Roja 4’ê Nîsan’ê despêka heqîqeta cihanê ye. Roja ku herî zêde gelê Kurd hêz û baweriya xwe bilind dike û dibe sedem ku li hemberi dijminê xwinxwar û faşîst hebûna xwe careka din nişan bide ku gelê Kurd tu cari xilas nabe. Emê hertim vê roja pîroz di dilê xwe de şîn, geş û bi wate bikin. Emê tucar nehêlin ev roj wenda bibe. Tişta ku niha dijmin dixwaze bike eve ku; em rojên waha ji bîrbikin. Lê belê gelê Kurd ji xwewa mirinê şiyar buye. Niha bi milyonan mirov ji bo Rêber Apo têkoşînekî di asta herî jor de didin meşandin.
Em jî wekî militanên Rêbertî pêviste baweri û hêviyên xwe mezin bikin û têkoşîna xwe xurt bikin. Azadiya me hemûyan divê rojê da veşartiye. Çawa ku Rêber Apo hertim pênase dike û dibêje “teknika heri mezin mirov bixwe ye.”.Li gorî vê jî mirov dikare bibêje ku ev serkeftin pêk hatiye. Ji ber ku yê bingeha vê jiyanê ji mera avakiriye cardin Rêber Apo’ye. Mirov di vê rojê de xwe nêzi azadiyê dike. Dijmin di warê psîkolojik de, li ser Rêbertî gelek rêbazan dimeşîne. Lê disa jî dijmin nikare li ser Rêbertî hakîmiyetekê çê bike. Ji ber ku Rêber Apo ji milîtanên xwe û gelê xwe bawere. Heya ku Rêbertî fiziki azad nebe, em nikarin qala azadiya xwe bikin. Niha tevgera azadiyê PKK’ê, li pêşiya dijmin weki pola sekîniye. Ev rastiya ku hatiye vê astê, encamê keda Rêbetî ye. Ez vê rojê di despêkê de li Rêber Apo û tevahiya gelê Kurd pîroz dikim.
Sterka Hêviyê
Rêberê me têkoşerekî gerdûnî ye. Rêberê me kombûna nirxên mirovî yên dîrokiye.
Di 4’ê Nîsan’a 1949’an de, Rêber Apo li axa pîroz a afrinera pêxemberan hat dinya yê, li gundê Amara cavên xwe vekir. Bê gûman di serîde ji gelê kurd re û piştre jî ji hemû gelan re bû çavkaniya hêviyê û jiyana demokratîk…
Rêberê me, ne bi gotinan, ne bi têgînan û ne jî bi rêbazên cüda nikare were tarîfkirin.Gel wekî pêxemberan, zanist weke fîlozofan û hin kes jî Rêbertî, bi mûcizeyan pênase dikin. Eger Rêbertî were pênasekirin, mirov dikare bêjê kombûna hemû zanist û felsefeyên dinyayê gihandiye zanebûna civaka axlaqî û polîtîk. Rêbertî li pey heqîqatê ye û dide şopandin.
Bê gûman tarîfek weha kirin têr nake, ji ber Rêbertî gerdûnekî pênase dike. Her sala rojbûna Rêbertî, ji bo me mîlîtanên Rêberti, gelê welatparêz û hemû aligirên Rêbertî rojekî vejinê ye, ango ji sêkerata mirinê ber bi jiyanê ve ye. Tîşta divê mirov ji bo vê rojê bike eve ku çi dibe bila bibe, divê mirov dest ji doza demokrasi û azadiyê bernede. Têkoşîn mezin kirin ji bo azadiya fîzîkî a Rêbertî û di şexsê Rêbertî de xwe ji nû ve avakirine.
“Rêbertî sterka hêviyê ye, bi qasi ku mirov nêzi wî dibe ewqasî ronî dibe.”
Rojbûna Rêber Apo, Heqîqeta mirovahiyê ye…
Rojbûna Rêbertî tu cari bi peyvan û bi pelandarî ji terê nake ku mirov penasê bikê. Mirovên bi wate jiyanekî bi wate bi xwe re dafirinê. Hebûna çîçekan çawa ruyê xwezaye xweşîk dike, Rêbertî jî di 4’ê Nîsan’ê de hezkirin, hêvî û jiyanekî bi rûmet da ava kirin û xweşik kir. Îro bi hezeran di vê rojbûnê de ji dayik dibin û dighêjin armaça xwe. Rabûna Rêbertî di nava zor û zehmetiyan de bûye. Û di nava tunebûnê de hebûnek Rêbertîyê avakiriye.
Dema mirov meha Nîsan’ê mêyzedike, mirov dibine ku meheke pir bi renge û nûbûna biharê di dilê gelan de geşdike. Rojbûna Rêbertî rojbûna gelê Kurd û cîhanê ye. Dema mirov tevlî dibe, di fikir û ramanê Rêbertî de mirov ji nûde ji dayik dibe. Her rêya wî roniye û bi hêviye. Û heya ku li ser vê rêya roniyê canê xwe bê teredut di vê oxirê da dane. Bûne kenê li ser levên zarokan. Bûnê dermanê ji êşên dayika re. Û ji bona hevalên xwe jî buye rêheval. Dayik bûna Rêbertî bi serê xwe, şoreşa hebûna mirovahiyê ye..
Bi Rêbertî re em ji nûde şîn bûn û wekî avekî bê sinor meşiyan. Û her kesê ku bejdarî vî çemî dibe, her di nava têkoşînê deye û dixwaze her biherîke. Rêbertî jiyanê bi ked, hêvî, û ji dil û mejî de avakir. Cîhan û çi kes nemaye ku 4’ê Nîsan’ê dar neçîne, her darek çandin hebûna zindiyekî dayina cihanê ye.
Delîla Argeş