Nûjiyan Erhan
Kelekî giran laşê mirovan dîl digre di wê kêliya ku hesret dil radipêçe. Dîlketina dil ziman lal dike, çav kor, ling bêderman û dest jî bê mecal. Agirê perestgeha Zerdeştê Kal pêdikeve li cihê ku hesret ketiyê û tefandin guneha herî mezin e. Natefe agirê bêrîkirinê.
Bêrîkirin hesta herî girane, di dilê me de. Dê bêje cihê ku hest kûr tê jiyîn bêrîkirin çawa ye? Ka dê bêje di çîrokên şevên dirêj de ku dapîrên me, em pê hêmin dikirin, pênaseya wê çawa dihat kirin û dema dijî kirasek çawa li xwe dikir? Çend fîstanên rengîn li ber xwe dike ku li bin rengîniya xwe de reşeke çawa di nav de veşartîbû? Reşahiya hesretê rojên ronak çawa di bin siya xwe de dihêle û şevên sayî bi ewrên tarî dadigire? Yê/ya çav li rê be, dema benda lêxistina derîbe dikare çiqas li berxwe bide? Çend demsal, çend sal û çend şevên din dikare bide bîrkirin? Di kîjan pirtûka pîroz de pênaseya wê heye û kîjan ol dikara şewata wê kêm bike?
Bêrîkirin!
Ma tu nabî xwedaya hezkiriyan ku bê te çav tişteke din nabine. Ne tu yî ku zerdexendeya guleke nûbişkovî li ser rûyê wê zuha dikî, lê di heman cihê de simbila hêviyê jî her şîn dihêlî. Heke Mecnûn dîlê te be, Leylayên welatê min li ber dergeha hezkirinê mehkûm in. Peroka evînê belav dibe dor bi dor. Yê ku para xwe nagire bê dîn û bê îman e. Qible tu yî, perestgeh tu, di cihê şewq lê ketiyê, em hemû derdora te di teafê de ne. Lê nahêlin tîrêjên rojê bigihîje erdê. Cîhan di sermaya bêhezkirinê de diqerise li nav pencikên pergala desthilatdar. Quling nikarin hêlîna xwe çêbikin di vî welatê ku demsala cudabûnê serwer e. Germ nake tavên sunî bask û perên wan. Koça ber bi wargehên azad ref bi ref in, ji bo temenê hesretan kêm bibe.
bêrîkirin!
Wek zîndana amedê roj bi roj dihelîne, lê hêviyê xurt dike. Bê dudilî, bi armanc ve girêdan.
Di jiyana her zîndiyê de bêrîkirin cihekî mezin dagir dike. Lê belê kes bi qasî gêrîla bêrîkirinê di kûrahiya dilê xwe de hîs nake. Cihê ku jiyan, mirin, êş, kêfxweşî û birîn deste birayê hev bin, li wir bêrîkirin mêvanê qedîm e. Bê dûrketin, qutbûn û rêyên dirêj, çiyayên bilind em nikarin behsa bêrîkirinê bikin. Bê xwîdan û bê westan nayê meşandin di şiverêyên azadiyê de ku bêrîkirin di labîrentên wir de veşartî ye.
Bêrîkirina hevalan!
Berîkirina herî bi şewat e, ku wek bizotek agir her tim benda çirûskekê ji bo valakirina hindurê xwe ye. Bêrîkirina herî kambaxe, ku wek êşekî giran laş dihelîne. Bêrîkirina herî bêçareye, ku mirov dizane dermanê vî derdî nîne, ji ber stêrkên dirijin cardin nayên. Bêrîkirina herî pak e, bêhesap bê kitap. Lê belê bêrîkîrina ku mezin dike û xwedî sebre. Sebra xwe jî di nav boxçika xwe de digerîne û di paşila pêşerojên zarokên me de nanê rojê ye ,mizgîniya genim e, di xakên ji tênêtiyê fetisî de. Carna jî dibe çirûska çavên gedeyekî ku di nav landikê de li cîhenê dikene.
Bêrîkirin!
Heya meşa azadiyê bidome, her tuyê hebî.Lê bi te re emê jî roj bi roj mezin bikin asoya asîmanê evînê. Bi êşa te re jî emê dîroka stêrkên xwe bi şahbanûya sîmorxan li ser rûpelên dilê mirovatiyê binivîsin. Hibrê me rondikê evîndarên dilderya ye. Di nav de misk û amberê her çar aliyê Kurdistana min hebe û kilê çavên dara jiyanê.