Azadî, Bi Derbaskirina Koletiyê Ve Gengaz E

0Shares

Malbatgerî pewîste li ser hîmê rêgeza azadiyê were çareserkirin

Gelo ji bo rastiyê dê hêz ava bibe? Ev yek bi asta azadiyê ve û ew kesên ku li gel me ne çiqasî milîtanên azad û şoreşger in, bi bersiva wê ve gengaz e. Ger em gihiştibine van encaman, ew bi şoreşgeriya me ve gengaz e. Ji ber ku em şoreşger in. Ev jî tê wê wateyê ku pêwîste em li ser vê pirsgirêkê serê xwe biwestînin. Em dîwarên malbat û zayendê ve rastî hev hatin. Ji ber wê jî çareserî xwe ferz dike. Ger tu rêberê partiyê bî tuyê çareseriyê pêk bînî. Weke din tu nikari ji bin vê pirsgirêkê derbikevî. Ez zehmetiyê dikişînim, bi nêzîkbûnê “serdestiya min bihêz bû, ez xanedaniyekê ava bikim, dijberê rêgezê serokatiyê derbikevim” ve xelaskirina rewşê ne gengaz e. Ev jî me lewaz dihêle, gotina “ezê înkar bikim” jî dê bihelê mirov li şûna şoreşê bihêle, ku ev jî bi jiyanê ve tund girêdayî ye. Ji ber vê sedemê pêwîste em çareseriyeke kûr di ferasetê de û ger gengaz be di gavên xwe de pêk bînin. Em li ser vê bingehê nêzîk dibin.

Gelo feraseta me ya di derbarê vê mijarê de dê çawa bin?

Ya yekemîn, pêwîste em teqez li hemberî malbatgeriyê seknekê ava bikin. Pêwîste hun taybetmendiyên malbatî derbas bikin. Pêwîste hest, hezkirin û bandorbûnê xwe yên ku xwe disprên saziya malbatê hun dê teng bikin û derbas bikin. Ew hiquqa ku bi yê malbatê ve bisînor e, hunê dev jê berdin. Hêvî û hînbûnên xwe dev jê berdin. Reva ji malbatê jî weke rizgariyekê nebînin. Derbaskirina malbatê cuda ye, jê rev cuda ye. Di vê astê de nêzîkatiyeke li vê pirsgirêkê bikin. Vî tiştî jî ji bîr nekin, ev sazî bi serê xwe nîne. Saziyeke taybet e ku dijmin bi ziravî bi dest digre û derdixe beramberî we. Bikartîne û bingehê xwe yê dîrokî gelekî bihêz e. Xwe bi xwe nehatiye vê rewşê, ev sazî tenê saziyeke ku di Kurdistan’ê de li ser piyan maye. Lê belê saziyeke ku belaya seriyan e. Li pêşiya pêşketina hiquqî ya civakbûn, netewbûn û mirovahiyê astenga herî mezin e. Ev pirsgirêk bi tenê bi milîtanbûneke bi pergal ve tê derbaskirin. Derveyî vê mirov nikare tu riyeke din bihizire.

Ya duyemîn, girêdayî ya yekem, têkîliyên jin û zilam, şêwazê têkîliyan a ku li ser tê ferzkirin, weke encamekî jiyana çanda malbatgerî û dewletê hunê derbas bikin. Hun dê li têkîliyan navbera zayendan pêwîste di vê çerçoveyê de lê temaşe bikin. Hun dê nirxên ku ji têkîliyên zayendî û têkîliya navbera zayendan re tê dayîn ne bi çanda sînema û televîzyonê, ne pîrozkirina dewletê û ne jî bi helwestên exlaq ên malbatê ve wekhev nebînin. Hun dê bixebitin ku girêdaniya uslub, rêgezên têkîliyên di navbera zayendan de bi dagirkeriyê ve, dewletê ve, serdestiya paşverû ve û faşîzmê ve bibînin. Bi taybet hunê bibînin ku, nêzîkbûnên îro li hember jinê tên kirin, ji faşizmê û çewisandinê re serdestiyê re xizmet dike. Kesayetê tevlîhev dike û li xwe xerîb dike. Ev tenê ji bo zilam derbasdar nîne, pêwîste her du alî jî hindekî vî tiştî bîninin. Ev zelal e. Hunê bibînin ku ev qada bi neyîniyên cidî ve dagirtiye. Mirovan girtî dihêle, bêhêz dihêle, ji hêzê û fîzîkî û manewiyatê dixîne. Yê ku her dem li pey têkîliya zayendî ye, ji aliyê madî û menewî ve ji hêz dikevin. Pêwîste hun vê yekê bibînin û li hember wê helwestê daynin. Hunê bibînin ku ew nêzîkbûnê li gor ol û mûmînan jî ne çare ye. Înkarkirin jî nabe çareserî. Ev dijberî rêpîvanên jiyanê ye. Ev jî dê ji rêderketinan re weke din rê vebike.

Ya sêyemîn; hunê xwe li ser bingehê pirsên weke, gelo ezê nêzîkbûnên rast û xwezayî ji bo vê têkîliyê serbixim? Gelo ma hêzeke min heye, gelo ma di têkîliyeke ku bi sedan sal in û bi taybet jî di nava pergala serdest de, ev qasî ber bi xerîbûnê ve çûye bi ber bi paş ve çûyînan ve dagirtiye û bi derewan ve hatiye hunandin de, ezê çawa rastiyê bibînim de xwe lêpirsîn bikin û bawer bikin ku çareserî bi hêsanî çênabe. Hunê bawer bikin ku çareserî bi qasî çareserkirina arîşeyeke felsefê yan jî siyasî zehmet e. Hunê vî tiştî baş bizanibin ku çareseriyên hêsan nînin. Pirsgirêk li hevhatina du kesan jî nîne, ev pirsgirêk di mercên şoreşê de hîn jî girantir e. Ger em bi rengê “me hev ecibandin û gihane hev” nêzîkî pirsgirêkê bibin, tê wê wateyê ku me riya dibe karesatan hilbijartiye. Çareseriyeke wisa ya seranser bi qasî yên din dê we rûbirûyê encamên xeter ve bîne. Pirsgirêkeke sempatiyê ya ji rêzê, pirsgirêkeke ji hev têgihiştin û fêmkirinê jî nîne. Hela pirsgirêka du kesan qet nîne. Bi qasî ku pirsgirêkeke ya siyasî ya gelekî cidî ye, di heman demê de bi serê xwe pirsgirêkeke şer e. Dibe ku gelek kes bibêjin, “tu gelekî mezin dikî, du kesan li hev kirin, ji hev hezkirin û gihiştin hev” lê belê di nava me de jiyan nîşan dide ku ev yek ne bi vî rengî ye. Tê dîtin ku di malbatên hatine avakirin de rewş ne bi vî rengî ye. Weke ku pirsgirêk bi qasî dêwekê ye û ezmûnên di nava partiyê de jî datîne holê ku ev ne bi vî rengî ye. Ji ber ku ger jêdera wê kûr be, di bin dîrokê veşartî be û xwe xapandin, xeflet hetanî çokê be, ev encameke cuda nade. Tê wê wateyê ku hun bûne qurbanê sedan salan. Jixwe tiştên li gel me tên kirin, bûyîna qurbanê niyeta baş e.

Ya çaremîn, pêwîste li ser çareseriyeke rasteqîn lêgerînê wê hebin. Di vir de zanebûn girîng e, hunê di derbarê vê mijarê de xwe zane bikin. Hunê bingehê wê yê dîrokî bi roja me ve girêdana wê hebûna her sê nêzîkbûnên neyênî ku me di mijarê de behs kiribû bizanibin, ji her alîyî ve bigihêne zanebûna wê. Piştî ku hun gihiştinê wê zanebûnê, pêwîste nêzîkbûneke we ya ku di giştî de were pêşxistin, bi rengê şêwazê têkîliya di navbera zayendan de bi kîjan rêgezê ve dê were sererastkirin, çêdibe bi exlaqî, felsefî û civakî ve girêdan hebe. Nêzîkbûnên wê yên felsefî ji bo vî tiştî çi ye? Zilam jinê û jin jî zilam çawa dibîne? Mêbûn û nêrbûnê hun çawa dibînin? Di vê mijarê de helwesteke we ya exlaqî ya çawa heye? Ew helwestê exlaqî ku jêdera wê ew mijar e, ango ew kategoriyên ku weke gelekî hişk-nerm an jî durû ku şêwêyên nêzîkbûnan e, yan jî kes li hember hev rave dikin, dibe kategoriyên exlaqî. Jin ji bo ku li hember zilam bikeve rengên exlaqî xwe dixe nava rewşên balkêş. Dîsa zilam jî xwedî gelek helwestên ku dişibine vî tiştî ne. Rexneyên van helwestan hatine kirin.

Wê demê pêwîste dê helwestên exlaqî çibin, divê nêzîkbûn çawa werin pêşxistin, ji ber ku çareseriya şoreşgerî heye, girêdaniya vê yekê bi azadiyê ve çi ye? Hezkirin û rêzdarî di nava kîjan pîvanan de ye? Girêdaniya vê yekê bi azadiyê re çiqas e? Pêwîste mirov bersiva van pirsan tevî bide. Jixwe li gel me azadî tenê bi şer tê bi destxistin. Ji ber ku em ne azadiyê koletiyê dijîn. Li gor ku di bin koletiyê de azadî nayê hizirandin, têkîliyeke azad jî nayê hizirandin. Ev jî rastiyeke û dualî ye. Hunê aliyekî vê yekê jî wiha bibînin, her çiqas em xwe azad hîs dikin û bi viyaneke azad têkîliyan datînin jî, ev xwe xelitandin e. Ev tenê di qadekê de ne, di hemû qadên jiyanê de wisa ye. Hun azad nînin, ji netewbûnê derketine, ji taybetmendiyên her civakê yên bingehîn dûr in. Bi vê rewşa xwe ve hun dikarin çawa bibêjin ku em azad in? Ew qaşo demokratên ku li ser bingehê dijmin, hatine xelaskirin dibêjin em azad in. Li ser bingehê tunekirin û bişaftina dijmin dibin demokrat û xwe azad dibînin. Ev nêzîkbûneke xeter e, tu pêwendiya xwe bi azadiyê re nîne, demagojîk e. Bi qasî ku bi welat û bi rastiya civakî ve pêwendiya xwe nîne, li gel dijmin têkîliyeke xwe ya li ser bingehê xayiniyê heye. Tu pêwendiyên xayinan jî bi azadiyê re nîne. Ji ber wê jî têkîliyên jin û zilam bi azadiyê ve girêdayî ye. Azadî, bi derbaskirina koletiyê ve gengaz e, ev yek jî bi şer ve gengaz e. Ji ber vê sedemê ger em dixwazin di têkîliyên jin û zilam de bigihên azadiyê hun neçarin jiyanê azad bikin.

Ev yek gelekî zelal e. Ger hun vê pirsgirêkê weke hevxapandinê û xelitandinê nabînin, ger hun dîtineke bi rengê hevpariya azad û şervantiya azad nêzîk dibin, we pê bawerî aniye, wê demê hunê vê bibêjin, hîna gelek karên ku em bi cih bînin hene. Tekoşîneke azadiyê ya ku em bi ser bixin heye. Gihiştina jinê ya zilam, gihiştina zilam a ji jinê re, di vê çerçoveyê de wateyê diderbirîne. Ger ne wiha be, dê bibe ji rêderxistin, dê bibe lêyîstok, dê bibe durûtî. Gotina we ya “me hev dît em li hev hatin” û hev xistina we nayê efûkirin. Jixwe hindek hev digrin û direvin. Di vir de têkîliya şer û azadiyê ber bi xiyanetê ve tê birin. Çi pêwendiya we bi avakirina têkîliya azad ve heye? Ma we kîjan arîşeyê azadiyê çareser kir ku hun vê asayî bibînin? Bêyî ku hewldanên şerê azadiyê ku gelekî pîroz e were jiyîn, bi rastiya me ve bi taybet di nava partiyê de têkîliyên di navbera zayendan de yên bi wate, bi têkîliyên erzan ve nayên pêşxistin. Pêwîste mirov ji vê yekê bawer neke. Ev tenê rêgezek nîne, di heman demê de raveya rastiyê ye. Ji ber ku li gorî me, li ser têkîliyên jin û zilam pêwîste azadî serdest be. Ev rêgeza giştî em şerê azadiyê bidin jî nedin jî derbasdar e.

Lê belê ji bo me tenê rêgez têr nake, yek jî rastiya îro heye. Ew jî koletî ye. Hunê vê koletiyê bibînin, hun nikarin koletiyê ji neditî ve werin. Bi tenê xwe spartina rêgez û bi wî rengî têkîlî pêşxistin jî têr nake. Jixwe xala herî zêde ya ku heval xwe tê de şaş dikin ev der e. Qaşo li gor rêgeza azadiyê dikarin têkîliyê avabikin, dibêjin “ez azad im” û xwe dispêrin rêgeza azadiyê têkîliyê bi pêş dixînin. Ew şêwazê kesê ku di nava xefletê de ye. Gelo ma rêgeza azadiyê di şênber de tê jiyîn an na? Bi serkeftiye yan na? Gelek kes vî tiştî nahesibînin. Di bingehê têkîliyê  çelexwarî de ev yek heye. Wisa bawer dikin ku bêyî ku şerê azadiyê bimeşînin, dê têkîliya azad, evîn, zewac û dostaniyê bijîn. Ev xwe şaşkirin e, him jî xwe şaşkirineke gelekî cidî ye. Xwe şaşkirineke ku gelekî hêsan dikevine navê ye. Ev jî ji hemû aliyan ve rewşeke derveyî rastiyê ye. Ji ber ku derveyî rastiyê ye, têkîliyeke bitenduristî jî nîne. Qaşo girêdaniya dil, girêdaniya hest ew qasî bi hêze ku tu şer nikare wê hilweşîne. Em li kesê ku di nava têkîliyeke wisa de ne temaşe bikin, di nava du rojan de ava wê têkîliyê derdixin. Tê wê wateyê ku hun derewkar in, hun nikarin rast binirxînin. Piştre jî her yek ji we dibin belayek.

Me ev tişt got, çawa ku malbat li pêşiya azadiyê asteng e, ger ew neyê derbaskirin em nikarin bigihên azadiyê di nava partiyê de jî, ew pergala têkîliyan a ku dualiye jî, neyê derbaskirin em nikarin di şerê azadiyê de pêş bikevin. Ger em malbatê û malbatgeriyê derbas bikin, emê bikaribin di azadiya civakî û netewbûnê de pêşketinan ava bikin. Di têkîliyên dualî de jî, ew seranseriya heye, tengbûn û sextetiya ku heye em çiqasî derbas bikin, hem dê şoreşê bi pêş bikeve û şerê azadiyê bihêz bibe, hem jî ji ber şerê azadiyê dê wateya têkîliyên di navbera zayendan de xwerû bibe, asayî bibe, dê her cure sergirtinan, derewan, dûrûtiyan û ji xapandinan were rizgarkirin. Pêwîste ev hêman baş were tê gihiştin û baş were pêkanînin. Erkeke me ya erênî jî, di vê benda çaremîn de veşartiye. Rêgeza azadiyê baş e, lê belê her tişt bi wê nayê çareserkirin. Ew bingeh e, ango di navbera zayendan de ferzkirin nîne. Hizirandina bi ferzkirinê, yan jî bi pereyan ferzkirina têkîliyan li dij rêgeza me ya azadiyê ya giştî ye. Bêyî ku rewşa koletî ya ku heye were derbaskirin, bêyî ku asta milîtanekî serkeftî were bidestxistin, bêyî ku ew bi xwe bandora şer a azadkirinê pêk neyne û wê nejî, mirovek nikare vê rêgeza azadiyê bi rê ve bibe. Ger hem di rêgez de hem jî di şênber de rewş ev be, pêwîste ya kevin ferz neke. Dawiya ew kesên ku dibêjin, “ezê tiştê dizanim bikim, azwerî gelekî bihêz in, hest, rêgez û rêpîvanan nas nakim” diyar e. Li gel me gelek kes vî tiştî dikin, ew jî yan dê biçin xiyanetê yan jî bibin xirabkarên ku nayên zevtkirin. Ma bi vî rengî nabe? Li gelek cihan ên ku xwe ferz dikin hene. Ev kes ji rêgez, azadî û ji bingehê dîrokî yên têkîliyên azad bêagahî ne. Ji rewşa şênberiyê jî bêagahî ne. Çi ye, qaşo gelekî hev diecibînin û dê hev bigrin û birevînin. Ev têkîliyekê dizî ya herî hov û ketîbûnê ye. Ji ber vê sedemê yê ku ji refên me direvin jî hene. Hindek kes bûne navgînên provakasyonan jî. Heta li partiyê rexneyên neheq jî dikin. Ev dijminê azadiyê ne, mirov dikare tîpên wiha weke kujerên têkîliyên pîroz binirxîne. Wan gelekî partî jî xirabkirin, ji hêz xistin, pêşkêş kişandin, ji bo azwerî û hestyariyê nirxên herî bingehîn ber bi xiyanetê ve birin. Xebitîn ku gelek eniyan birûxînin. Ev di nava partiyê de bûn û endamê partiyê  yên demekê bûn. Lê belê ji ber ku bala xwe li rêgezên azadiyê û şênberbûna wê nekişandin ketin vê rewşê. Di serî de ne sîxur bûn, li ser bingehê hestan û azweriyên ku nikaribin xwe li ber bigrin nêzîk bûn. Encam jî rewşeke ku ji xiyanetê hîn xetertir bû. Ji vî aliyî ve gelek mînakên vî tiştî hatine jiyîn. Wê demê pêwîste em vê birînê baş fêm bikin.

Em baş têbigihên ku ger kole bi hêsanî nikarin malbatan avabikin, ji bo me jî ku em koletiyeke bi caran dijîn, têkîliyeke azad ewqas bi hêsanî nayê avakirin. Ev pêwîste baş were zanîn, hun di dibistan û saziyên çandî yên Tirkiyê de fêrî “dê çawa evîndarbûn çêbibe?” bûne. Dibe ku we romanên klasîk ên cîhanî de jî xwendibe, gelek ceribandin li pêşiya çavên we ne. Ger ev tiştên ku di PKK de tê pêkanîn azadî be, ger her cure rabûnên ji nû ve di şoreşa Kurdistan’ê de be, wê demê hunê girêdayî vê rêgezê bin û baş bizanibin û wê pêk bînin. Ger bi wî rengî be ew têkîliyên di romanên cîhanî de çine? Ew têkîliyên ku bi zaravayên Kemalîst tê pêşxistin çi ye? Ew têkîliyên ku di çarçoveya kapîtalîzma di Tirkiyê de di bin zextên saziyên çandî ku bûrjuvaziya Tirkiyê bi rê ve dibe (di bin zextên îdeolojîk, em bibêjin rêpîvanên feodalî) çi ne û ev tişt xwe di nava me de çawa didin nîşandan? Di bin bandora van de mayin, bi wan re tevgerîn û çûyîna hindek çareseriyên sexte bi qasî ku li dijî xwezaya şerê me ye di heman demê de jî zehmet e. Pratîk vî tiştî didin diyarkirin.

Koleyan ji bo ku mafên xwe yên avakirina malbatê bi dest bixin bi sedan salan şer kirin. Bi heman rengî pêwîste herî kêm hun jî çend salan şer bikin ku bikaribin mafê têkîliya azad bi dest bixin. Gelek ji we ji vî tiştî agahdar nînin. Bi dest xistina mafê têkîliya azad hêsan nîne. Dest danîna ser hindek têkîliyên partiyê yên amade xeter e. Ew nêzîkbûnên ku dibêje, “çawa be jî ez bi bandor im, çi bibêjim dê bikin ji bo şervanan bibêjim bimre dê bimire, ji jînê re bibêjim xwe bispêre min dê xwe bispêre” xwe rave dike nêzîkbûnên kevin û gelekî xeter in. Di nava PKK de bikaranîna bi vî rengî ya têkîliyan tê wateya nîşandana wêrektiyê ku berê xwe dide şêweyên xeter û ew jî wî kesî mehkum dike. Têkîliya xeter dê zû yan jî dereng wî kesî xilas bike.

Ya pêncemîn, ger têkîlî bi azadiyê ve, ger azadî jî bi şer ve were girêdan di encamên vê de dê hezkirin bi pêş bikeve. Ev rêgezeke rast e û hezkirina rast jî bi van rêgezan ve hatiye girêdan. Ger ji çar hêmanên destpêkê encam were girtin wê demê ji hêmanê pêncemîn jî dê encam were girtin û emê bikaribin ji pirsgirêka hezkirinê re nêzîkbûneke rast avabikin. Ger li gel we ev her çar hêman di nava hev de negihiştibe serkeftinê hunê jî nekaribin bigihên hezkirinê. Hezkirin, encameke ku weke dareke fêkî bide, hunê şitil mezin bikin dê şax û çiqilên darê çêbibin, gul bidin û piştre jî fêkî bide. Vaye hezkirin ev e. Di gelekan de hezkirin, bêdar û bêgiha ye. Tenê bi rengê encam e.

Min hîna di serî de ji hestan û hezkirinan guman dikirin, min digot ev van hestên seyr ji bo çi dipejirînin? Hez dikirin lê belê li ser kîjan bingehê? Ma welatê wî, mala wî xirab bûye, paşeroja wî nîne, ev ji bo çi pêwîstî bi evqasî bi hev ve girêdaniyê dibînin? Min ev dîtin û ez jê zinixîm. Him jî gelekî jê zinixîm. Niha tê dîtin ku ez biheq im, li gor min hezkirina rast piştî bi cih anîna her çar hêmanan dê bi pêş bikeve. Di hezkirinê de kêmasî û xirabî nayê gerîn. Hezkirin nayê rexnekirin. Lê belê ger girêdayî wan hêmanên bingehîn be. Ev wiha ye. Berovajiyê vê bi lenet e, bi zinixî ye. Hezkirin pirsgirêkeke netar (notr) nîne. Dagirkerî û faşîzm bi taybetî ferz dikin ku, ev bi vî rengî ye. Faşîzmê got ku “li hemberî hev bi dilrihm bin, ji hev hez bikin” herî zêde ev peyv bi kar anî. Mî û gur kirin gel hev û gotin “ji hev hez bikin” di asteke balkêş de, kirêt û xweşik anîn gel hev û gotin hez bikin. Faşîst û şoreşger anîn gel hev gotin “li hev werin” em dizanin ku pergalê dixwest çi qasî tiştên “nabe” bike “bibe”. Qaşo vê gavê jî dibêjin, Kurd û Tirk dê bi hezkirinê bikelijin. Dixwazin bang li hestan bikin ku li ser bingehê ji rastiyan qut vê rewşê xilas bikin.

Ev feraseta hezkirinê feraseta faşîzm û dagirkeriyê ye. Feraseta hezkirinê ku gelek kes tê de dijî û salane ferz dike jî ev e. Ev hezkirin ji naveroka dîrokî dûr e. Ji pergala çewisandin û dagirkeriyê, ji kirêtî û pirsgirêkên malbatî dîsa ji kedê bêagahî ye. Ez bawer nakim ku hezkirineke li ser bingehê derveyî rastiyê bi wate be. Hebe nebe, nirxê vê hezkirinê bi qasî ku hun di kerxaneyan de dibînin e. Ew bi qasî têkîliyên li bazarên Ewrûpa û metrepolên wê ku di navbera zayendan de pêş xistiye bi nirx e. Dibe ku ew qas nirxê wê jî tunebe. Ew hezkirina ku berdevkê faşîzma Tirkan ferz dike ew qas nirxê wê jî nîne. Jixwe wiha nebûna vî tiştî jiyan bi xwe nîşanî me dide. Tirs, zext, dagirkirin, kirêtî, bêhezkirinî û helwestên hovane hiştiye ku civak mehf bibe. Di rastiyê de herî zêde di bin navê hezkirinê de hezkirin kuştine û tunekirin e, lê belê dîsa jî herî zêde ew behsa hezkirinê dikin.

Ya rast, feraseta hezkirinê ya ku em dixwazin pêş bixin e. Pêwîste em di hezkirina ku bingehê wê yê rastî heye û feraseta wê de bi israr bin. Lê belê pêwîste em rasteqîn bin. Bêyî ku di van hêmanan de hun serkeftî bin, hun nikarin di hezkirinê de serkeftî bin, hez bikin û werin hezkirin. Bi gotina “min hez kir, çavên min dît, dilê min xwest, me li hev nihêrî em li hev hatin” ve hezkirin nabe. Ji bo çi? Ji ber ku hun ji xeteriyên mezin û wê ev hezkirin çi bîne bêagahî ne. Bi vê têkîliyê ve hunê di roja diduyan de bibin xayin. Ji bo ku hun vê têkîliyê rizgar bikin, hunê xwe bispêrin dijmin, naxwe ev feraseta hezkirinê rast nîne, hela meseleyeke din qet nîne. Ew mijareke şer e.

Koleyan ji bo çi bi sedan salan hizra avakirina malbatê neanîne bîra xwe? Ji bo çi karê dil bi hêsanî nayê bîra jinên kole, zilamê kole, rêncberên jin, rêncberê zilam, karkerên jin û karkerên zilam? Ew nikarin wisa bi hêsanî têkîliya dil bi pêş bixin. Jiyan, ji bo wan tiştekî gelekî cuda ye. Sedemên wê hene, naxwe yên din rewşeke ji rê derketinê rave dike. Ber bi qurbanbûna taktîkên faşîzmê yên xapandina gelan, dagirkeriyê û emperyalîzmê ve dibe. Wê demê hunê di vir de helwesteke exlaqî raber bikin. Di mijara hezkirinê de helwesta exlaqî ew e ku mirov nebe hêsîrê têkîliyeke erzan a hest û dil. Hunê di vir de gelekî hişk bin. Hunê bi xwe re di nava şerekî rast de bin. Bi qasî şerê ku hun li hemberî dijmin dikin, hunê li hemberî şêweyê têkîliyan ku ew ferz dikin û gelê me dixe jî şer bikin. Hunê li hemberî şêweyên sîxuriyê yên objektîf û subjektîf ku li ser vî bingehî pêş dikeve jî şer bikin. Bi qasî ku şer hate kirin, bûyera ku jê re tê gotin hezkirin jî dê bingeh bigre.

Rêber APO
Ji perspektîfên Rêber APO a “Şoreşa Civakî û Jiyana Nû”

Attachment