• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

BÊ ŞERT Û MERC AZADİYA RÊBER APO DİXWAZİM

January 7, 2025
in Nirxandin
A A
BÊ ŞERT Û MERC AZADİYA RÊBER APO DİXWAZİM
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Ji pişt dîwarên zindanê ji hemû azadîxwazan re

Ez Zeyneb Celaliyan, jineke azadîxwaz a siyasî me ku ji bo raman û baweriyên xwe di zindanê de me. Fikrên min ji paradîgmaya fikrî ya Rêber Abdullah Ocalan îlham digire ku ew bixwe jî 26 sal e ji bo fikrên xwe û azadîxwaziyê di esareteke nemirovane de tê girtin. Ez erka bingehîn û ehlaqî ya xwe dizanim ku tevlî wê kampanyayê bim ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê min hatiye rêxistinkirin. Ez azadiya wî ya bê şert û merc dixwazim. Ez wî mezintirîn kesayetê azad yê cîhanê silav dikim ku azadî fêrî min kir, ez azadîyê ji bo wî xwediyê raman û mirovê mezin re dixwazim.

Fikrên wî bûn çirûska di tarîtiyê de

Dema ku niştimana me Rojhilata Navîn û dilê wê Kurdistan bû goristanek ji miriyên ku li ser piyan in û dimeşin, dema ku kesek xwedî hêza têkoşîn û şerê li hemberî dijminan nebû, bi taybetî di Bakûrê Kurdistanê de rejîma faşîst ya Tirkiyê hebûna Kurdan inkar dikir û ew dikuştin, kesê ku bi tenê li dijî wê dewletê serî bilind kir, Rêber Abdullah Ocalan bû. Bêguman fikrên wî di tarîtirîn dema dîroka Tirkiyê de yekane çiraya ronîker ya rêya azadiya gelê Kurd û gelên din ên herêmê bû. Dema ez bi jiyana wî difikirim, dilê min dêşe ku çima cîhanê ew dereng fam kir. Wî dest ji hemû ciwanî, azadî, malbat û hemû peywendî û girêdanên kevneşop berda û bi pênasekirina nû ya wan têgînan hewl da ku gelê Kurd û gelên dîtir bigihîjîne mafên xwe.

Sînorkirina wî jî nekarî fikrên wî asteng bike

Rêber Abdullah Ocalan bi komployek navnetewî hatiye girtin û radestî Tirkiyê hatiye kirin. Dewleta faşîst a Tirkiyê bi piştevaniya dewletên wek Amerîka û Yekitiya Awrûpayê, bi awayek bêbextane wî kesayetê xwedî fikra azad dîl girt û ev 26 sal e ku di giravek de zindanî kiriye û bi hemû cureyan sînordar kiriye. Cîhan şahid e ku wan sînordarkirinah jî nekarîn fikr û ramanên wî asteng bikin. Rêber Abdullah Ocalan di Îmraliyê de wek cewahirekê çirûsî, ji ber ku di zindana Îmraliyê de ramanên nû danîn û pêşkêş kir.

Em jin dê bibin pêşengên şikandina pergala zindanan

Rêber Abdullah Ocalan pergala Konfederalîzma Demokratîk wek alternatîfa dewletên herêmê pêşkêş kiriye û gelên herêmê bi rêya wê pergala demokratîk dikarin bighên  mafên xwe û jiyaneke hevbeş a aştîxwazane bikin. Bi wî awayî berjewendiyên dewletan diket metirsiyê, lewra jî dewleta faşîst a Tirkiyê bi nûnertiya hemû dewlet- netewan fişarên xwe li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde kirin. Lê di gel wan hemû fişar û astengiyan, ew dîsa bi awayek bihêz rêkarên afrîner di rêya azadiyê de nîşan dan. Wek rêber û xwedî raman canê xwe li hember hemû hovîtiyên dijminan ji bo netewan kir mertal. Piştevanî û parastina wî, di rastiyê de parastina dadê, wekhevîyê û azadiyê ye. Ez, Zeyneb Celaliyan ji bo parastina mafê xwe û gelê xwe, 17 sal e ku dijwartirîn şert û mercên zindanan de me û şert û mercên zindanan têdighîjim. Dema ku em tecrîda ku li ser rêberê me di Îmraliyê de çêkirine bişkênin, emê hemû zindanan jî bişkênin. Bi wî awayî em jin dê bibin pêşengên şikandina pergala zindanan.

Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bû Rêberê gelan

Di Îranê de jin û hemû gel şoreşekê dikin û dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku felsefeya jinan e qîr dikin. Ew dirûşm, raman û felsefeyeke ku Rêber Abdullah Ocalan bingeha wê daniye. Lewra ji bo piştevaniya ji ramanên wî li ser azadiya wî israr bikin û di çarçoveya wê dirûşmê de ji bo Îraneke domokratîk, ji raman û mirovê azad re piştevaniyê bikin û biparêzin. Bi wê sedemê ji hemû jinan û ciwanan û bi taybetî kesên bîrmend, akademîsiyen, hunermend, mafnas, feminîst, rêxistinên civakî, rêxistinên hawirdorparêz û gelê Kurd û hemû gelê azadîxwaz yên Îranê dixwazim ku piştevaniya Rêber APO bikin û beşdarî kampanyaya Azadiya fîzîkîya Rêber Abdullah Ocalan bibin, kampanya ku di hemû cîhanê de hatiye destpêkirin û berfireh bûye.

Banga tevlîbûna li kampanyayê

Ji ber pêdiviya hemû netewên Îranê ji bo çareseriya bingehîn a pirsgirêkên xwe bi ramanên Ocalan hene. Lewra di cîh de ye ku hemû hewldana xwe ji bo azadî û rakirina wan astengiyan bikin ku beramber Rêber Abdullah Ocalan hene. Madem ku Rêber Abdullah Ocalan di rêya mirovahî û ji bo me hemûyan di dijwartirîn şert û mercan de di zindana girava Îmraliyê de liberxwe daye û têkoşiyaye û bingeha ramanên wî jî ser azadiya jinan e, nexwe ew piştevanî dê di çarçoveya têkoşîna li dijî mêrsalariyê de be ku bêguman pêdiviya hemû civaka me, pêdiviya hemû jinan û mêran e. Ez we vedixwînim ku bi beşdarbûna di kampanyaya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de erka xwe ya mirovî pêk bînin. Teqez azadiya wî, dê azadiya me hemûyan û bi taybetî jî ya jinên têkoşer be.

Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

DI BIN ZEXTA QIRKIRINÊ DE JIN BÊ PARASTIN NABE
Nirxandin

DI BIN ZEXTA QIRKIRINÊ DE JIN BÊ PARASTIN NABE

May 20, 2025

Read moreDetails
DI VÊ PÊVAJOYÊ DE EM Ê ERK Û BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH BÎNIN
Nirxandin

DI VÊ PÊVAJOYÊ DE EM Ê ERK Û BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH BÎNIN

May 20, 2025

Read moreDetails
PKK’Ê FELSEFEYA JIYANA AZAD AFIRAND
Nirxandin

PKK’Ê FELSEFEYA JIYANA AZAD AFIRAND

May 19, 2025

Read moreDetails
PKK’BÛYÎN WÊ JI BO ME TIMÎ SERBILINDÎ Û RÛMET BE
Nirxandin

PKK’BÛYÎN WÊ JI BO ME TIMÎ SERBILINDÎ Û RÛMET BE

May 16, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk