Gelek mirovên xwedî zanist di derbarê aloziya hawirdor û ekolojiyê de bûne xwedî lêkolîn û nêrînan. Vê di nav civakê de bi gelek analîzan jî pêşxistin e. Bi van lêkolîn û analîzên ku hatîye kirin re, fikrê ku ekolojî di saziyên aborî, civakî û siyasî de dikare çawa bê rêxistin kirin jî pêşxistî ye. Ev bû sedema ku pirsgirêka ekolojiyê zêdetir bibe. Ji ber ku bi nêrînekî desthilatdar û bandora xwe li ser giştî xwezayê çêbikin mêzandina mijarê hebû.
Desthilatdariya hişmendiya dewlet pir di hişmendiyê mirovan de vê algiyê dane rûniştandin ku çawa karibin desthilatdariya xwe li ser xweza û cîhanê ava bikin, domdar bikin. Vê algi ya ku li ser civakê ava kirin û ferd dikin wekî zayend li ser zayendê, weke çîn li ser çîn ê, weke netew li ser netewê jî dane pêşxistin.
Bi vê hişmendiyê tesafûrekî wiha çêkirin ku li ser civakê hegemonya xwe pê bi rêvedibin. Ev di roja îro de serdema xwe ya herî bilind jiyan dike. Bi pergala modernîteya kapîtalîst re xwe çawa di nav civakê de ava kiribe bi heman rengî bi teknolojiyê jî desthilatdariya xwe hîn kûrtir kirine.
Bi armanca ekolojiyê bixin bin menfatê aboriya xwe ji bo bixin bin tekela xwe û xwe pê fînans bikin, ji bo bikaribin desthilatdariya xwe li ser xwezayê zêdetir serwer bikin, hegemonya xwe ya sanayî jî pêre zêde kirin. Ji bo di piyasayê de jî hêza wan zêdetir bibe tehakûma xwe ya li ser xwezayê anîn asta herî bilind. Ji ber ku ev alozî di her rojê derbas bûyî re zêdetir dibe, di encama kirêj kirina hawirdor zirarekî mezin digihêje tebeqe ya Ozonê. Ev sedema kirêj bûna hawirdor, şewata daristanan heman demî bi bilindbûna derece ya germahiya zêde ya global re yê bi xwe re aloziyên wekî pirsgirêka avê, zûha bûna xwezayê bi xwere bîne. Ji xwe refleksên ku di xwezayê de wekî bi karesatên xwezayî rû didin re derdikeve, qrîza xwezayê jî zêde û kûrtir dike. Em wek mînak dikarin bibêjin ku li Bakûrê Kurdistanê şîrketên ku talana xwezayê dikin ve dibin sedema gefa li ser jiyana mirovan û dibin sedema mirina zindiyan. Krîzên ku êdi di hawirdorê de rû didin wekî kerasetên avê, şewatên daristanê wek mînak yê li Amazonan rû dayî heman demî li ser jiyana mirovan jî dibe gefa mezin. Di Rojhilata Navîn de û li Tirkiyê şîrketên ku bi armanca destxistina enerjiyê ku dibin sedema qirqirin û talana xwezayê yê bihêle ku krîzên di nav xweza û jiyana mirovan de bi xwere ava bike. Di sedsala 17.’în de yek ji armancên zanistiyê ew bû ku xwe bigihîne zanistî û fêm kirina pergala xwezayê. Di heman demê de bi pergala xweza û civakê bûyîna yêk bû. Lê belê piştî sedsala 17.’mîn ji rê derketina pîvanên ehlaqî yên zanistiyê re ketin pey armanca çawa bi xwezayê re bileyîzin. Îro pergala desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe yên xeter çawa zirarê didin xwezayê em hemû dibînin. Pergala ku ji Kapîtalîzmê hatiye ava kirin pesnê hemû çalaki û saziyê xwe yên aboriyê xizmeta vê hişmendiyê dikin asta herî jor de dide. Ev bi vê şêwazê di civakê de rewşê aloztir dike û di nav civakê de pirsgirêkan kûrtir jî dike. Ji bo vê jî em dikarin bêjin ku ev pergal bi xwe jî gihêştiye zanistiyekî li gorî teorî û ilma Decart ku çawa algiya xweza û civakê ji hev parçe dikir. Wan jî dît ku ev teorî nema dikare bi xwe re çareseriyê bîne. Ji ber wê hin rêxistin û saziyên ku ji bo çareseriyê ketine nava hewildanan çêbûn. Bi çavekî ekolojîk çawa ji vê re çareseriyekî bê dîtin weke hincetekî ku êdî pêwîstî pê heye civak, ekolojî û aboriyê bi hev re bidin girêdan nîşan didin. Bi wateya jiyana mirovan li ser vê xwe didomîne.
Ger armanca çareseriya van kesan di nav civakê de krîzê çareser kirin bûya, hişmendiya aboriya civakî ya bi vê rengî di civakê de ava kirin û pirsgirêkê derbas bikira. Beriya her tiştî mirov divê di bingeha qasî pêdîviya mirovan li ser bisekine. Divê di destpêkê re çiqas pêwîstiya mirovan hebe ewqas ji xwezayê bê girtin. Ji bo vê di hişmendiya mirovan de, di milê hêstiyarî, rûhî, felsefî, pirsgirêkên civakî û aborî de girîng e sererastkirin pêkbên. Ji bo vê Rêber Apo di paraznameyên xwe de van mijaran gelekî kûr analîz kiriye. Bi taybet jî di paraznameya Sosyolojiya Azadiyê de balkişand ser pirsgirêkên ekolojîk û karesatên ku îro rû didin. Bi taybet jî li beramberî meşa mirovahiyê ya dîrokê zirar û ziyanên ku di nav van 400 salên dawî de gihaye zêde bûye. Ji bo vê jî girînge ku di mijara ekolojiyê de, lêkolîn û têkîliyên di gerdûnê de bi hev dû re bê destgirtin û têgehên wê ji nû ve werin sererast kirin. Têgeha ekolojiyê û girêdana wê bi hawirdor, civak û mirov re divê ji nû ve were dest girtin. Ji ber ekolojî bi xwe zanistek e. Ev zanist di jiyana hemû zindiyan de hev temam dike, kûantûmîk e û bê hevdû nabe. Her çiqasî teoriyên gelek rêxistinên cîhanê di sedsala 20.’an de pêşketî be jî zanist têgeha pergala hawirdor pêşxistinê bi vê rengî xwestin bi hemû tiştên zindî re têkîliya wan çêbikin. Ji bo ku hevsengiyek ava bibe. Di vê mijarê de gelekî lêkolîn û hwd. çêbûn ku ev hişt bibe rojeva civakê û gelek mirovên di derbarê ilmê nebat û sewalan de lêkolîn dikin, heman demî kîmya, îklîm, hindese, çandinî û lêkolînên enerjiya xwezayî pêşbixin. Tevgerekî ku di derbarê ilmê xwezayê de zanebûnekî ava bikin û bi rêxistina mirovan di tevgerên xwezayê biparêzin hewildana pêşxistinê jî raber kirin. Dema ku ev tevger û saziyên di sedsala 20.’an de hatin ava kirin saziyên hawirdorparêz, xeteriyên di hawirdor û xwezayê de hîs kirin û ketin nav hewildanê ku bikaribin van pirsgirêkan çareser bikin. Ev heya astekê encamgir bûbû. Bi taybet bi avakirinên partiyên kesk re sazî û rêxistinên ku di cîhanê de hatî ava kirin xwestin hê zêdetir balê bikşînin ser van pirsgirêkan û gelek pêşketin jî bi xwe re anîn. Her çiqas ev hewildan çêbûn jî pirsgirêkên hawirdorê her ku çû zêdetir bû. Ji ber ku ev mijar jiyana mirov û gerdûnê tehdît dike. Ji ber ku yêk ji sedema herî bingehîn ya krîza ekolojîk têkîliyê mirov bi zindiyan re ye. Beriya her tiştî divê nêzîkatiya mirov bi ekolojiye re bê sererast kirin. Tevger û saziyên kesk xwestin bi dirûşmeya ‘Her Tişt Kesk’ algiyek di hişmendiya mirovan de ava bikin û bi rêbazekî felsefîk mijarê kûrtir bigrin dest. Ji ber di pergala hişmendiya gerdûnî ya kapîtalîst de bo guhartinên erênî çênebe dijbertiyek mezin tê jiyîn, ruxmê hemû hewildanên van saziyên parazvanên xwezayê encam nagre, her diçe zehmetiyên jiyan dikin zêdetir dibe. Lê belê ya pêwîste perwerde kirina civakê û nifşê nû di vê mijarê de ye. Heger perwerde pêkbê û algiya heyî bê gûhartin û sererastkirin yê bi nifşê nû re rêzgirtin, heskirin û di nav hevsengiyekê re bi xwezayê jiyan kirin serbikeve.
Rêber Apo ji bo vê mijarê wiha dibêje; “Têkîliyê mirov û xwezayê têkîliyekî diyalektîk e û hevdû temam dike. Ji ber mirov bi xwe jî parçeyekî gerdûnê ye, mirov çiqasî karibe xwezayê hîs bike ewqas dikare rast û azad bijî. Dema ku mirov xwe gihand vê hestê û vê berpirsiyartiyê ti pêwîstî bi şîretê jiyan kirinê, di heman demê de jî hênase girtinê pêwîst nake. Dema mirov bi rengekî berfireh xwe bîne asta yekparebûnê wê demê yê nêzîkatiyê beramber ekolojî û xwezayê jî sererast bibe. Wê demê jî pîvanê xweşikbûnê di asta herî bilind de yê bi aşîtiyane cîh bigire. Ji bo vê jî zanistiya derûnî, hawirdor û felsefî ji nû de di qada perwerdê û amade kirina neslê nû de esas were girtin yê bi neslê nû re li ser esasê perwerdeyekî sexlem dest girtin pêkbê û yê civak bi vê rengî karibe sererast kirinekî bijî. Zarok li ser vê esasê were perwerde kirin, di hişmendiya wê de divê hewa paqij çawa bigire, divê hawirdorekî paqij de çawa bijî, ji dibistanê heya malê, ji malê heya cîhê kar fêrbûnê xwe çêbike yê civakekî ekolojik çawa were ava kirin û vê kirina terzê jiyanê de jî yê bi mêzandin û aqilê jin pêkan bibe. Di milê têkiliyên ku di warê felsefîk, tenduristî, çand, aborî, wêje û hwd. de di hemû beşên jiyanî de bi mêzandin û berpirsyartiya jin dikare sererast bibe. Ji bo vê rola jin di vir de rolekî pêşeng e. Di hemû sazî û rêxistinên hawirdorparêz û ekolojist de rola jin ya pêşengtî derdikeve pêş. Ger di vê derbarê de jin zêdetir rola xwe bileyîze yê karibe wan tehdîtên li ser xweza û jiyana mirovan rabike, yê bi xwe re çareserî û guhertin, vegûhertinê ava bike.”
Dilber Bahoz