Navê Tevgerê: Nûda Karker
Nav û Paşnav: Nazan Bayram
Cih û Dîroka Ji Dayîkbûnê: 03.12.1972-Wan
Navê Dayîk: Qumrî
Navê Bav: Mehmet Siddiq
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: 1992- Zagros
Qadên ku lê mayî: Zagros, DNP, Ewropa, Xinerê, Qendîl, Behdînan, Botan
Cih û Dîroka Şehadetê: 1 Nisan 2008 Botan-Besta
Navê wê Nûda…
Nûda ya ku reng dide jiyanê û dibe navê jiyanê…
Dema ku cara yekemîn min te dît, min di çavên te de heskirina te ya jiyanê û biriqandina çavên te dît.
Mêyzekirinên te pir cûda bû. Êşa jinên ku rûxmê her tiştî ji bo jiyanek wek jin bijîn li berxwe didin, te di kûrahiya dilê xwe de hîs dikir. Di kûrahiya kenên çavên te de, êş û azar hebû.
Te dizanî, her ku tû fêm dikî, dizanî û hîs dikî barê te girantir dibe.
Ya ku dizanî, fêm dikir û hîs dikir digihîşt dilpakiyê.
Te lûtkeyên xwerûbûnê jiyan dikir û tu qet qirêj nebûbû.
Bi kenên xwe yên ji dil û paqij, bi baweriya xwe ya li hemberî xwe, te mirovan dikşand xwe…
Eşqa azadiyê te xemilandî bû. Ev eşq her tim te dikşande xwe, her ku ti bi eşqê ve diçûy bêhtir nêzî xeyal û bêrîkirinên xwe dibûy.
Di carekî de li pêşberî min î, wek rojên berê, dîsa bi kenên xwe ya esmer rojê nîşanî min didî.
Hûn dibêjin ‘Rizgarî encax bi gihiştina rojê û bi fêrbûna jiyanek rast dibe’…
Ji bo şewqa xwe nîşan bidî, ber bi wê ve baz didî…
Qêrînên te yê berwedanî digehije me,
Bi eşqekî mezin û ji dil qîr dikî û dibêjî; ‘Bijî Serok APO’…
EW BÛ PERIYÊ DILÊ ME HEMUYAN
Rêheval Nûda di bîranînekî xwe de digot: ‘Min ji çûyîna gûnd pir hezdikir. Wan deman ez heşt salî bûm. Min pir hezdikir ku ez bi xwezayê re bibim yek. Her ku ez diçûm gûnd li ber çema ku li pêşberî min diherikî min bazdida û xwe diavêt erdê bi seatan ezmanan temaşe dikir. Min ji ajelan pir hezdikir. Bi kêfxweşiyekî mezin min pezên nû ji dayik bûye xwedî dikir. Bi zarokên şivanên me re hevaltiyekî xweş pêk di anî. Ez bi wan re diçûm pêz çêrandinê, dîsa dema ku jin diçûn bêriyê ez jî bi wan re diçûm. Van hemuyan dema bavê min ne li malê bû min çêdikir. Ji ber ku bavê min destur nedida da ku ez vana bikim. Her tim ji me re digot; ‘bi zarokên şivan re ne lêyzin, ew ne li gor we ne’. Her çiqasî di wan deman de min nêzîkatiyên bavê xwe fêm nedikir jî, lê min vê nêzîkatiyê qebûl jî nedikir. Bi awayekî veşartî min bi zarokan re lîstokan diliyîst. Rojekî ber bi êvarê dîsa min bi zarokan de diliyîst, bavê min hat û banî min kir. Ez hema çûm gel bavê xwe. Bavê min ji min re got ‘min ji te re negotibû qêy bi wan zarokan re nelîze û şêqamek li min da. Nakokiya min ya destpêkê ev şêqam bû. ‘Em çima ji van kesan cûda ne, çima destûr nadin ez bi van zarokan re biliyzim?’ Her tim min van pirsan ji xwe pirsî, bi pirsên nû yên di rêwîtiya van pirsan de pêşket û mezin bû, min têkoşîna azadiyê nas kir.
Li malê herî zêde min ji dayîka xwe û birayê xwe yê bijîşk hezdikir. Bavê min otorîter bû, dema ew dihat malê hewa malê dihat guhartin. Me ji wan deman re digot ‘demên ku jiyan lê disekine’. Dema bavê min ji mal derdiket, li malê qelebalixekî dest pê dikir. Bavê min dû zewacan kiribû û hejmarên xwişk û birayên min zêde bûn. Birayê min siharan ji bo îçtimayê me rêz dikir, hejmar digirt û piştre me belav dikir.
Bi xwezayê re tenê mayîne min hezdikir. Ji ber vê bi bêrîkinekî mezin ez li benda hatina havînê dimam. Pêvajoyên ku herî zêde min xwe asûde hîs dikir, pêvajoyên bi awayekî xwerû bi xwezayê re gihîştim hev e’.
Yek ji rêhevala ku bi heval Nûda re mayî ji bona wê wiha dibêje: ‘Ew kesekê ku bi awayekî bi hêz çiyayan li ser dilê xwe dineqişand bû, di vê de bi qasî wateya têkoşînê cihê têkiliya bi wate ya ku bi xwezayê re daye avakirin jî hebû. Ji ber vê jî rûxmê hemu zehmetiyên di warê fîzîkî de dikşand van çiyayan bi hezkirin hembêz kir û derbas kir. Botan qadekî ku di vê warê de li wê derê zehmetiyên herî mezin kişand bû, lê ew weke zarokekî xweşik ya xwezayê bi îrade û hêzek mezin ya hezkirinê hewil dida ku van zehmetiyên xwe derbas bike.’
Rêheval Nûda her dem diyar dikir ku ew li malê ji hêla her kesî dihat hezkirin û wan deman ew bi xwe bi van gotinan tîne ser ziman: ‘Ez tû caran nerast ne diaxifîm. Carekê ez ji dibistanê dereng hatim mal. Ez û xwişka min fikirîn hicetekî bibînin û ji bavê xwe re derewa bikin. Lê rûyê min ewqas sor bû, bavê min fêm kir ku xwişka min derewa dike. Li malê her tim bi coş û bi moral bûm. Her çiqas pirsgirêkên di nav malbatê de tên jiyîn min bandor dikir jî, ez ji kesekî aciz nedibûm, ne dixeyidîm û min nedixwest kes ji min bixeyide. Min ji xeyidandina însanan hez nedikir û tû caran vê nedikir. Dayîka min ji min re digot tu bi qasî periyan paqij î.’
DIÇE DIBISTANÊ…
‘Di malbata min de bêyî ku ferqa jin û xortan were dayîn em diçûn dibistanê. Bi xwişka xwe ya mezin a ji jinbavê min dest bi çûyîna dibistanê kir’.
Heval Nûda dibistana navendî û amadeyî li Wan’ê dixwîne. Ev dibistan yek ji dibistanên li pêş bû. Ev dibistan piranî yek ji dibistanên ku ciwanên welatparêz herî zêde rêxistinbûna xwe daye avakirin e. Heval Nûda pêvajoya naskirina têkoşînê wiha tîne ser ziman; ‘ Her çiqas di warê giştî de ez bi zanenbûna Kurdîtiyê mezin bûm jî, ya rastî bi giştî min nasnameya xwe bi hevalên xwe yên ku li dibistana amadeyî naskir. Salên 90’î pêvajoyekî ku têkoşîn bi her awayê pêşdiket bû. Berxwedaniyên gerîla û gel li her derê Kurdan bandor dikir. Li ser ciwanên demê bandora vê pêvajoyê pir mezin bû.’
TEVLÎ NAV REFÊN AZADIYÊ DIBE…
Rêheval Nûda giştî ji berxwedaniyên gel û gerîla bandor dibe. Hewildanên girîng ên Ş. Bêrîvan ji bo birêxistinbûna ciwanan a wê demê çêdibe. Hemû rêheval û ciwanên ku bi heval Bêrîvan re xebat meşandine gelek jê bandor bûne. Yek ji wan ciwanan jî Heval Nûda ye.
Heval Nûda ji şehadeta Ş. Bêrîvan pir bandor dibe û bi xwişka xwe re tevlî refên gerîla dibe. Hevala wê ya ku beriya ew tevlî tevgera azadiyê bibe bi dîtina destpêkê ji wê hezdike, wiha behsa heval Nûda û wê pêvajoyê dike; ‘Li Wan’ê cihê ku ciwanên welatparêz lê kom dibûn hebû. Li vê derê piranî nîqaşên li ser têkoşînê dihat meşandin, rêxistinbûnên nû dihat avakirin. Rojekî heval Nûda bi xwişka xwe re hatibû. Sekna wê ya sade û mêyzekirinên wê yên bi meraq bala me hemuyan kişandibû. Weke ku me hemuyan demekî dirêje nadike bi awayekî germ nê dibû. Rûxmê cara yekem bû dihat, xwe biyanî nedidît. Di kêliyê nîqaşê de bi pirsên xwe xwesteka xwe ya naskirin û fêrbûnê derxistibû holê. Ev xwesteka wê û xwînşîrînbûna wê me hemuyan bandor kiribû û rûxmê ku me hemu jî cara yekem bû wê nasdikir pir jê hezkiribû. Li her cihê ku lê dima de, bi nêzîkatiyên xwe yên dilnizmî û heskirina xwe xwe dida hîskirin. Ne gengaz bû ku mirov jê bandor nebe. Di wê pêvajoya kin de ev jina bedew a ku me bandor kir, wê her dilekî li çiyê wê dîtiba jî bandor kiriba.’
DESTPÊKÊ TÊ XAKURKE
Dema tevlî tevgera azadiyê dibe cilên xwe yê destpêkê yê gerîla li Xakurkê li xwe dike. Li vê derê bi taximekî hevalên xwe yên jin re diçe qada Geliyê Reş. Di vê taximê de heval Bêrîtan a ku li Xakurkê şehîd bû jî heye.
Hevala wê ya ku di giştî pêvajoya Şerê Başûr de pê re maye, wan pêvajoyan wiha tîne ser ziman; ‘Di şerê Başûr de dema piranî hêz derbasî Zelê bû, heval Nûda bi gruba mayî re li Xakurkê ma. Di sala 93’an de derbasî Şehîdan bû. Di salên 93-94 de li vê qadê bû. Piştre derbasî Zagrosê bû. Li Geliyê Zap ma. Di dawiya sala 96’an de derbasî Saha Rêbertî bû. Li Geliyê Zap fermandara mangê bû. Di xebatên perwerde ya tabûra ku lê dimîne de tevlîbûnek çalak nîşan da. Ji ber ku ew xwendin û nivîsandinê zanibû li tabûrê wargerê dikir. Her tim bi hevalan re nîqaş dikir û bi wan re mijûl dibû. Di jiyanê de pir birêxistinkirî tevdigeriya. Di demên xwe yê vala de her tim dixwend, her tim di çentê wê de dahûrandinên Rêbertî hebû. Her çiqas di warê fîzîkî de zehmetiyan dikşand jî tû caran vêya li pêşiya xwe nedikir astengî. Li her cihê ku lê dima bi berpirsiyartiyek mezin tevlî dibû. Bi aliyên xwe yên xwezayî, jidil û kedkar her tim bû navenda eleqedarbûna hevalên xwe. Ji eleqedarbûna însanan hezdikir, bi seatan bi hestiyarekî mezin wan guhdar dikir. Ji ber van taybetmendiyên xwe li hemu qadên ku lê mayî hat hezkirin û jê re rêz dihat dayîn. Sala ku ew li Zagorsê ma, salekî ku çalakiyên mezin dihat pêkanîn bû. Him di pratîkê de him jî di jiyanê de bi nêzîkatiyên xwe yên hewildêr di asta mînakdayînê de bû xwedî tevlîbûnek. Di encama vê tevlîbûna wê de, hevalan pêşniyar kir da ku ew biçe saha Rêbertî. Ev pêşniyar di civîna rêveberiyê de tê pêjirandin û heval Nûda li ser vê bingehê diçe saha Rêbertî.’
RÊHEVALEK RAST…
Rêhevalek piştî ku heval Nûda ji Ewropa hat di sala 2001’an de wê dît, wan pêvajoyan wiha anî ser ziman;
‘Piştî ku heval Nûda ji Ewropa vegeriya me dîsa hev dît. Sala 2001’an li PJA’yê me hevdû dît, ez li perwerdê mam, ew li koordînasyonê bû. Piştî demekî kin vesazbûna wê li biryargeha birdozî çêbû. Him di warê birdozî û him jî di warê rêxistinî de xwe pir pêşxistibû. Her tim hewil da ku li ser bingehê berpirsiyartiyên ku li welat girtibû tevlîbûn nîşan bide. Taybetmendiya herî bingehîn ya rêheval Nûda jî bûyîna wê ya xwedî berpirsiyartî û li gor vê esasê nêzbûna wê ya hawirê bû. Him di erkên girtî de û him jî li xebatên ku tê de cih girtiye her çiqas di astekî de zehmetiyan jiyan kiribe jî bi ti awayê bêyî ku bikeve ez ezîtiyê, tevlîbûne bêsayîş û bi sebir nîşan da. Ji ber ku pêdiviyên pêvajo û tevgerê dizanî, hewil dida ku xwe li gor vê birêxistin bike. Ji ber vê yekê di nêzîkatiyên heval Nûda de her tim xizmetkirina gel, heval, partî û Rêbertî hebû. Heval Nûda tu caran li ser bingehê desthilatdariyê nêzî erka xwe nebû. Ew di serî de rastiya însan bi giştî di warê rastiya jiyanê de dû xalan bingeh digirt. Ew jî hezkirin û ked bû. Jiyana wê û têkiliyên wê bi hêza hezkirin û kedê hatibû hûnandin.’
GOTIN Û CEWHERA WÊ YEK BÛ…
Heval Nûda di sala 2004’an de tevlî xebatên ji nû ve înşaya PKK’ê û rêveberiya KCK’ê bû. Ji bo wê demê bi tevlîbûna xebatên ji nû ve înşaya PKK’ê erkên mezin girt ser milê xwe. Ruxmê ku ev pêvajo ewqas giran û bi zehmetî derbas dibû, rêheval Nûda bêyî ku bikeve nav dûdiliyek, bi helwestekî zelan û tûj tevlîbûn da nîşandan. Him di xebatên giştî ya rêxistinê de û him jî di bingehên xweser de, ji bo derbaskirina zehmetiyan û pêşxistina feraseta têkoşînek hevpar hewildanekî mezin nîşan da. Di pêvajoyên bi vê rengê ku di bûyîna milîtantiyê de ji ezmûnan derbasbûnê pênase dikir, him bi tevlîbûna xwe û him jî bi coş û kêfa xwe ew milîtantiya xwe derxist holê. Girêdanbûna wê ya kûr a ji rêbertî û tevgera azadiyê re, her tim di her şert û mercê de hêzekî mezin dida heval Nûda. Dema ku ew tiştek dikir an jî digot, bawer dikir û bi vê awayê digot an jî dikir. Bi heval Nûda re, gotin û cewher yek bû. Gotin û çalakî di kesayeta wê de xwedî yekbûnekî hevgirtî bû. Ev hevgirtîbûna wê di hemu nêvengan de baweriya ku li hemberî wê tê dayîn bi hêztir kiriye. Di kesayeta wê de her tişt xwerû bû. Zelal û paqij bû. Ji ber vê jî di hevpêyvînekî wê ya bi Rêbertî re, Rêbertî ji bo wê dibêje ‘Di vê cîhana ku ewqas hatiye qirêjkirin de, tu çawa ewqas paqij mayî’.
BÊRÎKIRINÊN NÎVÇE MAYÎ…
Piştî ku heval Nûda ji Ewropayê hat pêşniyar kir ku ew derbasî xebatên HPG’ê bibe. Li hemberî vê xebatê me her tim bi perpirsiyartî nêz bû. Di sala 2002’an de vesazbûna wê li xebatên HPG’ê hat çêkirin. Piştî ku demekî li eniya Rojavayê Qendîl wek koordîneya YJA-Starê ma, çû Behdînanê. Li qadên Zagros, Gare û Zapê ma. Bi azweriyekî mezin nêzî vê xebatê bû. Her tim ji bo awahiyê bû perwerdeker. Sekin û tarzê jiyana wê ya dilnizm, her tim hêz û bawerî da awahiya hevalan. Bû fermandarekî ku her tim di nav awahiyê de cih digre. Di warê rihî, fikrî û hestiyarî de her tim vê yekbûnê parast. Sala 2004’an de ji ber xebatên ji nû ve înşaya PKK’ê ku di nav de cih digirt, vesazbûna wê li Qendîl’ê çêbû. Piştî pêkanîna Desteya Konra Gel careke din derbasî xebatên siyasî bû. Dû sal di vê xebatê de ma. Sala xwe ya dûyemîn bi xebatên ku di komîteya çalakiyê de cih digirt derbas kir. Bi pêşniyar û inyatkirinên xwe careke din tevlî xebatên HPG’ê û YJA-Star’ê bû. Piştî demekî çû Botan’ê. Qada Bakûr her tim ji bo rêheval Nûda bêrîkirinekî nîvçe mayî bû. Di encamê lêhûrbûnên xwe yê li hemberî Rêbertî û pêvajoyê, biryar girtibû. Ya ku di vê biryara wê de lîstekî mezin liyist jî dema ji Ewropa hatibû soza ku dabû heval Erdal bû: Li ser esasê çûyîna Botan’ê ew û heval Erdal ji hev xatir xwestin. Piştî şahadeta rêheval Erdal, ji bo xwedî derketina vê sozê di her şertê de bi biryarbûna xwe nîşan da. Dema çûyîna wê ya Botanê êdî zelal bû kêfxweşî û telaşekî wê girtibû. Wê êdî bikaribiya xeyalên xwe pêk bîne, bêrîkirinên xwe bi cih bîne. Li pişt xwe de gelek tişt hiştibû û di dilê xwe de gelek tiştan komkiribû lê ew bi rastiyên ku jê bawer dikir tevdigeriya, li ser vê esasê rê digirt. Di zivistana 2005-2006’an de koma Botanê derbasî Heftanînê bû. Li wê derê wê hêz hatibana amadekirin. Dema ku gruba heval Adil jî derbas bû, heval Nûda heyanî biharê li gel me ma, me bi hev re pir nîqaş kir. Her carê heval Nûda digot ‘ezê biçim li ser qadê lêhûrbûn bikim, hêza xwe perwerde bikim’. Hêz hîna kom nebûbû, em li benda akademiyan bûn. Vê carê heval Nûda digot ‘ez ji heval Viyan ditirsim, dibe ku ji xwe tiştek bike, ez li gel wê bimînim wê baş be’. Heval Viyan jî wê demê ji bo pêkanîna çalakiya fedaî rapora xwe nivîsandibû, heval pê re nîqaş kiribûn lê ew îkna nebû bû.
Di sala 2005’an de me konferansa xwe ya sêyemîn a YJA-Star’ê pêk dianî û heval Viyan jî tevlî bubû. Heval Nûda wê demê di komîteya parastinê de bû û heman demê di dîwana konferansê de cih digirt. Rojekî ji me re got ‘Rewşa heval Viyan ne baş e pir kûr lêhûrbûn dike, pê re nîqaş bikin’. Hîn şevan heval Nûda, heval Viyan di anî mangê. Pir jê hezdikir. Di her demê jiyanê de bi hev re bûn. Gelek milên wan a hevpar a herdûyan hebû. Di heman pêvajoyan de heman berpirsiyartiyan rakiribûn ser milê xwe. Rêhevaltiya herdû hevalan pir xweş bû. Her tim bi hezkirin û bi rêzdayînên nêzî hev dibûn û nirx didan hev. Tiştên ku ew jiyan kiribûn bi qasî xweşbûnê, yekbûnêkî pir bi wate bû. Rêhevaltiyekî ku bi dil û aqilê jinê ve hatiye afirandin bû. Hîskirin di herdûyan de pir zêde bû. Ev rêhevalên ku hevdû bi hêz hîsdikin, di her şertê de wateyekî pir mezin dan têkiliyê xwe jî. Bi vê têkilî û sekna xwe ji bo me hemuyan bûn nîşaneya rêhevaltiya rast. Yek bi agir hezkirina xwe nîşan da, yek bi laşê xwe yê parçe bûyî…
ROJÊN DAWÎ…
Êdî rojên dawî bû, wê derkevin rê. Demekî em bi hev re man. Dem wek avê diherikî û ji hev qûtbûyîn nêz dibû. Em ji vê qûtbûnê re ne amade bûn. Wan rojên dawiyê, heyanî kêliyên dawiyê jî me bi her re derbas lir. Heyanî nîvê şevê diaxifîn, bi wê enerjiya xwe ya ku xilas nabe re şev herikandina xwe berdewam dikir. Şeva me ya dawiyê ye û ew dîsa bi hezkirinekî mezin bi me re diaxife. Ew şev gotin ya wê bû, kes mudaxale nedikir, her kes bi baldarbûnekî mezin wê guhdar dikir. Di rêwitiya bîranîn xwe de me jî li pêy xwe dibir. Baneya ku rojên herî xweş ên zarokatiya xwe derbas kiriye, tevlîbûna xwe, Zagrod, Saha Rêbertî û bîranîn xwe yên balkêş ku piştre jiyan kiriye behs dikir. Di hîn bîranînê xwe de têra xwe da kenandin. Ewqas bîranînên wê yên bi reng hebû ku em jî têra xwe keniyan, lê êşekî zirav ku ji dil de bilind dibû qirika me dişewitand. Dema me li wê mêyze dikir, me nikaribû li ser hestên xwe serwer bin.
Dema li me mêyze kir gotibû ‘ti caran netirsin ez ewqas hêsan namirim. Dema ez li malê bûm, min bi falbêjekî da mêyzekirin. Ji min re got tê sed sal jiyan bikî. Ez ewqas jinekî xwedî şans im. Hatim çiyê, min Rêbertî dît, niha diçim Botan’ê û ezê ji wir careke din vegerim. Wê şevê, vê sozê dabû me. Soz dabû me û ew şev û rêheval jî bûn şahidên vê sozê. Lê zeman wek kêmînek û xençerek bû. Mê yê di nav nîveka şer de wê wenda kiriba. Ev rêhevalê me yê ku her tim bû şopdarê soza xwe, wê nebûya xwedî vê soza xwe. Nikaribû xwedî li soza xwe derkeve, ji ber ku rastiyên ji wê wêdetir hebûn. Wê bi maşîneyên xwedayên serdem ku ji xwînê têr nabin, hatiba lêdan. Rojekî nîsanê, wek kûlîlka çiyê ya herî bedew li Bestayê wê kok berdaba.
ÇAVKANIYA ME YA HÊZ Û KÊFXWEŞIYÊ BÛ
Pêvajoya Botanê kêm zêde tê zanîn. Tasfiyecitiya ku dihat jiyîn hebû. Li hemberî vê bû xwedî seknekî milîtanî û xwedî helwest. Pêvajoyên ku heval Nûda çû qada Botanê, pêvajoya ku dijmin êrişên mezin li ser qadê pêkdianî bû. Wê demê di warê rêveberiyê de, me teqwiyeyên bi hêz pêkneanî, hevalên ku çûn berpirsiyartiyên mezin nikaribûn nîşan bidin. Heval Nûda him di warê giştî him jî di warê xweser de tenêmayînê jiiyan kir. Lê rûxmê her tiştî bi fedekariyek mezin tevlî bû. Ji hevalên ku dihatin, me zehmetiyên ku ew li derê jiyan dikir dibihist. Lê her tim bi gotina heval jê zêdetir dibêjin qebûl nedikir. Rêheval Nûda her tim bû çavkaniya hêz û kêfxweşiya rêhevalên xwe. Ti caran bi zehmetî û pirsgirêkên ku ew dijî ve nedixwest rêhevalên xwe mijûl bike. Rêhevalên xwe, bi xwe re dayîna mijûlkirin di pirtûka heval Nûda de nînbû.
HER ÇÛYÎN PARÇEYEKÎ ÊŞ DIÇINE LI SER DILÊ ME…
Payîza sala 2007’an bû. Wê nîqaşekî bi giştî deryayan re çêbûya, em hemu rêveberî li ser cîhazê kombûbûn. Qada Botanê ji çêbûna şehadetan behs kiribû, me hemuyan meraq dikir. Dema hevalên şehîd hatin vegotin herî dawiyê navê heval Nûda gotin. Dema me vê agahiyê bihîst, êdî me nikaribû hesirên çavên xwe bisekinînin. Dem sekinî bû, di kêliyê de êş û hesirê çav diherikîn… Di dil de eşên bê dawî û pênaseya wê zehmet, laşê me hembêz kiribû. Laşên me cemidî bû… Her çûyîn parçeyekî êş diçine li ser dilên me, lê navê Nûda dilê me bi xwîn kiribû… Gelo dem cemidî bû an em, ez nizanim. Dil di serhildanê de bû. Her kes bêdeng bû. Ev rewşa me deh rojan berdewam kir, heya ku me bihîst heval Nûda jiyan dike. Vê carê jî me kêfxweşiya cejnê jiyan dikir. Hesirên çavên me vê carê ji ber kêfxweşiyê diherikî. Her kes kêfxweşiyek mezin jiyan dikir. Em ji nû ve gihîştibûn jina bedew a dilê xwe. Dema ku me dengê wê li ser cîhazê bihîst, her kes tehma kêfxweşiya rast girtibû. Her kes dixwest pê re biaxife. Hemu hevalên ku di xebatên cûda de cih digirt dixwes pê re biaxife. Piştî şehadeta wê him li ser kovaran û him jî li ser televîzyonê li ser wê bername hatibûn çêkirin. Min beşekî ji nivîsên ku ji bo wê hatibû nivîsandin jê re rê kir, xwendibû û gelek jê bandor bûbû. Hevalên ku di operasyonê de bi wê re xwe veşartibûn, dema ku bernameya radyo ku li ser wê hatibû amadekirin guhdar kiribûn, gelek jê bandor bûbûn.
Em careke din gihiştibûn wê lê şer bi hemu bê rehmbûna xwe ve berdewam dikir û em careke din ji kesên herî bedew ên cîhanê qût dibûn.
Di Nîsana 2008’an de careke din em ji heval Nûda qûtbûbun. Êdî me yê hevdû nedîtiba.
Rojda SIVEREK