Ne tenê di jiyana xwe de, bêhempabûna temenê xwe de jî, dilbiharîna dewlemendiya jînê bû. Dîlbera axa xwedavenda pîroz bû. Ji zikê kulîlkên axa Zagrosan ji dayik bibû. Lêgerînên jiyana azad hebûna wê binav dikir
. Ya nasnameya xwe bû. Nasname hatibû dizîn di şevên zindîbûna bihara wê de. Gihîştibû dilê xwe, yara xewn û xeyalên xwe yên bêtixûb bû. Bayê hêrsa hêviyên xwe ji dengê wê digirt. Hembêza bîstikên zor û zehmetiyan mezinkirin xwestekên wê. Hêvî ne yê wê bûn. Di kildanka barbangên wê de zarokan xeyalên xwe ji bin ropoşên reş derdixistin. Ew bibû rêwiya kenê zarokên evînê. Wê dilê zarokên welatê me kire tîrêjên rojê. Ji rengê jiyanekê derketibû. Hemû rengê çelengiya wêneya mirovahiyê li ser destê wê dilîstin. Bêdengiya te hebûna welatekî bû; hewara te jî tilîliya axê bû. Ji kêfan re ewran zayîna xwe bi barîna dilopan dikir. Wekî bedewbûna bejn û bala te bi şal û şepikên gêrîla bedewbûna te bibû çîroka kûlîlkan. Tu haj xwe nebû, çiyayan ji te re hemû dêmên kêliyên xwe kiribû destana kela dilê te yê bêrawestandin.
Ranezê, golên Çarçêla li benda çavên te ne. Bi berfa qerisî re wê singa te bibe asîmanê keskesora hêviyên me. Ranezê, em ê careke din li dora darên berwê agirekî stranên me gur bikin, vêxin. Tu yê jî li ber çavên biriqandî, bîranînên hevjîniya xwe bi dar û newalan re bikî. Em ê bi te re bifirin, bazdin, zincîran biqetînin. Em ê mîna dilê te, mandû nebin. Wê tu xwêdanên sar me neqefilîne. Em ê di nava kulmên berfê de bilîzin û bi destên nazik gilokan bavêjin hev. Tu yê jî ji me re behsa Geliyê Zapê bikî gava ku taca serê te kulîlkên wê bû. Tê behsa destanên egîdan li nava bihara dilê xwe de bikî. Em li wî dengê te yê nermik guhdarî bikin û xeyalan çêkin. Tu yê me bibî li nava çiyayên dûr bigerînî. Çiya bi çiya, gelî bi gelî û newal bi newal. Em bi hev re tûzik û guhreşkê bixwin. Ez ê ji te re qefdek pelê rêvasan bînim. Tê bikenî, em ê pev re bixwin. Wê hema stran li ser lêvên me bişemitin.
Her ku em li dora agirê evîna te germ bibin, em ê behsa Gulbahara welatê me bikin. Wê strana wê ya lo… lo… siwaro li civata me bibe mêvan. Em pevre di nava wî agirî de bişewitin û gotinên te dilê me hênik bike. Dê bikene zêrevana çiyayê Şekîfa berz… dê bikene…
Bê ku dudiliyê nasbike, bê sekin û hedan temenê xwe kire xelata kêliyên zor û zehmet. Wê dilê xwe mezin hiştibû. Ne ya wê bû, ne ya Geverê jî bû. Ya bi hezaran mirovên ku dikare hêviyên wan vehewîne bû. Ne ya xwe bû. Êdî ew bibû bûka nîsanê, dilê adarê dihesidand ji xwe. Herêm bi herêm geriya. Sînorê seknê nas nekir. Her ku digeriya dengê dilên wê pir dibûn. Xwediyê xisleta jina Kurd a resen bû. Cenga tola qirêj a pênç hezar salan gur dikir. Ne bi çekê tenê, guleyên hêrsa xweşikbûnê di ser hemû bedewiyan re bû.
Hevala min a çeleng Dicle Gever…
Vaye, îro di serfiraziya dilê te de axa Zagrosan pesnê xwe bi te dide. Gava ku tu li ser girên şer û cengê ji guleyan dijwartir bû. Gava berfa Govendê xwe bi bagerên xwe yên sipî li pêyên ciwanan digerand, tu her mîna wê esaltea jina dayik bû. Bi hestên xwe yên ku ji volqanên xwedavendiyê ji dayîk bibû. Avaşîn jî îro te tevlî evîndarên xwe dike. Li wê keviyê wêneya te ya rengîn dike diyariya azadiya xwe. Ji bo ku Avaşîn bi azadiyê şad bibe yên wekî te bûn Dicle, reng û dengê xwe kirin bihara zerpelên payîzan. Çarçêla dihejîne melûdiyên zarokên Mezra Botanê. Bi tayên porê te yê henekirî li badide çîroka xeyalê jineke rêvinga demsalên bêsavir. Ji bejna Çarçêla te kulîlkên evînê çêdikirin. Dê ka rabe û careke din li strana bûkên Çarçêla guhdarî bike. Kenê te jî weke hena heca pîroz lê dakin. Bila îro keziyên Çarçêlayê sor bibe ji dengê kena te. Tu yî çîroka ku ji sînga Gevera serhildêr dest pê kiriye. Geriyana te bû hêlîna çiyayên asê yên Dicle û Firatê. Vaye, diherike ava Zê û behsa hevaltiya te ya bi masiyên rengên çavê te re dike. Rabe ser xwe em ji nava mija veqetînê bibezin. Hîna wekî wan rojên ku kenê me li dora agirê hevaltiyê bi çaya gêrîlayan re sermest bibin çîrokên me yên ku ser zinarên asê û serberz hatin nivîsandin.
Şervanên te li ser keviyên Lolanê bîranînên me rêz dikin. Tu, fermandara xweşikbûn û xwedvenda kaniya jînê yî. Bikene ku Şekîfa berfgirtî dengê te seh bike. Geş bibe bi hatina te. Serî binoşîne ji heybeta te. Bêje: “Ev evîndara azadiya min e”. Ma bi destê te çend şêmûgên stûna welatê me hate dayîn. Bi te hewşa me xemilî, bû hewşa mirovahiyê. Pûlikên çeman maçî destê te dikin. Dilerizin neyar ji sawa dilê te. Bi heybet in hêviyên te. Qewîtiyên te li şervana ew bû ku êdî nema ax bigrî û dar hişik nebin. Raza demê bibe bihara dildaran. Ya herî xewn û xeyalê kenê te ew bû ku her Roj bi tava xwe cîhan û jiyanê xweşik bihêle. Ewrên tarî nemînin ser ronahiya wê.
Em wê dijîn ew jî bi me her azad û zindî dimîne.
Nêrgiz Îsmayîl