 2016’an de bi heman armanca şikandina tecrîta teqez a li ser Rêber APO çalakiya greva birçîbûnê ya ku destpêkiriye gehiştiye serkeftinê. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku di sala 2018’an de bi pêşengtiya Leyla Guven hat destpêkirin û bi tevlîbûna bi hezaran girtiyên azadiyê ber bi serkeftinê ve meşiyaye, bû rûmeta şoreşgeran. Ev çalakî ji zindanan, heyanî Mexmûrê, çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat bi piştgiriya hemu kesên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide û dest ji têkoşîna azadiyê bernadin berdewam kir.

Ji hêla berxwedêrên zindanan ve hemu derfetên berxwedanê û çekên berxwedêran laşên wan bi xwe ye. Ne gengaz e ku kesên ji dil ve bi heqîqetê re ne girêday in, di dil, mêjî û rihê xwe de hêviya azadiyê şîn nakin bikaribin li hemberî vê bi îrade bin. Ev encax pênûsa kesên ku bi eşqê ber bi azadiyê ve dimeşin, azadiyê ji xwe re kirine wargeh e. Çalakiya kesên ku her çiqas bedena wan dîl e  jî, lê dil û mêjiyê wan bi azadiyê lê dide ye.

Berxwedan bingeh û cewherê parastina hebûna xwe ye. An tuyê li berxwe bidî û jiyan bikî, an jî tûyê serî li hemberî pêkutî û îşkenceyan bitewinî, ji nirxên xwe yên çandî dûr bikevî û bi tûnebûnê re rû bi rû bimînî. Dirûşma ku bûye qêrîna zindanan a dibêje ‘teslîmiyet dibe îxanetê, berxwedan dibe serkeftinê’ û berxwedana mezin a kesên ku ‘bi qasî di oxira wê de bikaribin bimrin, ji jiyanê hezdikin’ meşandine ya rastî bi cewherê vê heqîqetê re girêdayî ye.

Faşîzm ê ku xwe li her qadê li hemberî hebûna azadiyê birêxistin dike, di derbarê azadî û hebûna gelan de çi heber birêbazên qirêj êriş dike. Êrişî cenazeyên gerîlla dike, îşkenceyên derveyî mirovahiyê li ser dîlên azadiyê pêk tîne. Li her deverê Kurdistanê bi qasî ku xwîna mirovan bicemidîne polîtîqayên tûnekirin û asîmilasyonê dimeşîne. Tecrîta girankirî ya li ser Rêber APO tê meşandin û ev 21 sal e li zindana Îmralî de dîlgirtina wî, nîşaneya polîtîqayên şerê taybet û konsepta tunekirinê ya li ser Kurdistanê tê ferzkirin e. Bê guman li hemberî van sekinandin bi zanebûna dîrokê û bi bilindkirina agirê tolhildan û berxwedanê gengaz e.

Çawa ku berxwedan yekane rêya hebûnê ye, emê jî bi rihê pêngava ‘Dem Dema Azadiyê Ye’ û ‘Em xwe diparêzin’ de ji çiyayên azad heyanî zindanan kêlî bi kêlî berxwedanê bilind bikin û azadiyê mîsoger bikin.

Zerya Roj

Attachment