8’ê Adarê Jiyana Her Jineke Li Ber Xwe Dide Ye  

0Shares

Roja jinên kedkar a cîhanê em, di şexsê afrînerên vê rojê de li tevahî jinên Kurdistanî û cîhanê pîroz dikin. Em tekoşîn û berxwedana jinan ya ji Roza Luxemburg û Clara Zetkin heta Sarayan li dijî bîrdozî û zihniyeta mêr-dewletê pêşket û di sedsala 21. de li ser hîmê bîrdoziya rizgariya jinê ber bi tekoşînekî kûrewî ve mezin dibe, silav dikin.

Em vê rojê, yê ku di her kêliya jiyana xwe de, di felsefe û paradîgma jiyana azad de, azadiya jinê kiriye navenda wê, li Rêber Apo pîroz dikin û berxwedana dîrokî ya Rêbertiya xwe silav dikin.  Di şexsê şehîdên tekoşîna azadiyê Tolhildan Raman, Sosin Bîrhat, Şîlan Goyî, Sozdar Cûdî, Awaz Ûrmiyê, Xerîbe Gezer û Nûjiyan Ocelan de, tevahî şehîdên şoreşa jinê û mirovahiyê bi bîrtînin.

Li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Cîhanê tekoşîna jinan ya ku xwe dispêre dîroka tekoşîna tevahî jinan û gelan li dijî pergala kapîtalîst û zihniyeta mêr-dewletê qonaxekî girîng û dîrokî jiyan dike. Eger jin vê qonaxa dîrokî bi tekoşînekî hevpar veguherînin hêza berxwedanê wê serkeftin bibe ya jinan û tevahî mirovahiyê. Di 8’ê Adarê de biryardarî û helwesta jinan, dikare bibe nîşaneya tekoşîna hevpar a jinan li dijî hêzên hegemonîk û pergala wê ya şer, qirkirin, tecewuz, dagirkerî û talana xwezayê.

Modernîteya kapîtalîst bi hêza zordar ya netew-dewletan û bi aqlê serwer yê mêr şerekî pir alî yê bi rêbazên herî tirsnak û rûxîner li her devera cîhanê di serî de, li hemberî jinan û hemû civakê dide meşandin. Şerê hêzên hegemon yê ji bo parastina berjewendiyên desthilatdariyê pêş dixin, piştî Efganîstan, Îraq, Lîbya, Yemen, Sûriyê niha li Ûkraniyayê berdewam dike. Dîsa fatûra vê şerî li jinan û civakên bûne esîrê pergala dewlet-netewe tê birîn. Zihniyeta mêr ya desthilatdar ji ber destkeftiyên jinan li pêşiya gurkirina serdestiya xwe asteng dibîne, bi her cûre rêbazên hovane êrîşan pêşdixîne. Ji şidet, kuştin û qirkirina fîzîkî bigre, heya şerê derûnî û taybet, ji tecewuzkirina bi pergalî bigre heya qadên kar, malên taybet û bi karanîna madeyên hişbirê çerxekî xwekujiyê ji aliyê pergala mêr-dewlet ya zayendperest ve li hemberî jinan û di şexsê jinan de li hemberî tevahî civakê tê gerandin. Li dijî ev çerxa xwekujiyê berxwedana jinan, rêxistina wan, xweparastin û eniya tekoşînê ferehkirin, divê ji bo her jinekê wekî erkekî pêk bînin bê dîtin û di her kêliya jiyanê de ji bo wê têbikoşin.

Şerê herî mezin û dijwar îro, li Kurdistanê li ser coxrafiya ku têde rêya çareseriya pirsgirêkên cîhanî û xeta azadiya jinê pêşdikeve tê meşandin. Dewleta Tirk a mêtînger û qirker bi serkêşiya faşîst Erdogan-Bahçelî li hemberî jinên Kurd û di şexsê wan de li hemberî tevahî gelên herêmê dijminahiya herî mezin pêşdixîne. Di şexsê Erdogan-Bahçelî de zihniyeta desthilatdar ya mêr-dewletê li dijî jinan û civakê pir vekirî îfadeya xwe dibîne. Tola vê dijminahiya mezin jî bi tecrîda giran kirî ya li dijî Rêbertiya me hiltînin. Li hemberî Rêber Apo tecrîd û pergala îşkenceyê berdewam dike, li hemberî jinan jî polîtîkaya qirkirinê ji Bakûrê Kurdistanê heya Rojava, Başûr û bi taybet Şengal û Mexmûrê ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve di meriyetê de ye. Hedefa sereke ya polîtîkayên qirkirinê hêz û îradeya Kurdê azad, yê li ser hîmê azadiya jinê pêşdikeve û cîhan bandor kiriye tine kirine.Li hemberî êrîşên dermirovî û bêehlaq yên dewleta Tirk, weke jinên Kurd divê tekoşîna xwe mezin bikin.

Li Kurdistanê, rêya pûçkirina polîtîkayên qirkirinê, parçekirina pergala tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê û dawî anîna rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê di bilindkirina xeta berxwedanê re derbas dibe. Tekoşîna tevgera me ya azadiyê ku 50 sale bi ruhê Newrozê tê meşandin li ser îsrara di vê xetê de û bi heqîqet, pêşengî û qehremanên mezin yê jin îro xwe gîhandiye karekterekî tekoşînê ya gerdûnî. Em wekî partiya azadiyê a jinên Kurdistanê, li ser vî bingehê Azadiya Rêber Apo ya fîzîkî dikin navenda pêşde birina tekoşîna xwe. Jiyana azad, demokratîk û wekhev avakirin û parastin bi azadiya Rêbertiya me dikare pêkan bibe. Rêber Apo li Kurdistanê, ruhê tekoşîna 8’ê Adarê, li ser hîmê bîrdoziya rizgariya jinê geş kir, bi wate kir û gîhand heqîqeta meşa azadiyê ya bi jinan re. Ji ber wê em wekî jinên Kurd û milîtanên xeta Apo’yî azadiya Rêber Apo ya fîzîkî azadiya xwe dibînin.

Pêngava ‘li hemberî qirkirina jinan, dem dema parastina jinên azad û civakê ye’ û pêngava ‘dem dema azadiyê Ye’ li ser bingeha azadiya Rêbertiya me ya fîzîkî, pêşde birina tekoşîna jinan û berxwedana gelan hatin pêşxistin. Bi ruhê tekoşîna 8’ê Adarê ya jinan û bi ruhê cejna Newroza gelan, wê di serî de jinên Kurd û gelê me yê li dora xeta Rêbertiya me bûye xelekek ji agirê azadiyê biryardariya xwe ya bilindkirina tekoşînê û îsrara parastina jiyana azad û bi rûmet bi helwestekî xurt bersiva pêwîst bidin hêzên dagirker û yên mêtînger.

Ji destpêka meha Adarê ve, li tevahî Kurdistanê û cîhanê jin xwedî li roja xwe derdikevin û bi çalakiyên cihreng li ser piyane. Jin ji hemû netew û pêkhatiyên cuda bi reng, ziman û çanda xwe beşdarî çalakiyan bûne. Ev jî nîşaneya jin xwedî li nirxên jin û jiyanê derdikevin û diparêzin. Di heman demê de daxweza van jinan vejînkirina mîrateya Clara, Roza û Sarayan e ku tê wateya di sedsala 21. De bi pêşengiya jin zindîkirina şoreşa sosyalîzmê.

Em li ser bingeha vê bîr û baweriyê biharekî din ya jinan û gelan jiyan dikin. Em bi girêdan û hesreta azadiyê ya ku di dil û mêjiyê her jineke berxwedêr de roja tekoşînê, ked, fedekarî û berdêlên giranbiha roja 8’ê Adarê li tevahî jinên seranserî cîhanê ji bo şoreşa jinan û mirovahiyê pêşbikeve tekoşîn didin pîroz dikin. Em wekî partiya azadiyê a jinên Kurdistanê dibêjin, wê tekoşîna jinan jiyana azad û berxwedana wan şoreşa jinê û mrirovahiyê mîsoger bike. Em bi wesîleya roja tekoşîn û rabûna mezin ya jinan roja 8’ê Adarê soza tekoşîna azadiyê jinê mezinkirin, biryardariya xwe ya bi xeta şehîdên me re û girêdana bi Rêbertiya Azad re tînin ziman. Roja 8’ê Adarê li hemû girîtiyên doza azadiyê û di şexsê gerîlayên YJA Star de li hemû milîtan û parêzvanên xeta Rêber Apo pîroz dikin.

Koordînasyona PAJK

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Attachment