8’ê Adarê ji bo zilam zêde tiştekê îfade nake. 8’ê Adarê, zilam bi asta xwe a niha ve herî zêde, weke ji jina ku dixapîne re xwedî wateyek ku diyariyek difikire ye. Hêza piranî kesan têra vê jî nake. Di mijara 8’ê Adarê de, ez texmîn nakim ku tu pirsgirêkên zilam hebin. Min feraseta xwe jî got. Nemaze bi şoreşa me ve girêdayî, heke zilam bi jinê re bieleqe be, bêguman di pêvajoyek wiha de divê hê zêde pêdiviyên ji dil bûyînê derxe zanebûnê. Ev kar weke ji malbat û ji derdorê dîtiye ve nameşe. Wiha bi jinê re nabe, yan jî “weke zilamek berê nabim“, di van rojan de divê lêpirsînek wiha tijî di cevherê xwe de pêk bîne. Ez vê pêşniyar dikim. Pir zû canê hinekan zilam, yê hinekan jin dixwaze. Di van mijaran de bila bê zanîn ku hem di asta dahûrandinê de şerekî me yê mezin heye, hem jî bi şer ve girêdayî û bi jiyana azad ve girêdayî plansaziyên me hene. Heta ku em ji van re çareseriyekê daneynin, têkîliyên pişta xwe bi peyeyên kevneşopî û bihêza xwe ve li jinê gerandin, valaye û bixeter e. Di heman demê de hinek jinên kole jî cînsê xwe û bicînseltiya xwe ve, hinak keys lê bibînin û li holê bisepîne jî xeter e. Ez wisa bawerdikim ku pêwîst e di van rojan de herî zêde li ser van mijaran bê ponijandin. Her ku diçe, pirsgirêka jinê dixe zorahiyê, çareseriyên tên pêşxistin jî hene.
A niha dema tê gotin şerê jinê, yan jî şerê jiyanê divê hima neyê derbaskirin. Kar ji dil e. Jiyana rast, li ser esasê her du zayendan bi hevrebûnê tê pêkanîn. Lê bihevrebûnek çawa? Dema hem li rastiya bihevrebûna civaka xwe dinêrin, em dibînin ku ev bihevrebûyîn, bihevrebûnek perîşanî ye; bi hevrebûnek ku dide wûnda kirin e. Keçik hê di panzde saliya xwe de weke serê xwe têxe nava kewara mêşan, dixe nave malbatê. Zilam jî hêj di temenek zû de bi hemû feraseta namûsa xwe, hemû zilamtî û desthilatiya xwe ve, weke di ser jinek ve dîtin, hetiye rewşek zehar (ucube). Di vê bingehê de êdî bi vî zilamê me re ji xwe derveyî jin û zarokên wî pêvetir ne hizirandinekî wî yê welatekê heye, ne jî lêgerînên jiyanek xweşik. Li dijî vê tenê ji bo zikê xwe têrbike, li ber deriyên dagirkeran çil kulupancqan(tekle) davêje. Îro hemû cerdavanên gundan, hevkar, xayîn û yên di civaka me de herî baldarin jî hatina van a vê rewşê di bingehe de, ev sedem heye. Encama bi xwe re aniye, feraseta wan a jiyanê û jiyana malbatê ye. Ez van rastiyan pir baş dibînim. Ez mirovek welatparêz im. Ji bo min berê ne mal, destpêkê pirsa welat derbasdar e. Ferasetek hema jiyanek çawa dibe bila bibe, na ji bo min jiyanek azad esas e. Ez di vir de namûs û haysiyetê dibînim. Heta ku ev nebin ne malbat ji bo min malbatin û heke qesrê min jî hebin, ji bo min nabin qesir. Em di nava nakokiyek wiha dijwar de ne. Tişta ji destê zilamên me tên, ji 13‘an heya 25’an mixabin tenê, ji bo diravên qelen, ji bo diravên cihêz an jî jinekê bidestbixe diyar bi diyar digere.
Xwe cûr bi cûr difiroşe û çil teqleyan diavêje. Keçek jî dît şûna vê, ji xwe jinek nezan e û tiştekî xwe yê bide zilam nin e. Ji derveyî têkîliyek çors û çend zarok anînê pê ve ku ew jî her ku diçe dibe çavkaniya pirsgirêkan, ji vê şonde tişeke xwe berpêşî zilam bike tune ye. Di derbarê jiyanê de ne zimanê xwe heye ku biaxive û nejî xwedî felsefeyek e ku nîqaş bike; ne jî xwedî hêzeke ku di derbarê pirsgirêkan de çareseriyeke bisepîne. Ev hemû nîn in. Bê ziman e, ji zilamê xwe hê paşdetir mayî ye, wêdetir xwedî ti taybetmendiyan jî nîn e. Bi vê yekê ve hem jin hem zilam difetisin. Wijdana min ne gengaz e ku vêna hilgire. Bêguman li derdorê ku bi vê re eleqedarin, divê viya bibînin. Hinek kes me rexne dikin, hevjiyanek çawa û wê çi demî pêkwere? Şûna ku hûnê vê pirsê ji xwe bikin, pirsa ku em ji vê jiyana xeternak çawa devjêberdin ji xwe bipirsin.
Peywendî pîroz e, xweser û bi nirxe, lê peywendiyek çawa?
Çima hûn berî hertiştî weke mirovan bi hev nakin? Wek herdû zayend pirsgirêkên we yên pir bingehîn hene. Ez her dem mînakan nîşa we didim; waye baldar e, ji bo yê dixwazin yekîtiyek bidin avakirin. Hûn li hêlînin çûkan jî binêrin, destê mirovan a li hêka wan bikevin, çûk wê derê diterikîne. Êdî nabêje li wir hêk an jî hêlîn hebû, yekser wir berdide. Lê werin bibînin, hêlîna me yan jî welatê me û malên me, cihên ku destên dagirkeriya dijmin lêneketiye nemaye. Ne tenê dest dayîn, xaleke ku di bin cîzmeyên xwe de nepelixandibe tuneye. Ev pir vekirî ye! Cendirmeyek, polîsek dikare pir bi hêsanî têkeve malê; weke ku dixwaze dikare destdirêjiya keç û hevjîna zilam bike. Dikare her cure neheqî û heqaretan bike. Ev rastiyek pir vekirî ye. Zilamtiya zilamên me di vê rewşê de çend pere dike? Jinîtiya jinê, çend pere dike? Divê ku em rastiyan pir bi wêrekî bigrin dest û ji nîqaşkirinê re xwe paş ve nedin!
Ji bo min peywendî pîroz e. Peywendî ji bo min pir xweser û bi nirx e. Lê roja duyemîn dagirkerek hatiye, di wateya çors de pêwîstî bi dagirker nîne, ji xwe hûn perperîşan bûne. Ti egerê wê/ wî ya aborî nîne. Çanda pêkve jiyan kirin tine ye, tenduristî tine ye. Bela serî ye! Ev pirsgirêkên cidî ne. Dema em dibêjin (çawa jiyankirin) derbarê van mijaran de em dikarin çi bikin? Yan jî divê ku em bibêjin, ev tişta ku bi serê me de qewimî çî ye? Daxwaza min ji hemû keç û zilamên me yên di astek de be jî weke xwe bi gurur dihesibînin jiyan dikin li ser vê xalê mijûl bibin.
Pir balkêşe, wê ti kes nikaribe vê rastiyê înkarbike, rastiya ku her kes jiyan dike. Hem jî bi şêwazek serfkirî û bi şêwazek qedandî ve. Lê belê ez vê weke çarenûs nabînim. Ez bibîr û baweriya derbaskirinê de me. Ew hêza derbaskirinê jî ez bi me re dibînim. Ez ji bo vê, şoreşê weke amûrek harê girîng dinirxînim. Ez tam bi hostayî jî li gor pêdiviyan tîmine cih. Ez ji wana dipirsim, ango ji bo çareseriyê dixwazim wan pêş bixînim: Kuştina xwe, fêrbûnên jin û zilaman jî yên li ser esasê sîstema ji sedsalan! Lê belê mabesta min ne kuştina fizîkî ye. Li ser bingeha zagonan be jî danezana nerewakirina asta coş, asta hest, hest û têkiliyan e. Ne jin wisa dibe jin, ne jî zilam wisa dibe zilam. Ez wisa bibawerim ku ev weke karekî serekeye ku divê ez bikim. Ji bo ku hinek din jî were têgihiştin, ji bo vê jî bila kes encamên xelet dernexîne. Pêşxistina tevgereke giştî ya dest ji hevdû berdanê avakirin. Tevgera giştî ya dest ji hevdû berdanê çi ye? Dîsa bila kes vê bi kar neynin; ez li hember hevjînên hene birêz im. Ez nabêjim van şêwazên hevjînin li ber zagonan, an jî bi maara (nikah) meleyan pêkhatine têkbibin ji hev belav bikin. Lê na, heke jiyan li wan weke îşkenceyê be, wê demê mafê her kesê/î heye ku ji hev belav bikin. Yanî di vê de nêzîkatiyekî min ê parêzkar weke kuştin jî nîne, ez qala tevgerek giştî di warê ferasetê de dest ji hevdû berdanê dikim. Heta divê di serî de yên bi hevjîn û yên bi destgirtî, hevdû berdanek ji feraseta xwe ya kevneşopî pêkbînin. Heya ku pêwîst be dikarin hevjiyana xwe jî bidomînin, em ji vê re bibêjin têkiliyên fermî.
Lê bi xwe re guherînek dayîna avakirin û di vê wateyê de tevgerek hevdû berdanek giştî avakirin ji min re pir balkêş tê. Ji bo ku her kes nesîbê xwe ji şoreşê bigre ya yekemîn ev e.
Ya duyemîn; pêkanîna vê tê wateya kuştina kevneşopdariya jinikbûn û zilamokbûnê. Ev tê çi wate yê? Bi taybet divê ku zilam xwe di milê zayendî û zayendperestiyê de weke zilam dihesibîne û ew xeyalên ku xwe li serê daye avakirin, ji darezîna nirxê exlaqî ku ez jê re nabêjim hizirê xwe ji bê hêzrînê bide rizgarkirin. Ev e mirin. Ji bo ku tu li şûnek nû dest bi jiyanek nû bikî, ji vê re mirin tê gotin. Ev ji bo jinê hê derbasdar e. Bi jinikbûna heyî re tu tişt nayê rizgarkirin. Heta li gor min kesayeta jinê ya herî zêde bi jinikbûna heyî re û zilambûna heyî re jî têbikoşe. Ji ber ku ji beleyan bi serê wê de barandin wêdetir xwedî tu nirxek nîne. Her tişt bê hêz û bê wate dike. Jinikbûna wê bûye bela serê wê, zewac ziviriye rewşa êşkenceyek herî hov. Jinikbûna ku pêşkêşî zilam dike ji zilam re jî felaketê tîne. Civak her ku diçe di warê çors de tenê nîjada xwe pê didin dûmandin.
Bi taybet di rastiya me de weke civak, nîjad didomîne an jî nadomînin ev yek girîng e. Di asta netewî de domandinek heye. Di asta welat de bê welatkirin heye. Qala asta azadiyê kirin heq nake ku mirov bîne ziman. Heke ev weke rastiyekê were dîtin, ev tê vê wateyê ku birîna me giran e. Divê ku perçe bi perçe, bi operasyonên giran ve wê hinek mil, pêwîstî biqutkirinek hebe. Wê milên me yên zindî nemînin? Li gor min dimînin. Milên zindî û milên ku werin zindî kirin hene. Belê ez li ser vana gelekê dihizirim. Ez dixwazim ku her kes jî heya astekê bi hizir jiyan bikin. Ev li gor min ji milê xwe yê girîng ê hizir bigre, heya milê xwe yê estetîk, ji milê xwe yê leşkerî bigre, heya milê xwe yê werzîşî, pêwîste ku komple ji nû ve weke çalakiya avakirinê were destgirtin.
Têgeha klasîk ku ‘%99.9 jin ya min e’ tahrîbatên çawa tîn e
Ev ji bo min balkêş tê. Jinên li nava refê gêrîla ez li ser van bingehan digrim dest û xebata min a nûkirina zilaman jî li ser vê bingehê ye. Li gor min pêwîste ku ji şekilgirtina fizîka wê bigre, heya ku giyan û her ku biçe wê rêbazê hizrîna wê çawa bibe, divê ku were destgirtin. Li vê derê jî zêde pêkanîn wêdetir, divê ku mirov pir wêrek be. Ev erkek ku devjêneyê berdan e ku pêwîstiya wê ya pêkanînê heye. Ev ne tinê erke jî, li hemberî me jiyanek dayîna avakirin heye. Tedbîrê min a yekemîn, mesele artêşbûna jinê çi bû?
Herî kêm ev da avakirin; “Waye, ez jî dikarim bi çek bibim, berê derketina çiya ku min hêza wêrekbûnê bi xwe re nedidît a niha ez ji dikarim serbixwe û li ser lingê xwe rawestim, ez dikarim bi axifim, ez dikarim bibim xwedî bi hêz“. Ev ji bo jinan bi pileyek herî jor, nûbûnên ku girîng in. Her çiqas wateya wê zêde dernexistibin zanebûnê jî lê pir vekiriye ku her ku diçe jinê pir bi hêz dike. Hêrî kêm fizîka wê pêş dikeve. Jina di salên xwe yê 15‘an de û 20‘an de hema bêje diguherin kalbûnê, a niha jî dema tê salên xwe yê 30’î, hê kêşwerbûnek bi xwe re dide xwûyakirin. Dîsa di wateya manewî de jî hêz qezenc dike. Ev pir vekiriye; tenê ne li ba me, li gelek qadên navnetewî jî didin diyar kirin ku pêşketina jinê bi vî milî ve, balkêş dibînin. Ev li ser israra me çêbûye. Têgeha klasîk her tim vê dibêje: ji % 99.9 hestên min, nerînên min, namûsa min, ya min, ya min, ya min be! Ev felsefe pir xeter e. Ji ber ku jina ji %99.9 ya te be, dê di civakê de kêrî çi bê, di welat perweriyê de wê çi bike? Ji bo welat perweriyê, ji bo azadiyê, rêxistinê heta ji bo şer, aborî û jiyana civakî tiştekî bêkirin te nehiştiye. Te girtiye nava pençên xwe weke lîmonekê guvaştî ye, ango mîna qedeha şerabê tu hertim jê vedixwî. Bi rasti jî bi vî awayî li jinê hatiye. Ti tiştekî vê jinê nine bide civak û netewê. Tiştekî zilam jî bide nemaye. Cînet derbaskirina zilam û di her derfetê de kuştina jinê jî, bi vê felsefeya kûjer ve girêdayî ye. Mixabin heke bi baldarî bê şopandin, evîndarên me herî zêde xwedî karekterekî ku evîna xwe dikujinin. Ev; rastiyek biêş e. Ji ber sedema feraseta xwe di holê de tiştek bi navê mezin kirin û bi hêzkirina jinê nîne. Xerckirin heye, piştre bi awayekî sembolîk bi xencerkirinê bi dawî dike. Qenebe tevdîrên ku em digirin rê li vê digire. Ev; giring e. Di nava me de, di nava tevgerê de jin heta radeya dawî bi behremend dibe. Sedema herî sereke ya balkêşiyê ev e. Lê ji bo me ev kêm e. Ev avakirina îskeleta vî kariye.
Naveroka vê dagirtin karê ku ji niha û pê ve em ê li ser bixebitin e. Di vê wateyê de em heta estetîkê jî li ser radiwestin. Di nîqaşên me de li aliyekî din jî rewşa şer ya giran heye. Di vê nêvengê de ev xebat rêvebirin û li gorî vê rastiyê xwe rêxistinkirin behremendiyê dixwaz e, ziraviyê dixwaz e. Guhertina ferasetan, bi rasti jî ji şerkirinê pir zehmettire. Fêrbûnên di van mijaran de dibe ku girtîbûna(tutuculuk) herî mezin be. Ez bi hewildanên azadiyê dixwazim van bişkînim.
Zilamek; xwe dispêre peywira xwe û fersendê dibîne, heta ku jinê dikuje, hinek pêkanînan li ser pêş dixe. Pewîstî bi dîtin û derbas kirina van heye. Heta ku ev neyên fêmkirin û derbaskirin, bersiva pirsa jiyaneke çawa nayê dayîn, nayê dîtin. Her ku diçe li ser van mijaran bi awayekî berfireh radiwestim. Bawerim ku kêm zêde kesên ji vî karî aciz jî êdî dipejirînin. Berhemekî xweş weke encama şoreşa me derdikeve holê. Bi qasî balkêşiya gavên ku têne avêtin, di vê baweriyê de me ku îlhamê dide herkesî/ê. Lê pewîst e mirov hê li benda encamên van bimîne. Di vê baweriyê de me ku her ku diçe hukmên teqez ji aliyê jin, zilam û ji aliyê hêzên peywendîdar ve di derbarê me de tê dayîn. Em nû nû xebatên laboratuwarî ya vî karî dikin. Hê berhemên vî karî bi temamî derneketine holê. Lê encamên despêkê giring in, balkêşin û erênî ne.
Çavkanî: Ji nirxandinên Rêber Apo yên ku di Med TV de hatibûn weşandin. Dîroka dahurandinê; 26 Sibat 1998