1-Pêvajoya Hegomonyaya Ereban
Erebên ku di sedsala VI. de bi taybet bi pêşengiya îdeolojiya Îslamê dest bi tevgereke fetihê ya mezin kiribûn, li Rojhilata Navîn pêvajoya pêşketina feodalîteyê dan destpêkirin. Erebên ku temsîla îdeolojî û şiklekî hilberînê ya hê pêşketî dikirin, ji ber ku riyên tîcaretê yên di bakurê Sûriyê re derbas dibûn xistin bin hakîmiyeta xwe, di şerên talankeriyê yên li dijî împaratoriyên koledar ên Roma û Sasaniyên ku ji ber vê yekê ketibûn nav tengasiyên mezin de bi hêsanî bi ser ketin. Îslamiyet, tevî karektera xwe ya fetihkar, ji aliyê gelên di bin çewisandina (zilm û zor) rejîmên koledar de bûn, weke ku quweteke rizgarker be hat pêşwazîkirin. Lê, piştî bi pevajoyeke kurt, wexta ku bi maskeyê Îslamiyetê talanên Ereban zêde û berbelav bûn, gelên Rojhilata Navîn dest bi tevgereke berxwedanê ya mezin kirin. Olên xwe yên neteweyî bi Îslamiyetê re têkel kirin û mezhebên xwe çêkirin. Gelan, ev mezheb weke îdeolojiyên berxwedanêbi kar anîn û welê bi hêsanî teslîm nebûn. Tevî vê, feodalîteyê ji ber ku di vê serdemê de roleke pêşver û dilîst û şiklê hilberînê yê nû yêçînên kedxwarêli bajar û çolterê ji bo berjewendiyên xwe hê baştir û di cih de didît û ji ber vê yekê berê xwe da bû nokeriya bi Ereban re, ev berxwedan bi binketine. Împaratoriyên feodal-mêtinger ên Ereb ên ku hatibûn avakirin, heta sedsala XI. Erebkirin û feodalbûn di zikhev de pêş xistin û pêşketina gelên di bin hegomonyaya xwe de radigirtin, asteng kirin.
Civaka feodal û mêtingeriya feodal ku di hegomonyaya Ereban de hatiye pêşxistin, li Rojhilata Navîn herî zêde li ser Kurdan tesîra xwe nîşan da. Faktora ku di derketina meydanê ya vê encamê de bi roleke girîng rabûye ew e ku, erdên berhemdar ên ji bo pêşketina feodalîzmê dest didan li Kurdistanê bûn û Ereb cîranên Kurdan bûn. Fetihkirina Kurdistanê di sala 640’î de dest pê kir.Piştî ku Romî li Qudisiyê têk çûn, tevî ku Kurdan li ber xwe dan û pir xwîn rijandin, zêde di ser re dem derbas nebû talana Ereban pêk hat. Li herêmên ku fetih kirine, mîritiyên feodal ên bi eslê xwe Ereb an jî Kurd bi rêxistin kirin û li aliyekî feodalîzekirina civakê, li aliyê din jî hegomonyaya mêtingeriya Ereb a feodal li gel hev meşandin. Li Kurdistanê feodalbûn, mêtingehbûn û Erebûn hev temam kirin û pêş ketin.
Di hakîmiyeta mêtingeriya Ereb a feodal de di nav pêkhateya (yapı) civaka feodal a ku li Kurdistanê çêkirin de, tebeqeyeke biquwet a Erebû alîgirê Erebûnê çêbû. Ev tebeqaya ku nirxên neteweyî yên Kurdan biçûk didît, ziman û çanda Kurdî ku heya wê rojê di nav dewlemendiyeke mezin de pêş ketibû li aliyekî danî, ji bo ziman û çanda Erebî bi rola ajantiyê rabû. Jixwe, menfeatên(berjewendî) çînî yên vê tebeqayê jî ev hewce dikir. Riya bûn mîr, beg di Erebûn û bûn xizmetkarê xelîfeyên Ereb re derbas dibû. Wekî ku ev hemû îxanetên neteweyî, pêwîstiyen olê îslam pîroz bin, gel jê agahdar dikirin û qederekê jî di vê de serkeftin hat bidestxistin.
2- Serdema Ku Hegomonyaya Biyanî Zeîf Bûye
a) Pêşveçûna serbixwe ya sed salî: Feodalîzm li Kurdistanê ji nîviya sed sala VI. heya bi sedsala IX. di bin hegomonyayeke şidayî ya Ereban de pêşve çû. Ji vê dîrokê pêde, ji ber ku li Başûr hakîmiyeta Ereban zeîf bibû û li Rojava împaratoriya Bîzansê rojên xwe yên zeîf dijiyan û li Rojhilat hê tevgereke talanê xuya nedikir, li Kurdistanê şert û mercên derve yên pêşketineke feodal derketin meydanê. Bo mînak, Kurdên Merwanî dewleteke feodal ku sinorên wê ji Wanê dest pê dikir û heya bi Rihayê digirte nav xwe û zêdetirî sed salî jiyaye ava kirin û hin mîritiyên Kurdan jî, dîsa ji vê pêvajoyê pêde hema bêje weke dewleteke serbixwe jiyana xwe domandine.
b) Êrîş û talanên Tirkan li ser Kurdistanê û têkoşîna li dijî van êrîşan: wexta ku di sed sala XI. de êrîşên Tirkan dest pê kirin, li Rojhilata Navîn li ser gelan pêvajoyeke nû ya çêwisîn û kedxwariyê dest pê kir. Tirkên ku qewmekî talanker ê nû bû, di merhaleya jor a barbartiyê de dijiyan û bi koçberî û talankeriyê debara xwe dikirin. Ji ber vê yekê qewmekî timî di nav rêxistinbûneke leşkerî de û di êrîşê de bûn. Ji sed sala IX. pêde ji ber zêdebûna şêniyê, tengavkirina Çînê û ji ber her ku diçe zêdebûna hişkesaliyê, (kuraklık) warê xwe yê li Asyaya Navîn terikandin û ber bi bakur û başurê Xezarê ve, ber bi Nîvgirava Hîndê ve dest bi êrîş û tevgereke mezin kirin. Van êrîşan, ku ji bo şaristaniya cihnîştî xetereyeke mezin bûn, cihê tê re derbas dibûn hilweşandin û talan kirin.
Tirkan, bi Erebên ku ji beriya wan li Rojhilata Navîn hegomonyaya xwe ava kiribûn û Îrana li ser riya wan bû jîdi bin destê xwe de digirtin ve dest bi şer kirin û li dijî îdeolojiya wan li ber xwe dan; lê belê ji ber faktora misilmanbûna gelên Rojhilata Navîn, ji bo domandina xebatên xwe yên êrîşê, diviyabû bibûna misilman. Tirkên ku fêm kirin amûra îdeolojîk a herî dest dayî, bi taybet di fetihkirina gelên Xiristiyan de Misilmantî ye, bi awayên girseyî bûn Misilman. Tirkan, dema ku karektera fetihkar a Îslamê bi taybetmendiya wan a êrîşkar re bû yek, weke qewmekî hegomon ê heya bi Ewrûpaya Navîn belav bibûna li ser dîka dîrokê cihê xwe girtin.
Sîstema siyasî ya ku Tirkan li Rojhilata Navîn ava kirine, xwediyê dîmeneke kompleks e. Tirkên ku di destpêkê de weke leşkerên bi maaş(mûçe) ên xelîfeyên Ereb dixebitîn, dema ku xelîfeyan hêza xwe wenda kir, hêdî hêdî dest pê kirin di nav împaratoriyê de bi tesîr bin. Di derketina meydanê ya encameke wiha de faktorên weke; di nav rêxistinbûneke timî ya leşkerî de bûn, zêde zêde hatina koçberên nû û karektera fetihkar a herî baş temsîlkirina wan jî, bi tesîr bûne. Dîsa, êrîşên Bîzansên Xristiyan dibû sedem ku li şuna Erebên ji hêzê ketine, pêwîstiya bi qewmekî êrîşkar ê ku hêzeke nû bû derkeve pêş. Dema hem û ev faktor dihatin gel hev, ji bo ku Tirk nebin qewmê efendî yê nû yê Rojhilata Navîn ti sedem neman.
Di navbera sed salên XI-XII. De ji beşeke mezin aTirkên ku hêza herîmezin a Rojhilata Navîn pêk dianîn, di nav rêxistinbûna dewletê de wezîfe distandin û debara xwe dikirin. Yên din jî bi piranî, erdên ku di destê gelan de bû bi darê zorê desteser kirin û begitî ava kirin. Beşeke pir kêm jî bûn serf. Lê belê zêdebûna koçberan, bû sedem ku hejmaraTirkmenên ku dihatxwestin bihatana kirin serf, ji Tirkên cihnîştî û beg zêdetir be.
BihêzbûnaTirkan di qada siyasî û leşkerî de, helîna wan a di nav gelên cihnîştî de asteng nekir. Ziman û çandên hêzengînên gelên cihnîştî, şêniya wan a hê zêde û şiklê hilberînê yê pêşketî, li pêşberê ziman û çanda hê kêm pêşketîtir a qewmên Tirk û şêniyaTirkan a hê kêmtir û şiklê hilberînê yê zede paşde mayî, raserî (üstünük) xist destê gelan û di nav sîstema xwe de Tirk helandin. Yanî maneyê vê ew e ku yên di vê merhaleyê de bi ser ketine, têkçûne.
Ev pêvajo ku di giştiya Rojhilata Navîn de di hegomonyaya Tirkan de hat jiyîn, bi şiklekî hê kûrtir liKurdistanê jî hat jiyîn. Ji ber ku di Kurdan de civaka feodal û cihnîştî bihêz bû û qebîle û eşîr şerker bûn, vê rewşêheya bi sed sala XVI. derfet neda Tirkan ku li pêşberê Kurdan raseriyeke misoger bi dest bixin û Kurdan bixin bin otorîteyeke merkezî. Dewletên Tirkan ku ji sedsala XI. heya sedsalaXVII. li Kurdistanê bi awayekî belawela hatibûn avakirin, bi piranî ji sîstema begitiyê derbas nebûn. Bi ser de jî, ev begitiyên ku tenê li hin herêman hatibûn avakirin, çawa ku nekarîbûn li beranberê êrîşên eşîrên Kurdan xwe ragirin her wiha şêniya Tirk jî nekarî ku di demeke kurt de ji helîn û Kurdbûnê xwe rizgar bikira. Rewşa Akkoyunlu, Karakoyunlu, Artukoğulları, Atabek û begitiyên din jî wiha bû. Tevî ku di aliyê siyasî de di navbera Kurd ûTirkan de ferq û cudahiyeke cidî nebû, di qada civakî de bi misogerî tewazin (denge) bi aliyê Kurdan ve bû. Hakîmiyeta Tirk çawa ku di merheleya Selçukiyên Mezin ên Tirk de bisazînebûye, ku di vê merhaleyê de Kurdistan wekî eyaleteke xwe lê kiribûn, ji bûn otorîteyeke şidayî ya navendî jî pir dûr bû.
Pêk hateya civaka feodal a Kurdistanê ku ji nîviya sed sala VII. heya sala IX. di bin hegomonyaya Ereban de çêbibû, ji sed sala IX. sînordarbe jî, heya bi sed sala XI. bi şiklekî serbixwe pêş ket û ji sed sala XI. heya bi sed sala XVI. di nav pêvçûneke timî ya bi Tirk û Moxol’an de kemiliye. Ev merhaleyên ku feodalîzmê tê de şikil girtiye, di dîroka Kurdan de bi piranî temsîla rûpeleke pêşver û dikin. Tevgera gel bûn û ji xwe re war girtinê, di serdema feodal de hê jî bilêz bû û têgînên “Kurd” û “Kurdistanê” belavî derdorê bûn. Kurd ku weke gelekî ku li cihekî kilît ê Rojhilata Navîn dijiyan û tesîra wan a siyasî zêde bibû, di bûyerên cur bi cur ên leşkerî û siyasî de bi roleke girîng rabûn. Kesên weke Selahatînî Eyubî, ku di qada leşkerî û siyasî de deha bûn derketin. Eger, ev tesîrên erênî bi bûn quweteke merkezî siyasî ya Kurdan bihatana temamkirin, bêguman dîroka wan a paşê wê bi şiklekî din bibûna. Kurd, tevî vê rewşê, ji beriya ku di sed sala XVI. de di navberaTirk û Îraniyan de bi şiklekî misoger parçe bibin, hema bêje weke mîr û begitiyên weke dewletên serbixwe tevger dikirin û di aliyê pêşketina neteweyî de ji gelek gelên wê serdemê di rewşeke hê pêşketî de bûn. Tevî kuhê zêde di nav tebeqeya hakim de bi şiklekî berbalav Erebî dihate bikaranîn, di vê serdemê de ti tesîra ziman û çanda Tirkan nebû. Ziman û edebiyata Kurdan, ber bi dawiya serdemê ve xwediyê wê hêzê bû ku hozanekî weke Ehmedê Xanî û destaneke neteweyî ya weke Mem û Zînê biafirîne.
Rêber Apo
Jî Perspektîfên Rêber Apo “Riya Şoreşa Kurdistan’ê”