Pêwîste hemû zarok Kurdî bixwînin. Bila hemû zarok zimanê xwe fêr bibin. Dem heye, derfet û talimat heye. PKK otorîteyek mezin û hêzek mezin e. Heta dikare hesin jî bihelîne.
Li gorî nêrîna min Kurdiya herî kevin jî Zazakî ye, lehçeya me ya yekem e. Kurdiya yên li çiya mane bikar anîne. Li gorî min ev xaleke girîng e. Li ser zimanê Kurdên li çiya mane ti bandoreke biyaniyan nîne. Mesela Kurdiya Botanê, Çewlikê, Dêrsimê ji kesî bandor nebûne. Kurdiya li vir beriya çarhezar sal çawabû, îro jî wisa ye. Ji ber vê dibêjim ku, Kurdiya herî kevn e, her çendî pêş neketibe jî pir kevn e. Soran û Kurmanc Kurdiya yên ji çiya çûne deştê bikar anîne. Kurdayetiya li çiyê maye Dimilî ye, zimanê yên çûne deştê Kurmancî ye, yên li bajêr jî Soranî ye.
Raste, Kurdî nebe nabe, lê hinek rewş ji mirov lezgînî dixwaze. Tê xwestin ku fêrbûna hinek tiştan zû çêbibe. Heke hûn bi Kurdî bikin tiştên hûn di mehekê de fêr nebûyîn, dikarin di mehekê de bi Tirkî fêr bibin. Yek ji sedemên vê ev e. Berê tenê digotin ziman, hinekan ji bo vê rêxistinbûn çêdikir. Digotin; “heta ziman azad nebe, Kurdayetî nabe.”
Bê ziman Kurdayetî nabe, lê bi ziman jî nikarin Kurdayetiyê azad bikin. Beriya azadiya ziman û çanda Kurd, azadiya Kurdayetiyê divê pêkbê.
Divê hinek tiştên bingehîn bên azadkirin ku wê demê dikarin hinek tiştên din jî azad bikin. Em bêjin ku ziman azad bû, lê ev car Kurdayetî ne azad e. Hûn tenê bi ziman nikarin xizmetê ji Kurdayetiyê re bikin. Hinekan digotin; “hûn azadiya ziman, yan jî otonomiya çandî dixwazin.” Ez beriya azadiya ziman û çanda Kurd, azadiya Kurdayetiyê dixwazim. Ji ber vê ev gav têne avêtin. Dema Kurd azad bûn, çi dibe bila bibe wê ziman jî azad bibe.
Heke kes azad nebe, çiqas jî bêje; “min ziman azad kir” wê rast nebe. Çima? Ji ber ziman, girêdayî Kurdayetiyê ye. Bêyî Kurdayetî hebe wê ziman û çand aîdê hineke din be. Dema ku Kurdayetî azad bû, wê ziman jî azad bibe.
Raste, em şoreşa xwe bi zimanê Tirkî jî dikin. Zimanê Tirkî, ji bo me bûye çekeke mezin. Em jî bi vê çekê li dijmin didin. Pêre Kurdayetî hate afirandin. Beriya ziman ruh pêwîst e, yanî beriya gotin hewandin, çawanî girîng e.
Îro di welat de Kurdayetî roj bi roj bihêz dibe. Em dikarin di rojekê de Tirkî rakin, qedexe jî bikin, lê wê ev biryarek ne di cîh de be! Bila Erebî jî bixwînin, bila bi zaravayên Kurdî wek Soranî, Dimilkî jî bixwînin, ne pirsgirêk e. Lê ji bo gel hinek tişt hene ku beriya her tiştî tên.
Ev şerê min yê ji bo welat û xakê ye, ji bo yekbûna hemû Kurda ye.
Çi ziman dibe bila bibe, ji bo xwe şerkirin girîng e. Ev axaftin ji bo me hemûyane. Nabe bê gotin ku “her tiştî bi Soranî bikin” yan jî “Kurmancî biaxivin, çareser bikin.” Heke welat serbixwe bibe, wê Soranî jî, Kurmancî û Zazakî jî nasîbê xwe bigrin. Wê Soranî jî, Kurmancî jî, Zazakî û hemû lehçeyên din jî nirx bidest bixin. Û piştre ji dikare hemû lehçe ji hêla xwe ve were pêş xistin. Dikarin Kurdbûnê jî pêk bînin. Di kîjanê de aliyên baş hebe dikarin wan bikin yek. Di kîjanê de aliyê Kurdayetî bihêz dike hebe, dikare di pîlana pêş de cîh bigre. Bi demê re wê zimanê Kurdî hîn zêdetir pêş bikeve. Lê ger Kurdistan azad nebe, wê ne nirxeke ya Kurmancî, ne ya Zazakî û ne jî ya Soranî hebe.
Destpêkê ne Kurmancî, Soranî, Zazakî, divê di destpêkê de Kurdayetiyeke bingehê wê xurt bê pêşxistin hebe.
Ya girîng Kurdbûn, xak û welat e
Kurdbûn, xak û welat girîng e. Ne herêm yan jî mintiqa, em bi temamî dibêjin welat. Em riheke nû ava dikin û niha vê di pîlana pêş de digirin.
Me jî dikarî her tişt bi Kurdî bikin, nirxê wan jî heye, nabêjim bila bi temamî bê înkar kirin. Lê niha pirsgirêkên me yên mîna agir hene; pirsa ku tê kirin azadiya welat, yekparetiya gel e. Yekparetiya gel çiye? Em napirsin kîjan eşîret, kîjan qabîle çiye û em vê jî girîng nabînin.
Pêşengên gel dikarin di derbarê Kurdayetî û zanista ziman de erkeke mezin bigrin ser milên xwe. Lê Kurdayetî xeniqandine, di vê rewşê de hûn nikarin xizmetekê ji bo Kurdayetiyê bidin. Her ku şer pêşket, pêşveçûna ziman û serweriya wê dê ji hêla yên pêşengtî dikin ve bê pêşxistin. Hûn amadekariyên xwe bikin, bi şerê ji bo serxwebûna welat tê meşandin ve werin girêdan, piştre bi serxwebûna ziman ve werin girêdan.
Niha ziman ji bo min astengiyek e. Ez bi destan, lingan û çavan diaxivim. Ev nayê wateya ku nirx nadim ziman. Berovajî ji bo ziman bingeh amade dikim. Xizmeta ji ziman re jî bikim ev e. Ger bêjîn gramêra Kurdî çiye û nivîsa wê çawa baş bibe, ez nikarim van bikim. Ez nikarim baş Kurdî jî binivîsim. Ev nayê wateya ku nirx nadimê. Nirx didimê lê niha ne dema wê ye.
Bi Kurdî baş diaxivim. Lê ez şerê xwe îro bi zimanê Tirkî baştir didim meşandin. Dibêjin;“ev Kurdek çawa ye ku her tiştî bi Tirkî dibêje. Ev Kurdek çawa ye ku her tiştî bi zimanê me dike.” Ez jî dibêjim, “Ger te zimanê xwe bi zorî fêrî min kiribe, ezê jî vê mîna çekekê li hember te bidim bikaranîn.”
Hûnê bi çeka wî li dijminê xwe bixin. Ziman sîlehek e.
Mêrxasiya herî mezin, çeka dijmin jê girtin, li hember wî bikaranîn e. Me jî wûsa kir. Ya girîng tenê ne ziman, tiştên din jî girtin e. Ez bawerim di derbarê çand û wêjeya Kurdî de jî xebatên me yên girîng hene û her diçe xurtir jî dibe.
Wêje ruhê mirov diafirîne. Mirovan rihet û baş dike. Ji dirûv bigrin, heta cewher teşe dide. Berê hinek pirtûk dihatin nivîsandin. Wêjeya Rus, wêjeya Fransa, Îngiliz, Elman hwd. li ser navê gel wêneyên xwe, nivîs û wêjeya xwe afirandin. Tiştên wisa afirandin ku; bersiva pirsên wan yên weke “Fransiyek baş çawa dibe, Rusiyek serkeftî çawa dibe?” didin. Wiha girtine dest. Di me de bi ti awayî wisa çênebûye. Hunermendên me nekarine vê yekê bikin, firsend nedîtine yan jî xeniqîne çûne. Encax niha nû bi nû têne xuliqîn.
Heskirina rast ji zarokan re pêşeroja wan avakirin e
Dewletên mezin û gel çawa mezin bûne? Li Almanya temaşe bikin, baş li ser pirsgirêkên xwe sekinîne. Mînak, li ser leşkertiyê pir mezin sekinîne. Sinetkarek, li ser karê huner baş sekiniye. Li ser meseleyan mezin disekinin û encax wê demê mezin dibin. Mînak li gel me ji zarokan re nirx tê dayîn. Lê çawa? Weke nirxê malbat-kesûkaran divê nirxê zarokan jî bê zanîn, lê divê ne di şuna her tiştî de bin. Dayîk-bavên me her roj zarokan maçî dikin. Bes e!
Evqas jî zede ye, divê bên heskirin, lê ev şêwaza heskirinê ne şêwaza heskirinek rast e.
Dayîka min digot; “ez wisa dayîka te me, welê dayîka te me.” Ez dehsalî bûm. Min ji dayîka xwe re got; “tu mirîşk û çêlikên wan dibînî? Ha ew, ha ez û tu.” Hîn di bîra min de ye. Min got; “li ser min hesaban neke. Dema te ez anîm dinyayê ev, ne di derbarê mirovahiyê de bû, ji cehaleta te dihat.” Min bersiveke pir ecêp dabû û bêdeng bûbû. Yanî di Kurdan de heskirina zarokan rast nayê kirin, pêşeroja zarokan nîne, nirxê wan nîne.
Zarokan jehrî dikin. Ji ber wê ez ji şêweyê heskirina wan nefret dikim. Wisa nabe. Hûnê bên guhertin. Hûnê nirxê ji zarok re bê dayîn çiye bizanin û divê hûn rast mezin bikin.
Ev xebat hemû ji bo zarokan e.
Zarok xeniqandiye, kuştiye, tine kiriye, lê temaşe dikî yên vê kirine, zarokên xwe ecêp dibînin, dibêjin; “paşa ye, wisa mezin dibin.” Lê te xeniqandiye, biçî lê temaşe bikî, di govekê de ye. Zarokê Kurd miriye, tê de tiştek nehatiye hiştin. Yek jî pir zêde jê hez dikin. Heskirin wisa nabe!
Xebatên hunerê şer û Kurdayetî diafirîne
Tiştên jê hez dikin divê weke mirovên pêşî, heskirina mirov ya di xeyalan de nebe. Ev ji bo we gelek pêwîst e. Yekî ku bêje; “ez wêjeya Kurd, hunera wê digirim dest” divê wisa be, ev esasên hunerê ne.
Ez nirx didim xebatên wêje. Bi qasî şer, heta ji şer zêdetir nirxê xwe heye. Heke wisa bikin ezê baş bibînim. Berovajî vê tişta dikin, weke karek mezin nabînim. Ji şer zêdetir ser bisekinin. Li gorî min di nav şer de mayîn û di van xebatan de mayîn di navbera wan de cudahiyek pir zêde nîne. Ji ber nezanîne ser de biçin, dibêjim “Akademî, xebateke hunerî ye.” Me bi hunerê re ev şer ava kir. Heke ev huner nebûya, Kurdek tenê jî wê cesaret nekiriba ji bo silehê gavek bavêje.
Xebatên hunerê artêşa gel ava dike, şer û Kurdayetiyê diafirîne, siyasetê dike. Ez vê ji bo hunermendan jî dibêjim. Heke dixwazin xebateke mezin bimeşînin, li pêşiya we mînakeke mezin heye. Hûnê nirx bidinê û li ser bisekinin, her yek ji we dikare li ser Kurdistanê bandoreke mezin bide avakirin.
Bawer dikim ku ji niha şûnde hûnê baştir bixebitin. Yanî weke sinetkar û rewşenbîrên Kurd hewil bidin ji niha şûnde tiştên nû biafirînin.
Rêber Apo