Di serî de em cejna vejînê li Mîmarê jiyana Azad Rêber APO pîroz dikin. Şehîdên ku jiyana xwe kirin bedel di oxira jiyaneke birumet de, em bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan bi rêzdarî ditewînin. Di şexsê jina kurd de li tevayî jinên azadîxwaz, li gelê Kurd û gelên herêmê pîroz dikin.
Têkoşîna me 50 salên têr û tijî li şûn xwe hiştin. Nîv qirnê dagirtî ked, bedel û destkeftiyên dîrokî tije kirin. Her salek ji sala din zêdetir tekoşîna xwe mezintir kir û berfirehtir kirin. Destkeftiyên bêhempa afirandin. Ji rêxistineke netewî gihişt asta gerdûnîbûnê.
Rêber APO ji rêxistinên şoreşgerî yê ciwanên xwendekar ên sala 1968 bandor bû û ji xwe re esas girt. Pêla şoreşgerî ku di şexsê Mahir Çayan, Îbrahîm Kaypakkaya û Deniz Gezmîş de belavî nav ciwanên Tirkiyê dibû, ji bo biratiya gelan dît û ji xwe re esas girt. Ango têkoşîna gelê Kurd û gelê Tirk bi hevre girêdayî girte dest, bi vî rengî xwedî li mîrasa van şoreşgerên hêja jî derket û xwe weke berdewama wan girte dest. Gav bi gav bingehê partiyê danî û li ser bingeha bersîvdayîna bîranîna hevalê Heqî gav ber bi partîbûnê ve avêt. Ji ber vê Rêbertî got PKK partiya şehîdane. Di serî de ji kesayeta xwe de destpê kir û şoreş di hundirê xwe de roj bi roj ava kir. Bi xwe re hevalên xwe jî weke kadroyên tevgerê ava kir û perwerde kirin. Giranî da avakirina kesayet, pîvanên partîbûnê bi xwe re mezin kirin. PKK xwe bi rastiya Rêbertî re hunand. Ji bo vê em dîroka PKK weke dîroka Rêber APO dibînin. Çiqasî di rastiya Rêber APO de kûrbûn ava bibe, ewqasî pîvanên partîbûnê di kesayet de tên avakirin.
Gelê Kurd ber tinebûnê ve diçû. Li ser gelê me bê dîrok mayîn, bê ziman bûn bê çandbûn qirkirineke kûr dihate ferzkirin. Civaka Kurd di bin êrîşên înkar û îmhayê de diperpitî. Avabûna PKK ji bo me gaveke pir jiyanî û girîngbû. Weke Rêber APO got li Kurdistan ger partî nebe, pelek jî li ser darê naheje. Weke bersiv Partî avakir hêza xwe ji bîrdoziya xwe girt. Di van şert û mercan de PKK ava bû. Rêber APO got PKK romaneke nehatiye nivîsandin û bidawî nebûye, her berdewam e. Ji ber têkoşîna me ya azadiyê têkoşîneke bêdawî ye. PKK ne tenê romana azadkirina gelê Kurd e, romana azadkirina jinan e. Romana ciwanên têkoşer e. Romana şoreşa gelên herêmê û gelên cîhanê yê pêşverû ye. Ji nû de nivîsandina dîroka civaka azad e. PKK tevgera tolhildanê û hesab pirsînê ye. Di serî de hesab ji Kurdên paşverû û noker xwest. Îro hesabê herî mezin ji xiyaneta PDK û malbata Berzanî dipirse. Her wiha hesab ji dijminê ku hebûna me înkar dike û me weke mirov nabîne dipirse. Hesab ji zihniyeta zayendperest ya jin ji asta xwedawendan xiste rewşa koletiyê dipirse.
Bi avakirina PKK re Rêber APO civaka xwe li ser nirxên şoreşa Neolotîk û hîmên civaka exlaqî û polîtîk da rûnişkandin û ava kir. Xwedî karekterekî sosyalîst û Enternasyonalîst e. Ferq û cudahî nexiste navbera netew ol û mezheban. Yekîtiya gelan esas girt. Ji destpêkê de ciwanên Tirk, Ereb, Alman, Rûs tevlî refên PKK bûn. Îro jî tevlîbûn di asta cîhanîde ji refê şoreşê re çêdibe. Pirsgirêka jin kir navenda têkoşîna xwe. Girîngî da rola ciwanan, weke hêza herî dînamîk ya civakê girte dest. Xwe nespart ti hêzekî biyanî. Xwe spart hêza xwe ya cewherî û hêza gelê xwe. Xwedî fikir û ramanekî serbixwe û azad e. Ti carî pergala heyî nepejirand û vîna xwe teslîmî pergalê nekir. Girîngî da avakirina kadroyên profesyonel ku ji hemû şêweyên jiyana takekesî redkirin û her tiştê xwe xistin xizmeta şoreşê. Bi felsefa pariyek nan û cilekî jiyan kir. Civaka xwe bi zanekir û bi rêxistin kir. Gel û Gerîla weke masî û avê bihevre kire yek.
PKK bû mizgîniya zayîneke nû lê ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo gelê herêmê û cîhanê jî. Bi taybet piştî hilweşandina sosyalîzma pêkhatî pêwîstî bi derketineke nû û hêviya jiyaneke bi rumet hebû. Mirovatî kete nav valatiyeke pir mezin. Xeyalê gelan ê azadî û wekheviyê ji wan hatin dizîn. Sîstema kapîtalîst xwest civakê teslîm bigre û bi hemû awayî bike bin xizmeta xwe.
Rêbertî paradîgma nû weke zayîna siyemîn binavkir
Di nav têkoşîna PKK ya 50 salan de pir nirx hatin afirandin û mîrasekî mezin ji mirovatiyê re hate avakirin. Şoreş di nav şoreşê de li dar xistin. Gelê Kurd ku li ser lêva goristanê bû, lê bi avakirina rastiya şerê gelê şoreşger re, îro bi têkoşîna xwe bûye îlhamek ji tevayî gelên herêmê û cîhanê re. Cardin jiyan hate biwatekirin. Bi rêgezên welatparêzî, rêxistinbûn, raman û vîna azad, bilindkirina têkoşînê û xweşikbûna cewherî ya bîrdoziya azadiya jin şoreşa jinê li darxist. Artêşa jinê ava kir. Îro jî bi diruşma JIN JIYAN AZADÎ tevayî jinên cîhanê têkoşîna jina Kurd ji xwe re mînak digrin. Li derdora zanista Jineolojî kom dibin û têkoşîna xwe dikin yek. Bi riya zanista jinê şoreşa zanistê tê lidar xistin. Zanista sosyolojî ku dayîka hemû zanistane bi sosyolojiya azadiyê re nûjen û zindî kir. Rêber APO bi dahûrandinên xwe di kes de, civak û di kêliyê de dîrok bi kûranî girte dest. Kes û civaka azad afirand. Şoreşa ciwanan hate lidarxistin, ciwan ji bin destê pergala kapîtalîst tên rizgarkirin. Bi riya perwerdeya li ser felsefeya Rêber APO di hemû qadên şoreşê de jin û ciwan bûne hêza dînamîk û pêşeng. Gelê Kurd û gelên herêmê di bin banê sîstema konfederalde destê xwe didin hev û yekîtiya xwe ava dikin. Şoreşa çandî, hunerî li dar xist. Dîrok ji nûde nivîsand. Duyemîn şoreşa Neolotîk hate lidarxistin. Bingeha Ronesansa Rojhilata Navîn hate avêtin. Bi projeya Netewa Demokratîk re, yekane alternatîf li hember sîstema kapîtalîst avakir. Paradîgma nû ku Rêber APO bi riya parêznameyên xwe re weke diyariya herî mezin û bi nirx diyarî PKK gelê me û tevahî mirovatiyê kir. Di serî de partiya me PKK xwe ji hemû nexweşî û ferasetên ku ji sosyalîzma pêkhatî girtibûn rizgar kir. Bi sîstema xwe ya konfederal re xwe civakî kir ku hemû beşên civakê bi rêxistin dike û gel gihande asteke xwe bixwe xwe bi rêve dibe. Rêbertî paradîgma nû weke zayîna siyemîn binavkir. Şoreşa zihnî û wicdanî lidarxist, pîvanê jiyana azad bi hêzkir. Jiyana hatibû bêwatekirin ji nû de bi wate û bi nirx kir. Nirxên civakê ku desthilatan jê dizîbûn lê vegerand.
Berxwedana bi heybet a Rêber APO ya li girava Îmraliyê, 25 sal li pey xwe hiştin. Gelek milên komplo vala derxist û paradîgmaya xwe gerdûnî kir. Bi paraznameyên xwe, xwe gihand tevayî cîhanê. Rêbertiya 25 sal in di nav pergala şerê taybet ya Îmralî de di bin şertê tecrîd û qirkirinê de tê girtin. Di şexsê Rêbertî de li ser tevgera me û gelê me faşîzmeke mezin tê meşandin. Sûcên mirovatiyê tên meşandin. Dewleta Tirkiye bi vê polîtîka xwe ne tenê zirarê dide gelê Kurd, zirarê dide civaka xwe jî. Ji ber ku weke me di serî de jî anî ziman azadiya gelê Kurd û Tirk bi heve girêdayî ye . Mehrûm hiştina gelekî ji vîna xwe ya siyasî sûcekî însanî ye. Tevî ku di vê demê de ji her demî zêdetir hewceyî bi fikr û nerînên Rêber APO heye lê bi esareta Rêbertî dewleta Tirkiye sûcê herî mezin di derheqê mirovatiyê de di asta cîhanî û dîrokî de dide meşandin.
Bi pêşengtiya jin û bilindkirina têkoşînê re wê azadiya Rêbertî mîsoger bibe
Ji bo vê xwedî derketina li Rêbertî di serî de gelê Kurd bi pêşengiya jin û ciwanan, erk û wezîfa her kesê ku dibêje ez mirovekî sosyalîst û azadîxwazim e. Bi xwedî derketina li Rêbertî xwedî li mirovbûna xwe derketin e, xwedî li vîna xwe, nirxên civaka xwe derketin e. Îro em dibînin tevayî hêzên têkoşer dixwazin ji paradîgma Rêber APO sûd werbigirin û bixwe jî nûbûnekê di xwede ava bikin. Destpêkirina pêngava ‘ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ li tevayî parzemînên cîhanê bi pêşengiya rêxistin û kesayetên sosyalîst re, îlankirina hembêzkirina paradîgma Rêber APO diyar dike. Em beşdarvanên van çalakiyan slav dikin û di wê baweriyê de ne wê ev pêngav tenê bi van çalakiyan re sînordar nemênê, berovajî wê tekoşîna xwe derbasî asteke hîn bilindtir bikin. Em dibînin îro PKK bûye çavkaniya manewiyat, hêvî û şadûmaniyê (moralê) jibo tevayî gelên cîhanê.
Helbet di sala li pêşiya me de wê tekoşîna me bilindtir be. Di serî de azadiya fîzîkî ya Rêber APO wê bibe navenda hemû kar û xebatê me. Gerîlayên azadiya Kurdistanê di pêşengiya gerilayên YJA STAR de, di nav çeperan de li ber xwe didin û rojana derbên giran li dagirkeran dixin. Li hemberî hemû teknîka pêşketî û çekên kîmyewî li ber xwe didin û şer dikin. Di her kêliyekê de destanan diafirînin. Bi ruhê Apocî êrîşên dagirkeran vala derdixin. Bi ruhê Kemal û Zîlanan dîroka jiyana azad bi tîpên zêrîn dinvîsin. Ne tenê rûmeta gelê Kurd, rûmeta gelên herêmê û cîhanê diparêzin. Jiber vê pêwîst e xwedî derketina li Rêbertî û tevgera me PKK ji hev qut girtina dest çênebe. Ji bo derxistina navê PKK ji lîsteyên terorê di her milî de bilindkirina têkoşîn tê xwestin. Ev jî yek ji erkekî dîrokî û mirovahî li ser milê me her kesekî pêşeng û azadîxwaz e û di hemû demê de pêwîste hemû dost û hevalên gelê Kurd e wek erkekî xwe jî bibîn.
Em jî weke milîtanên Apoyî di ferqa erk û berpirsiyartiyên xwe yê fikrî, exlaqî û polîtîk de ne. Jibo em layîqî keda Rêbertiya xwe û rêhevalên xwe yê şehîd bin, ji bo em bibin bersiv ji hêviyên gelê xwe re û hêviyên mirovatiyê re, ji bo em bibin bersiv ji hêviyên jin û zarokan re emê bi hemû hêza xwe bi ser erk û wezîfeyê xwe de biçin, hetanî serkeftina mezin ku bi azadkirina fîzîkî ya Rêber APO re pêkane. Cardin bi wesîleya salvegera sersala partiyê em soz û biryara xwe bi Rêbertiya xwe re û rêhevalê xwe yên şehîd re nû dikin û em dibêjin bi pêşengtiya jin û bilindkirina têkoşînê re wê azadiya Rêbertî mîsoger bibe û serkeftin bibe ya me.
Şareza Xelat