Bêbendewar Girêdayî Jiyana Azad bû; Rêhevalê Zerdeşt

0Shares

Diren Tolhildan

Navê û paşnav: Serdar Adar

Nav û paşnavê Rêxistinê: Zerdeşt Tetwan

Cih û dîroka ji Dayînbûnê: 1980-Tetwan

Dîroka Tevlîbûyînê:2005-Stenbol

Dîrok û Cihê Şehadetê:17.07.2011 Qendîl

Divê Watedar Bin Veqetînên me…

Min awirên bêdeng ên ji pey şeveke sar mane danî ber serê xwe vê siharê. Bi girî, kişandina axînên kûr û kêmekê jî westiyayî. Tiştên ji reşka çavên wî dihatin xwendin mîna sûreteke ji êşê ya zûmreyan bû. Lê çendî dixwast tiştna bêje, ji hatina xwe ya dawî û vir ve pir tişt dîtibû. Beriya vebêje, sterk ji şevê rijîn, ewran asîman dagirtin, berf bariya bi ser xeyalên wî yên germ. Awirên şil, reşkên çavan ên bi xemgîniyê hatine şuştin û hinekê jî fedîkok, awirên veşartî… Demsal hîna di despêka xwe de ne normal bû. Hîna di hilhatina rojê de diltengiyê dorpeç kiribû bedena wî, tavdang bêrenk, mat, nexweş û kêmekê jî şikestî bû…

Ji sefera xwe ya dawî ya di wê şevê de bi hewareke mîna cemedê ku hîna hênikahiya şefeqê tam nekiribû dida recifandin, ez şiyarbûm. Ruxmî ku min desteyên stêrkan bi behna heyvê pêçabû. Min ê pêşkêşbikira di berbanga sibehê û di tavdangê de pîroz bikara bêrîkirênên xwe. Min ê bi bêrîkirinên xwe, xwe dirêjî siberojên zerdexendeyên azad ku nû, paqij, dûr lê pir nêzî me ne, bikira.

Awirên min beriya bigihîje siberojan, di tarîtiya şevê de bêpirs û sûal hatin girtin.  Di kêliyeke wenda ya demê de nûçeyeke din a mirinê dikeve ajansan. Yeke dîtir, yeke dîtir û yeke dîtir… Di şevê de rûyê sar ê celad dema diyar dibe, hîqehîqa ku tirsê dixîne nava dilan, olan vedide. Navê wê hîqehîqê mirin e, zext, zilm û jiyanên hatine tarîkirin e… Mirin!  Sar, mûyê mirov dike şûjin û bêdem… Li gor hinekan navê wendahiyeke bêdawî, li gor hinekan çûyîna ber bi cîhaneke din û li gor hinekan jî navê jiyaneke nû. Lê di her halî de, mirin û gurbûyîna hestên ku dil dikizirîne…  Hinekan digotin hemû veqetandin bêdem tên. Ya herî xerab jî gerek ya ku bi mirinê tê be.

Ti veqetandinên me bêwate nebûn. Ji bo kesên rêya afirandina pêşerojêke pîroz û hêjayî jiyanê û têkoşîneke birûmet hilbijartine, her çendî bi êşan re jî dagirtî be, dev jê nayê berdan. Ruxmî her cûrê polîtîkayên pergala serdest ên bi xwe ve dane girêdanê jî, wan, jiyana kevnbûyî ya hatî xemilandin deşîfre kirin, hemû qirejî û nexweşiyên wê derxistin holê, bi vê re rêya avakirina civaka demokratîk û azad pejirandin. Belê herçiqas di dil de êşên kûr bihêle jî, di çavan de herî zêde xurûr û rûmet heye. Ji ber vê sedemê jî mirin ne wendahiyeke bêdawî ye, ne jî çûyîna ber bi cîhaneke din e. Li gor me navê mirinê girêdayî wateyeke kûr, navê vejînê, di her caneke nû de ji nû ve hêşînbûn û gihîştina siberojan e navê mirinê-vejîna dubare. Ji ber vê, pirsa ‘çawa’ zêde nayê kirin. Tê zanîn di avakirina jiyana azad de bi egîdî û rûmetê xwîna xwe, bi ser axa ku bedena wê bi êşê re hatiye strandin, dawerandin. Wateya jiyana wan ew e ku di cewhera xwe de, cewhera wan di lêgera jiyana azad de ye. Ji ber vê ye herî zêde ‘jiyan’ anîn ser ziman. Ji bo me jiyana herî zêde tê ser ziman û di dilan de tê hîskirin, em ê her dayîm wek pêşeng bigrin dest û bi xurur şopdarê wê bin.  Xeyalên wan sînorên heyî derbas kirine û ji xelqeyên koledariyê safî kirine.

Ev jiyan, jiyana kesên ku bi paqijiya zarokekê, xwe ji bo rojên azad gorî kirine. Jiyana yên li hemberî her cure zext û hewldanên tinekirinê bi giyaneke îsyanê, serî rakirine. Ev jiyan li dijî her cure jiyana koletiyê bi rik qêrîna azadiyê ye. Jiyana kesên ku bi qêrîna azadiyê re banga cîhaneke ku hêjayî jiyînê ye bi dost û neyaran re dide nasîn. Jiyana kesên wîjdana ku bi mirovatiyê dane wendakirin, ji nû ve qezenckirina wê bingeh digrin.  Bêyî ku qîma xwe bi mirinê bînin, her cure nirxa ku ji civakê stendine, ji nû ve teslîmê cihê wê dikin. Jiyana kesên ku ji bêdengiyê re dibin awaz,  derveyî her cure berjewendiyê, meşalêya azadiyê di refên herî li pêş hildigirin.

Jiyana dilên dildarê azadiyê wiha ye. Û Zerdeşt (Serdar Adar) yek ji wan dildarên ciwan bû. An jî hemû…  Armancên mezin dabû ber xwe, ew jî bi xeyalên xwe re kiribû yek û rêya ku bibe xwedî jiyaneke azad û mezin hilbijartibû. Zerdeşt tişta dizanî pêk dianî, ya pêkdanî jî pê bawer bû. Wî xwe bi rastiya tekoşînê re kiribû yek serkeftin ji xwe re esas girtibû. Zerdeşt nûbûn ji xwe re esas digirt, dema nêzî bûyer û diyardeyan dibû bi berpirsyarî û zanebûneke mezin tevdigeriya. Zerdeşt legervan bû, ji ber dizanî ku çiqas lêgera mirov bi hêz be û pêş bikeve, wê ewqas bigihîje cewhera xwe. Tekakesa/ê ku bigihîje zanebûna kesayeta xwe, dizane wê çi bi çi awayî, bi çi şeklî çêbike û bi rê û rêbazên rast xwe bigihîne serketinê.

 

Zarokê kenazad wê bibe ‘heval’…

Di şeveke sar a zivistanê de terikandibû warên lê hatibû dinyêyê û mezin bibû. Wiha rêwîtiya ber bi bajarê ku qet nedinasî, ji xeyalkirina wê jî ditirsiya ku mirovan tine dike û jiyanê bidawî dike, destpê kiribû. Dibe ji vê be, qet dilê wî bi wir germ nebû. Kuçeyên wî bajarî her ew şeva sar dema zivistanê gund terikandibû, dixist bîra wî.

Zerdeşt zarokê malbateke welatparêz û şoreşger bû. Wî bi rûkeniya çavên rojê ku zozanên Tetwanê diramûse, li jiyanê dimêzand. Lê ji dema kete nava watedayîneke kûr, haya wî jê çêbibû ku hinek tişt şaş diçin. Zerdeşt ji serbazan qet hez nedikir. Hîna di zarokîniya xwe de dîtibû ku ew li mirovan dixin, heta dayîk û bavê wî îşkence kiribûn. Wê demê jî biryara xwe stendibû. Dema mezin be wê bibe ‘heval’. Hemû jiyana pêşiya xwe ya mezin bi xeyala ‘bûyîna heval’ dagirtibû. Hîna di wî temenê de ji malê reviyabû û çubû ku ‘hevalan’ bibîne. Lê bi wendakirina rêya xwe ne karîbû ‘hevalan bibîne’, ne jî bibû ‘heval’.

Kurdistan dihate şewitandin, însan di nava kolanan de bi awayeke hovane dihatin kuştin. Kiryarê wan dewlet bû, lê ‘meçhûltiyekê’ jiyan tarî dikir. Gund dihatin valakirin û penabertî zêdetir dibû. Kurd weke hebûneke ku pêwiste were kuştin û tinekirin, dihatin pênasekirin. Herkes ji bo dewletê xeter bû û  ji bo xerakirina domdariya wê û ji holê rakirinê wek metirsî dihate dîtin. Jixwe heke tu Kurd bî û dengê te li hemberî rûyên reş bilind bibe, beriya her tiştî bi lez pêwîst e dengê te bê qutkirin û tu werî kuştin. Heta mirin jî têrê nake, divê tu şerpeze bibî, ji bo bibî îbreta alemê jî li meydanan bi awayeke vekiri werî gerandin. Belê, mixabin ji Kurdan re ya rewa dihate dîtin ev bû. Ma tenê ev? Na, hin tiştên ziman nikare bêje û pênûs nikare binivîse hene…

Gelê Tetwanê ku bi şehadeta rêhevala Mizgin (Gurbet Aydin) agir bi kezeba wan ketibû, wê wêrankirina gundên xwe jî bidîtana. Di şeveke zivistanê, bêyî ku rehm bikin, gundên wan, heviyên wan, pêşerojên wan, heskirinên wan şewitandin… Belê, Zerdeşt û malbata wî jî têra xwe ji vê nesîb girtibûn. Di wê şeva sar a zivistanê de ketibûn ser rêyan. Rêyeke bi êş û dirêj. Wê, di nav êşan de bidîtana siberojên xweşik û azad. Ma ne aliyeke din a jiyanê jî êş e? Haya wan ji vê hebû û bi vê têgihîştinê ketibûn ser rê. Ew rêya sar, aliyeke wê tarî û dirêj…

Lê Zerdeşt ne bibû rewiyê van rêyan, ne jî tiştên qewimî qebûl kiribû. Dilê wî li van axan mabû, bi kun kunîkirina hemû sînorên demê re, di nava sirê wê keliyê de xeyalên xwe mezin kiribû, hêviyên xwe wiha têr kiribû. Wê roj bê ku bizivire ser van axên westiyayî û tola hemû êşên ku jiyane, bi çend qat zêdetir wê rabikira. Ji ber vê ticarî teredud nekete dilê wî û her zarokê nesekinî yê di bedena xwe de bi germahiya wê şeva sar ku agir ji gundê wan bilind bibû, mezin dikir. Her ku zarok mezin bû, xeyalên jîna azad jî mezin dibûn. Ku dema qezenckirina xeyalên wî hat, keneke hêdî di çavên wî de û agirê ku nayê tefandin di dilê wî de diyar bû.

 

Jiyana Azad bi Me re ye…

Wî xatir nexwestibû ji wî bajarî. Jixwe qet ne elimîbû, pê re nebibû yek, ne jî bi hevalatiya wî ya derewîn xapiyabû ya wî bajêrî. Ne mumkun bû dilê ku hezkirina axa wî lîlan vedîda û her kêliyê mezintir dibû, cih bidaya yeke din.

Dema pêkanîna xeyalên xwe yên zarokîniyê û jiyanîkirina hêvîyên ku bi salan vehewandibû hatibû. Hestên tolhildan û îsyanê di dilê wî de wek roja yekem germahiya xwe diparast. Îşkence, binçavkirin û girtinan ew çavtirsî nekiribû, nekarîbû ji xeyalên wî gav bide paşve avêtin. Her tiştên jiyabû jê re bibû hêz û bibû sedema pêkanîna xeyalên xwe.

Dem hatibû, gav bi gav kûçeyên wî bajarî derbas kiribû û pêre ketibû ser rêya wê axa pîroz a westiyayî. Di çavên wî de kelecan hebû, hîna bêtir jî keyfxweşî û rûkeniya zaroktî. Xeyalên xwe yên ku kêliyekê jî jê teredud nekiribû, wê pêk bianiya. Wê bibûya ‘heval’. Wê bibûya ‘heval’ û ji kesên celadiya Kurdan dikirin, wê hesab bipirsiya. Wê bi qirika wan de bigirta û ew di hilma wan de bifetisanda.

Çiya yekane cih û warê dilên jîr; li hemberî zext, mirin, her cure kirêtî û nezîkatiyên nexweş, perestgeha parastina xwe ye. Çiya parêzgeha ku herî zêde nêzî jiyana azad û ji dek û dolaban dûr e. Qada ku diparêze, dihewîne, heke tu pê re bibî yek te wek xwe dibîne û hembêz dike.

Û Zerdeşt zû fêrî çiya bû, çiya jî fêrî wî bûn. Bûn yek, dest dane hev û xwe gihandin siberojan. Navê siberojan bû azadî, navê siberojan bû tolhildan… Zerdeşt her cihê ku çûyê, hertim hate hezkirin û rêzgirtin. Bi wan re bû yek û her ku bû yek jî jiyana azad a li dilê çiyayan naskir û kenê azad ê di dilê xwe de, xeyalên xwe yên hevîdar da naskirin. Kesên wî nasdikin dema wî vedibêjin beriya her tiştî behsa tevlîbûna wî ya ‘bê berjewendî û bendewarî’ di nava jiyanê de dikin. Zerdeşt wisa bû. Zerdeşt ticarî xwe ji dayîn û kirina tiştan paşve nedikşand, keyfxweşiya rêhevalên xwe jî wek keyfxweşiya xwe didît. Ez nizanim eceba hebûn yên jê hez nedikirin an na?, lê yên jê hez dikirin pir bûn. Zerdeşt bi sekna xwe ya rêxistinî di derdora xwe de bandoreke erênî û mayînde dihişt.

Salên ku li çiya derbas kir, xwasteka wî ji bo çûyîna qada Garzanê û li wir berdewamkirina têkoşîna xwe zêdetir kiribû. Bi kelecan û bêsebriyeke mezin dixwest li gundê xwe yê ku bi mecbûrî di zarokîtiya xwe de teriknadibû û hatibû xerakirin, wek hevalekê vegere. Ev kelecan û xwestek jî ew ber bi lêgeran ve dikişand û di her lêgerê de jî ber bi keşfa jiyana azad ve dibir…

Digot: “Jiyana azad di me bixwe de ye, tenê em bizanibin bi kesayata xwe re têkoşîn bikin û vê wêrekî û biryardariyê nîşan bidin.” Belê, kesê bi wêrekî û biryardarî li hemberî kesayeta xwe tê bikoşe, yê/ya ku xeleka tirsê ya bi hezar salan ji hêla pergalê ve li ser me hatiye raçandin bişikîne, ew mirovê herî nêzî azadiyê ye. Dema em xwe nasbikin, em bi kesayeta xwe re rû bi rû bibin, wê demê em dikarin bi bûyerên ku diqewimin re şer bikin û têkevin nava têkoşîneke birûmet. Nexwe em ê bişibin wan bûyer û diyardeyên ku em pê re rû bir tên. Dema wisa bibe jî tê wateya ku cihêrengî wê nemînin. Hebûna ku di nava xwe de cihêrengiyan hilnegire jî ji guhertin û werguhertinê nesîbê xwe nagire. Heke bigre jî wê ticarî têrnebe û ji jiyaneke monoton wêdetir neçe. Zerdeşt guhertin û werguhertin ji xwe re esas digirt û her ku diguherî derdora xwe jî dida guhertin.

Li Zozanên Qendîlê Destanek Dihate nivîsand…

Demsal li pey hev diçûn, bersiva xwastekên me nedidan tiştên dihatin jiyîn. Hîna ji destpêkê ve ev demsal ne normal bû. Demên herî germ ên demsala havînê bû. Ji bona piçek bayê hênik, nebatên li ser rûyê erdê secde kiribûn, di hesreta piçek barana hênik de bûn. Lê hin kes jî hebûn ku dixwestin ve demsalê biqulipînin bi ser zivistanê. Olperestên ku şaşika ol danîbûn serê xwe hewl didan roniya rojê bizivirînin ser tarîtiyeke kor. Pergal ji hêla Tevgera Azadiyê ve bêhenase hatibû hiştin, li rêya derketinê digeriya û ji bo vê jî her cure rê û rêbaz diceriband.

Zerdeşt yek ji wan kesan bû ku di serî de gihîştibû qada şerê giran. Ji bo alavên leşkerî bigihînê rêhevalên xwe yên ku şer dikirin, herwiha bi çeka xwe ya ku bi salan mîna roniya çavên xwe parastibû, bi kûraniya hestên tolhildanê ku di dilê xwe de kom kirbû, dixwest bi dijmin re şer bike. Dijminê ku her cure teknîk, rê û rêbazên derveyî mirovatiyê bikar dianî, li hemberî gêrîlayan zorahî dikişand. Her carê jî mecbûr dima xwe paşve vekişîne û rêbazên cuda bikar bîne. Rêbazên bi kar danî her ku diçû hişktir dibû û hîna bêtir teknîka xwe dida nîşandan. Ya rast vê jî binkeftina dijmin berbiçav nîşan dida. Gêrîlayên ku wek ‘kulmek’ dihatin binavkirin, dewletê hemû hêza xwe seferber kiribû, lê dîsa jî nedikarî bi gêrîlayên ku xwe fedayê jiyana azad kirine gav paşve bide avêtin.

Kesên di nava rastiya şer de xwe naskirine, fêr bûne ku li hemberî her cure zehmetî û kelemên di nava jiyanê de derkevin û sekneke vîndar nîşan bidin. Gelê Kurd û zarokên wê ji dîrokê û vir de, bi vê rastiyê re mezin bûne û pêşerojên xwe avakirine. Gelê Kurd ji şer hez nake, lê ticarî jî ji şerkirinê natirse. Hîna di despêkê de xelekên zincîra koletiyê şikandiye û rêya çiya ji xwe re hilbijartiye. Di nava pêtên sor ên agir de bedena xwe safî kiriye, di rêya jîna azad de bi israr bûye. Hêzen serdest ku di demên xwe de xwe hakim hesibandine û xwe xwediyê hêz dîtine, li hemberî rastiya Kurd matmayî mane. Gelê Kurd bi sekna xwe ya berxwedêr ji pir gel û tevgeran re bûye mînak. Dibe ji vê be ku pergal evqasî êrîşên hovane bi ser de tîne.

Di wê rojê de wê zozanên Qendîlê destanek binîvisanda… Navê destanê berxwedan bû, jiyana azad bû… Ev axe pir caran bibû dika şer, lê cara yekem bû ku berxwedaneke bi vî rengî didît. Lehengên pir gelan şer kiribûn, lê yên ku ewqas di jiyana azad de israr dikin, yekem car bû ku dinasî. Her dem bi pêş ve diçû, xebera gêrîlayan jî li çiya deng vedida. Û giyanan bi axê re yekîtiya pîroz didan avakirin. Destpêkê Helgurt çû, piştre Egîd, Rêbaz, Berfîn, Evîndar yek bi yek şopandin rêya azadiyê û herî dawî jî Zerdeşt jî çû, destê rêhevalên xwe girt, gihîşte rendevûya xwe ya bi axa dayîk. Bê dudilî, bi rûmet û bi navê siberojên ku bi kenê azad neqişandîne…

Zarokên welatê min ku beriya niha bi salan bûye çar parçe, sînorên ku hatibûn raçandin ji holê rakirin. Û bi xwîna xwe bitûnîbûyîna wê di demsala havînê meha Tîrmehê de avakirin. Bi bakur, başûr, rojava û rojhilata xwe ve bûne yek, di dilekê de gihîştin hev. Di ferhengoka gelê Kurd de navê meha tîrmehê bûye ‘berxwedan’. Pir kesan bi giyana xwe, ev îsbat kirine. Yên ku dilê xwe bi evîna azadiyê têr kiribûn û dest bi rojiya mirinê kiribûn. Yên ruhên xwe di germahiya agir de teqdîs kiribûn û pir kesên din…

Zerdeşt; Rengê ‘hevaltiya’ herî xweşik

Sterk di şevê de cemidîn, heyvê rengê xwe wenda kir, lê dîsa jî erdê mizgîniya rojên bê yên azad dida. Pêşengên jîna azad her yek bibûn tavek û wê siberoj ronî bikirana, wê ba jî bidana pişt xwe û kenê wan ê zarok di dilan de bi cih bibûya. Wê ne bibûna yên yekem û ne jî bibûna yên dawî, lê di pêşerojên xweş de wê rêya me ronî bikirana. Niha di dilê me de êşeke zirav hebe jî, wisa mêze nekin; dilê me ronî ye. Rûkeniya we ya mîna zarokan ku we ji me re mîras hiştiye, diyarkera pêşeroja me ye.

Niha divê çi were gotin, çawa bînim ziman girêdana te ya bi jiyana azad re? Ma kîjan hevoka stûxwar dikare rêhevaltiya te ya jidil û bêhesab îfade bike? Di vê şevê de beriya ku hevok û peyv gule li wan werin barandin û di bêdawîtiya demê de wenda bibin, divê bê destpêkirin, divê serketina wê bi kenê te yê zarokîniyê were tacîdarkirin.  

Her çendî baran dûr bin jî, ez nêrînên xwe di kena çavên te yên hingivînî şil dikim. Dema ku êvar diqulipe bi ser şevê, ez ji welatê stêrkan re slav dişînim, ji heyvê xebera te digrim. Ez li ser helbesta xwe ya nîvcomayî hin tiştan zêde dikim û vê şevê jî diyarî te dikim:

Ey zarok ez ji te re nabêjim oxir be

Ger yê ku diçe tu bî

Tu keniyayî

tu dikenî

dema çûyînê jî te ken domand

heya çavên te hatin girtin

bi rika tenêtiya kevnbûyî

te axa bêhnheyîv hembêz kir

ax wek tama evîna dayîkê ku zaroka xwe hembêz dike ye

axa dayîka me

û em jî bi navê yarê axê hembêz dikin

te jî hembêz kir ax

bi rûkenî

û li ser lêvên te zerdexende

yek kêliyê jî nesekinî…

ez ji te re nabêjim oxir be

ger yên dimîne em bin

Dayîka te ya ku sûretê te yê bi ala sor hatiye pêçandin hembêz kir, niha hîna bi xurûr û serbilind e. Digot ‘Ez ê negirîm, ez ê dijmin kêfxweş nekim, ku li me bikene’ Jixwe te jî nedixwast ku ew bigrî.

Ez roja nû bi navê te destpê dikim. Her tiştê ayîdê te min danî kêleka xwe û di nava vê bihoreka demê de bêyî ku ez bilezînim, dimeşim. Ez dibêjim ‘Zerdeşt’, lê beriya her tiştî ez dibejim ‘heval’. Ez dizanim tu hem gotina ‘heval’ hem jî bûyîna ‘heval’ pir hez dikî. Te ya herî xweş jiya û da jiyandin. Pênc tîpên herî xweşik ên di cîhanê de gihîştine hev û gotina ‘heval’ ava kirine. Herî zêde jî li te dihat.  Her peyva ku te dianî ziman, em bi keseyeta xwe re rû bi rû dikirin û hêviya gihîştina pêşerojên azad dida avakirin. Û tu rengê herî xweşik ê ‘hevaltîyê’ bû.

Em rêya xwe didomînin; bêyî ku aciz bibin, biwestin, teng bibin. Ez, bêrîkirin, xewn û xeyalên te yên zaroktiyê li baskên bayê ve girê didim û dişînim axên pîroz. Niha tu serçopiyê govenda azadiyê yî. Kenê te straneke li ser zimanê me. Em bi hemû xewnên xwe yên qedexe re, serî hiltînin li beramberî demê. Ruxmî her tiştî, em ê li berbanga siberojan, bi stranên hezkirinê, em ê bi bûyîna yekdil sînoran derbas bikin. Em ê bigihîjin siberojên kenazad ku têne bêrîkirin. Ha îro! ha sibê, lê ew ji doh pir nêzîktir e.

 

Ji Bo Bîranîna Rêheval Zerdeşt Tetwan (Serdar Adar)