Gelê Kurd yek ji gelên ku bi hezaran sal in, ku li Rojhilata Navîn û nexasim li erdnîgariya bi bereket Mezepotamyayê, hebûna xwe diparêze û heta roja me ya îro hatiye. Ew gel ji çanda Arî ye, ku dayiktiya çandî û civakî ji gelê cîhanê re kiriye. Gelek zanyar û dîroknas ên wek arkolog Klaus Schmidt û dîroknas Mehrdad İzady dîroknasekî kurdê Rojhilat e, tînin ziman. Gelê kurd jî xwedî nasnameyeke bi vî rengî dewlemend e. Gelekî bi piranî li çiyan jiyan kiriye, bi gelê çiyayî tê nasîn. Ji xwe Hûrrî, Gûtî û gelek navên din ên ku li Kurdan hatine kirin jî tê wateya gelê ku li cihên bilind dijîn. Di dema împaratoriya Medan de gelê kurd gihîştiye lûtkeya hêz û şaristaniya xwe, ku karibûne dewleta Asûr ê zalim û hov têk bibin. Gelekî bi heybeta çiyan wek darberûyê rehên xwe yên dîrokî û şaristaniyê bera binê wan çiyan dabûn, ku ti hêzî nikaribûne wan tune bikin. Ji komkujiya ku Îskenderê mezin pêk anîbû bigire, heta komkujiya Zîlan, Helepçe û Dêrsim’ê di gelek komkujiyan re derbasbûne. Lê ji ber ku xwedî rehekî xurt â dîrokî ne, ti kujeran nikaribûne vî gelî tune bikin. Bi têkçûna Med’an re, êdî Kurdan wek pergala mîrtiyê heta sedsala 19’mîn, hebûna xwe parastine.
Bi pêşketina pergala netewdewletan a di sedsala 19’mîn de êdî li Rojhilata Navîn ji aliyê dewletên awrûpî ve dest bi dagirkeriyekê tê kirin. Kurdistan di sala 1916’an de bi peymana Sykes Picot kirin çar perçe. Di navbera dewleta Tirk, Iraq, Îran û Sûriyê de hate perçekirin. . Bakur, Başur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê. Rojava parçeya herî biçûk a kurdistanê ye. Êdî Kurdistan hatibû dagirkirin. Ji bo rizgarkirina kurdistanê, gelek serhildan pêş ketin. Rojava ji bo van serhildanên kurdî, hertim rola hembêzkirin, rêxistinkirin û piştevaniyê lîstiye.
Dema ku tevgera azadiya Kurdistanê PKK’ê li Bakur tê avakirin, piştî ku ava dibe bi demeke kin, Rêber Apo derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe. Bi vê yekê re gelê Rojava tevlî xebatên rizgariyê dibin û li gorî wê yekê xwe bi rêxistin dikin. Êdî gelê Kurd ji zilm, zordarî û mijokdariya bi sedan sal xilas dibû û berê xwe bi ronahiya azadiyê de dikir. Êdî Edûl û Derwêşên gelê kurd bûbûn bi hezaran û mîlyonan canê xwe ji bo her buhustek ji axa welat dikirin qurban.
Bi pêşketina raperîna gelan li welatên Ereban, li Sûriyê jî ji bo dawî lêanîna li pergala dîktatorî ya rejîma Baasê, gel rabû ser lingan. Ji ber ku Rojavayê Kurdistanê jî di bin dagirkeriya rejîma Baasê de bû, gelê Rojava bi hêza ku ji tevgera azadiya kurdistanê girtî û eşqa wan a ji azadiyê re, dest bi raperîn û berxwedanê kirin. Bi dehan sal bû ku, gelê Rojava wek perçeyên din ên Kurdistanê di bin zext û zordariya rejîma Baasê de bû. Êdî dem hatibû ku serî hildin û axa welat rizgar bikin. Bi rihê netewî û bi felsefeya Rêber Apo ya netewa demokratik, gel xwe bi rêxisitn kir û di demeke kurt de, di bin navê yekîneyên parastina gel de hêza xwe ya parastinê ava kirin û di şeva 19’ê Tîrmehê li bajarê Kobanê dest bi rizgarkirina heremên xwe kirin.
19’ê Tîrmehê ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemî cîhanê, bû çavkaniya hevjiyana azad, exlaqî û polîtîk. Gel gav bi gav xwe ji paşverûtî, tarîtî û zordestiyê rizgar dikir û berê xwe didan ronahiya şaristaniya demokratik. Ji heft heta heftê salî her ferdek ji gel, di roja rizgariyê de rondikên azadiyê û kêfxweşiyê dibarandin. Bi sedan sal bû ku ev gel li benda vê kêliyê bû. Helbet ev gav bi hêsanî nehate avêtin. Bi dehan keç û xortên Kurd canê xwe feda kirin, ku roja 19’ê Tîrmehê diyarî gelê xwe yê hêja bikin. Rêberê gelê kurd Rêber Apo hemî jiyana xwe kêlî bi kêlî ji bo jiyaneke bi rûmet û azad fedayî vî gelî û hemî cîhanê kir. Nemaze heta vê kêkliyê jî bê terdud li hember paşverûtiya pergala netwedewletan li ber xwe dide. Em deyndarê berxwedana Rêber Apo û şehîdên şoreşê ne, ku rêya rûmet û fedekariyê ji me re vekirin, ku îro şervanên kurdistanê bûne xurpeya hemî gelên bindest û azadîxwaz.
Diljin Kobane