Aştî, Çareseriya Demokratîk û Avakirina Neteweya Demokratîk

0Shares

Rêber APO

PKK’ê bi analîzên berfireh ên der barê desthilatdariya dewleta netewe de xwest ji asêmayîna xwe ya der barê pirsgirêka Kurd de bibihure. Dewleta netewe ya sosyalîzma pêkhatî ku ji aliyê îdeolojîk û polîtîk ve di pêkhatina PKK’ê de bandora xwe heye, herî zêde di dema mezinbûna şerê gel ê şoreşgerî de ango di Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an de xwe nîşan da. Her ku diçû vê bandorê rê li ber xetimînê vedikir û heta ew ji hev nehat derxistin pêşketin zehmet bû.

Sosyalîzma pêkhatî di salên 1990’î de bi lez ji hev de ket û vê kir ku mirov baştir li bandora di bingehê pêxîrtengiyê de serwext bibe. Tişta sosyalîzma pêkhatî ji hev de xist, problematîka desthilatdarî û dewleta netewe bû. Ya rastî, sosyalîzmê nikarîbû pirsgirêka deshiltadarî û dewletê ji hev derxista. Li tevahiya dinyayê di pêxîrtengiya sosyalîzmê de ev pirs bi bandor bû. Nakokiya desthilatdarî û dewletê ya bi giranî ketibû ber deriyê pirsgirêka Kurd kengî bi pêxîrtengiya sosyalîzma pêkhatî ya li tevahiya dinyayê re bû yek, hingê bivênevê pêwîst bû, mijara desthilatdarî û dewletê ji binî ve bihata çareserkirin.

Ji lewra min di beşekî girîng ê parêznameya xwe de bi vê armancê hewl da diyardeya desthilatdarî û dewletê di tevahiya dîroka şaristaniyê de analîz bikim. Li ser şaristaniya roja me ya îro serdest, li ser modernîteya kapîtalîst pirr fikirîm û min mitale kir. Di çarçoveya modernîteya kapîtalîst de ez li ser veguherîna di diyardeya desthilatdarî û dewletê de fikirîm. Nexasim min dît ku desthilatdarî veguheriye dewleta netewe û ev yek bingehê kapîtalîzmê ye. Min ev rastî destnîşan kir û ev tezeke girîng bû. Eger kapîtalîzm û desthilatdarî xwe weke modela dewleta netewe bi rêxistin nekin, nikarin bibin sîstema hegemonîk û min hewl da vê yekê baş analîz bikim. Dewleta netewe yek ji wan amûrên sereke bû ku hegemonya kapîtalîst mumkîn dikir. Lewma min hewl da îspat bikim ku sosyalîzma xwe weke civaka dîrokî pêşkêş dike û weke antî-kapîtalîst nîşan dide, nabe ku xwe bisipêre heman modela dewletê ango nabe ku xwe weke dewleta netewe ya sosyalîzma pêkhatî ava bike. Li gorî sosyalîzma jêdera wê Marks û Engels e, sosyalîzm bi tenê li ser bingehê dewletên netewe yên navendî tê avakirin. Min hewl da nîşan bidim ku ev fikrên wan şaşiyeke sîstemîk a sosyalîzma zanistî ye. Di vê çarçoveyê de min teza xwe danî holê û min got, sosyalîzm bi giştî bi dewletê û bi taybetî jî bi dewleta netewe nayê avakirin, na eger di vê de israr bê kirin, çawa ku di serî de li cem sosyalîzmên pêkhatî yên Rûs û Çînê hat dîtin, bi gelek mînakên din ên li dinyayê îspat bûye ku bi şêweyê herî riziyayî yê kapîtalîzmê bi encam dibe. Di çarçoveya vê tezê de sîstema şaristaniya navendî ya tevahiya dîrokê pêk hatiye, têgîna desthilatdariyê û şêweyên desthilatdarî û dewletê yên modernîteya kapîtalîst a serdema me bi awayekî xweser serdest e, min gelekî hewl da hûrûkûr ji hev derxim. Di dawiyê de ez gihiştim wê encamê, nabe ku sosyalîst xwedî prensîba dewleta netewe bin, der barê çareseriya neteweyî de prensîba çareseriyê ya bingehîn divê neteweya demokratîk be. Îfadeya berbiçav a vê yekê jî ezmûna KCK’ê ye.

Der barê desthilatdariyê de duyemîn sererastkirina girîng a PKK’ê der barê mijareke bêhtir berbiçav de ye. Kengî têkiliyên Kurd-Tirk di çarçoveya qewmî û dewletî de hatin nirxandin, bêhtir eşkere bû ku têkiliyên jeopolîtîk û jeostratejîk ên Anatoliya û Mezopotamyayê li ber çavan neyên girtin wê analîzên rast neyên kirin. Tevahiya dîrokê di navbera cografyayên herdu civakan de danûstendinên zêde yên çandî ku nêzîkatiyên xurt ên jeopolîtîk û jeostratejîk diyar bikin, pêk hatine. Ev têkiliyên ku nihayê û rojaneyê diyar dikin bi nêzîkatiyeke yekpare pêkan e ku rast bêne analîzkirin. Tebeqeya jor a hiyerarşîk a Kurd ku bêhtir bi pirsgirêka desthilatdarî û dewletê re rûbirû dibe, tevahiya dîrokê çarenûsa xwe bi giranî li ser bingehê xweseriyeke nîsbî timî bi desthilatdarî û dewletên ji xwe gelekî bi hêztir ve girêdaye. Pirr zêde li pey sîstemên serbixwe yên desthilatdariyê û dewletê yên xweserî civaka Kurd neçûne. Şert û mercên dîrokî û civakî di vî warî de li gorî berjewendiyên xwe di cih de nedîtine. Dîroka li derdora hezar salên dawî ya bi Tirkan re jî di vê çarçoveyê de nirxandine. Bi riza dilê xwe bi Siltanê Selçûkî Alparslan re Şerê Melazgirê gihandin serketinê û bi vî awayî li ser cografya Anatoliya û Mezopotamyayê li ser bingehê Îslamî parvekirina desthilatdarî û dewleteke nû pêk anîne. Rastiyên jeopolîtîk û jeostratejîk ên ji ber herdu cografyayan parvekirina desthilatdarî û dewleta Îslamî di navbera tebeqeyên jor ên herdu qewman de ferz kiriye. Herçiqasî di vê parvekirina desthilatdarî û dewletê de berjewendiyên gelan zêde nebin û timûtim bi berxwedanê li ber jiyana di bin banê hevpar ê desthilatdarî û dewletê de rabûbin jî li gorî pêdiviyên jiyana hevpar û ji ber şerên dînî û mezhebî yên demê bi hev re jiyane û ji vê nemane. Ev hevpartiya bi hiyerarşiya jor a qewmê Tirk re her tim bi riza dilê xwe kirine. Di nava rêûresma fethê ya Tirk de diyardeyeke bi navê fetihkirina Kurdistanê zêde nîne. Seferên fethê yên car caran hatine kirin bi alîkariya giregir û pêşengên Kurd çêbûne. Lewma ji van seferên bi vî rengî re jî mirov nikare fetih bibêje.

Ev rastiya dîrokî ya di têkiliyên Kurd û Tirk de, roja me ya îro jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê hûrûkûr bê fêhmkirin. Di dîrokê de qonaxên sereke yên van têkiliyan hene; dema Împaratoriya Osmanî bi Yavuz Siltan Selîm gav avêt polîtîkayên Rojhilat (1512-1521), dema Siltan Ebdulhemîd (1876-1909) di avakirina Alayên Hemîdiye de, dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn di dewamkirina Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê de, û ji van girîngtir bi pêşengiya Mistefa Kemal di dema Şerê Rizgariya Neteweyî ya modern de ev rastî hem esas bû û hem jî di encamê de diyarker bû. Piştî ku bingehê demokratîk ê Komarê hat înkarkirin û komploya 15’ê Sibata 1925’an hat destpêkirin, temsîla bi riza dilan û hevpar di desthilatdarî û dewletê de bi awayekî dîrokî û cografî pêk hatibû, cara pêşî hewl dan wê bi dawî bikin. Di beşên pêwendîdar ên parêznameyê de em dûrûdirêj li ser vê komployê rawestiyabûn û me gotibû, hêza hegemon a kapîtalîst a wê demê Împaratoriya Ingilîz Komar ji aliyê etnîk ve parçe kir û bi vî awayî hewl da herêma petrolê Mûsil û Kerkûkê bike bin destê xwe. Lewma mirov dikare bibêje di pêkanîna vê komployê de hesabên hegemonya Ingilîz ên der barê Mûsil û Kerkûkê de diyarker bûn. Projeya Ingilistanê ya mînîmûm Komar an jî dewleta netewe, çawa ku li gelemperiya dinyayê bi ser ketiye, li cografya Rojhilata Navîn, li Anatolyayê û li Mezopotamyayê jî bi ser ket. Bi tevahî hêzên çandî, gel û heta dewletên li Rojhilata Navîn ên ji aliyê civakî û ji aliyê dewletî ve parçe bûn bi van polîtîkayan gelekî lawaz bûn, timî di nava xwe de parçe bûn û bi hev re ketin nava şer, qels bûn û bi vî awayî hegemonya Ingilîz bi şêweyekî serketî bi pêş ket.

Kengî Komar kirin antî-Kurd hingê hevgirtina ji rêûresmê jî têkçû û Kurd bi temamî li derveyî sîstemê hatin hiştin. Projeya li pêşiya tebeqeya jor a Kurd danîn ew bû, di berdêla destkişandina ji nasnameya Kurd û Kurdîtiyê de wê weke ferd-welatiyên Tirk karibin hebûna xwe biparêzin û heta ji vê jî wêdetir ew hîn kirin, eger di nava sîstemê de bixwazin bi hêz û payebilind bibin, ev yek di berdêla îmha û înkarkirina Kurdîtiyê de bi mezinkirin û pêşdebirina Tirkîtiya Spî dibe. Di nava Komarê de ji bo mirov bibe xwedî hebûn ‘qanûna hesin’ bi vî awayî tê formulekirin. Tebeqeya jor di destpêkê de hinekî serî radike û nerazîbûna xwe nîşan dide, lê sîstem paşê bi tevgerên dijwar ên ‘tedîp û tenkîlê’ vê helwestê dişkîne. Dike ku kesên xwedî vê helwestê sernerm bibin. Di dîroka civaka Kurd de belkî jî cara pêşî ye ku tebeqeya jor di berdêla îmha û înkara hebûna civaka xwe de (îstîsna pîvana giştî betal nakin), hewl dide hebûna xwe ewle û misoger bike. Êdî çiqasî ji Tirkîtiya Spî re (Ez vê têgînê bi israr bi kar tînim. Ji ber ku ji Tirkîtiya ji rêûresmê û sosyolojîk cihê ye, hegemonya Rojava bi rêbazên komployê ew diyar kiriye, beşekî sîxur e ku bi awayekî objektîf û sûbjektîf hatiye amadekirin. Bûne mîlliyetgirên tûj ên Tirk ên levanten û şêweyekî ultra ye ku heta bi dawiyê şîddet barkirî ye) xizmetê bikin wê ewqasî karibin hebûna xwe biparêzin û pêşde bibin. Beşên gel ên bê serî û serok mayî êdî tişt û eşya ne. Deriyên wan li her cure pêkanînên înkar, îmha û asîmîlasyonê vekirî ne. Kî xwe piçekî bi Kurdîtiyê bike ev tê maneya kuştin û mirinê. Terikandina Kurdîtiyê riya bi tenê ya rizgarî û jiyanê ye. Kurdîtiyê ne bi tenê weke diyarde, hewl didin tevî hemû nav û sembolên wê tesfiye bikin. Tevahiya dîroka Komarê der barê Kurdan de projeya qirkirina çandî ya sergirtî (ji bo çandên din jî bi heman rengî ye, lê proje bi awayekî bingehîn der barê Kurdan de ye) roj bi roj gav bi gav hat pêkanîn. Armanca sereke ya tevahiya polîtîkayên hundir û derve ew e, di çarçoveya vê ‘qanûna hesin’ de xizmetê bikin. Ji ber ku bi giranî bi dizî tên meşandin, bêyî ku haya me ji van polîtîkayan hebe partî, rêxistinên civaka sivîl, ekonomî û cîhana siyasetê ya em pêk tînin li heman ‘qanûna hesin’ endeks dibin. Organîzasyonên derve yên weke NY, NATO û YE’yê jî di çarçoveya heman ‘qanûna hesin’ de têne nirxandin. Di darbe, komplo, reşkujî, her cure êşkence û girtinan de para vê qanûnê diyarker e.

a- Di dema derketina holê ya PKK’ê de bîreweriya der barê van rastiyan de gelekî bi sînor e. Yekparetiya çandî di navbera Anatoliya û Mezopotamyayê de, yekîtiya jeopolîtîk û jeostratejîk, bandora wan li ser têkiliyên Kurd û Tirk zêde nehatiye fêhmkirin. Polîtîkayên dewleta netewe ya mînîmûm a hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst Ingilistan û DYE’yê çawa bandor li tevahiya zanistên civakî kirine, herwisa bandor li sosyalîzma zanistî jî kirine. Di vê de tişta para PKK’ê jî ket dewletdariya netewe ya sosyalîst bû. Bi xwerexnekirineke bingehîn ji vê jirêderketinê ango dewleta netewe bihurî. Çepgiriya li gelemperiya dinyayê û Çepgiriya Tirkiyê bi sedema ku nikarîbûn ji vê jirêderketinê bibihurin bivênevê ji hev de ketin. Sedema sereke ya pêxîrtengiya sosyalîzmê ku hê dewam dike, ev mijar e ku nikare ji navê derkeve.

b- PKK’ya vediguhere li ser bingehê pirsgirêka Kurd modela nû ya çareseriyê ji pirsgirêkên neteweyî re aniye ji her cure dewletdariya netewe şuştî ye, û navê wê jî neteweya demokratîk e. Di kapîtalîzmê de şêwazê avakirina neteweyan divê ji qanûna kara herî zêde re xizmetê bike. Ji bo vê jî hedefa dînê nû yê modernîteyê mîlliyetgirî ye û wekî din hedefa wê dewleta netewe ye. Mîlliyetgirî dewleta netewe, dewleta netewe jî mîlliyetgiriyê derdixe holê. Dema pêxîrtengiya kapîtalîzmê zêde dibe, mîlliyetgirî û dewleta netewe faşîst dibin. Sosyalîzm çiqasî ji mîlliyetgiriya kapîtalîzmê û dewleta netewe ya rê li ber vekiriye bibihure wê ewqasî karibe xwe bike alternatîf û weke sîstem bi pêş bixe. Ev jî bi neteweya demokratîk û ekonomiya bazara civakî ya bê kar dibe; li hemberî îndustriyalîzma kapîtalîzmê ya bi armanca kara herî zêde îndustriya ekolojîk e.

c- Di pirsgirêka Kurd de navê modela çareseriya neteweya demokratîk KCK ye; ji dewletdariya netewe şuştî ye, ne bi tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya komên etnîk û neteweyî ye. KCK di vê çarçoveyê de tê pêşniyarkirin û pratîzekirin. Tevahiya dîroka modernîteya kapîtalîst di hemû demên pirsgirêkên neteweyî de weke riya bi tenê ya çareseriyê dewleta netewe hatiye ferzkirin û vê şêwazê çareseriyê dîrok kiriye gola xwînê. Çareseriya dewleta netewe, ne riya çareseriya pirsgirêkan e, riya kûrkirin, dijwarkirin û mezinkirina şeran e, bi vî awayî kara herî zêde û îndustriyalîzmê pêk tîne û domdar dike. Ji bo KCK’yê riya aştî û çareseriyê terikandina sêlingên distanê yên modernîteya kapîtalîst (dewleta netewe, kara herî zêde û îndustriyalîzm) û li dijî wan weke alternatîf danîna hêmanên modernîteya demokratîk (neteweya demokratîk, ekonomiya bazara civakî ya bê kar û îndustriya ekolojîk) e.

d- Di serî de dewleta netewe ya Tirk, dewletên netewe yên Îran, Iraq û Sûrî û heta Dewleta Federe ya Kurd, eger di pirsgirêka Kurd de bi nêzîkatiya aştiyane û siyasî mafê gelê Kurd ê netewebûyîna demokratîk nas bikin (ev maf ji bo gelên din in jî) û weke encameke xwezayî ya vî mafî statuya rêveberiya xweseriya demokratîk qebûl bikin hingê çareserî mumkîn dibe. Yekîtiya Ewrûpayê ku welatê çareseriyên dewleta netewe ye, ji niha ve deriyên xwe li çareseriyên neteweya demokratîk vekirine û ev gaveke erênî ye, û hêviyê bi mirov re çêdike. Ji bo karibe vê çareseriyê pêşde bibe divê gav bi gav qadê li dewleta netewe teng bike û qada civaka sivîl a demokratîk berfireh bike. Eger dewletên netewe yên Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûrî dixwazin ji pirsgirêka Kurd rizgar bibin, divê weke gava pêşî bikevin riyeke mîna ya Yekîtiya Ewrûpayê. Li ser vî bingehî pozîsyona KCK’ê derfet û îmkanê dide çareseriya siyasî û aştiyane. Projeya qirkirina çandî ya sergirtî, polîtîka û pêkanînên wê yên ku ev dewlet li ser Kurdan ferz dikin, li pêşiya aştî û çareseriya siyasî asteng in. Eger dev ji kirinên xwe berdin û di serî de neteweya demokratîk hêmanên din ên bingehîn ên modernîteya demokratîk ango ekonomiya bazara civakî ya ku karê bi sînor dike û îndustriya ekolojîk, entegrekirina wan bi sîstemê re û gihandina wan a statuyê (Destûra Bingehîn a Demokratîk) qebûl bikin, hingê rê li ber aştiyeke mayînde û çareseriya siyasî vedibe.

e- Hegemonya kapîtalîst a global du şêweyên çareseriyê di çarçoveya Projeya Rojhilata Navîn a Mezin de li ser dewletên netewe yên ku qirkirina çandî pêk tînin ferz dike û ji du aliyan ve dixwaze çareseriyê pêk bîne. Ya yekê, dewleta netewe ya federe ya Kurd a navenda wê Hewlêr e, û di dema dirêj de weke gava pêşî ya çareseriya dewleta netewe pêk tînin. Ya dudiyan, çareseriya pirsgirêka Kurd li ser bingehê ‘mafên ferdî û çandî’ ye ku navenda vê jî Amed e. Yekîtiya Ewrûpayê û DYE vê projeyê nexasim bi destê Hukûmeta AKP’ê dixwazin bi cih bînin û yekser an jî neyekser hewl didin vê projeyê bi Dewleta Federe ya Kurd a Hewlêrê re bi hev re bi awayekî yekpare bimeşînin. Di berdêla rizgarbûna ji PKK’ê û çareseriya siyaseta demokratîk a bi KCK’ê berbiçavbûyî de, van herdu çareseriyan li ser dewletên netewe yên qirkirina çandî pêk tînin, ferz dikin. Ev projeyên çareseriyê ku hegemonya kapîtalîst a global wan ferz dike, ji ber ku ji desteka gel qut in, şensê wan ê serketinê nîne.

Kurdistan ji niha ve di sedsala 21. de bi awayekî bûye navenda şoreş û dijşoreşê. Xeleka herî qels a modernîteya kapîtalîst e. Pirsgirêkên civakî û neteweyî yên gelê Kurdistanê ewqasî giran bûne bi rêçeteyên lîberal, bi demagojiyên mafên ferdî û çandî ser wan nayê girtin. Em dema behsa pirsgirêka Kurd dikin, hem ji bo neteweyên bindest hem jî ji bo neteweyên serdest dewletdariya netewe ya rê li ber pêkanînên gihiştine qirkirinê vekiriye, ne ku pirsgirêkan çareser dike ji mêj ve bûye cihê pirsgirêk jê çêdibin. Dewletdariya netewe dest pê kiriye ji bo modernîteya kapîtalîst jî dibe pirsgirêk û êdî her ku diçe ji hev de dikeve. Bûyerên neteweyî yên demokratîk ên bêhtir nerm, di serê bûyerên çareserker ên demê de tên. Modernîteya demokratîk îfadeya teorîk a bûyerên bi vî rengî û gavavêtinên wê yên pratîkî ye. KCK weke îfadeya berbiçav a veguherînên neteweyî yên demokratîk ên li Kurdistanê, riya çareseriya modernîteya demokratîk a Rojhilata Navîn rohnî dike.

f- Çareseriya KCK’ê roja me ya îro li serê duriyan e. Yan pirsgirêk ê bi riya siyaseta demokratîk û aştiyane bi rêbaza destûra demokratîk bêne çareserkirin ango di vê rewşê de dewletên netewe yên pêwendîdar wê ne bi tenê dest ji polîtîkayên îmha û înkarê bikişînin wê bi awayekî realîst danasîna pirsgirêkê qebûl bikin û çareseriya wê jî di destûra demokratîk a gerdûnî de bibînin, hem naverok û hem jî rêbaza destûra demokratîk wê bi muxateban re parve bikin. Ji bo vî şêweyê çareseriyê ku welatan hem weke dewlet û hem jî weke netewe yekpare dike, divê veguherînên radîkal bibin. Yan jî ev riya dil dixwaze pêşî pêk bê were astengkirin, hingê riyek dimîne; KCK wê bi awayekî yekalî û şêwazekî şoreşgerî otorîteya xwe ya demokratîk ava bike û biparêze. Gelek hêman hene ku ji bo di vê riyê de bi awayekî serketî bimeşe. Bi rêbertiya îdeolojîk û polîtîk a PKK’ê ya xwedî tecrûbeya ji sîh salan zêdetir, bi desteka xurt a bi şerê gel ê şoreşgerî hatiye ceribandin, bi hêza xwe ya eskerî ya pê dikare xweparastinê li her qadê bike, bi tevna xwe ya berfireh a têkiliyan li derve û hundir, mumkîn dibe ku KCK neteweya demokratîk ava bike, bi rê ve bibe û biparêze. Ev rê wê careke din weke berê nexitime. Ji ber ku ne netewetiya dewletê, lê neteweya demokratîk armanca wê ye, her tim wê alîgirê aştî û çareseriyê be, wê bi hêzên dewleta netewe re deriyên wê li diyalog û muzakereyan vekirî be û di vê de jî bi ser nekeve wê li riya xwe ya rast, bi hêzên xwe, zanibe neteweya demokratîk bi awayekî serketî ava bike, bi rê ve bibe û biparêze.